Dr. Tariq Hemo
Lîderê PKKyê Ebdulah Ocalan, ku di 27ê sibata 2025an de projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” wekî çareseriyekê ji bo doza kurdan li Tirkiyayê bêyî rêbazê çekdarî pêşkêş kir, baş dizane ku derbaskirina mîrasa dewlet-neteweyeke yekalî ne hêsan e. Ew dewlet-netewe li ser bingehê înkara nasname û hebûna gelê kurd ava bûye û bersiva hemû daxwaz û serhildanên wî bi hesin û agir daye.
Ocalan herwiha haya xwe ji “giyanê serdemê” heye; giyanekî ku ji mîrasa sed salî ya dijminahiya kûr û domdar a li hember gelê kurd çêbûye. Ew dizane ku fobiya tirk li hember kurdan gelek caran bûye sedema derbeyên leşkerî, yên ku pêşveçûna xwezayî ya demokratîk asteng kirine û rê li ber avabûna dewleta hemwelatiyê û qanûnê girtine.
Di heman demê de, Ocalan haya xwe ji hebûna toreke berfireh a “navendên hêzê” û “mafyayên pere û karsaziyê” jî heye; ku ji “aboriya şer” sûdê werdigirin. Lewra, Ocalan dizane ku ev tor û sazûman hîn jî di nav daîre û saziyên dewleta kûr de xwedî bandor û hebûneke berbiçav in ku berjewendiya wan di têkbirina pêvajoya aştiyê û domandina şerê leşkerî de heye.
Li ser vî esasî jî, Ocalan ji nêzîkatiyeke bingehîn dest pê dike ku bi saya wê karîbû vegotineke nû derbarê jinûvepênasekirina komarê û rastkirina dîrokê bixe rojevê. Ocalan, vê yekê bi ragihandina du hêmanên damezrîner pêşkêş dike “Hezar sal ji dîroka hevpar “, ji ber vê yekê divê di rêvebirina vê dewletê de jî hevpar bin.
Ocalan di vê pêvajoya rastkirinê de, jinûvepênasekirinê û xurtkirinê de tu kêmasiyek nabîne, herçiqas ku ew pêvajoyeke ku bi têkoşîna demokratîk pêk tê û bi xwezayî dem û qonaxên cuda dixwaze. Lê şert ew e ku ev pêvajo di çarçoveya yasayî de, bi rêya parlamentoyê were meşandin. Di vê çarçoveyê de, Ocalan “Komîteya Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê” gaveke dîrokî dibîne û dibêje ku doza kurd ji “sîwana darvekirinê” veguhastiye “holên parlementoyê”.
Herwiha divê ev pêvajo ji aliyê saziyên têkildar ên di nav hikûmet û desthilatdariya rêveberiyê de were birêvebirin û di heman demê de ji aliyê hêz û rêxistinên civaka sivîl ve were şopandin û çavdêrîkirin; bi taybetî ji aliyê sendîkayên pîşeyî û komeleyên ku ji bo azadî û mafên mirovan têdikoşin.
Li gel xurtkirina prensîba hevpariya her du hêmanên damezrîner ên Komarê, ango kurd û tirk û vegera wê kêliya damezrînê ya ku li ser rastî û hevrêziyê ava bû, Ocalan pê bawer e ku pêwîst e ev pêvajo destûreke nû û hin qanûnan biguhêre da ku bi çarçoveya nû ya ku li ser wê lihevhatin çêbûye, ciyawaz be.
Di heman demê de, Ocalan balê dikişîne ser pêwîstiya rêzgirtina taybetmendiyên komên etnîkî û olî yên welêt. Li gorî Ocalan, divê guhartinên bingehîn û kûr bên kirin da ku cihêrengiya nasnameyan di çarçoveya aştiyê û lihevhatina civakî de were qebûlkirin, mafê derbirîna welatiyan were parastin û derfetên wekhev ji bo tevlîbûn û beşdariya siyasî ji hemû kesan re werin peydakirin. (Binêre: Peyama Ocalan ya di salvegera yekem a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de).
Li vir, Ocalan naxwaze pergaleke parvekirina desthilatdariyê ava bike ku li ser serweriya her du hêmanên damezrîner were avakirin û kontrola desthilatdariyê tenê ji wan re bihêle, herçiqas ku giraniya wan a demografîk û erdnîgarî di nav sînorên dewletê de şertên bi vî rengî peyda bike. Berovajî vê, armanca Ocalan avakirina dewleta qanûn û hemwelatiyê ye; ew dixwaze dewleteke ku hemû nasname û taybetmendiyan nas bike û biparêzr û wekî beşek ji mîrateya welêt were dîtin.
Li gorî vê nêzîkatiyê, divê ew hemû cihêrengî di bin destûr û pergala qanûnî de bên parastin; destûr û qanûneke ku di navbera netewe, ol an mezheban de cudahiyê nake. Ev jî tê wateya xurtkirina hemwelatiyê li ser bingeha têkiliya rast a hemwelatî bi dewletê re. Li vir dewlet wekî pergaleke saziyan tê fêmkirin ku maf û erkên hemwelatiyan diyar dike û diparêze ku ev yek rê li ber mîrateya kevn digire ku li ser bingeha aîdiyeta welatiyan ji “neteweyê” re bû, ku qanûnnivîs wê tenê dizin çarçoveya nijada tirkî.
Ocalan dibêje mafên welatiyê azad bi rêya hemwelatîbûnê têne sazkirin ku azadiya bawerî û derbirîna nasname û ramanên rewşenbîrî yên wî garantî dike. Ev hemû mafên bingehîn ji aliyê dewletê ve bi qanûnên xwe yên demokratîk têne parastin. Li gorî Ocalan, ev hemû mafên bingehîn in, divê bi qanûnên demokratîk ên dewletê bên parastin.
Herwiha, Ocalan dibêje ku dewlet nikare neteweyekê yan nasnameyeke taybet li ser welatiyan ferz bike; mîna ku nikare ol an zimanek taybet jî li wan ferz bike. Her welatiyek ku pabendê qanûnê, destûrê û yekîtiya dewletê ye, mafên wî heye ku nasnameya xwe, baweriya xwe ya olî, ramanên xwe û bîrdoziyên xwe bi azadî bîne ziman, bêyî ku ji şopandin, lêpirsîn an cezayan, bitirse.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi rêya têkoşîneke siyasî û rêxistinî ya dijwar û berfireh li ser du eniyên bingehîn dimeşe.
Eniya yekem, xebat ji bo qebûlkirina çareseriyê ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve ye û bidestxistina tawîzan jê.
Eniya duyem jî rêxistinkirina kurdan û birêvebirina Kurdistanê li gorî şertûmercên nû û pêşketinên ku derdikevin holê ye.
Eniya yekem bi danûstandinên ku bi hikûmeta Tirkiyayê re dimeşin û fişara ku li ser wê tê kirin ve girêdayî ye. Armanc ew e ku hikûmet gavên pêwîst bavêje û bendên rapora Komîteya Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê bi cih bîne. Ev rapor di 18ê sibata 2026an de hate weşandin, piştî ku komîteyê di 24ê mijdara 2025an de bi Ocalan re hevdîtin kiribû.
Di raporê de daxwaza amadekirina destûreke nû ya sivîl tê kirin; Destûreke ku li ser bingeha “çarenûsa hevpar a tirk û kurdan” ava bibe. Herwiha, rapor bang li guhartinên di pergala şaredariyan de dike ku bi wan re pergala qeyûman were rakirin. Di heman demê de, daxwaza reformên dadwerî hene ku rê li ber darizandin û şopandina siyasî bigirin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bên bicihkirin û qanûnên ku vegera kesên çekdar bo nav civakê hêsan bikin, bên derxistin. Rapor herwiha daxwaza peydakirinê parastina qanûnî ji bo kesên ku di pêvajoya danûstandin û diyalogê de beşdar dibin jî dike.
Niha Ocalan û tîma danûstandinê ya kurd dixebitin ku fişarê li hikûmeta hevpeymaniya AKP-MHP, zêde bikin da ku dest bi pêkanîna van bendan bike û gavên bilez yên avakirina baweriyê bavêje. Ji van gavan ên herî girîng: Azadiya Ocalan e. Armanc ew e ku şert û mercên Ocalan werin guhertin da ku bikaribe bi cîhana derve re têkiliyê deyîne û bi şandeyên ji hundir û derveyî Tirkiyayê re hevdîtinan bike.
Di heman çarçoveyê de, daxwaza derxistina qanûnên ku rê li ber beşdarbûna şervanên vegeriyaye ji qadên şer di jiyana siyasî de vedikin jî heye. Herwiha, daxwaza berdana girtiyên siyasî yên kurd tê kirin; di serî de jî hevserokên berê yên HDPyê Selahadîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag, ku ji sala 2016an vir ve di girtîgehê de ne. Herwiha, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê bibin bingeha sereke ya nêzîkatiya bi van dozan re.
Herwiha daxwaz tê kirin ku desthilatdariya hikûmetê li ser şaredariyên li herêmên kurdan bi dawî bibe û tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên ku gel hilbijartine, raweste. Di heman demê de, bang li amadekirina destûreke nû ya sivîl tê kirin ku mafên kurdan biparêze, çarenûsa hevpar a kurd û tirkan xurt bike û rê ji bo guftûgoyek siyasî ya dûr ji zimanê tundûtûjiyê, veke.
Eniya duyem: Bi rêya qonaxa “Aştî û Civaka Demokratîk”, Ocalan hewl dide ku rewşa siyasî ya Kurdistanê ji nû ve saz bike û derfetên berfirehtir bide kurdan da ku bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî siyaseta giştî bibin.
Li gorî Ocalan, veguherîna demokratîk tê wateyê ku divê dewlet hemû qeydên li ser rêxistinbûn û çalakiya siyasî ya kurdan li Kurdistanê û li seranserê Tirkiyayê rake. Herwiha divê dewlet û dezgehên wê dev ji şopandin û fişara li ser siyasetmedarên kurd berdin û rê nadin ku civak bi tirs were rêvebirin, ji bo nikaribin nûnerên xwe yên siyasî hilbijêrin, bi taybetî dev ji tawanbariya bi “piştgiriya terorê” berdin.
Ocalan armanc dike ku îradeya demokratîk a kurdan di Kurdistanê de di çarçoveya hevkarî û hevbeşiya civakî û siyasî de bi civakên ereb, turkmen û suryanan re were pêkanîn. Ev pêvajo divê bibe bingeha ku DEM Partî baweriya van civakan bi dest bixe û nûnertiya hemû pêkhateyan bike. Di heman demê de armanc ew e ku li seranserê Tirkiyayê jî hevpeymaniyek siyasî ya demokratîk pêk were ku gelek partî û hêz tê de beşdar bibin û bibin hêzek girîng di rengdayîna siberoja dewletê de.
Ocalan berê diyar kiribû ku DEM Partî, eger ku bi rêxistinbûn û xebata siyasî ya berfireh kar bike, dikare li seranserê Tirkiyayê heya %20ê dengan jî bi dest bixe û bibe hêzeke girîng a siyasî di welêt de.
Ji ber vê yekê, rakirina navlêkirina “terorê” ji ser çalakiya siyasî ya kurd, rawestandina fişar û şopandina siyasetmedar û çalakvanan û bidawîkirina tirsandin û gefxwarinê bi navê “qanûn” û “dewlet”, dê kurdan vegerîne ser cihê xwe yê rastîn di hevkêşeya siyasî ya welêt de û wan bike hêzek girîng di guherîna ber bi dewleta hemwelatîbûn û demokratîk de.
Divê were bibîrxistin jî ku di navbera 2013 û 2015an de dema danûstandinan di navbera dewleta Tirkiyayê û tevgera kurdî de, fişar li ser kurdan kêm bû û ev yek atmosferek aramî û ewlehiyê afirand. Di wê demê de, mirov dikaribû bi azadî deng bide û HDP di hilbijartinên hezîrana 2015an de serkeftinek girîng bi dest xist û 50 kursî li 14 parêzgehên kurdî bi dest xist, beramberî wê jî AKPyê jî tenê 9 kursî bi dest xist.
Ev rewş nîşan dide ku tevgera kurdî, tevî şertûmercên neheq û kompaniyên medyayê yên dijber, hêza xwe ya rêxistinî parast û karî ji bo şertên siyasî yên dadwer encamên girîng bi dest bixe. Heke şertên siyasî yên normal û pêşbaziya adil hebana, îhtimal hebû ku hêza tevgera kurdî wê zêdetir biba û bandora wê li herêmên din ên Kurdistanê jî berfireh biba, bê ku guleyek jî were avêtin.
Zêdebûnek berbiçav di alîgirbûna partiyên kurdî de tê dîtin, ku wan wekî rûyê siyasî yê PKKyê têne hesibandin. Tenê têrê dike ku partiya sereke ya kurdî di demên berê de ji bo têketina parlementoyê neçar bû bi partiyên çepgir ên tirkan re hevalbendiyê bike, ji ber ku wê nikarîbû rêjeya %10 ji dengan derbas bike (ev rêje di sala 2022yan de daket %7). Lê niha, ev partî bi hêsanî ji vê rêjeyê derbas dike û di parêzgehên kurdan de cihê sereke digire. DEM Partî niha sêyemîn bloka herî mezin di parlementoya Tirkiyayê de ye.
Ocalan di sala 2014an de fikra damezrandina DBPyê pêşniyar kir. Ev partî wekî rêxistineke herêmî ya kurdî tê dîtin ku erkê wê rêxistinkirina civakê li parêzgehên kurdan û parastina çand û zimanê kurdî ye.
DBP di heman demê de piştgirî dide partiya mezin DEM Partî, bi taybetî ji rêya xebat li ser çînên civakî yên kurd ên ku xwedî meyla neteweyî ne, hem di nav bingeha xwe ya siyasî de û hem jî li derveyî wê. Herwiha têkilî û şêwirmendî bi partiyên kurd ên piçûktir re dimeşîne û di hilbijartinên cur bi cur de hewl dide hevalbendiyên herêmî ava bike.
Di heman demê de, DBP têkiliyêbi beşên cihêreng ên civakê re datîne, ji wan beşên ereb, hin eşîrên kurd ên ku serokên wan bi awayekî siyasî bi dewletê re têne girêdan û qureçî (pasvanên gundan). Armanca vê yekê bidestxistina piştgiriya berfireh û tevlêkirina wan di pêvajoya siyasî ya kurdî de ye.
DBP di serkeftina HDPyê ya di hilbijartinên hezîrana 2015an de roleke bingehîn lîst, ku piştre HDP hate qedexekirin.
Tevgera kurd bawer e ku hebûna dîrokî û erdnîgarî ya Kurdistanê divê bibe yek ji bingehên sereke yên hişmendî û jiyana siyasî ya kurdan û divê di hemû qada civakî, çandî û siyasî ya Tirkiyayê de were qebûlkirin. Ocalan jî bi berdewamî peyva “Kurdistan” di hemû nivîs û gotinên xwe yên li ser “civaka demokratîk” û “neteweya demokratîk” de bi kar tîne.
Ocalan xwe dispêre hêza “Xurtbûna demokratîk” û hêza nerm a kurdan, di heman demê de guhartinên heyî û cihê Tirkiyayê di nav şert û mercên nû yên navdewletî de jî li berçavan digire.
Li gorî Ocalan, israra li ser “hêza xurt” di van şertan de bê encam e, taybetî li hember dewleteke ku di nav fikara hebûnê de û rewşeke têkçûn û xweîzolekirinê dijî. Ev rewş ji wê têgihaştinê çêdibe ku ew ne hêza sereke ya herêmê ye û nikare bi pêvajoya “pêvajiya damezirandinê ya Îsraîlê” re rûbirû bimîne.
Herwiha dizane ku nikare hemû bandor û hêza Îsraîlê di şerên li dij Îran, Lubnan, Xeza, Sûriya û Yemenê de kontrol bike, şerên ku bi xwe îdîa dike ku nexşeya Rojhilata Navîn diguherîne.
Ocalan, ku bi kûrahî bingeha derûnî ya siyasî ya Tirkiyayê dizane, Tirkiyayê wekî mîratgirê Osmanî dibîne: Dewleteke ku birîndar e ku rûmet û serbilindahiya xwe winda kiriye û li ber Îsraîlê di rewşeke bêhelwest û eşkere dijî. Herwiha ev dewlet di nav çîrokekê de jî dijî ku tê de dibe “dewleta ku paşê dê were armanckirin piştî Îranê”.
Di vir de, Ocalan ev derfet dît û bingehên projeya xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” danî, bi armanca parastina kurdan hem di hundir û hem jî li derveyî Tirkiyeyê. Wî hewl da ku rê li ber dijminên wan ên têkçûyî yên psîkolojîk bigire ku çekên xwe ber bi wan ve bizivirînin, wan wekî “xeleka herî qels” a di hevkêşeyê de nîşan bide, da ku “kêmasiya” wan a heyî tawîz bike û piştî têkçûna wan a rûbirûbûna bi dewletê re li qada şer, hin celeb “serkeftin”ê îdîa bike. Vê dewletê, li gorî biryarên Komîsyona Nagl ên çileya 2025an, bi eşkereyî gef li wan xwar û wan tirsand. Ji ber vê yekê, Ocalan rapora parlemanî ya Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wekî gaveke dîrokî bi nav kir ku pirsgirêka kurd ji “platforma darvekirinê” ber bi “holên parlementoyê” ve bir. Bi dîtina Ocalan, ev destpêkeke nû ye, destpêkeke ku ji bo qonaxeke têkoşîna aştiyane û demokratîk û jiyaneke nû hildigire. Ew ne tenê armanc dike ku dîrokê rast bike û kurdan li kêleka tirkan wekî yek ji “hêmanên damezrîner” ên dewletê bi cih bike, lê di heman demê de armanc dike ku Tirkiya û herêmê ji şer û pevçûnên xwînî yên ku dibe ku ji “pêncî Xezayê bi hev re” derbas bibin, dûr bixe, wekî ku di pêwendiya wî ya yekem de piştî destpêkirina qonaxa diyalogê ya heyî, di dawiya sala 2024an de, ji wî hatibû ragihandin.
Pêvajoya aştiyê ya di navbera Ocalan û tevgera kurd de ji aliyekî ve û dewleta Tirkiyayê ji aliyê din ve, nikare ji pêşketinên li herêmê piştî 7ê cotmeha 2023yan û şerên piştî wê bê cuda were fêmkirin. Rojhilata Navîn û bi rastî jî tevahiya cîhanê piştî şerê Rûsyayê li dij Ukraynayê di 2022yan de, ketin qonaxeke nû ya pevçûn û têkoşîna desthilatdariyê. Niha li herêmê pêşbirkeke mezin a çekan diqewime (Tirkiyayê budceya xwe ya parastinê ji bo 2026an gihandiye 51.4 milyar dolarî, ku bi qasî 11.4% ji tevahiya lêçûnên giştî ye û li gorî budceya parastinê ya 2025an zêdebûnek 34% e) û her kes hewl dide ku şiyanên xwe yên leşkerî ava bike û baştir bike û hêza xwe ya parastinê xurt bike. Hebûna Amerîkayê di bin serokatiya Donald Trump û nûnerê wî Tom Barrack de li ser piştgiriya serdestên bihêz e, bi rêya demokrasî û hilbijartinan îradeya gel paşguh dike. Nêzîkatiya amerîkayî ya niha ew e ku piştgiriyê bide serdestê yekane ku rê li ber desthilatdariyê digire û hemî şêweyên nenavendîbûnê yên ku rêzê li nasnameyan, taybetmendiyan û pirrengiyê digirin red bike. Ev rêbaza ku Barak pêk tîne, hikûmeta navendî ya Şamê (desthilata Heyet Tehrîr El-Şam) li ser hesabê kurdan ku di şerê li dijî terorê de hevkarên dilsoz ên civaka navneteweyî bûn, bijartiye. Niha, Barak bi redkirina eşkere ya pergala federal (ku di destûra bingehîn a Iraqê de cih digire) û bi dayîna daxuyaniyên dijminane yên li dijî xweseriya kurdan di derbarê “entegrasyona” hêzên Pêşmerge di nav artêşa Iraqê de, gefê li kurdên Iraqê dixwe. Bi rastî, Amerîka dewletên bihêz û rejîmên aram ên dilsoz ên xwe dixwaze, hemî di çarçoveya rêkeftinên xwe yên herêmî de ku armanc dikin ku destê xwe li ser hem Çîn û hem jî Rûsyayê xurt bikin. Bi rêya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, Ocalan dixwaze kurdan ji encamên guhartina pêşerojê biparêze, di avakirina têkiliya “kurd-tirkî” de pêşengiyê bike û wê dîsa bixe rojeva dîrok û siyasetê.
Bi vî awayî kurdan ji encamên aloziyên heyî û ji yên ku dibe ku werin û bi êştir bin “bêbandor” bike û herwiha beşdarbûna di çêkirina siyasetê de li Tirkiyayê û ji navendê misoger bike, li şûna ku bibe dijminekî ku li derdorê bi cih bûye ku hemî hêzên herêmî û navneteweyî yên aloz, seferber û pir hovane li dijî wî dibin yek.
Ji ber vê yekê ne ecêb e ku projeya Ocalan ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê olîgarşiya şer ve tê redkirin ku li ser neteweperestiya tirk û dirûşmeyên emperyal (new-osmanîzma, Peymana Neteweyî, Welatê Şîn, dewleteke tirk ku ji Deryaya Adriyatîkê heta Dîwarê Mezin ê Çînê dirêj dibe û ji aliyê alîgirên dewleteke totalîter û yekpartî ku tenê li ser bingeha nijada tirkî ye, tê avakirin. Ev kom projeya aştiyê wekî gefekê li ser berjewendiyên xwe dibînin. Olîgarşiya şer û “navendên hêzê” yên ku ji qanûnên awarte sûdê werdigirin, dixwazin welêt di şerên li derveyî sînorên xwe (Iraq, Sûriya û paşê Îran) de tevlî bikin da ku projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” li hundir ji holê rakin, bi vî rengî pirsgirêka kurd ji qada siyasî – holên parlamentoyê – derxînin û vegerînin qadên şer û pevçûnên çekdarî ku li wir zilm û darvekirin li benda wan in. Ev tam ew e ku Ocalan û dengên din ên beralqil li Tirkiyayê bê westan dixebitin da ku pêşî lê bigirin.
Di der barê kurdan de, rastî ev e ku partî û hêzên sereke yên kurd piştgiriya pêvajoya aşitiya kurd û dewleta tirk dikin. Her du aliyên Kurdistanî yên sereke yên Başûrê Kurdistanê piştevaniya xwe ji diyalog û danustandina heyî re ragihandin û çareseriya aştiyane, dev ji çekan û çareseriya leşkerî ji bo her du aliyan baştirîn bijarde dîtine. Niha girîng e ku ji rewşa aramî û vekirîbûnê sûdê wergirin, rêzên girseyê birêxistin bikin û çand û zimanê kurdî belav bikin û bi pêş bixin, bi taybetî li bajarên milyonî li hundir û derveyî Kurdistana dîrokî. Partiya Herêmên Demokratîk ku di van demên dawî de kampanyayeke gelerî ya bi navê (Divê her mal bibe dibistaneke hînkirina zimanê kurdî) da destpêkirin, piştî pêşniyarên Ocalan ên ku bi rêya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan û endamên malbata wî, der barê pêwîst e ku zimanê danûstandinê di hemû aliyên jiyanê de bi tevahî kurdî be û bi mîrata salên dirêj ên tirkîkirin, asîmîlasyon û dijminatiya li hember nasname, çand û zimanê gelê kurdî bi tevahî hêza xwe were rûbirûkirin. Ev e siyasetên ku Ocalan dixwaze pê projeya xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi dawî bike ku armanc dike hevkariya di navbera “du hêmanên damezrîner” de xurt bike.







