Diyalogeke vekirî bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re

Lînka bernameyê 

Navenda Kurdî ya Lêkolînan diyalogeke vekirî bi zimanê kurdî bi sernavê “Piştî êrîşên Tirkiyayê yên li dij herêmên Rêveberiya Xweser çi heye?” organîze kir.

Di bernameya ku ji aliyê Berpirsê Navendê Newaf Xelîl ve hate birêvebirin, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Îlham Ehmed, amede bû û mijara borî nirxand.

Bi dehan rojnamevanên  herêmî û biyanî tev li bernameyê bûn û pirs derbarê pêşketinên dawî di qada Sûriya û herêmî de, kirin.

Êrîşên Tirkiya dewam dikin

Îlham Ehmed li ser pirsa çarenûsa şervanên kurd ên ku ji bo piştgiriya HSD û YPG di şerê li dij DAIŞê de ji parçeyên din ên Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, piştî ketine rejîma El-Esed, ev bersiv da: “Destpêkê bi ketina rejîma El-Esed ji bo me tu guhartin zêde çênebûne, ji ber ku êrîşên dewleta tirk hîna dewam dikin, her wiha DAIŞ jî mezin dibe û gelek DAIŞî di zindanên  Rêveberiya Xweser de hene. Ji bo vê yekê dema mijar û dosya werin nîqaşkirin, divê rewşa ewlekarî li herêma me aram be û bi Tirkiyayê re mijarek lihevhatin û ewlekariyê were nîqaşkirin”.

Mijara me di hundirê Sûriyayê de divê were nîqaşkirin

Têkildarî bandora danûstandinên di navbera birêz Ocalan û Tirkiyayê de li ser Rojavayê Kurdistanê jî, Îlham Ehmed got: “Birêz Ocalan pêvajoyekê bi rê ve dibe, ev girêdayî hundirê Tirkiyayê ye, lê mijara me di çarçoveya hundirê Sûriyayê de ye, divê em di Sûriyayê de nîqaş bikin. Lê bandora xwe ji bo me jî herî kêm e, Tirkiya bi bihaneya PKKyê êrîş dikir, wê ev bihane ji holê rabe. Ji aliyekî din ve jî, dewleta tirk rojane sivîlan li ser Bendava Tişrînê dikuje bi bihaneyên cuda. Eger ku doza kurdan ji destpêkê ve bihate çareserkirin û siyasetmedarên ku daxwaza mafên xwe yên rewa dikirin neketine zindanê, wê PKK nehatiba avakirin”.

Têkildarî bandora rakirina cezayan li ser Sûriyayê, Îlham Ehmed got bê gûman gelê Sûriyayê zirar dît ji van cezayan, divê were zanîn ku rakirina van cezayan rewatiyê nade van kiryarên ku têne kirine li dij hemû pêkhateyan li Sûriyayê.

Metirsiya vegera DAIŞê heye

Li ser pirsa vegera hin malbatan ji kamapa Holê, Îlham Ehmed anî ziman ku beriya ketina rejîma El-Esed hewldanên vegerandina malbatên sûriyayî hebûn, lê ji ber astengiyên wê demê veger çênebû, lê niha bi awayekî dilxwazî vedigerin warê xwe. Îlham Ehmed got: “Metirsiya vegera DAIŞê heye, ji ber ku helwesta hikûmeta li Şamê ne diyar e. DAIŞiyên ku li kamp û zindanê ne, xwe amade dikin ku dewletae xwe ava bikin û xwe perwerde dikin, lewra metirsiya vegera DAIŞê heye.”

Hebûna Amerîka hevsengiyê çêdike

Li ser pirsa nûçegihanê toreya Rûsyaya Federal li ser astengiyên di navbera rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û hikûmeta nû de û îhtîmala destekdayîna serok Trump ji bo kurdan, Îlham Ehmed got: “Tekane astengî dewleta tirk e, ji ber ku dewleta tirk dixwaze bi rêya Tehrîr El-Şam armancên xwe pêk bîne. Li ser siyaseta Amerîka derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî, heta niha zelaliyek tuneye. Lê heta niha tu daxwazeke amerîkayî tuneye ji bo vekişandina Amerîkayê. Lê hebûna Amerîka hevsengiyê çêdike, ji ber ku jiyana 5 milyon kes li herêmê bi hebûna Amerîkayê tê parastin”.

Xeterî li ser me heye, lewra divê HSD bimîne

Têkildarî civîna di navbera Ehmed El-Şeri û fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed wiha bersiva vê pirsê da: Hevdîtinek çêbû û mijarên ku hatin nîqaşkirin, mijarên girêdayî leşkerî, siyasî û aborî bûn. Pêwîst e ku diyalog berdewam bikin û komîte werin avakirin û li hev bikin. Em hemfikar in ku divê parastina Sûriyayê were kirin, lê awayê tevlîbûna HSD û Rêveberiya Xweser hîna pêwîstiya wê bi nîqaşê heye. Her wiha, heta niha hikûmeta nû rewabûneke wê tuneye, lewra divê di pêvajoya veguhastinê de HSD xwe biparêze, ji ber Tirkiya û DAIŞ êrîş dike, ango xeterî li ser hene, lewra pêwîst dike ku HSD bimîne.”

Li ser pirsa ku hûn dixwazin federaliyeke wekî Iraqê li Sûriyayê ava bikin, Îlham Ehmed got: “Rewşa me ne wekî ya Iraqî ye, dema ku em dibêjin nenavendî ne şert e ku wekî ya Iraqê be, ji ber ku gelek pêkhate li Sûriyayê hene”.

Li dij Efrînê dewleta tirk jenosîdê dimeşîne

Li ser pirsa helwesta Rêveberiya Xweser derbarê Efrînê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser wiha bersiv da: “Pêwîst e gelê Efrînê vegerin cihê xwe, piştî ku rêveberiya Şamê hate guhartin, hemû vegeriyan cihê xwe, ji Tirkiya Luban û Urdunê gel vegeriyan, lê xelkê Efrînê berovajî vê yekê jî careke din koçber bûn ji Tilrifet û Şehbayê. Niha jî careke din di kampan de dijîn, ev jî rewşeke gelekî xerab e.

Niha li hemberî Efrînê dewleta tirk û çeteyên wê jenosîdê dimeşînin, pêwîst e ku hemû xelkê Efrînê vegere cih û warê xwe. Divê dawî li van siyastan were, em daxwaz dikin ku di bin çavdêriya saziyên hiqûqî û navdewletî ku gelê Efrînê vegere warê xwe, ji ber ku gelê Efrînê rastî zulmeke pir mezin tê. Divê helwest li hemberî vê yekê hebê, divê grupên çekdar ji Efrînê derkevin.”

Herwiha, li ser pirsa encama gera Îlham Ehmed li Birîtanya û Amerîka û texmînên wan ji bo Sûriyaya nû, Îlham Ehmed got, her kes dibêje ku dibê gelê Sûriyayê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, lê dewleta tekane ku destwerdana karûbarê Sûriyayê de dewleta tirk e, ew niha li şûna gelê Sûriyayê, çarenûsa wan diyar dike û israr dike ku dewleteke navendî were avakirin.

Di heman demê de jî, derbarê helwesta hikûmeta nû ya Sûriyayê û derbarê êrîşên çeteyên dewleta tirk li dij Bendava Tişrînê, Îlham Ehmed got serdanên dubarekirî yên rayedarên tirkan li paytexta Şamê, diyar dike ku lihevkirin heye ku hikûmeta nû tu daxuyaniyan derbarê van êrîşan nedin û wiha domand: “Ev lîstokên dewleta tirk in ku ji wan re dibêjin dema me ev herêm bi dest xist em ê radestî wan bikin. Heman siyaset bi rejîma Sûriyayê ya berê û Rûsyayê re jî dimeşand.”

Di dawiyê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Îlham Ehmed got: “Tirkiya daxwaza me ya avakirina herêmeke bêçek red dike û israr dike ku metoda tundiyê dewam bike. Lê ne pêkan e ku derfet ji dewleta tirk re were dayîn ku komkujiyan li van herêman pêk bîne, wekî ku beriya wê kiriye. Ji aliyekî din ve jî, hewldanên ji bo yekbûna helwestên kurdan di destûra Sûriyayê ya nû de dewam dikin û civîna bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî di vê çarçoveyê de bû”.