Rojnamevanê amerîkayî Neil MacFarquhat di meha borî de, ku hefteyekê li Şamê ma, li ser nexşeya serweriyê, çawaniya ku hikûmet karûxebatên xwe û xwzweyên hundirîn bi rê ve dibe, an jî li ser rojhilatnasiya osmanî ya nûnerê Amerîkayê Tomas Barrack, lêkolîn nekir. Li şûna vê yekê, MacFaruqhar raporeke dirêj di rojnameya New York Timesê de, bi sernavê “Gelo em nîşaneyên Rojhilata Navîn a nû dibînin?”, belav kir.
Di raporê de ku ji bo xwendevanên amerîkayî baş e, rûxandina “Kevana Şîî” ji Tehranê heta Beyrûtê bi rêya Bexdad û Şamê de, piştî zêdetirî 20 salan ji serweriya Îranê li herêmê, tê şirovekirin. Herwiha, di raporê de dîmenekî wekî sembolekî guhartinê dide nîşandan, ku rojnamevanên rojavayî yên ku serdana herêmê dikin di vê mijarê de, pispor in, ji ber ku hin hûrgulî wan wekî nîşangirên vegotin û sembolîzmê nîşan didin. Di pêşgotina raporê xwe de, ew xuya bûna serokê nû yê Sûriyeyê, Ehmed El-Şeri (Ebû Mihemed El-Cûlanî), vedibêje, ku li ser hespê erebî yê reş ê xweşik siwar bûye ku Neil di klîbek vîdyoyê de dîtibû û stranek ku dewleta Umewî pesnê wî dida jî tê de hebû. El-Şari di qadeke qûmî de bû ku bi darên xurmeyê yên qelew xemilandî bû: “Ew bi tenê bû, jaketekî çermî yê lihevhatî li xwe kiribû, dema ku hesp bi gavên bilind di hundurê qadeke de dizivirî.”
Nirxandina xwe ya dramatîkî ji vî dîmenî re heta dawiyê raporê, ku Sûriya parçeyekî navendekî di tabloyeke kêm de ye, Hegel tîne bîra me, dema ku Napolyon dibîne û hevoka xwe ya navdar dibêje: “Min giyanê cîhanê di mirovekî li ser hespê de dît, ku serdestiyê cîhanê dike û wê tevdigerîne.”
Neil MacFarquhar di rapora xwe de, behsa rûxandina serweriya herêmî ya Îranê-nexasim qewitandina wê ji Sûriyayê- û çawa ku ev yek bû xaleke guhartinê ya mezin ku Rojhilata Navîn ji zêdetirî 20 salan ve, ev guhartin nedîtiye. Yek ji aliyên vê guhartina jeopolîtîk dibe ku -li gorî nivîskar- kêmbûna mezhebî ya eşkere ku dema rûxandin a rejîma Sedam Hisên kete herêmê û piştre jî şîa li Bexdadê bûne desthilatdar. Nivîskar ji vê xalê dest pê kir, ango ji mezheba şîî, bi vî awayî rewşê bi tevahî diguhere wekî ku rewşa xwezayî ku serwerî bikeve mezheba dijber. Dengvedana vê yekê jî di esasê xwe de di daxuyaniyên Tomas Barrack de heye, ku dixwaze Rojhilatê pirreng radestî “piraniya mezhebî” bibe, bi modeleke ne balkêş, ne modelek wekî ya Kendavê , bo nimûne, lê belê desthilatdariyek e ku dem bi dem li herêmeke Sûriyayê komkujiyan pêk tîne û bi rêya dezgehên medyayê yên nefermî gefê li her kesî dixwe.
Tevî vê yekê jî, nivîskar balê dikişîne li ser hîn diyardeyên vê guhartinê, ev yek jî ji bo xwendevanên rojavayî yên ku rewşa Sûriyayê dibînin, girîng e. Nivîskar berdewam dike ku bi rûxandina rejîma Beşar El-Esed di kanûna borî de, “Kevana Şîî” ya ku Padîşah Ebdullah Duyem ev nav lê kiribû, hate hilweşandin -tora hevalbendên çekdar ji Îranê heta Iraq û Sûriya û herêmên Huzbelah li Lubnanê. Hikûmeta El-Esed jî ku dewletek bû ne komên çekdar bû, kevirê bingehîn di projeya Îranê de bû û eksena destekdayîna hêzên “Eksenê berxwedanê” li dij Îsraîl û rojava bû.
Rojnamevanê amerîkayî Neil MacFarquhar balê dikişîne ser aliyekî girîng, ew jî ew e ku tenê ol nikare tiştên li Rojhilata Navîn çêdibin şirove bike. Li gorî nivîskar, hêzên herêmî, îdeolojiya olî wekî perdeyeke ji bo berjewendiyên xwe yên madî bikar anî. Ji bo vegerandina hevsengiya ku îro tê meşandin, aloz li derdora desthildariya siyasî, leşkerî û aborî tê meşandin. Ev yek jî diyar dibe alavê guhartinê ne sune an jî şîî ne, lê belê Îsraîl e. Lê tevî vê yekê jî, Îran ji bo serweriya xwe xurt bike, bi salan berjewendiyên mezhebî da pêş, dewletên ereban jî bi heman awayî bersiv dan. Lê ne pêkan e ku Tehran di demeke nêzîk de, vê yekê dubare bike.
Pirsa ku MacFarquhar dipirse wiha ye: Wê çi derkeve holê dema ku parçebûnên sune-şêî, êdî nebin amûrên serweriya jeopolîtîk: Sûriya niha qada sereke ya ezmûna sîstema nû ye. Di vê çarçoveyê de, dewletên yên piraniya wan sune rûpela mezhebî bigirin ku dibînin gefeke ji bo ne aramiya siyasî û pêşxistina aborî (li gorî nivîskar, xuya dike ku sînorê lêgerîna wî ya kûrahiya herêmê ev e). Nivîskar di beşê din yê nivîsê de, têgihaştina xwe ji hikûmeta nû li Şamê re tîne-tevî dijminahiya mezhebî ya herêmî-dibêje: “Rêveberiya nû dizane ku çi teqandineke domdar a şerê mezhebî wê kedên avakirina dewleteke aram û yekgirtî têk bibe”, lê nizane -an jî dibe ku nexwest bîne ziman-mekanîzmeyên avakirina desthilatdariyê li Rojhilata Navîn nayê ser bîra kesekî heger ku dîroka çerxên navîn û berfirehbûna împeratoriyan nexwendibe.
Nivîskar, şiroveya siyasetmedarekî Lubnanê Mustefa Fehis ku wekî kesekî nêzî şîiyên li Lubnanê bi nav dike, wiha tîne ziman: “Dema ku Şam vegere ji sune re, hûn erdnîgariya siyasî ya Rojhilata Navîn bi temamî diguherin.. Bûyereke dîrokî ye.”
Nivîskar hînek vedigere dîrokê, ji bo ji xwendevanên amerîkayî re şirove ku çîrok ji kur li herêmê destpê kiriye, çîrok mezhebî û şerê sunî-şîî. Li gorî têgihaştin û çavkaniyên xwe, şoreşa îslamê ya sala 1979an, pêvajoyeke nû ji şerê sune-şîî dest pê kir, ev texmîn ji hêla rastiyan û polîtîkayan ve tê pûçkirin. Versiyona heyî ya mezhebîtiya civakî bi hilweşîna rejîma Sedam Husên di sala 2003yan de teqiya, dû re piştî beşdarbûna Hizbulah di piştgiriya rejîma El-Esed de û herikîna cîhadîstên biyanî ji bo piştgiriya opozîsyona çekdar a Sûriyeyê di destpêka sala 2012yan de, gihaşt qonaxek bilindtir û xeternaktir.
Nivîskar balê dikişîne li ser atmosfêra avakirina sîstemeke herêmî ya nû û dibêje:
Pêwîstiya herêmê bi defetên kar ji bo nifşê ciwanan heye. Berê, nebûna hêviyê hişt ku ciwan berê xwe bidin komên cîhadîst. Îro jî, hikûmet hêvî dikin ku ev yek were guhartin, bi rêya projeyên pêşxistinê di nav de bajarên siberojê, jîriya çêkirî (AI) û teknolojiyên nûjen. Lê tevlîheviya herêmî wê van armancan têk bibe. Ji ber vê sedemê jî êrîşa Îsraîlê-bi beşdarbûna Amerîkayê- li dij Îranê ji bo Kendavê şokek destpêkê bû. Tirs ne tenê ji tolhildana Îranê bû, lê belê dubarekirina senaryoya Iraqê bû: Rûxandina rejîmê, penaberî û bi salan rijandina xwîna mezhebî. Tevî vê yekê jî, şerê demkurt, xeyala hêza Îranê têk bir. Tevî zirarê ku gihaşt bernameya nuklerî ya Îranê ne zelal e, têkçûna Îranê ya parastina xwe, lawazbûneke kûr nîşan da û da diyarkirin ku sîstema nû ya herêmî êdî dest bi avakirina wê bû.
Bi berdewamî dibêje: Tevî ku rejîma El-Esed di aliyê îdeolojî de ne wekî komara îslamê bû, lê hevalbendiya bi Tehranê re, li ser esasê nefreta hevbeş a li dij Îsraîl û Sedam Hisên bû. Ji ber vê yekê jî vegera Sûriyayê nava refê sune, wekî beşeke navendî di tabloyekê de ku kêm bû.
Dewletên sunî hewl didin ku Sûriya ji nû ve ava bikin û wê bikin eksena aboriya herêmê, bi rêya girêdana wê bi rêyan û xetên boriyan û torên kehrebeyê. Lê hikûmeta navendî ya nû lawaz e û pêwîstiya wê bi destekdayîneke mezin heye. Lêçûna jinûveavakirinê di navbera 250 û 400 milyar dolar de ye, ev pere jî aboriya Sûriyayê ya têkçûyî, nikare dapîne bike.
Divê hikûmeta nû destpêkê aloziyên mezhebî yên tund ku şerê navxweyî gur kirin û heta niha gefê li siberoja dewleta yekgirtî çêdikin, çareser bike. Tevî vê yekê jî, avakirina hikûmeta nû ji çekdarên sunî yên cîhadîst, gelek pirsan bi xwe re tîne. Profesorê siyasetê di Rojhilata Navîn de di zanîngeha Georgetown Nadir Haşimî dibêje: “Hêza niştimanî ya nû li Sûriyayê ji rastgirên tund ên selefî hatiye -ji atmosfêra rêxistina El-Qaîdayê ya tundraw, ku bi dijminatiya xwe ya kûr ji şêî re, têr bûye”. Lê tevî vê yekê jî hin analîzvan dibînin ku pêla dijberiya gelêrî li Sûriyayê li dij Îranê, bi xwe rengek ji rengên berxwedana siyasî ye. Bi gotineke din -wekî ku beşdarên raporê hewl dan nivîskar îqna bikin- ji vegotina nivîskar xuya dike ku windabûna gefa Îranê û hegemonyaya wê dê bibe sedema windabûna bi tevahî ya mezhebîbûnê!
Rojnamevanê amerîkayî ji pisporên nêzîkî hikûmeta El-Şeri behsa wan dike, ku di destpêkê de wekî qurbaniyek xapandinê û hedefek hêsan xuya dikin ku ji bo şandina peyamên hedefgirtî yên ku armanc dikin binpêkirinên “spîkirina siyasî” ne, têne bi kar anîn. Kolonel Hîşam Mistefa, analîstek siyasî û stratejîk ê sûriyayî ku di dema şoreşê de ji artêşê veqetiya, ji nivîskar re dibêje: “Hevsengiyek erdnîgarî ya nû jixwe çêdibe. Ew hîn bi tevahî negihaye serî, lê taybetmendiyên zelal digire – nemaze piştî kêmbûna bêveger a bandora Îranê li Sûriyayê û jinûverêxistinkirina mala erebî dûrî dirûşmeyên mezhebî.”
Kolonêl Mistefa qebûl dike ku hin kes karakterekî dîrokî û olî didin vê guhertinê. Berawirdkirina bi emewiyan re nîşan dide ku “seroktiya Sûriyayê nasnameya xwe ya erebî ya rastîn ji nû ve bi dest dixe û xwe ji serdestiya biyanî rizgar dike”, li gor gotinên wî.
Dr. Mistefa El-Îsa, analîstê siyasî yê sûriyayî, got ku hikûmeta nû bi fermî peyva “Umewî” bi kar neaniye, û got, “Hikûmeta sûriyayî bi awayekî çalak dixebite ku pira di navbera civakên sûrî de ava bike… Amûra herî hêsan – û herî xeternak – ku ji hêla rejîma berê ve hatî bikaranîn, parçebûna olî bû, ne tenê di navbera sunî û şîiyan de, lê di heman demê de di nav her mezheb û civakê de jî.”
Dewletên ereb ji kêmbûna Îranê û kêmkirina gefa wê ya navokî aciz nabin, lê ew bi fikar in ku ev kêmbûn bi kampanyayek leşkerî ya Îsraîlê ya ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin pêk hatibe. Têkiliyên Kendavê bi Îsraîlê re mezin dibûn, lê şerê li Xezayê û karesatên ku wî çêkirin raya giştî ya ereban teqand. Ew şer, tevî dûrketina ji mezhebîbûnê, astengiyeke mezin e ji bo her vîzyonek cîhanek erebî ya aramtir û yekgirtîtir di serdema piştî Îranê de. Li gorî Neil MacFarquhar, heya ku pirsgirêka Filistînê çareser nebe, ew ê bibe çavkaniyek domdar a bêaramiyê.
Bader El-Seyf, profesorê dîrokê li Zanîngeha Kuweytê dibêje: “Em di navbera du agiran de asê mane. Dewletên Kendavê bê guman naxwazin bibin beşek ji rêjîmeke herêmî ya ku ji hêla Îsraîlê ve tê rêvebirin.”
Hîn ne diyar e ku dê çi ji kêmbûna mezhebîbûnê derkeve holê ku ji hêla serketiyên li Sûriyayê û hevalbendên wan ve piştî têkbirina Îranê, hatiye ragihandin.
Li gorî Neal, nêzîktirîn mînak di salên 1990î de çêbû, dema ku Îran ji şerekî wêranker ê bi Iraqê re derket û ji bo jinûveavakirinê berê xwe da hundir. Wê demê, serokatiya nerm dev ji hinardekirina îdeolojiya şoreşger berda û gelek şîiyên li herêmê xwe ji projeya Îranê dûr xistin. Analîst bawer dikin ku senaryoyek wiha dikare niha jî çêbibe. Bi kêmbûna bandora Îranê re, dewletên erebî dikarin zextê bikin û civakên şîî dikarin li şûna veqetandinê li yekbûna neteweyî bigerin.
Ev encam ew e ku nivîskar di encama ramanên xwe yên piştî rêzehevpeyvîn, ger û nirxandinan de ku bi klîba vîdyoyê dest pê dike ku belkî vîzyona Thomas Barrack a yek dewlet, yek netewe, yek artêş çêtirîn temsîl dike, derxistiye holê. Ne mimkûn e ku Barrack rojekê tiştê ku wî di vîdyoya qada qûmê de dîtiye vebêje û ji Neil MacFarquhar zelaltir bêje: “Min ruhê Rojhilat di zilamekî de dît ku li ser hespê siwar dibe, Welatê Şamê kontrol dike û tevdigerîne û dûv re Serokê min ê hêja Trump ji bo Xelata Nobelê berbijêr dike.”







