• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Erdîngariya veberhênanê li “Sûriyaya kêrhatî”

May 20, 2026
Erdîngariya veberhênanê li “Sûriyaya kêrhatî”

Li nav wêraniya Şamê muzîk tê lêxistin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi erebî jî heye العربية

Ji dema hilweşandina rejîma Esed ve, Sûriya di nav paradokseke balkêş de ye: Ji aliyekî ve derî li cîhana derve zêdetir vebûye, şandeyên veberhênanê ji bo lêkolîn û nirxandinê serdanan dikin, kongre û peymanên lihevkirinê jî bi awayekî berfireh zêde bûne. Lê ji aliyekî din ve jî, rewşa navxweyî hîn nikare van tevger û çalakiyan veguherîne projeyên rastîn ên jinûveavakirinê.

Tevî vê yekê jî, ev pêvajo nîşanên girîngdayîna bo Sûriyayê hene, herçendî ku ev baldarî û girîngdayîn, zêdetir ji hesabên siyasî yên şandeyên veberhênanê derdikeve, ne ji ber derfetên aborî. Di mehên dawî de, Şam gelek forum û civînên veberhênanê yên welatên ereb û Kendavê li dar xistin û di warên avahîsaziyê, enerjiyê, binesaziyê, veguhastinê, geştiyariyê û xizmetên lojîstîkê de gelek proje û peyman hatin ragihandin.

Lê ya girîng divê mirov li belavbûn û erdnîgariya veberhênan binêre, ne tenê li hejmara wan. Di vê çarçoveyê de, daxuyaniyên serokê şîrketa Emar ya îmaratî ya avakirinê Mihemed El-Ebbar di Foruma Veberhênanê ya sûrî-îmaratî de, nîşaneyeke berfireh a vê yekê ye. Ev daxuyanî ne tenê li ser projeyan bû, lê pirsek bingehîn jî derxist holê: Gelo veberhênanên ku ber bi Sûriyeyê tên, dê bibin bingehek ji bo avakirineke nû ya hevsengtir û berfirehtir, an jî dê di bin navê “jinûve avakirinê”de, heman cudahiyên erdnîgarî û nehevsengiya pêşketinê jinûve dubare bike?

Damezrînerê şîrketa “Emar” di axaftina xwe de amaje bi projeyên mezin kir ku niha li Şam û derdora wê tên lêkolînkirin û got ku nirxê wan dikare bigihîje 11 an 12 milyar dolarî. Herwiha, behsa pakêteke din a veberhênanê li herêma peravên Sûriyayê kir ku tê payîn nirxa wê di navbera 5 û 7 milyar dolarî de be. Ev daxuyanî di demekê de hatin ku xîtaba fermî ya van hejmaran wekî nîşaneyên vegera bawerî û vekirina deriyên nû li ber veberhênanê li Sûriyayê, pêşkêş dike.

Di aliyê wê yê derve de, ev hejmar ji bo Sûriyayê nîşaneyên erênî ne. Welatek ku piştî salên dirêj ên şer, cezayên aborî û paşketina aboriyê, derdikeve bêguman hewcedarê her veberhênan û her sermayeyeke ku dikare tevgereke nû di aboriya wê de biafirîne. Her dolar ku dikeve bazarê, her projeya ku derfetên kar biafirîne, bazara avahiyan vegerîne, geştiyariyê zindî bike û hin ji baweriya derve vegerîne, dikare beşek ji pêvajoya vejandinê be.

Herwiha, arne tiştekî biçûk e ku şîrket û karsazên navdar ên wekî Mihemed El-Ebâr jinûve bazara Sûriyayê wekî qada veberhênanê bibînin, an jî ku Şam careke din bibe cihê civîn û forumên veberhênanê yên ereb û welatên Kendavê.

Lê pirsa bingehîn li ser erdnîgariya van veberhênanan radiweste,ku xuya dike – ji ber de facto- berdêla jinûveavakirinê ye. Dema ku projeyên herî mezin li Şamê kom dibin û paşê herêma peravê jî dibe navendeke din din a milyaran dolar, ev nîşan dide ku heman têgihaştina aborî ya kevn bi şêweyekî nû ji nû ve tê afirandin: Navend di asta yekemîn de, paşê herêmên xwedî girîngiya siyasî û geştiyarî tên, lê herêmên dorhêl, deverên ku herî zêde zirar dîtine û bi xizaniyê re rûbirû ne, hîn jî li bendê ne.

Kêşe ne di veberhênanê de ye ku li Şamê tê kirin. Şam bi xwezaya xwe navenda siyasî, rêveberî û bazirganî ya welêt e û bê guman her pêvajoyeke vejandina aboriyê dê pêwîstî bi zindîkirina vê navendê be. Herwiha, pirsgirêk ne di veberhênanên li herêma peravê de ye, ji ber ku ew herêm xwedî kapasîteyên geştiyarî, avahîsazî û xizmetguzariyê ne ku dikarin sermayeyê bikişînin û derfetên kar biafirînin.

Lê pirsgirêk ew e ku Şam veguhere pencereya tekane û veberhênan tenê li gorî berjewendî û xwestekên sermayedaran tên rêxistinkirin, ne li gorî pêdiviyên civakê û ne jî li gorî hewcedariyên ji nûve avakirineke hevseng û dadperwer.

Gelo Sûriye dê li ser bingeha dadweriya neteweyî û hevsengiya di navbera herêman de jinûve were avakirin? An jî li gorî mentiqê deverên ku pêkan e bên bazarkirin? Herwiha, gelo pêvajoya ji nûve avakirinê dê bibe amûrek ji bo jinûve girêdana herêmên Sûriyeyê bi hev de, di warê aborî û civakî de, an jî dê tenê bi encama çêbûna navend û bajarokên modern û xweşik sînordar bimîne, di nava welatekî ku hîn jî di bin barê wêranî, xizanî, bêkarî û koçberiyê de ye?

Ya ku van pirsan zêdetir girîng û lezgîn dike, ew e ku forumên veberhênanê ji şert û mercên berê cuda nebûn. Di tîrmeha 2025an de, Şam Foruma Sûrî–Siûdî lidar xist , ku di wê de 47 peymanên bazirganî hatin ragihandin, bi nirxê nêzî 24 milyar riyalên siûdî, ango zêdetirî 6 milyar dolarên amerîkayî.

Di xîtaba fermî de, ev peyman wekî nîşaneyên vegera Sûriyeyê bo qada xwe ya aborî û destpêka qonaxeke nû ji bo kişandina sermayeya welatên Kendavê hate pêşkêşkirin.

Lê dubarebûna heman dîmenî li Şamê, di heman demê de pirsek siyasî û aborî ya bingehîn raber dike: Çima paytext her dem dibe navenda yekem a ragihandina projeyan, cihê yekem a girêbestan û navenda sereke yê veberhênanê? Herwiha, çima parêzgeh û herêmên ku herî zêde ji şer û wêranîyê zirar dîtine, bi heman astê di nava veberhênanê û planên pêşerojê de cih nagirin?

Sûriya ya ku niha hewcedarê veberhênanê ye, ne tenê Şam e û ne jî herêma peravê ye. Gundewarê Şamê, herêmên bakur û rojhilat, wek Hesekê, Reqa û Dêrazorê, bi hemû çavkaniyên xwe yên çandiniyê, petrol û avê, hîn jî li benda projeyên rastîn ên pêşveçûnê ne. Ev herêmên borî jî bi salane têde, paşguhkirin, şer û wêranî ketiye ser hev.

Herwiha, bajarên ku di salên şer jî de zirarek mezin dîtine hene, wek Kobanê ku bû sembola berxwedan û serkeftinê li dij DAIŞê, an jî Heleb ku hîn jî giraniya xwe ya pîşesazî, bazirganî û dîrokî diparêze. Herwiha, Humus jî wek girêdana navendî di navbera bakur, başûr, rojhilat û peravê de girîngiyeke xwe ya taybet heye. Li gel van hemûyan, gundewar û herêmên fireh hene ku nikarin ji nexşeya vejandin û pêşketinê bên derxistin.

Ger armanc ji pêvajoya jinûve avakirinê bi rastî avakirineke neteweyî be, wê demê ev prosese nikare tenê di çarçoveya bircan, otêlan û kompleksên modern ên li navendên bajar an li peravê de were sînordar bimîne.

Li vir divê cudahiyek zelal di navbera veberhênanê wekî çalakiyeke taybet û veberhênan wekî siyaseteke giştî de were kirin. Ji mafê veberhênerê ye ku li qezencê bigere, cihên ewletir hilbijêre, bazarên ku hêza kirînê heye bibîne û li deverên ku zûtir tên bazarkirin berê xwe bide.

Lê erk û berpirsiyariya dewletê bi tevahî cuda ye. Dewlet nikare tenê bi pêşwaziya sermayeyê û pîrozkirina peymanan sînordar bimîne, lê divê xwedî vizyonek neteweyî be ku rêça veberhênanê diyar bike: ka sermaye divê ber bi kîjan herêman ve here, kîjan sektor divê destpêkê were avkirin  û çawa dikare sermaye ji amûrek ji bo xemilandina navendê veguhere rêbazekî ji bo ji nûve avakirina hevsengiya di navbera herêmên welêt de.

Rayedarên ku îro karûbarê Sûriyeyê birêve dibin dikaribûn nexşeyeke neteweyî ya hevsengtir ji bo veberhêneran pêşkêş bikin. Nexşeyek ku tenê ji deverên ku ji bo qezenca bilez herî balkêş in dest pê neke, lê belê ji herêmên ku herî zêde hewcedarî pêşveçûn û vejandinê ne, were destpêkirin:

Wekî mînak, Heleb dikare wek bingehek pîşesazî û hilberînê were dîtin, Humus bi cihê xwe yê navendî dikare bibe girêdana sereke ya aborî û lojîstîkî, rojhilatê Sûriyayê bi hemû çavkaniyên xwe yên çandiniyê, petrol û avê dikare bibe bingehek ji bo pêşketina aborî, herêmên başûr jî wek deverên sînorî hewcedarê aramiya aborî û civakî ne.

Tenê bi vî rengî veberhênan dikare ji alaveke bazirganî veguhere amûrek ji bo jinûve girêdana parçeyên welêt bi hev de  û kêmkirina newekheviyên ku hem şer û hem jî siyasetên kevn ên cudakariyê li dij kurdan û pêşxistina herêma rojhilat, meşandine.

Bêyî hebûna nexşeyeke neteweyî ya hevseng, veberhênan dikare bibin alavek ji bo kûrkirina cudahiyan li şûna kêmkirina wan. Herêmên ku xwedî binesaziyeke çêtir in, dê sermayeyê zêdetir bikişînin, herêmên ku piştgiriya siyasî û ewlehiyê ya bihêztir hene, dê derfetên mezintir bistînin û deverên ku ji bo geştiyarî û bazara avahiyan guncawtir in, dê ji herêmên ku bi çandinî, pîşesazî û vegera niştecihan ve girêdayî ne balkêştir bên dîtin.

Bi vî awayî,  li şûna ku veberhênan bibin pirek ji bo nêzikirina gelê Sûriyayê di nava hev de, dibe ku bibin mekanîzmayeke nû ya dabeşkirina erdnîgarî: Herêmên “serkeftî”ku dikevin serdema projeyan û sermayeyê û herêmên “windakirî”ku careke din têne paşguhkirin, ji ber ku desthilatdariya heyî, wek domandina heman şêwaza navendî û kevneşopiya rêveberiya dîrokî ya Sûriyeyê tê dîtin.

Bo tekezkirinê, ev nayê wê wateyê ku her projeyek li Şamê an li peravê xirab e. Ev hêsankirin argumana ku rejîm newekheviyek erdnîgarî ya nû diafirîne, têk dibe, dibe ku ji ber ku pêşxistina tevahiya Sûriyayê (bi kêmanî bi awayekî teorîk) bargiraniyek w li ser rewşa wan û têkiliyên wan ên derve. Veberhênana li paytextê dibe ku ji bo vejandina rêveberî, bazar û xizmetguzariyan pêwîst be. Veberhênana li peravê dibe ku kar biafirîne, geştiyariyê vejîne û pereyên hişk bikişîne. Lê pirsgirêk di nebûna hevsengiyê û nebûna nîqaşek giştî de li ser para mayî ya Sûriyayê ye. Çi dê biçe Helebê? Çi dê biçe rojhilat? Çi dê biçe gundan? Çi dê ji herêmên ku di şer de bedelên giran dane re were veqetandin? Û sektorên hilberîner, ne tenê milkên nekêşbar? Projeyên milkên nekêşbar û geştiyariyê, çi qas mezin bin jî, bi tena serê xwe nikarin vejînek neteweyî biafirînin. Dibe ku ew nirxên erdê zêde bikin, karên demkî biafirînin û wêneyekî balkêş ê birc, kompleks û otêlan bidin dewletê (eger ew pêk werin), lê ew ne hewce ne ku sedemên bingehîn ên hilweşînê çareser bikin: Bêkarî, hilberîna qels, kêmbûna çandiniyê, hilweşîna pîşesaziyê, kêmbûna perwerdehiyê û hilweşîna xizmetên bingehîn. Ji ber vê yekê, divê pirs li ser hejmara milyaran ku dê bikevin Sûriyayê raweste, lê divê dirêj bibe pirsek bingehîntir: Gelo Sûriya dê ji van milyaran sûd werbigire (eger hebin)?

Kesên ku berpirsiyarê dosyaya veberhênanê ne, diviyabû nexşerêyeke cuda pêşkêş bikirana. Welatekî ku ji şer derdikeve ji veberhênerên mezin bêtir hewce dike; pêdivî bi dabeşkirinek adil a derfetan heye. A girîngtir, pêdivî bi vîzyonekê heye ku jinûveavakirinê wekî ezmûneke baweriyê di navbera hikûmeta navendî û herêman de dibîne.

Di dawiyê de, pirsgirêk ne ew e ku veberhênan li Şamê, bi prestîja wê wekî paytext û navend, dest pê bikin, lê belê ev xala destpêkê dikare bibe siyaseteke daîmî, ku paytext tenê “Sûriyayeke piçûk” bibîne – ku bi tesadufî, bi nexşeya tiştê ku rejîma hilweşiyayî jê re digot “Sûriyaya bikêrhatî” re têkildar e.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN