• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

NKL rola Amerîkayê di avakirina Sûriyaya nû de nîqaş dike

July 19, 2025
NKL rola Amerîkayê di avakirina Sûriyaya nû de nîqaş dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyeke diyalogê bi zimanê erebî bi sernavê “Hewldanên Amerîkayê di avakirina Sûriyaya nû” de organîze kir. Bername ku hevkarê me Şoreş Derwîş bi rê ve bir, Akademisyen û Damezrîner û Rêveberê Giştî yê Navenada Rojhilat a Lêkolînan (ORC) Dr. Semîr El-Teqî, tevlî bernameyê bû û nirxandên xwe kirin.

Bername bi pirsa li ser helwesta Amerîkayê derbarê Sûriyaya nû û daxuyaniyên herî dawî yên nûnerê Amerîkayê Barrack, hate destpêkirin. Dr. Semîr El-Teqî destnîşan kir ku yek ji sedemên ku hişt El-Şeri bi awayekî lez bigihêje desthildariyê, tirsa ku careke din Rûsya li herêmê werê erkdarkirin eger ku serokê Amerîkayê Trump di hilbijartinan bi ser bikeve û wiha dewam kir: “Divê em zanibin ku derbarê Sûriyayê 2 siyaset têne meşandin; a yekê siyaseta ku Partiya Demokratîk ji bo birêveberiya rewşa li Sûriyayê û siyaseta duyem jî ya serok Trump e.”

El-Teqî destnîşan kir ku di demekê de serokê Amerîkayê Trump peymanan bi dewletên Kendavê re îmze dike, Îsraîl li dij erkdarkirina ereban ji bo birêvebirina rewşa herêmê derdikeve. El-Teqî got: “Girîng e ku em rola Tirkiyayê bibînin ku bi hemûyan re di nava hevsengiyê de ye. Netanyahu dikarîbû ku serokê Amerîkayê Trump razî bike ku lezbûna prosesa aşitiyê ya navbera Tirkiya û Sûriyayê girîng e ji bo dûrxistina Tirkiyayê ji axa Sûriyayê, ji bo ku axa Sûriyayê nebe fişareke tirkî li dij Îsraîlê, an jî Sûriya nebe zemîna hêzeke dijberî Îsraîlê. Ji ber ku heta niha hêza cîhadîst a li ser axa Sûriyayê ku şiyanên wê yên mezin hene, xeter e. Ji aliyekî din ve jî Amerîka di vê demê de, girîngiya Sûriyayê ya jeopolîtîk eşkere dike. Axaftinên Barrack wekî amûrekî fişarê ye ku dide nîşandan ku pêkan e destê Sûriyayê di Lubnanê de dirêj bikin. Ev yek jî tê wateya ku Lubnan ber bi şerekî navxweyî yê nû bibe, di encamê de xiristiyan li herêmeke diyarker bi cih bibin, herêma Terablus jî alîgirên hikûmeta Ehmed El-Şeri in, başûrê Lubnanê jî bikeve destê hêzên alîgirên Îran û şîa.”

Nivîskar Semîr El-Teqî got: “Ji bo ku Sûriya ji rewşa xwe derkeve, tenê rêyek li pêşiya wê heye ew jî ku destûrê bidin dewletên ereban rêvebirina pêvajoya vejînê bikin. Îsraîl jî wê tenê têrê bike ku toreyîn sûriyayî yê agahiyan bixe bin destên xwe. Amerîka qebûl dike ku kesên îslamîst di desthildariyê de bimînin û şûr li ser stûyê wan bimîne. Di heman demê de, Amerîka hewl dide ku bigihêje formuleke destûrî ji bo garantîkirina hîn mafên pêkhateyên Sûriyayê yên din. Lê di vê mijarê de hîna lihevkirin li ser çênebûye, doza sereke îro doza yekitiya hêzên niştimanî yên demokratîk e, eger ku ev hêz nebin yek, em ê bikevin rewşeke ne aramiyê ya demdirêj ku bi salan dewam bike.”

Derbarê peymanên aşitiyê yên navbera hikûmeta El-Şeri û Îsraîlê de, Dr. Semîr El-Teqî da zanîn ku eger îslama siyasî dev ji doza Filistînê berde di piratîkê de ew dev ji hebûna xwe ber dide û ev gav jî têkçûna îdeolojîk a îslama siyasî ye. Ev mijar jî bê gûman wê bihêle ku parçebûn di navbera cîhadîstên di Sûriyayê de çêbibe. Îslama siyasî bê têkoşîna avakirina dewleteke îslamî û rizgarkirina Filistînê, rêvebirina parçebûnê ye ku Amerîka Îsraîl di tevgera îslamî de çêdikin.”

El-Teqî bi bîr xist ku metirisiya sereke ji bo Îsraîlê ew e ku Tirkiya li ser sînorê wê be, ew naxwaze ku Tirkiya artêşa Sûriyayê ava bike û bi çek bike, ji ber vê yekê jî çavkaniyên hêzê yên rasteqîn yên hikûmeta heyî ew e ku li gorîn berjewenidyên gel be û pirsgirêka etnîkî beriya her tiştî çare bike.

Dr. Semîr Teqî, dema ku behsa encamên gera duyemîn a danûstandinan dikir, ku Serok Ehmed El-Şeri ji ber mijûlbûna xwe bi pêşwazîkirina koma ku “nasnameya dîtbarî” sêwirandibû, tê de ne amade bû, ku mijara nasnameya neteweyî paşguh kir, bersiv da ku serdema niha derfeta sereke ye ji bo avakirina hevpeymaniyek neteweyî ya demokratîk ku ne opozîsyon be lê beşdar be. Ger em hilweşîna rejîma heyî texmîn bikin, alternatîf çi ye? Ji ber vê yekê, divê em li ser xurtkirina civaka Sûriyayê bisekinin da ku bi îhtîmalên tarî yên ku dikarin ser bikevin re rû bi rû bimînin. Wî herwiha tekez li ser pêwîstiya yekîtiya kurdan kir tevî hemî tawîzên pêwîst. Hejmara mezin a pirsgirêkan li welatan, nemaze Sûriyayê, hikûmetê neçar dike ku piraniya desthilatên xwe bixe destên astên jêrîn. Sîstema nenavendî li Sûriyayê ne luks e lê pêdivî ye. Gelê Sûriyeyê îro bi berpirsiyariya avakirina yekîneyek û sîstemek nenavendî re rû bi rû ye û zextê li aliyê amerîkayî dike ku yekîneya wê qebûl bike û xwe radestî doza wê bike. Aliyê amerîkayî nikare şûna civakê bigire. Di vê çarçoveyê de, Dr. Semîr El-Taqî got ku yek ji gavên pêwîst îro avakirina eniyeke medyayî ye ku bingeha Hevpeymaniya Demokratîk a Neteweyî û aştiya sivîl li Sûriyayê temsîl bike û bi rêya wê toran ava bike. Gelê kurd îro di asta xwe ya herî baş de ye, ji ber ku îtîraf bi hebûna kurd a ilmanî heye, dûrî nakokiyên îdeolojîk.

Dr. Semîr El-Teqî piştrast kir ku erkekî exlaqî di siyasetên Amerîkayê de tuneye û ev siyasetên Amerîkayê ne girêdayî kesayeta Trump in, Amerîka niha dixwaze rewşeke nû li herêmê çêbike û gelên ku hêjayî mayînê ne rêz dike.

Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Semîr El-Teqî anî ziman ku divê yekitiya gelê Sûriyayê çêbibe û guh nedin xîtabên nefretê  ku hewl dide yekitiya niştimanî asteng bike û got: “Şerê navxweyî bi dawî nebe, tenê bi yekitiya niştimanî li ser esasê dewleteke nenavendî wê şer bi dawî bibe. Bijarteya tekane, xurtkirina têkiliyên gelê Sûriyayê û dûrxistina Sûriyayê ji parçebûnê ye, ji ber ku parçebûna Sûriyayê dibe ku bibe çareseriyek ji bo şerekî navxweyî yê nû çênebe, lê di heman demê de tê wateya têkçûna her kesî.”

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN