• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Li ser gera “ne-danûstandinê” ya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de

July 12, 2025
Li ser gera “ne-danûstandinê” ya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de

Wêneyê Trump li ser pankarta aştiyê li Şamê hatiye reşkirin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Dema ku nûçeyên gihaştina şandeya HSDyê û Rêveberiya Xweser li Şamê, ji bo temamkirina danûstandina li ser esasê Peymana 10ê adarê, yekser li ser malperên tevna civakî texmînên bi nakok belav bûn. Hinek ji wan geşbîn bûn ku gotin dûmana spî ji Qesra Tişrînê derdikeve, hinekên din jî dîtin ku armanc ji civînê, lezkirina pêkanîna xalên peymana Ebdî-El-Şeri, bi serpereştiya Amerîkayê ku nûnerê Washington Thomas Barrack bi rê ve dibe. Ev xal jî zêdetir ber bi rastiyê ve bû, ji ber ku sistbûnek di pêkanîna bendên vê peymanê li ser erdê hebûn.

Serokê hikûmeta demkî Ehmed El-Şeri beşdarî hevdîtina niştimanî ya girîng nebû, di demekê de ku ji dema rûxandina rejîma El-Esed, hevdîtinên ku yekbûna Sûriyayê nîşan didin, pêk nehatin. El-Şeri ev erk radestî wezaretan û serokê îstixbaratê kir, bêyî ku ne amadebûna xwe şirove bike. Lê piştre El-Şeri bi tîma ku “nasnameya dîtbarî” çêkiribû li Qesra Gel derket, li şûna ku bi tîma ku hewla çêkirin “nasnameya niştimanî” (Rêveberiya Xweser û HSD) dide, rûnişta. Lê di rastiyê de, El-Şeri xwest ku asta vê civîna danûstandinê kêm bike, vê yekê jî bi xwe spartina destekdayîna Trump a vekirî jê re dike û ya ku Thomas Barrack li ser erdê nûnertiya wê dike, ku xuya dike meyla wî bi ser aliyê Şamê ve ye, bi awayekî ku têgiha navbeynkariya bêalî ya di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de dişkîne.

Barrack îdîa kir ku HSD di pêkanîna Peymana 10ê adarê de hêdî hêdî gavan diavêje, bêyî ku Şamê lome bike li ser pêkanîna bednên peymanê yên girêdayî wekî pêkanîna soza vegera koçberan û xalên din ên peymanê. Herwiha, nûnerê Amerîkayê ragihand ku tu rê li pêşiya HSDyê tuneye ji bilî Şamê, bi vê yekê re jî Barrack fişareke psîkolojîk a ne di cihê xwe de pêk anî, ji ber ku HSD û Rêveberiya Xweser û komek  ji partiyên neteweyî yên kurdî tiştekî berovajî ku nûnerê Amerîkayê gotiye, negotin. Di wêjeya siyasî ya kurdan de, bi dehan salan e tê gotin ku çareseriya doza kurdên Sûriyayê li Şamê ye.

Meyldariya xuya û piştgiriya bê şert û merc a Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo El-Şeri dikare wekî bingeha baweriya ku piştgirî dikare ji rejîma Sûriyayê re bi awayekî were peydakirin ku wê li gorî Washington û polîtîkayên wê yên herêmî bike were fêmkirin. Her çend Sûriya ji dawiya salên 1950yî vir ve di çarçoveya siyaseta Rûsyayê de ye jî, modela Sûriyayê, ku ji hêla çînên hevpeymaniyên herêmî û navneteweyî ve tê xwedîkirin, tenê rêya pêşveçûnê ji bo Şamê dimîne, ku piştgirek navneteweyî ya nû li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dîtiye.

Temenê qebûlkirina El-Şeri û tîma wî ya desthilatdariyê ku di çarçoveya siyaseta Trump de kar bikin, li ser esasê parastina desthilatdarî beramberî ku berjewendiyên Washingtonê yên herêmî pêk bînin. Nexasim ku ji bo Trump hevalbendên xwe ne girîng e çi bin, demokrat bin an jî dîktator bin. Ev yek Barrack bi awayekî eşkere dema ku rewşa Sûriyayê şirove dikir, anî ziman û got “Serdema destwerdana rojavayî bi dawî bûye”, bi gotineke din serdema ferizkirina demokratîk bi rêbazê George Bush a dijwar bi dawî bûye, herwiha destwerdana nerm bi rêbazê Obama û Biden jî bi dawî bûye.

Ev nameya Amerîkayê ya nû, berovajî siyaseta Amerîka ya rojên dawî ji desthilatdariya Joe Biden e, ku alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf komek şert pêşkêşî El-Şeri kirin ji bo pêşxistina têkiliyan bi wî re û rakirina cezayan. Lê Trump hemû şertên borî yên pêwîst û sereke ji bo avakirina hevalbendiya navbera Washington û Şamê, bi tevlêbûna Sûriyayê nava Peymanên Îbrahîm de guhart û peydakirina çareseriyeke dawî ji bo rewşa çiyayên Colanê. Ji bo vê armancê jî, Tomas Barrack di yekem ezmûna xwe ya rêvebirina dosyaya navxweyî ya Sûriyayê, yekalî bû ango ne serbixwe bû û îşaret da ku ew ne li kêleka HSDyê ye, bê ku Şamê lome bike. Lê dibe ku armanca vê taktîka makavîlîst, qezenckirina baweriya Şamê ye, heta ku wê tevlî Peymanên Îbrahîm bike. Ev yek jî wê di dawiyê de çêbibe, ku Şam ji dîplomatên rojava û Tilrbîbê re dibêjin.

Deriyên hola civînê hê nehatibû girtin, lê hikûmeta El-Şeri daxuyaniyek bi zimanekî bilind û hişk da, ku di cewherê wê de wekî zimanê rejîma El-Esed bû. Dirûşmeya daxuyaniyê wiha bû: “Yek Sûriya, yek artêş, yek hikumet”, ev gotin jî Barrack li dervayî civîna herdu şandên danûstandinê dubare kirin. Lê ev hevok pêwîstiya wê bi  lêkolînek û nerazîbûnek li ser naveroka wê ya xapînok heye û nerazîbûna li vir nayê wateya wê ya bilind, ku sûriyayî li ser vê yekê li hev dikin. Ango divê “Yek Sûriya” nebe “baxçe” ji bo desthildariyekê, an jî etnîk, an jî mezheb an jî çîneke diyarkirî, ji ber ku şertê yekîtiya Sûriyayê divê ya hemû gelê Sûriyayê be, bê dûrxistina nîjadperestî an jî herêmî. Lê hikûmeta El-Şeri baweriya xwe bi vê yekê nayîne û kiryar û rêbazê wê yê rojane vê yekê nîşan dide. Gotina “Yek artêş” jî divê bi pabendbûna tam ji rêgezên pisporbûnê û jêhatîbûnê pêk were, bêyî ku li ser nasnameyên wan ên şaxî an jî eslê wan ê etnîkî an mezhebî çi be, divê ew ne artêşek bimîne ku di laboratuarên hêzên leşkerî de hatiye çêkirin ku berî yên din di kêliya hilweşîna artêşa Beşar El-Esed de gihaştine Şamê. Hevoka “yek hikûmet” bi zelalî nîşan dide ku divê sûriyayî teslîmî hikûmetekê bibin ku ne nûnertiya pêkhateyên siyasî û etnîkî yên Sûriyayê dike û ne jî di nav xwe de digire, bêyî şertên herî hêsan ên peymanek di navbera serdest û yên ku têne birêvebirin. Divê ev teslîmbûn wekî peymanek îtaetê were hesibandin, ku dîroka wê nayê zanîn û ne jî bandorên wê kengî dê biqedin. Bi gotineke din: Ger ev dirûşme neyê nîqaşkirin û pêkanîna wê ji nû ve neyê nirxandin, ew ê dewletek faşîst ava bike an jî rejîmek faşîst ava bibe.

Herwiha, ji nava gotinên ku alîgirbûna Barrack eşkere kir, ku got “Federalî li Sûriyayê çênabe”, ku ev yek jî, ji yek daxwazên kurdan ên derbarê şêweyê rêvebirina dewletê ye. Bi her halî, ev helwesteke ji bo piştgiriya desthilatdariya Şamê û hikûmeta Tirkiyayê ye  ku herdu jî dixwazin Sûriya wekî dewleta navendîbûna tund, bimîne. Di heman demê de, li ser esasê helwesta Barrack, daxuyaniya ku ajansa hikûmetê (SANA) belav kiriye û di nava daxuyaniyê de gotinên nûnerê Washingtonê hatin bikaranîn û li ser hatin zêdekirin û di vê çarçoveyê de hikûmetê di daxuyaniya xwe de “Hemû rengê dabeşkirin an jî federalî ku li  dij serweriya Komara Erebî ya Sûriyayê ye û yekitiya axa wê ye, red dikin”. Yekkirina dabeşbûnê bi federalîzmê re, ji bilî nezanî û tevliheviya qestî di navbera têgihan de, korkirina rastiyê nîşan dide  ku federalîzm an daxwaza hin astên nenavendîbûnê bi tu awayî nayê wateya dabeşbûn an veqetandinê.

Bi her halî, gotinên Barrack ketin metna “daxuyaniya hikûmetê”, bi vî awayî jî nûnerê Amerîkayê da nîşandan ku ew bi awayekî tam li kêleka El-Şeri û li dij şandên Rêveberiya Xweser û hevalbenda wê ya bawer ji zêdetirî 10 salan HSDyê ye, ev yek jî hemû bi armanca jî piştrast bike tu pabendbûna Washington beramberî gelê Sûriyayê tuneye û desthilatdarî çarenûsa wan çawa diyar dike, li gorî lihevkirinê, bila diyar bike. Ev yek hesteke mezin a hêzê da Şamê û ev yek jî wê bihêle ku şaştiyan bike, wek zêdekirina alozî û alîbûna etnîkî, pejirandin û paşguhkirina gotinên nefretê û dibe ku heta sînordarkirina welatiyên kurd ên li derveyî bakurrojhilatê Sûriyayê. Berevajî pozbilindiya Şamê, israrkirina li ser danûstandinan, di bin çavdêriya Amerîka û Fransayê de, xuya dike ku tenê vebijark e, ji ber nebûna perspektîfên şer û hewldanên ferzkirina îradeyan bi zorê. Ev aliyê erênî yê her tiştê ku di du rojên borî de li Şamê hatiye xirabkirin e.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN