• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Şerê Îranê yê eşkere û ji nişka ve!

May 9, 2026
Şerê Îranê yê eşkere û ji nişka ve!

Nexşeya trafîka keştiyan li Tengava Hormuzê ji 4ê gulana 2026an vir ve | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Şer, alîyên veşartî û rewşên hundirîn ên şerkeran, herwiha atmosfera navdewletî û herêmî ya derdora şer, eşkere dike. Wek erdhejê ye ku tiştên di bin erdê de û lawaziya rûyê erdê derdixe holê. Di gelek caran de, senaryoyên ku beriya şerê têne amadekirin, bi rêça şer û encamên wê re li hev nayên.

Ji ber vê yekê, tiştên ku şer aşkere dike, wekî birûskekê li serê mirovan dikeve. Me ev yek di nava ereban de dît, dema ku ew di şerê hizêrana 1967an de têk çûn û ji lawaziya rêjîmên erebî şaş û matmayî man, di serî de jî rêjîma Misirê bi rêveberiya Cemal Ebdulnasir.

Eger mirov bi baldarî li vê yekê binêre, dê bibîne ku îsraîlî bi xwe jî ji hêsaniya ku bi ew serkeftin bi dest xistin, şaş bûbûn. Her kesê ku dîroka Îsraîlê baş bixwîne, dibîne ku David Ben-Gurion dema ku xwest dewleta Îsraîlê ragihîne, rastî opozîsyoneke tund hat. Ji ber ku yên dijber ditirsiyan ku artêşên ereban, ku ragihandibûn eger dewleta Îsraîlê beriya vekişîna leşkerên brîtanî di 15ê gulana 1948an de were ragihandin, dê bikevin Filistînê û wan têk bibin.

Îhtîmala herî mezin ew e ku di şerê dawî yê li dij Îranê de, serokê Amerîkayê Donald Trump, dema ku bi kuştina rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî dest bi yekemîn êrîşa xwe kir, texmîn dikir ku “senaryoya Maduro” dikare li Îranê jî were dubarekirin. Trump bawer dikir ku kuştina Xamineyî dê li ser rêjîma Îranê heman bandorê bike ku girtina serokê Venezuela Nicolas Maduro li ser rêjîma wî kir, ango dema ku rêveber hate kuştin, rêjîm radest bû. Lê ev yek li Tehranê pêk nehat, tevî ku di rojên yekemîn ên şer de, bi Xamineyî re gelek kesayetên asta yekem û duyemîn ên desthilatdariya Îranê jî hatin kuştin.

Rastî ew e ku çil rojên şerê û sê hefteyên piştî wê yên fişara dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Îranê nîşan dan ku sîstema desthilatdariya Îranê ne li ser kesekî tenê tê birêvebirin, herçend ku desthilatên “Rêberê Bilind” ji desthilata her rêveberekî di siyaseta nûjen de mezintir bûn jî. Belê ev sîstem li ser toreke girêk a saziyan tê birêvebirin. Tevî ku mirina Xamineyî bû destpêka veguhastina desthilatê ji “Rêberê Bilind”yê ku wê toreya sazîyan birêve dibir, bo desthilata “Pasdarên Şoreşê”. Ev yek jî Amerîka texmîn nedikir û nedixwest pêk were .

Trump kete şerekî li gorî senaryoyekî ku şer li gorî wê neçû. Her kesê ku di van du mehên dawî de Trump şopandiye, dibîne ku ew di nav şaşî û nelirêtiyekê de ye û li rêyekê digere ku ji çirava ku tê de ketî derkeve. Ev çirav ne tenê ew bû ku senaryoya Caracasê li Tehranê dubare nebû, belê di heman demê de jî desthilatdariya Îranê di dema şer de karî derbeyekê li”qelaxa lawaz” a Trump bixe. Ev qelax jî afirandina aloziyeke aborî ya cîhanî bû ku gihîşte hundirê Amerîkayê, bi rêya girtina Tengava Hurmuz. Dîyar e ku serokê Amerîkayê texmîn nedikir ku tiştekî wisa dikare pêk were.

Ev şer dikare tiştên ku Edward Said di pirtûka “Orientalism” de ya sala 1978an, li ser lawaziya zanîn û naskirina rojava li hember rojhilatê nivîsandibûn, bîne bîra mirov. Herwiha, tecrubeyên Afghanistan(2001-2020) û Iraq(2003-2026) jî du nimûneyên eşkere bûn ku çawa amerîkî di têgihîştina civak û rewşên Rojhilatê de kêmasî hebû. Ev yek dikare bi giştî li ser tevahiya rojavaya ewropî-amerîkî were sepandin, ji bilî îstîsnaya balkêş a Brîtanyayan, ku ji sedsala 18an ve di nêzîkbûna wan ya bi rojhilatê re şêwazeke cuda hebûye.

Herwiha, ev şer lawazîya bingeha NATOyê jî aşkere kir. Di heman demê de, şerê Ukranyayê jî cudabûna nêrînên amerîkî û ewropî li hember Rûsyayê piştî vegera Trump  ser desthilatdarîyê eşkere kir, ku ev cudabûn di serdema Biden de tune bû. Biden dixwest êrîşa Pûtin a li dij Ukranyayê di sala 2022an de veguherîne rewşeke wekî ya ku Amerîka bi Sovyetan kir piştî ketina wan a Afganistanê di sala 1979an de, ku ew şer bû çiraveke ku rêveberên Kremlinê tê de xeniqîn. Ev êrîş jî bû bingeheke sereke ji bo lawazbûn û piştre hilweşîna Yekîtiya Sovyetê. Dîyar e ku meyla îzolebûnê ya Trump, ku berdewamîya meyleke kevn a amerîkî ye û vedigere rêgeza Monroe ya sala 1823an, bû sedema hebûna berxwedaneke civakî ya xurt li Amerîkayê li dij beşdarbûna wan di herdu şerên cîhanî de. Ev ne tenê bi civaka koçberan ve ku pişta xwe didin cîhana kevin û pirsgirêkên wê û di qefeseke tenê de ji aliyê okyanûsan ve tên girtin ve sînordar e, lê di nav îzolexwazên amerîkayî de jî heta dijminatiya li hember Neteweyên Yekbûyî, peymanên navneteweyî yên sînorderbas, NATO û destwerdanên leşkerî yên biyanî yên amerîkayî dirêj dibe.

Herwiha, lawaziya Konseya Hevkariya Kendavê bi rêya vî şerî derket holê û hin xuyangên vê lawaziyê di roja dorpêçkirina Qeterê di sala 2017an de ji aliyê sêgoşeya Riyad-Ebû Dabî-Manamayê ve û dû re jî bi pevçûna meha yekem a îsal li Yemenê di navbera Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî de derketin holê. Dikare were gotin ku vekişîna Îmaratên Erebî yên Yekbûyî ji OPECê îfadeya cudabûneke nû ji Riyadê ye û nêzîkbûna bilez a Ebû Dabî bi Tilebîb, New Delhî û Adîs Ababayê re jî di heman çarçoveyê de tê. Di heman demê de, Erebistana Siûdî, ji bêbandoriya sîwana amerîkayî ku wê ji êrîşên Îranê neparast, bêhêvî ye, ber bi sîwaneke nuklerî ya Pakistanî û ber bi avakirina eksena çar-alî bi Pakistan, Misir û Tirkiyayê re diçe. Asta razîbûn an nerazîbûna Washingtonê ji vê yekê nayê zanîn. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hefteyekê berî destpêkirina şer ragihand ku wî şûrê xwe li dijî vê “eksena sunî” kişandiye, ku nîşanên wê yên destpêkê di îlona borî de xuya bûn dema ku Riyad du hefte piştî êrîşa Îsraîlê li ser paytexta Qeterê, ku tenê çend kîlometreyan dûrî baregeha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li Baregeha Hewayî ya El-Udeyd, li başûrê rojavayê Dohayê ye, peymanek parastina hevbeş bi Îslamabadê re îmze kir.

Yek ji aliyên herî ecêb ên vî şerî, wekî ku serokê opozîsyona Îsraîlê Yaîr Lapid di axaftina xwe ya roja agirbesta 8ê nîsanê de diyar kir, “windakirina serxwebûna biryardanê” ya Netanyahu ye. Her kesê ku çapemeniya Îsraîlê dixwîne dê dubarebûna vê daxuyaniyê di hefteyên dawî de ferq kiribe: Netanyahu, ku dema şer dest pê kir bi Trump re bû – û muhtemelen destpêkerê wê yê sereke bû – di rawestandina wî de tu gotinek tunebû. Herwiha bandorek wî li ser rê û encamên danûstandinên piştî agirbestê yên Trump bi Îraniyan re jî tune. Wekî din, di navbera rastgirên nû yên amerîkayî, ku di hilbijartinên 2024an de piştgirî da Trump û Îsraîlê de dûrbûnek mezin derdikeve holê. Ev baskê rastgir, bi taybetî tevgera MAGA, ku li dij şerên amerîkayî yên li derveyî welêt e, dest pê kiriye ku baweriya xwe diyar bike ku Netanyahu Trump di vî şerî de tevlî kiriye. Nêrînên wekhev di nav baskê çep ê Partiya Demokrat a Amerîkayî de jî têne dîtin.

Li vir, hin alî dikarin tevlihev bibin, di nav de bersiva qels a Çînê ya li hember pevçûnê, her çend gelek kes bawer dikin ku armanca sereke ya amerîkayiyan kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê – petrol û gaz – û rêyên enerjiya deryayî li Rojhilata Navîn e. Ev kontrol dê were bikaranîn da ku Çînê bixe tengasiyê û herikîna boriyên enerjiyê yên Rojhilata Navîn (û rêyên wan ên bejahî, di nav de bi rêya Sûriyayê) ber bi Ewropayê ve kontrol bike, ku piştî şerê Ukraynayê rewşa girêdayîbûna bi enerjiya Rûsyayê ragihandiye. Çîn nîvê petrola xwe (16 mîlyon bermîl rojane tê xerckirin, 11 mîlyon ji wan li gorî hejmarên 2024-an têne îtxalkirin) ji Rojhilata Navîn îtxal dike û piraniya îtxalkirina petrola wê di Tengava Hormuzê re derbas dibe. Wekî din, derfetxwaziya Rûsyayê di hewldana wê ya ku wekî navbeynkar tevbigere da ku Îranê razî bike ku depoya xwe ya uranyuma dewlemendkirî ya 60% radestî Rûsyayê bike, eşkere ye. Ev yek Îranê dixe rewşek nebaş, ji ber ku ew ji vê yekê dûr e an jî di destpêka danûstandinan de dudil e ku xwe amade nîşan bide. Di vê navberê de, çavên rûsan li ser Ukraynayê ne, bi hêviya ku li wir ji Trump tawîzan bistînin da ku alîkariya wan bikin ku Îranê bixin bin bandora wî.

Bi kurtasî: Çi şerê 28ê sibatê û agirbesta 8ê nîsanê bi rêkeftineke amerîkayî-îranî bi dawî hatibe, çi jî şer dîsa hatibe nûkirin, ev şer yek ji wan şeran e ku taybetmendiyên wêneyê têkiliyên navneteweyî yên pêşerojê û taybetmendiyên wêneyê pêşerojê li tevahiya herêma Rojhilata Navîn û li herêma nîvgirava Hindistanê dide û kêm şer hene ku bi qasî vê şerî eşkere ne.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN