Mizgîn Hesen
Der barê madeya sêyem a mersûma 13em de ya ku serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şeri derxistibû, ji hêla siyasetmedar û xebatkarên zimanê kurdî ve gelek pirsên mîna rewşa zimanê kurdî bibe çi û çawa were bikaranîn? Derketin. Lewre giring e mirov hinekî behsa rewşa zimanê kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bike û hin nêrînan rêz bike da di paşerojê de zimanê kurdî çawa bibe û ber bi ku ve here.
Kurdiya nivîskî ji sala 2011an ve li Rojavayê Kurdistanê, Heleb û Şama paytext jî derfetek dît. Bi awayekî bilez û rêxistinkirî bi pêş ket û bû derfetek ji kurdan re ku fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî bibin. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di nav sîstema Rêveberiya Xweser de zimanê kurdî ji hêla bikaranînê ve heta astekê roniyek dît. Êdî derfeta ku kurdî di gelek warên jiyan û rêveberiyê de were bikaranîn, hat bidestxistin. Tevî ku hejmareke mezin ji xebatkar, çalakvan û berpirsyarên kurd di qadên siyasî û rêveberiyê de di bikaranîna zimanê kurdî de ne pir jidil bûn jî lê li kêleka wê bi sedhezaran zarokên kurd bi zimanê kurdî dihatin perwerdekirin, zimanê kurdî li herêm û bajarên ereban ên mîna Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bûbû zimanê duyem ê hînkirinê û heta astekê kurdî daket bazara kar. Lê piştî ku mersûma 13em derket, mirov dikare siyaseta hikûmeta demkî ya ku niha serweriya Sûriyayê dike, tê bigihêje û hinekî pê dakeve. Siyaseta hikûmeta demkî siyasetek e wiha ye ku ne hewl dide zimanê kurdî qedexe bike û ne jî rê bide ku kurdî di warê rêveberiya Sûriyayê de; di hikûmetê de mîna zimanê erebî, zimanê dan û standinê yê dewletê be. Serokê Hikûmeta Demkî Emed El-Şeri di mersûma navborî de amaje kir ku kurdî zimanekî niştîmanî ye. Ev amajekirin, bi awayekî ji awayan helwesteke erênî ye lê belê heke zimanê kurdî di vê çarçoveyê de ma, dê têrê neke! Ji ber ku polînkirina zimanê kurdî wekî zimanekî niştîmanî polînkirineke çandî ye û tu giraniyeke destûrî hilnagire. Ev mersûma navborî dewletê naxe bin zextê ku kurdî di hemû saziyên xwe de bi kar bîne, yan jî ji bo qerebûkirina kurdî budceyekê bide, yan jî statuyeke kurdî di destûra dewletê de çêke. Ji hêla pratîkî ve binavkirina kurdî ku wekî zimanekî niştîmanî be û erebî zimanê fermî yê dewletê be, pristîja zimanê kurdî kêm dike bêyî ku rasterast amajeyê pê bike. Ev amajekirina han dihêle ku kurdî zimanekî wiha be ku tu piştgireyeke destûrî û sazûmanî wernegire. Pêwîst e em di vê mijarê de zelal bin û bibêjin ku heta zimanê kurdî nebe zimanê fermî dê danpêdana bi kurdî serveyî be û dê qedexekirina kurdî bi awayekî pratîkî be. Ev rewşa han alêngerine nû li pêşiya kurdî vedike, ne ku gavekê bi pêş de dibe. Ji bo parastina zimanê kurdî û bilindkirina asata kurdîkirinê li Sûriyayê, çi ji me re pêwîst e gelo?
- Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyayê de bibe zimanê fermî; ne zimanekî niştîmanî
Ev jî tê wê wateyê ku divê kurdî wiha be:
- Kurdî zimanê xwendinê be; ji seretayî heta bi zanîngehê.
- Kurdî zimanê dadgehan be.
- Kurdî zimanê akademîk û zanistê be.
- Dewlet pabend be bi piştgirîkirin û perepêdana zimanê kurdî; dewlet bi berpirsyariya bilindkirina pristîja zimanê kurdî rabe.
- Divê bi kêmanî dewlet budceyeke salane destnîşan bike da ku bi hezaran çavkanî, jêder û pirtûkên zanistî û cîhanî bên wergerandin ji bo kurdiya kurmancî.
- Kurdî zimanê pêwendiyê yê dewletê be; di saziyên hikûmetê de, di gerînendeyên giştî de, di belgeyên fermî de mîna erebî were bikaranîn.
Çima fermîkirina zimanê kurdî û ne niştîmanîkirin?
Cudahî di navbera zimanê kurdî li Rojava û Başûr de ew e ku zimanê kurdî li Başûr fermî ye lê belê kurdî li Rojava nebûye fermî. Zimanê kurdî li Herêma Kurdistanê zimanê hikûmetê ye, di hemû saziyên fermî, dibistan, zanîngeh, balafirxane, qunsilxane, jiyana dîplomasî … bi fermî tê bikaranîn; ne ku tenê zimanê jiyanê ye. Herwiha kampanyayên teknolojî yên mîna Microsoft, Google û Appelê piştgiryiyê didinê ji ber ku fermîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ev kampanî zimanê wê yê fermî bi kar bînin. Kurdiya navendî (soranî) piştgiryeke elektronîk werdigire lewre ew kîbordeke serbixwe û sîstemeke redekteyê ya serbixwe hildigire lê belê zimanê kurdî-kurmancî li Sûriyayê yekê ji van piştgiriyên li jor nagire. Hemû pêşketinên ku li ser asta kurdî çêbûne, pêşketinine hindik in û bêhtir bi destê kesan ava bûne. Danpêdana destûrî ya bi zimanê kurdî dê her tiştî biguhêre, dê rê li ber istismara teknolojî, pêşketina akademîk û yekkirina pîverî veke. Ji bo ku ev yek pêk were, binesaziyeke saziyane pêwîst e, ji ber ku bi hewldanên kesayetî ev kar naçe serî.
- Divê perwerdeya bi zimanê kurdî were parastin:
Divê sîstema perwerdeya bi zimanê kurdî di hevsengiya siyasî de wekî xwe bimîne; ew sîstema ku di bin siya Rêveberiya Xweser de hat avakirin. Divê di nav diyalog û dan û standinên entegresyonê de aliyê pêwendîdar jê danekevin û bi tu awayî nîqaş li ser neyê kirin. Divê perwerdeya bi zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta bi xwendina bilind (lîsans, mastir û diktora) di destûrê de were misogerkirin û ji biryarên siyasî yên paşerojê re neyê hiştin.
- Akademî yan jî desteya zimanê kurdî:
Pêwîstî pê heye ku akademiyek an desteyeke zimanê kurdî ku rasterast girêdayî serokatiya Sûriyayê be were damezirandin. Divê ew akademî yan deste termên zanistî yên hemû warên hikûmet û jiyanê bi pêş bixe. Bi deste û kampanyayên teknolojî re di nav pêwendiyê de be, herwiha divê li Şamê jî bi cih bibe. Akademiya zimanê erebî cihê xwe li Şamê digire, divê ya kurdî jî heman statuyê wergire.
Lewre pêwîst e têkoşîneke mezintir bê dan ku zimanê kurdî di destûrê de jî ji zimanê niştîmanî bibe zimanê fermî yê Sûriyayê. Ji ber ku niştîmanîkirina zimanê kurdî li Sûriyayê naskirineke çandî ye û bi vî awayî kurdî nikare ber xwe bibîne.







