• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Siyaseta ziman a Rêvebriya Xweser çawa ye û çawa dikare bi kêra Sûriyayê were?

May 2, 2026
Siyaseta ziman a Rêvebriya Xweser çawa ye û çawa dikare bi kêra Sûriyayê were?
Share on FacebookShare on Twitter

Nejbîr Elî

Gava ku di civakekê de gelek netewe, ziman û etnîk hebin, mijarên pirzimanîbûn û pirçandîbûnê derdikevin. Civaka Sûriyayê civakeke cihêreng e, ango gelek ziman, netewe, çand, etînk û hwd tê de hene. Modela birêvebirin û xwebirêvebirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê modeleke wiha bû ku hem nehişt pirsgirêkên qedexekirina ziman û çandê derkevin û hem jî pişgirî da hebûna zimanan û dewlemendkirina wan. Lewre di Sûriyaya Nû de ew model dikare bibe bingehek û li ser were zêdekirin.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dihat rêvebirin. Berî ku şoreş li Sûriyayê rû bide, siyaseta Dewleta Sûriyayê siyaseteke nijadî bû, li ser hîmê yekal, yeknetewe, yekol û yekreng bû. Piştî sala 2011an, kurdan derfeta xwebirêvebirinê bi dest xist û bi domana demê re şerê li hember DAÎŞê li ser kurdan û gelê herêmê ferz bû lewre kurdan pêşengî kir û bi alîkariya ciwanên ereb û siryan, hemû herêmên keviyên Çemê Firatê yên Rojhilat ketin destê wan. Ji hêla civakî û îdarî ve jî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tev bi rê ve bir û hevpeymaneke wê ya civakî çêkir. Di hevpeymanê de zimanên kurdî, erebî û siryanî wekî zimanên fermî yên wê herêmê nas kir û heta astekê pişgirî da zimanên siryanî û kurdî ji ber ku her du ziman bi kar nedihatin û tu danpêdaneke destûrî bi wan nebû.  Li ser axa Sûriryayê ji bilî zimanê erebî, zimanên kurdî û siryanî cara yekem bûn ku dibûn zimanên fermî, ev herdu zimanên kurdî û siryanî zimanên fermî yên Rêvebriya Xweser bûn.

Di dîroka 08.12.2024 de hikumeta Beşar El-Esed rûxiya û li şûna wê  “Heyet Tehrîr El-Şam” serdest bû. Piştî demekê serokê Heyet Tehrîr El-Şam wekî serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyayê hat ragihandin. Ehmed El-Şeri hewl da axa Sûriyayê tevî bixe bin desthilata xwe lewre bi rêzerêkeftinan hewl da girêbestekê di navbera xwe û nûnerên kurdan de pêk bîne. Yek ji wan rêkeftinan jî rêkeftina 29ê çileyê bû ku mijara ziman a di wir de xwe dispêre mersûma 13an a ku  berî wê derxistibû. Di mersûma 13em de zimanê kurdî li seranserî Sûriyayê wekî zimanekî niştîmanî yê Sûriyayê nas kir. Lewre çend pirs derketin ew jî ev in, gelo bi rêya mersûmekê zimanê kurdî dikare were parastin, eger mafê wê yê parastinê di destûra vî welatî de neparastî be, dê encameke çawa bi xwe re bîne? Em dixwazin bi çend nêrîn û boçûnan bi heman mijarê dakevin.

Siyaseta ziman a Rêveberiya Xweser

Di sala 2012an de “Şoreşa 19ê Tîrmehê” dest pê kir. Rêjîma Sûriyayê ji Kobaniyê hat derxistin û paşê ev rewş dirêjî Cizîr û Efrînê jî bû. Êdî li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke civakî, hişmendî,  leşkerî û hwd pêk hat da ku mafê pêkhate û niştecihên herêmê biparêze. Lewma ji bo avakirina welatekî demokrat, pêwîstî pê hebû ku ev herêm di bin sîwana rêveberiyekê de xwe bi rê ve bibe û rêxistina xwe ava bike, ew rêveberî jî Rêvebriya Xweser bû. Di 21ê kanûna paşîn de di sala 2014’an de Rêveberiya Xweser hat ragihandin.  Li ser vê axê pêkhateyên cuda  dijîn, ew jî  kurd, ereb, siryan û ermen in, herwiha rêjeyeke biçûk ji tirkmenan jî lê heye. Ji bo parastina mafê van pêkhateyan xala herî bingehîn ku Rêveberiya Xweser xwe spartiyê, mijara fêrbûna bi zimanê dayîkê bû (1) . Jixwe zimanê fermî yê Rêveberiya Xweser “kurdî, erebî û siryanî ye.” (Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2024, r. 1)  Lewma di Hevpeymana Civakî de ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye nivîsîn, perensîba herî bingehîn ku di “benda 6em” de hatiye nivîsîn, wiha ye: “Li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ziman hemû di her warê jiyana civakî, zanistî û çandî de, wekhev in. Heqê her gel an komeke çandî ye ku bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe bi rê bixe û karûbarên xwe bi rê ve bibe.” (Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2024, r. 1) Ango siyaseta ziman a Rêveberiya Xweser li ser hîmê pirzimanî ye.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê (hikûmet) siyaset û plansaziya hikûmetê ya ziman li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çi ye û ji bo pêkanîna siyaseta pirzimanî çi gav avêtine?

Ji ber ku li Sûriyayê zimanê perwerde û civakê bi erebî bû, lewma pêwîstiya ereban bi saziyeke fêrkirina bi erebî tune bû. Lê belê pêkhateyên ku ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayîkê bêpar mabûn, kurd û siryan bûn. Rêveberiya Xweser ji bo xurtkirin û xwedîderketina li siyaseta xwe ya pirzimanî piştgirî da herdu saziyên zimanî; ew jî Saziya Zimanê Kurdî û Saziya Zimanê Siryanî ne.  Jixwe Saziya Zimanê Kurdî ji 2007an li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin. Berî ku Rêveberiya Xwerser were damezrandin jî Saziya Zimanê Kurdî hebû, wê demê xebatên Saziya Zimanê Kurdî girêdayî perwerdekirina bi zimanê kurdiya kurmancî bûn. Ji 2007an heta 2012an Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî veşartî hewil da ku civakê fêrî xwendin û nivîsîna kurdiya kurmancî bike. Bi damezrandina Rêveberiya Xweser re êdî li herêmê zimanê kurdî bû zimanekî fermî û di dibistan, akademî, peymangeh û hwd de bi berfirehî dihat bikaranîn. Herwiha  Rêveberiya Xweser piştgirî da Saziya Zimanê Siryanî jî. Saziya Zimanê Siryanî jî; destpêka xebat û çalakiyên Saziya Zimanê Siryanî (Oluf Taw) vedigerin Komelya Çandî ya Siryanî ku giringî dida belavkirin û fêrkirina zimanê siryanî. Wê koma zimanê siryanî ava kir ku ji pisporan pêk dihat. Sazî di 2014an de hat damezrandin ango bi damezrandina Rêvebriya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re. Erka vê saziyê pêşxistin, belavkirin û piştgiriya zimanê siryanî ye ku li gor Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê be. Armanca wê ya sereke belavkirin û pêşxistina zimanê siryanî di nav civakê de ye; destpêkê li Kantona Cizîrê û paşê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, çi pêkhateya siryan be yan jî pêkhateyên din yên ku li herêma Rêveberiya Xweser dimînin. Armanca wê ya duyem piştgiriya zimanê siryanî bi rêya fêrkirina wê di nav minhacê xwendinê de ku paşê di nav avahîsaziya Rêveberiya Xweser de hat avakirin. Mamoste hatin perwerdekirin û armanc jê pêşxistina derfeta fêrkirin û belavkirina zimanê siryanî bû. Herwiha piştgirî da wergerandin û weşana bi zimanê siryanî

Siyaseta Rêveberiya Xweser ya ziman “pirzimanî” ye. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de mafê hînbûna bi zimanê dayîkê mafekî xwezayî yê her kesî ye û li Herêma Rêveberiya Xweser sê zimanên fermî hene “kurdî, erebî û siryanî.” Her gelek ji mafê wî ye ku ji dibistanên seretayî û heta bi zanîngehan bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne. Her ku çû li Rojavayê, zimanê kurdî di biwara pratîkê de berfirehtir hat bikaranîn. Akademî, zanîngeh, peymangeh, enstîtu, dezgehên çand û folklorê û weşanxane hatin vekirin. Her dezgehê li gor zanebûna xwe kurdî bi kar anî lê em dikarin bibêjin ku piraniya zarok û ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi minhacê Rêveberiya Xweser li dibistan, peymangeh û zanîngehan dihatin perwerdekirin û ev proseya perwerdekirinê li Rojava hîn berdewam e. Minhacekî perwerdeyê ji hêla Saziya Minhacan ve bi hersê zimanên fermî yên li herêmê hat amadekirin ku her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne. Armanc ew bû nifşê nû zimanê xwe bi kar bîne heta ku bigihêje qonaxa qedandina zanîngehê. Herwiha minhacê/rêbaz rêveberiyê di pêkanîna fermîbûna hersê zimanan di belgeyên fermî, armeyên rêyan, cihên giştî û taybet de, ev hemû dibin alîkar ku siyaseta pirzimanî were meşandin.

Di piraniya welatên Rojhilata Navîn de stratejiyeke yekzimanî heye, çima siyaseta Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pirzimanî ye û çima pirzimanî hatiye bijartin?

Ji ber prsoeyên dûrkirin û paşguhkirinê yên ji hêla pergalên şovenîst ên der heqê gelên Rojhilata Navîn de, siyaseta Rêveberiya Xweser a pirzimanî perensîba mafê mirovan a perwerdeya bi zimanê dayîkê pêk tîne. Herwiha perensîba danpêdana fermî ya destûrî ya zimanên gelên xwecihî yên li Sûriyayê, pêk tîne. Felsefeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre felsefeya Neteweya Demokratîk ku li ser hîmê wekheviya ziman, çand û hwd ava bûye. Ew li hember hişmendiya Dewleta Sûriyayê ya  neteweperest ava bûye.

Der barê pêkanîna siyaseta pirzimanî de planên Rêvebriya  Xweser:

Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya pirzimanî gelek gav avêtine, lê belê hîn di hin cihan de kêmasî û astengî hene. Lewma ji bo derbaskirina wan astengî û kêmasiyan Rêveberiya Xweser di nav hewildanan de ye. Di vê barê de planên xwe bi vî awayî anîn ziman:

  1. Piştgiriya saziyên zimanê kurdî û siryanî yên girêdayî qada perwerdeyê.
  2. Piştgiriya pêşxistina minhacan ku her pêkhate bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne, heta bigihêje minhacên nûjen ku di rê û rêbazên fêrkirinê de li gor pêşketina zanistî ya cîhanî bi rê ve biçe.
  3. Piştgiriya mamosteyan û pêşkêşkirina her cureyê alavan ku proseya perwerdeyê hêsan bike.
  4. Piştgiriya zanîngeh û peymangehên ku mamosteyan amade dikin, herwiha xebatên danûstandin û têkiliyên bi zanîngehên biyanî re ji bo avakirina belgeyên lihevkirinê, ango danpêdana bi belgeyên Rêveberiya Xweser.
  5. Mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê mijareke danûstandina bi aliyên sûriyayî re û bi taybet hikûmeta Şamê, herwiha mijara fermîkirin û danpêdana bi bawernameyên Rêveberiya Xweser jî mijareke nîqaşan e.

Pêwîst e siyaseta ziman a Dewleta Sûriyayê bi çi awayî be?

  1. Ji ber ku civaka Sûriyayê civakeke cihêreng e lewma pêwîstiya civakê bi statuyekê heye ku rewşa wê analîz bike û bikare hevsengiyê di nav wê civakê de çêke. Ango zimanek di ser zimanekî din re neyê girtin, berevajî vê yekê pêwîst e hevsengî hebe û her zimanek ji hêla axêverên xwe ve were axiftin.
  2. Zimanê erebî dikare li tevahî Sûriyayê bibe zimanê fermî, li kêleka wê jî herêmên ku piraniya wan kurd in zimanê kurdî yê fermî yê wê deverê be.
  3. Pêwîst e minhacekî xwendinê yê nûjen hebe ku mafê xwendina bi zimanê dayîkê biparêze û li gor taybetmendiyên gelên deverê yên çandî, dîrokî û civakî be. Di vê hêlê de dikare sûd ji minhacên Rêvebriya Xweser were girtin.
  4. Gereke li seranserî Sûriyayê xwendekar ji refa çarem û bi şûn ve ji bilî zimanê xwe yê dayîkê fêrî yek ji zimanê pêkhateyên Sûriyayê yên din jî bibe, wekî mînak xwendekarê ku bi zimanê kurdî hîn dibe, dikare fêrî zimanê erebî yan siryanî bibe û gava ku xwendekar dibe refa pêncem, êdî fêrî zimanê biyanî jî bibe  mîna îngilîzî.
  5. Gereke siyaseta ziman a herêmê nerm be û mafê her neteweyekê ku li Sûriyayê dijî bi rêya destûrê were parastin.
  6. Pêwîst e plansaziya ziman ne tenê di qada perwerdeyê de sînordar be, lê belê berfirehtir bibe û di hemû qadên jiyanê (ragihandin, wêje, siyaset, aborî û hwd) de were bikaranîn.
  7. Derfetên wergerandinê zêde bibin ku roleke wê ya sereke di geşedana ziman de hebe.
  8. Salane komxebatên têkildarî siyaset û plansaziya ziman bên çêkirin.
  9. Babeta “siyaset û plansaziya ziman” di nav bernameya xwendina bilind de weke materyaleke sereke were dayîn û bibe qadeke pisporiyê.
  10. Çawa ku li Sûriyayê qanûna parastina zimanê erebî heye, gerek bi heman awayî qanûna parastina zimanê kurdî, siryanî û zimanên din jî hebe.

Têbînî:

1- Der barê vê yekê de di  peymana mafên zarokan da ku di 20ê çiriya pêşîn ya 1989an da, di Komîteya Giştî ya NYyê da qebûl bûye, hin madeyên derheqê mafên zimanî de cih girtine. Di madeya 29an da hewcedariya rêzgirtina ji bo ziman, ol û çanda zarokan hatiye îfadekirin. Di madeya 30î da jî hatiye diyarkirin ku divê zarok ji bikaranîna zimanê xwe mehrûm neyê hiştin. (Güneş, 2020, r.56 )

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN