Dr. Mislim Talas
(Kurteya naverokê)
Budceya Sûriyayê ya sala 2026an, ne tenê hejmar in, lê belê hewldaneke eşkere ya dewletê ye ji bo jinûveavakirina xwe û aboriyê ye, piştî salên dirêj ji şer. Dewlet xwe dispêre zêdebûneke mezin di xercê de, bi armanca başkirina xizmetguzariyan, destekdayîna aborî û destpêkirina pêvajoyeke nû ya geşbûn û başbûnê.
Lê ev budce, li ser komeke hîpotezên girîng radibe. Dewlet texmîn dike ku aborî bi awayekî lez bi pêş bikeve û veberhênanên mezin pêk werin, herwiha texmîn dike ku bi awayekî lez dewlet bikaribe bacan kom bike. Di rastiyê de, ev hîpotez dibe ku di aborî de zehmet be pêk were, ji ber ku heta niha saziyên dewletê lawaz in û çalakî û xebatên ne fermî berberlav in.
Ji aliyekî din ve jî, kêmbûna di budceyê de bi serê xwe ne pirsgirêk e, lê belê pirsgirêk ew e ku çawa xwe fînanse bike. Eger ku çavkaniyên fînansekirinê peyda nebûn, dibe ku dewlet neçar bibe berê xwe bide çareseriyan ku bi xwe re enflasyonê an jî kêmbûna nirxê dirava niştimanî bîne. Ev yek jî, bi awayekî neyînî bandorê li ser şiyana welatiyan a kirîna kelûpelan dike.
Di heman demê de, reng û şêweyê veberhênanan roleke girîng dilîze, ji ber ku ne her veberhênan geşbûneke rasteqîn tîne; lewra hin veberhênan dikarin di sektorên qezenca lezgîn de pêk werin, lê aboriyeke berhemdar a demdirêj ava nakin.
Bi awayekî giştî, budce armanca wê ya mezin ew e ku ji nû ve aboriyê ava bike, lê di heman demê de xwe dispêre pêkanîna gelek şertûmercên zehmet di heman wextê de, wekî başbûna sazûmaniya sazîbûnê, herikîna veberhênanan û aramiya aborî bi awayekî tam.
Di encamê de, ev budce cureyekî riska aborî ye: Heger ev şert pêk werin, dibe ku bibe sedema destpêkirina başbûnê; lê heger pêk neyên, dibe ku bibe sedema zêdebûna fişarên aborî, li şûna ku bibe çareserkirina pirsgirêkan.
Pêşgotin:
Girîngiya nirxandina budceya Sûriyayê ya sala 2026an ne tenê wekî belgeyekî girêdayî saleke darayî ye, lê belê wekî kêliyeke eşkerekirina guhartinên ku dewlet di aboriyê de pêk bîne û sînorê şiyanên wê yên bikaranîna siyaseta darayî wekî alaveke ji bo jinûveavakirina rewabûnê, sazî û çalakî û xebatên aborî de di heman wextê de. Di aboriyên ku ji şer derketine de, bi awayekî taybet, budceya giştî ne tenê wekî mijareke hesabgiriyê ye, lê belê dibe metneke siyasî û aborî ku tê de nirxandina ji dewletê, bazar û civakê şirove dike. Di heman demê de, girîngiya xebatên pêşîn ku divê werin kirin, ku di xîtabên giştî de têne gotin, eşkere dike. Ji ber vê sedemê bi taybet, nirxandina vê budceyê xwedî girîngiyekê ye ku sînorên lêçûn û dahatayê derbas dike, ji ber ku nirxandina vê budceyê mirov digihîne nimûneya aborî ya ku hatiye pêşkêşkirin û sînorê pêkanîna wê û têkiliya di navbera armanca xwe ya siyasî û sînorên giştî û saziyan de ye.
Ev gotar li ser esasê hîptoza ku têgihîştina budceya sala 2026an, tenê bi rêya nirxandina hejmaran an jî nêzîkatiyeke raveker ku tenê hîn nîşaneyan pêşkêş dike têr nake, lê belê pêwîst dike ku bingehên navxweyî yên budceyê date bi date werin şirovekirin û nirxandin û ew bi sê daîreyên girêdayî hev werin girêdan: A yekemîn, wateya darayî ya yekser ji budceyê re ji ber wekî alaveke jinûvebicihbûna dewletê di aliyê darayî, xizmetguzarî û veberhênanî ye. A duyemîn, têkiliya di navbera siyaseta darayî û siyaseta diravî de, di nav de jî pirsa kêmbûnê, aramiya nirxan, sînorê kordîneya di navbera berfirehbûna darayî û dispilîna diravî de. A sêyem, astengiyên aboriya giştî yên ku ji hêla pêwîstiyên mezinbûnê ve têne ferzkirin, qaseya veberhênana pêwîst, kapasîteya mijandinê ya aboriyê û taybetmendiyên jîngeha sazûmanî di dewletek piştî şer de.
Ev hersê daîre ne wekî nirxandinên ji hev cuda têne kirin, lê belê ji ber ku sîstemeke girêdayî hev in û çi şaştiyek di yek ji wan daîreyan de-çi di bingeha dahatê de, an jî şertûmercên fînansekirinê, an jî şiyanên sazîbûnê-yekser bandorê li yên din dike û encamên cuda derdikevin.
Li ser vî esasî jî, gotar destpêkê budceyê û nîşaneyên wê yên yekser dinirxîne, piştre felsefeya wê ya darayî û diravî dinirxîne û herî dawî jî bikaranîna wê di çarçoveya sînorên aboriya giştî û aboriya siyasî ya sazîbûnê de. Armanc ji vê yekê jî ne tenê rêxistinkirina nîqaşê ye, lê belê diyarkirina ku pirsgirêka navendî di van budceyan de, ne tenê di hejmar an xaleke cuda de ye, lê belê di asta lihevhatina navbera armancên eşkere û alavên heyî û sînorên ku rewşa aborî ya rasteqînê bi rê ve dibin.
Bi vê wateyê, armanca gotarê ne ew e ku budceyê di aliyê mezinbûna wê an jî bendên wê tenê binirxîne, lê belê di aliyê mentiqê wê yê hundirîn jî: Gelo heta kîjan astê dikare berfirehbûna rola dewletê û parastina hevsengiya diravî û avakirina bingeheke hilberandinê û sazîbûnê ku bikaribe vê berfirehbûnê destekê bike, bike yek.
Wateya budceyê û jinûvebicihbûna rola dewletê
Heger em li budceya Sûriyayê ya sala 2026an binêrin, ne tenê wekî daxuyaniyeke darayî ya salane tê dîtin, lê belê belgeyeke heta asteke mezin dîtina desthilatdariya nû ji pêvajoya aborî ya siberojê û cihê dewletê di hundirê wê de û alavên ku dewlet texmîn dike, dikare pêvajoya başbûnê destpê bike, eşkere dike. Tiştê yekemîn ku divê mirov bêje, beriya ku em derbasî dateyên teorîk an jî teknîkî bibin, ew e ku ev budce tiştekî diyarker û yekser dibêje: Dewlet texmîn dike ku sala 2026an ne saleke normal e, lê belê saleke damezrandinê ye û divê di aliyê darayî de bi awayekî mezin û lez tevbigere ku mentiqê rêveberiya giştî ya kevneşop derbas bike. Mentiqê rêveberiya giştî ya kevneşop jî ew e ku lêçûnan li gorî sînorên dahateyan organîze bike û kontrolkirina xisarên mezin, bikaranîna hêdî hêdî ya berfirehbûna darayî, girîngdayîna destpêkê ya aramiyê li ser esasê bikaranîna budceyê wekî alaveke çalakî, ji bo jinûveavakirina aborî an jî lezkirina geşbûnê.
Lêçûna texmînkirî 10,516 milyar dolar e, herwiha dahateyên pêşbînîkirî jî 8,716 milyar dolar e. Di heman demê de jî, kêmasî jî 1,799 milyar dolar e, ango ji sedî 5,3 ji hilberîna navxweyî ya gişî yên pêşbînînkirî ku 33,7 milyar dolar e. Ji aliyekî din ve jî belge nîşan dide ku sala 2025an dahateyên nêzî 3,447 milyar dolar û lêçûn nêzî 3,493 çêbûne. Li gorî daxuyaniya fermî ya dewletê jî zêdebûnek sivik çêbûye. Herwiha, belge piştrast dike ku budceya sala 2026an, li gorî salên borî 3 qatî zêdetir bûye û ev yek jî nîşan dide ku dewlet ji mentiqê rêveberî û parêzgehê, derbasî mentiqê berfirehbûn û jinûveavakirina rola aborî ya dewletê bûye.
Wateya yekem a van hejmaran ew e ku ne tenê dewletê lêçûnên xwe berfireh kirine, lê belê xwe ji nû ve di aliyê darayî de pênase kiriye. Ji ber ku lêçûna nêzî 3,5 milyar dolar, bibe zêdetirî 10,5 milyar dolar di çerxekê de, ne wekî sererastkirineke hêdî hêdî ye, lê belê wekî gaveke mezin a dewletê ye: Ango biryareke serwerî ji bo jinûveserweriya dewletê ya darayî, ewlekarî, xizmetguzarî û veberhênanî di yek carê de ye. Li ser vî esasî jî, ev budce di cewherê xwe de, ne wekî budceyeke berdewamiyê ye, lê belê budceyeke jinûveavakirina rola dewletê ye.
Lê nirxandina budceyê bi awayekî baldarî, ji destpêkê ve, aloziyeke navxweyî ya girîng eşkere dike. Di vê çarçoveyê de, belge zimanekî hişyarî derbarê kêmbûnê de bi kar tîne û li ser domdariya darayî îsrar dike, herwiha li gorî belgeyê divê kêmasî neyê fînansekirin, sînordarkirina lêçûnan li gorî derfetên heyî. Di heman demê de, belge girîngî daye qezenckirina zêdebûneke sînordar di sala 2025an, ji ber ku wekî nîşaneyeke “rêveberina darayî ya pispor e”nîşan dide. Di heman demê de, budceya 2026an xwe dispêre kêmasiyeke mezin û berfirehbûneke darayî ya berfireh bi kar tîne, herwiha vîzyona xwe li ser zêdebûneke pir mezin a xercan û li ser texmîna lezbûneke xurt a çalakiya aborî ava dike. Di vir de, em ne tenê li pêşiya cudabûna di navbera salan de ne, lê belê li pêşoya nakokiyeke di navbera xîtaba dispilînê û bikaranîna berfirehbûnê de ne. Ev jî ne tenê dateyeke rewanbêjiyê ye, lê belê xaleke nirxandinê ya sereke ye: Ji ber ku budce bi vê wateyê, radigihîne ku ew ji mentiqê “Sererastkirina darayî ya giştî”derbasî mentiqê “bikaranîna darayî ya giştî wekî avalekê ji bo jinûveavakirina aborî û dewletê ye” bê ku di aliyê teorîk de vê veguhastinê bi awayekî têrker, ragihîne.
Ev wate tê piştrastkirin, heger ku em li bingeha lêçûnê binêrin. Budce, ji sedî 60 ji lêçûnê rojane diyar kiriye û ji sedî 27 jî ji bo lêçûnên veberhênanê diyar kiriye û ji sedî 13 jî ji bo destekdayîna û garantiya civakî diyar kiriye. Li ser asta sektoran jî, ji sedî 41 ji lêçûnan ji bo parastin û ewlekariya niştimanî hatiye diyarkirin û ji sedî 23 jî ji bo tenduristî û perwerde û parastina civakî hatiye diyarkirin û ji sedî 26 jî ji bo xizmetguzariyên giştî, hatiye diyarkirin. Ev hejmarên borî, bi awayekî eşkere nîşan didin ku dewlet ne ji hilberînê destpê dike, lê belê ji jinûvedamezrandina serwerî û rêveberiyê destpê dike. Ewlekarî ya pêşîn û piştre jî jinûveaktîvkirina saziyên hikumetê û piştre jî lêçûna civakî û xizmetguzarî û piştre jî veberhênan wekî alaveke ji bo destpêkirina, başbûna aborî.

Heger em bi çavê darayî yê giştî lê binêrin, ev rêzkirin di dewletekê de ku ji şer derketiye, xwedî wate ye. Ji ber ku lêçûna ewlekarî ya zêde ne tenê bijarteyeke siyasî ye, lê belê nîşan dide ku dewlet dixwaze ji nû ve hêza rewa tenê bi dest bixe û qada giştî yekpare bike. Herwiha, zêdebûna lêçûnên rojane ne girîng e ku wekî nîşaneyeke xerab were dîtin, ji ber ku di gelek aliyên girîng de nîşan dide, wekî jinûveaktîvkirina saziyan, mûçe, rêveberî, sererastkirin û xizmetguzariyên sereke.
Herçiqas ku ev berfirehbûn ji ber sedemên wê tê fêmkirin jî, lê di aliyê şertûmercan de ne tê wateya ku ew berdewam be, ji ber ku cudahiya di navbera berfirehkirina pêwîst û berfirehkirina bê sînor de ne bi niyetan têne diyarkirin, lê belê bi şiyanên aborî û saziyan ku bikaribin vê berfirehbûnê bi rê ve bibin, bê ku tevliheviyên giştî çêbibin.
Bi vê wateyê, nirxandina vê berfirehbûnê mirov nikare ji du pirsên ku piştre wê di analîzê de derkeve cuda bike: A yekem, heta kîjan astê hîpotezên ku dahateyên ku divê fînanse bikin realîst in. A duyem jî, heta kîjan astê sîstema diravî wê bikaribe vê berfirehbûnê bi rê ve bibe, bê ku veguhere fişarên enflasyonê an jî tevliheviya di nirxê diravî de.
Lê heger em bi çavê aboriyeke giştî û pêşketinê binirxînin, ev rêzkirin cudabûneke eşkere derdixe holê: Dewlet dibêje ku ew dixwaze pêvajoya pêşketinê destpê bike, lê beşek mezin ji lêçûnên xwe yên yekser ji bo bicihkirina sîstema siyasî û rêveberî bi kar tîne, beriya ku bingeheke hilberînê ya berdewam ava bike. Ev yek tê wateya ku budce di naveroka xwe de, ji mentiqê hilberînê zêdetir, mentiqê sazûmanî û serwerî dihewîne.
Dahate û wateyên wê yên bingehîn
Eger ku lêçûn îradeya dewletê ya jinûveavakirina rola xwe nîşan dide, lê dahate sînorê vê îradeyê eşkere dike. Budce, xwe dispêre bac û gumrikê, dahateyên petrolê û dahateyên din di nav de jî veberhênanên dewletê. Li gorî texmînên budceyê, bi giştî dahat digihêje 8,716 milyar dolar, ji nava wê dahateyên bac û gumrikê ya herî zêde bû ku ji 5 heta 5,5 milyar dolar bû, piştre dahateyên petrolê di navbera 1,5 û 2 milyar dolar de ye. Piştre benda “dahatên din” ku derdora 1,5 heta 2 milyar dolar e ku di nava xwe de dahatên veberhênanên dewletê û çavkaniyên din dihewîne.
Ev dabeşkirin di nirxandina destpêkê de cihêrengiyê nîşan dide, lê bingeheke dahate ya lawaz û ne aram, vedişêre. Di vê çarçoveyê de, bac taybet di aboriya ku ji şer derketiye, ne tenê biryarên darayî nîşan dide, lê belê şiyana rêveberî û sazîbûnê nîşan dide. Ango bidestxistina nêzî 5 milyar dolar ji dahatên bacê, diviyabe sîstema berhevkirina bacan ya karîger hebe, şiyana kêmkirina revandina ji bacê û jîngeheke aborî ya bi rêxistinkirî heta astekê. Ev şert heta niha bi awayekî temam nehatine bicihanîn, ev yek jî dihêle ku beşek mezin ji van dahatên girêdayî başkirina lezgîn a rêveberiya giştî ye.
Bandora vê sînordarkirina sazîbûnê ne tenê li ser dahatê dike, lê belê bandorê li ser binesaziya aborî bi tevahî dike. Ji ber ku berfirehbûna aboriya nefermî û lawaziya pabendbûna bacê, ne tenê sînordarbûna berhevkirina bacan e, lê belê nîşan didin ku jîngeha karûbxebatê ne aram e û mirov nikare zû bi zû tiştan texmîn bike. Ev faktor jî, sînorekî rasterast li ser şiyana aborî ya jêhatîbûna anîna veberhênanên demdirêj, datîne.
Lê dahatên petrolê ku ji 1,5 heta 2 milyar dolar e, tevî girîngiya wê, lê di xwezaya xwe de guhartin tê de çêdibe û xwe dispêre faktorên siyasî û ewlekarî û teknîkî ku ev yek dewlet nikare serwerî li ser bike. Wekî aramiya hilberîne, nirxên enerjiyê yê cîhanî û şiyana hinardekirinê. Di encamê de jî, xwespartina wê, heta bi vê qaseyê jî, hineke nezelaliya sazûmanî çêdike.
Lê benda herî hesas ew e ku dahatên veberhênanên dewletê, ku dikeve di çarçoveya benda “dahatên din” ku nêzî 1,5 milyar heta 2 milyar dolar e. Ev bend tevî mezinbûna xwe ya berbiçav, lê dateyên wê hîna ne temam in: Gelo ev encama qezencên bikaranîna malûmilkên dewletê ye, an jî jinûveavakirina sermayan, an jî dahatên awarte an jî ne yên dubarekirî? Ev nezelalî ne tenê zelalbûna budceyê kêm dike, lê belê şiyana li ser nirxandina domdar a van dahatên jî lawaz dike.
Herwiha, bingeha van dahatan pirseke din jî ya girêdayî awayê nimûneya aborî, xwe derdixe holê: Zêdebûna rêjeya dahatên ne bacê, tevî ku negihaştiye astên aboriyên ku xwe dispêrin çavkaniyên petrolê yên klasîk jî, lê dibe ku nîşan bide ku bi awayekî beşî xwe dispêre çavkaniyên dahatê yên ne girêdayî yekser bi hilberînê ya berfireh. Di vê rewşê de, astengî ne tenê di asta dahatan de ye, lê belê di cihêrengiya wê de ye, ango gelo ew aboriyek hilberîner nîşan didin ku bi awayekî horizontal li seranserê bingeha bacê berfireh dibe, an aboriyek ku meyla hilberandina formên cuda yên kirêyê dike, çi bi rêya mal, îmtiyaz, an çalakiyên bi nirxên sînorkirî.
Di heman demê de, ev bingeh girîngiyê dide mijara pîvana girîng a girêdayî rêjeya dahatên bacê li gorî hilberîna navxweyî. Li gorî hesabekî hêsan, dahatên bacê ji 5 heta 5,5 milyar dolar e, ango derdora ji sedî 14 heta ji sedî 16 ji hilberîna navxweyî ya giştî ku bi qasî 33,7 milyar derket. Ev rêje jî di asta herî jêr de ye ku edebiyata aborî pêwîst dibîne ji bo avakirina darayiya dewletê. Di vê çarçoveyê de, bi gelemperî ev rêje digihêje ji sedî 15 e, ji ber ku sînorê dewamkirina darayî tê dîtin. Lê berhevkirina herî guncav di vê rewşê de ne bi aboriya cîhanî re ye, lê belê bi dewletên ku ji şer derketine an jî dewletên lawaz, ku rêje di navbera ji sedî 5 heta ji sedî 10 di pêvajoyên destpêkê yên başbûnê de ye û dibe ku hêdî hêdî bigihêje sînorê ji sedî 10 heta ji sedî 15, piştî çend salên jinûveavakirina saziyan.
Lewra, gihaştina vê rêjeyê di vê pêvajoyê de, ne pêwîst e ku şiyana bacê ya pêkanînê nîşan bide, lê belê di naveroka xwe de hîpotezek gaveke lezgîn di başbûna saziyan û berfirehbûna bingeha bacan, nîşan dide. Ev hîpotez jî di naveroka xwe de asteke bilind ji bêbaweriyê, nîşan dide.
Bi vî awayî jî ev rêje ji nîşaneya hesabgiriyê vediguhere nîşaneyeke bingehîn a gelekî hestyar: Ji aliyekî ve jî nîşan dide ku armac bigihêje sînorê dewleta ku dikare di aliyê darayî de domdar be, lê ji aliyekî din ve jî eşkere dike ku pêkanîna vê armancê pêwîstî bi şertûmercên sazîbûnî heye, ku heta niha pêk nehatine.
Nîşaneya vê hîpotezê ne bandorê li ser hevsengiyên darayî dike, lê belê digihêje mentiqê pêşketinê bi xwe jî, ji ber ku heman şertên sazîbûnê yên pêwîst ji bo berfirehkirina bingeha bacê, heman şert pêwîst in ji bo anîna veberhênanên hilberîner. Ev yek jî tê wateya ku lawaziya di kîjan pêkanîna van şertan de, di heman demê wê bandorê li ser dahate û rêveçûyîna pêşketinê ya texmînkirî di budceyê de jî, bike.
Di encamê de, tevî dahateya giştî gihaşt 8,716 milyar dolar, sazûmaniya wê eşkere dike ku beşek ji vê dahatê xwe dispêre hîpoteza sazîbûnî û aborî ya ku hîna bi awayekî tam pêk nehatiye. Li ser vî esasî jî, mirov dikare bêje ku pirsgirêka di dahatan de ne di mezinbûna peran de ye, lê belê di kalîteya wê ya sazîbûnî de ye. Ew dahate pêkan e, lê ne garantîkirî ne. Ev yek jî tê wateya ku her guhertinek di hîpotezên wê de, wê bandorê yekser li ser kêmasî û hevsengiya darayî bike.
Siyaseta darayî û sînorê hevsengiya diravî
Em di vir de em derbasî mijareke din dibin: Siyaseta darayî bi xwe. Gelo felsfeya vê budceyê ya darayî çi ye? Bersiv: Ew budceyeke berfirehkirinê ye, tevî ku bi xîtabên hişyariyê hatibe vegotin. Ew tenê xerckirinê zêde nake; ew wê nêrînê dipejirîne ku xerckirinên hikûmetê, di gel başbûna baweriyê û vegera çalakiyê, dikarin bibin xwespartinek ji bo vejînek berfireh a aborî. Lêbelê, berfirehbûna darayî bi xwe ne nabe pîvan; dibe ku di qonaxa jinûveavakirinê de pêwîst be. Pîvanên rastîn ev in: Ew çawa tê fînansekirin? Bandora wê li ser aramiya diravî çi ye? Herwiha ew çiqas bi aliyê pêşkêşkirina aboriyê re lihevhatî ye?
Di vê çarçoveyê bi taybet de, mirov nikare pirsa fînansekirinê ji bingeha dahatê ya ku berê hatiye analîzkirin, qut bike. Ji ber ku lawaziya bingeha dahatê tê wateya ku çi guhartinek di encam de, wê yekser bibe sedema fişarên fînansekirinê. Ev yek jî dihêle ku têkiliya di navbera siyaseta darayî ya giştî û siyaseta diravî, têkiliyeke bingehîn be, ne tenê kordîneyeke teknîkî be.
Ev yek me digihîne encamekê ku têkiliya di navbera siyaseta darayî û siyaseta diravî de, têkiliyeke girîng e û nirxandina budceyê bêyî wê, ne pêkan be. Ji ber ku belge behsa pabendbûna ku divê kêmasî neyên fînaneskirin, aramiya nirxan, xurtbûna baweriya bi lîreya sûriyayî û sîstema bankayê, vegerandina pereyên di bankayê de û xwe spartina li ser pereyên ji derveyî sîstema darayî. Di aliyê teorîk de, ev şert pêwîst dike: Eger ku daraya giştî berfireh bû, bê dispilînkirina fînansekirinê, siyaseta diravî veguhere alaveke girêdayî û aramiya nirxan jî têk diçe. Lê eger ku siyaseta diravî zêdetirî di aboriyeke lawaz de hişktir bibe, dibe ku başbûnê têk bibe. Di encamê de jî, serkeftina vê budceyê pêwîst dike ku kordîneyeke xurt di navbera berfirehkirina darayî ya hesabkirî û sîstema diravî ya ku bikaribe aloziyên darayî çareser bike, hebe.
Lê ev şert têrê nake. Tevî nebûna fînansekirina diravî ya yekser, dibe ku fişarên enflasyonê ji ber nehevsengiya di navbera peydakirina dabîne û daxwazê de, derkevin holê. Budce bi xwe jî li ser zêdebûna daxwaza giştî, tê avakirin: Vegera xelkê, veguhastinên pereyan, zêdebûna xerckirinê û zêdebûna veberhênanê. Eger daxwaz beriya vejîna dabînkirinê, ku ji hêla binesaziyê, kapasîteya hilberînê, zincîrên dabînkirinê û saziyan ve tê sînordarkirin, çêbibe, tiştê ku jê re enflasyona derengmayî tê gotin, ango enflasyon ne ji berfirehbûna rasterast a diravî, lê ji valahiyek demê di navbera lezandina daxwazê û bersiva hêdî ya dabînkirinê de derdikeve holê.
Lêbelê, pirsgirêk bi enflasyona ji ber daxwazê nasekine, lê rasterast bi xwezaya veberhênanê bi xwe re têkildar e, ji ber ku beşek ji herikîna veberhênanê ya çaverêkirî dibe ku di demek kurt de veguhere daxwaza xerîdaran an çalakiyên zivirîna bilez, li şûna ku veguhere kapasîteya hilberînê ya domdar, ku valahiya di navbera daxwaz û peydakirinê de kûrtir dike û fişarên enflasyonê zêde dike.
Lê rîskên girêdayî kêmasiyên budceyê, ne tenê girêdayî vê kanala nerasterast e, lê belê digihêje çawaniya fînasekirina wê di çarçoveya aboriyekê de ku bijarteyên wê yên fînansekirinê, sînordar in. Di demekê de ku budce piştrast dike ku divê kêmasî neyên fînansekirin, ev pabendbûn heger texmînên dahat an veberhênanê neyên bicîhanîn qels dimîne. Di aboriyeke piştî şer de ku bazarên deynê navxweyî teng in û gihaştina fînansekirina derveyî sînordar e, fînansekirina diravî dibe vebijarkeke ne diyar, her çendî neragihandî be jî.
Rîsk li vir ne tenê di bikaranîna rasterast a çapkirina pereyan de ye, lê di heman demê de di xwezaya balkêş a vê vebijarkê de ye dema ku darayiya giştî bi fişarên yekser re rû bi rû dimînin û di astengiyên sazûmanî yên qels de ku dibe ku karanîna wê asteng bibin. Wekî din, berfirehbûna darayî ya girîng di hawîrdoreke bankayî ya nazik de dikare bibe berfirehbûna nerasterast a diravî bi rêya kanalên bankayî, fişarê li ser rêjeya danûstandinê bike û enflasyonê zêde bike.
Di vê çarçoveyê de, rêjeya danûstandinê kanala herî hestyar e ji bo veguhestina van nehevsengiyan. Her berfirehbûna diravî ya rasterast an nerasterast a ku bi fînansmana kêmasiyê ve girêdayî ye dikare bi lez bibe zext li ser dirav, nehevsengiya darayî veguherîne enflasyona hawirdekirî û bandora rastîn a xercên giştî li ser hêza kirînê, têk bibe.
Ji ber vê yekê, têkiliya di navbera kêmasiyê û aramiya diravî de di vê rewşê de ne bi niyetên diyarkirî ve tê rêvebirin, lê belê bi şiyana pergala darayî û sazûmanî ya li hember daketina ber bi fînansmana enflasyonê ve tê rêvebirin, çi rasterast bi rêya derxistina diravî be, çi jî nerasterast bi rêya berfirehkirina krediyê ya bi xercên giştî ve girêdayî be.
Di vê wateyê de, dijwariya diravî ji hêmanên din ên budceyê cuda nîne, lê belê hevgirtina dahatên qels, xwezaya xercê û şêweya mezinbûna pêşbînkirî dinimîne, ku dibe sedema ku her nehevsengiyek di yek ji van pêkhateyan de bi lez li ser aramiya diravî derkeve holê.
Astengiyên aboriya giştî û mantiqê mezinbûna tê pêşbînîkirin
Em li vir derbasî astengiyên aboriya giştî dibin. Budce mezinbûna aborî ya rastîn di navbera 8% û 10% de pêşbînî dike û di hin rewşan de jî pêşniyar dike ku dibe ku ji 10% derbas bibe. Ev mezinbûn bi çend faktoran ve girêdayî ye: Bidawîbûna astengiyên avahîsaziyê, baştirkirina rêveberiya aborî, vegera zeviyên petrol û gazê, vegera penaberên sûriyayî, zêdebûna lêçûnên li ser xizmetguzariyan, baştirkirina binesaziya enerjiyê, zêdebûna veberhênanê di avakirin, veguhastin, enerjî û geştiyariyê de û baştirkirina şandina pereyan ji derveyî welêt. Di prensîbê de, ji bo aboriyên ku ji kêmbûna aborî derdikevin ne ne gengaz e ku rêjeyên mezinbûnê yên bilind bi dest bixin. Lêbelê, analîza aboriya giştî ne tenê pirs dike ka mezinbûn ji hêla matematîkî ve gengaz e; ew di heman demê de dipirse: Pêdiviyên vê mezinbûnê çi ne? Budce dikare wan fînanse bike? Herwiha gelo aborî dikare wan wergire?
Eger em GDPya texmînkirî ya 33.7 milyar dolarî bigirin dest, rêjeya mezinbûnê ya %10 tê wê wateyê ku di salekê de bi qasî 3.3 milyar dolarî hilberîn zêde bibe. Bikaranîna rêjeya sermaye ber hilberînê (ICOR) di nav rêza wê ya bi gelemperî ji bo aboriyên pêşkeftî û veguhêz de – di navbera 3 û 8 de – ji bo bidestxistina mezinbûneke bi vî rengî dê veberhênanên bi qasî 9 milyar dolar û 24 milyar dolarî hewce bike, bi navînî bi qasî 17 milyar dolarî. Ev ne tenê hesabkirinek e, lê amûrek e ji bo eşkerekirina tengezariya navxweyî ya di nav budceyê de: Lêçûnên veberhênanê yên hikûmetê ji nêzîkî 27% ji 10.516 milyar dolarî, an jî tenê bi qasî 2.8 milyar dolarî derbas nabin. Ev tê vê wateyê ku piraniya veberhênana ku ji bo bidestxistina mezinbûna armanckirî hewce ye divê ji sektora taybet an ji derveyî welêt were. Bi gotineke din, budce mezinbûnê ji hundir ve çênake; berevajî vê, ew texmîn dike ku aborî û jîngeha siyasî û darayî dê wê li dora wê çêbike.
Lêbelê, ev analîz bi awayekî neyekser texmîn dike ku mezinbûna pêşbînîkirî ji hêla veberhênanên nû ve tê ajotin, lê beşek girîng a mezinbûnê di aboriyên piştî şer de dibe ku ji tiştê ku wekî mezinbûna vegerê tê zanîn – jinûveaktîvkirina kapasîteyên hilberînê yên bêkar ji ber başbûna şert û mercên ewlehiyê û jinûvedestpêkirina çalakiya aborî – derkeve holê. Di vê rewşê de, hin mezinbûn dikare bêyî herikîna veberhênanê ya girîng çêbibe, ev tê vê wateyê ku mezinbûna demkurt dibe ku başbûnek avahîsaziyê di kapasîteya hilberînê de nîşan nede.
Herwiha ev cureyê mezinbûnê bi xwezaya xwe demkî ye, ji ber ku piştî ku kapasîteyên bêkar xilas dibin, ew kêm dibe. Ev yek hingê astengiya rastîn eşkere dike: Pêwîstiya veberhênanên hilberîner ên nû. Ev dikare valahiyekê di navbera mezinbûna gihaştî û mezinbûna domdar de eşkere bike.
Li vir, ev hîpotez rasterast bi tiştê ku berê di derbarê astengiyên sazûmanî de hatibû nîqaşkirin re têkildar e. Heman jîngeh ku di berfirehkirina bingeha bacê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne, dibe ku şiyana aboriyê ya kişandina veberhênanên hilberîner ên mezin jî sînordar bike. Ev yek vê senaryoyê bi başkirinên sazûmanî yên hevdem di gelek astan de ve girêdide.
Herwiha, hebûna pêkhateyeke paşverû di mezinbûnê de dikare pêşbîniyên dahata demkurt zêde bike, ji ber ku mezinbûna bi destxistî dikare wekî berlgeyeke berfirehbûna domdar a bingeha aborî were şîrovekirin, lê di rastiyê de ew dikare bi awayekî beşî başbûnekê ji çalakiya berê re nîşan bide. Ev rîska ku dahat di dema navîn de neyên bidestxistin, zêde dike.
Li vir, pirsgirêk hîn bêtir eşkere dibe: Budce ne tenê geşbîn e, lê di heman demê de li ser texmîneke derveyî ya navendî jî hatiye avakirin. Ew texmîn dike ku herikînên mezin ên veberhênana taybet, navxweyî û biyanî dê zû bikevin aboriyê, ku ew ê biçin sektorên ku têra xwe hilberîner in ku bi lez hilberîna rastîn zêde bikin û ku hawîrdora sazî û ewlehiyê dê destûrê bide vê yekê. Ev texmînek pir xurt e. Di aboriyên piştî şer de, tenê rakirina qedexeyan an ragihandina vekirîbûnê têrê nake ku veberhênana kûr û hilberîner bikişîne. Sermaya bilez, milkên nekêşbar, çalakiyên bazirganî û xizmetê yên bi zivirîna kurt pir caran pêşî dikevin, lê veberhênana hilberîner a demdirêj pêwîstiya wê bi asteke pir bilindtir a teqeziya qanûnî, sazî û siyasî heye.
Ji ber vê yekê, pirsgirêk ne tenê bi mezinahiya veberhênanê ya çaverêkirî ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi xwezaya wê ve jî girêdayî ye: Herikîna veberhênanê di hawîrdorên wiha de dibe ku ber bi sektorên rantîer an jî nîvrantîer ve meyla bike, ku vegera bilez çêdikin lê bingeheke hilberînê ya domdar ava nakin, ev tê vê wateyê ku beşek ji mezinbûna bidestxistî dibe ku şêweyî yan demkurd be, ne mezinbûna hilberînê ya kûr be.
Lê bi texmîna ku ev herikîn pêk werin jî, em rastî sînordariyeke jêrîn tên: Kapasîteya hewandinê. Aboriyeke 33.7 milyar dolarî bi gelemperî nikare veberhênanan di tu astê an leza de bêyî astengiyan bikişîne. Ger em texmîna ku me nîqaş kir bi kar bînin, ku dibêje kapasîteya hewandinê ya herî zêde ya aboriyeke piştî şer dibe ku di rewşa herî baş de ji dora 50% ji GDPyê derbas nebe – texmînek ku bi faktorên wekî karîgeriya sazûmanî, amadebûna binesaziyê, nermbûna bazara kar û şiyana sazûmana rêveberiyê ya pêkanîna projeyan ve girêdayî ye, ku hemî bi gelemperî di aboriyên piştî şer de sînordar in û bi texmînên di edebiyata de li ser aboriyên veguhêz re li hev dike – wê hingê aboriya Sûriyayê dibe ku bikaribe bi qasî 15-17 milyar dolar bihewîne. Ev hejmar, wekî ku diyar e, pir nêzîkî veberhênana navînî ya ku ji bo bidestxistina mezinbûna 10% hewce ye.
Lêbelê, ev hevgirtina xuyayî, pileyeke bilind a lawaziyê vedişêre, ji ber ku ew nîşan dide ku aborî bi kapasîteya nêzîkî herî zêde dixebite û rê li ber şaştiyê teng dike.
Ev marj hîn tengtir dibe dema ku em bihizirin ku hin mezinbûn dibe ku xwezaya wan paşverû be, ev tê vê wateyê ku pêkhateya veberhênana rastîn a mezinbûnê dibe ku ji hejmarên giştî kêmtir be, bi vî rengî hestyariya aboriyê ji her hêdîbûna herikîna veberhênanên nû re zêde dike.
Ev tê wê wateyê ku budce senaryoya xwe ya geşbîn li ser wê texmînê ava dike ku aborî dê bi kapasîteya xwe ya herî zêde bixebite. Ev yek rêya şaştiyê teng dike. Heger veberhênan kêm bibin, mezinbûn dê kêm bibe û berhevkirina dahatê dê asteng bibe. Ger veberhênan ji kapasîteya aboriyê derbas bibin, zêdebûn dê bibe sedema enflasyonê, bilindbûna bihayên mal û milk, tengavî û dabeşkirina şaş.
Li gorî xalên ku di beşa diravî de hatine destnîşankirin de, ev senaryo ne tenê ji bo mezinbûnê, lê di heman demê de ji bo aramiya diravî jî rîskan diafirîne. Herikîna veberhênanê ya nehevseng dikare bibe sedema fişarên daxwazê yên zêde li şûna peydakirinê, bi vî rengî nehevsengiya di navbera herduyan de girantir dibe.
Ji perspektîfeke aboriya giştî ve, ev xala herî girîng e di nirxandina budceyê de: Rîsk ne tenê di qaseya kêmasiyê de ye, ne jî tenê di geşbîniya li dora mezinbûnê de ye, lê di heman demê de di wê rastiyê de ye ku têkiliya di navbera mezinbûna pêwîst, veberhênana pêwîst û kapasîteya hewandina berdest de heya asta herî dawî ye. Bi gotineke din, em bi tiştekî ku dikare wekî hevkêşeya serkeftina bêkêmasî were binavkirin re rû bi rû ne: Divê veberhênanên mezin werin kirin, lê ne ku ji kapasîteya hewandona aboriyê derbas bibin; divê ew ber bi sektorên hilberîner ve werin rêvekirin, ne spekulasyon; divê ew bi lez veguherin mezinbûna rastîn, ne tenê zêdebûna bihayê; û divê ew dahatên çêtir çêbikin berî ku kêmasî fişarê li ser hevsengiyan bike. Ev hevkêşe bi teorîkî pêkan e, lê di pratîkê de pir kêm e.
Aboriya siyasî ya sazûmanî: Bazar, kirê û dewlet
Tam li vir, nirxandinên aboriya siyasî ya sazûmanî li hev dicivin. Budce nikare tenê wekî hejmarên giştî were xwendin, lê wekî belgeyek ku hewl dide têkiliya di navbera dewlet, sektora taybet û civakê de ji nû ve ava bike. Ew sektora taybet wekî “hevkarek sereke” di pêşkeftinê de pêşkêş dike, tekez li ser teşwîqkirina veberhênanê, berfirehkirina derfetên veberhênanê, başkirina jîngeha karsaziyê, çareserkirina deynên neperformans, xurtkirina rola ragihandinê, veguherîna dîjîtal, û binesaziyê û tewra kêmkirina dorpêçkirina sektora giştî ji sektora taybet dike. Ji hêla teorîkî ve, ev guhertinek girîng e û tewra dikare wekî yek ji hêzên budceyê were hesibandin, ji ber ku ew bi awayekî nepenî qebûl dike ku dewlet bi tena serê xwe nikare jinûveavakirinê fînanse bike û mezinbûnê çêbike.
Lê di aboriya siyasî de, nabe bi formeke tecrîdî behsa “sektora taybet” bê kirin. Pirsa girîng ne ev e: Gelo sektora taybet dê were hêzdarkirin? Belê: Kîjan sektora taybet? Sektora taybet a hilberîner, rikberî û demdirêj ku di hilberîn, karûbarên hinardekirinê û binesaziyê de beşdar e? An jî sektorek taybet a dahatane, nêzîkî hêza serdest, ku îmtiyaz, mal, peyman û derfetên milkên nekêşbar digire dest? Di aboriyên veguhêz de, nemaze yên ku ji şer derdikevin, ev cudahî girîng e. “Hêzdarkirina sektora taybet” bi rastî dikare were wateya avakirina aboriyeke bazara hilberîner, lê di heman demê de dikare were wateya vegerandina kirêyê di formek nû de.
Di vê wateyê de, tiştê ku berê di derbarê avahiya dahatan û xwezaya veberhênana hêvîkirî de hatibû nîqaşkirin li vir dirêjkirina xwe dibîne. Şêweya dahatan ji forma aboriyê bixwe nayê veqetandin û şêwaza veberhênanê ji avahiya sazûmanî ya ku rê dide ber wê, nayê veqetandin. Aboriyeke ku bi awayekî beşî xwe dispêre dahatên nebacê yên bi eslê xwe ne diyar û pêşbînî dike ku herikîna veberhênanê ya bilez biçe, meyla wê heye ku ber bi şêweyên lêgerîna kirê ve biçe, bêyî ku vê yekê ragihîne jî.
Yek ji nezelaliyên saziyî yên herî girîng di budceyê de ev e ku her çend ew hevkariyên bi sektora taybet re wekî çareseriyekê pêşkêş dike jî, ew bi têra xwe avahiyên saziyî yên ku dê rê li ber veguhertina van hevkariyan bo hevpeymaniyeke nû ya kirê (rantîer) di navbera dewlet û sermayeyê de bigirin, ji holê radike.
Ev tê vê wateyê ku pirsa navendî ne tenê li ser mezinahiya rola sektora taybet e, lê di heman demê de li ser cewhera têkiliya ku dê di navbera wê û dewletê de derkeve holê ye: Gelo ew ê têkiliyek pêşbazî û hilberînê be, an jî têkiliyeke îmtiyaz û jinûvedabeşkirina çavkaniyan be?

Ev yek ji bo aliyê civakî yê budceyê jî derbasdar. Ew bi zelalî niyeta xwe ya baştirkirina mûçeyan, şerê li dijî xizaniyê, berfirehkirina parastina civakî, baştirkirina tenduristî û perwerdeyê, destpêkirina plana “Sûriyaya bê kamp”, pêşxistina deverên bandordar û herêma Cezîrê ya Sûriyayî û jinûveavakirina binesaziya xizmetguzariyê diyar dike. Ji perspektîfeke siyasî û civakî ve, ev girîng û erênî ye, heta ji bo ji nû ve avakirina rewatiyê jî girîng e. Lêbelê, ji perspektîfeke aboriya giştî ve, divê cudahî di navbera ragihandina armanceke civakî û şiyana rastîn a bidestxistina wê de were kirin. Zêdebûna mûçeyan di hawîrdoreke veguhêz de dibe ku başbûneke rastîn binimîne ger bi aramiya bihayê û zêdebûna hilberînê re be, lê ew dikarin bibin tezmînata tenê ya sembolîk ger ji hêla enflasyonê ve werin hilweşandin. Planên kêmkirina xizaniyê ne tenê veqetandinên giştî, lê daneyan, çareseriyên armanckirî û mekanîzmayên pêkanînê hewce dikin. Herwiha jiholêrakirina kampan pêwîstiya wê ne tenê rêwerzên siyasî heye, lê belê bi kapasîteyeke mezin a bajarî, darayî û sazûmanî heye.
Herwiha, bandora van siyasetên civakî rasterast bi tiştên ku berê di asta diravî de hatine analîzkirin ve girêdayî ye. Her têkçûna aramiya bihayê an rêjeya danûstandinê dikare beşek girîng ji bandora wan a rastîn têk bibe û serkeftina wan bi aramiya giştî ve girêdide, ku budce bi tevahî nikare garantî bike.
Ji ber vê yekê, her çend budce vîzyonek civakî ya zelal nîşan dide jî, di warê mekanîzmayên bicîhanînê yên pêwîst de ji bo wergerandina vê vîzyonê bo encamên pîvandî pir qelstir dimîne.
Li vir bingeha pirsgirêka sazûmanî ye. Budce bi xwe qebûl dike ku derengketina reforman û avakirina kapasîteyê di nav saziyan de dibe ku encaman paş bixe. Ew herwiha rîskên jeopolîtîk, rîskên enflasyonê û faktorên derveyî yên ku dikarin lêçûnan zêde bikin an jî hin projeyan dereng bixin nas dike. Ev mukurhatineke girîng e.
Lê ev mukurhatin rê li ber encamek kûrtir vedike: Valahiya bingehîn ne tenê valahiya çavkaniyan e, lê valahiya kapasîteya pêkanînê ye. Pîvana xercên plansazkirî pêwîstiya wan bi amûreke rêveberî û saziyî heye ku bikaribe peyman binivîse, bi cih bîne, çavdêrî bike û binirxîne. Ev şert û mercên ku bi gelemperî di qonaxên destpêkê yên başbûnê de bi tevahî nayên bicîhanîn.
Di vê rewşê de, rîsk ne tenê di têkçûna bidestxistina armancan de ye, lê di heman demê de di berfirehbûna darayî de jî dibe çavkaniya nehevsengiyên nû, çi bi rêya dabeşkirina şaş a çavkaniyan, xurtkirina torên desthilatê, an jî kanalîzekirina veberhênanê ber bi sektorên bi vegera siyasî ya bilez ve be ne ku vegera aborî ya domdar.
Li welatên ku ji şer derdikevin, pirsgirêka girîng pir caran ne di formulekirina rêrînekê de ye, lê di kapasîteya dewletê ya peyman, peydakirin, çavdêrîkirin, kontrolkirin, hevrêzkirin, bihakirin û veberhênana rasterast de ye. Çiqas pîvana veberhênan û xercên berfireh di nav hawîrdorek saziyî ya nazik de mezintir be, ewqas rîska veguherîna ji “berfirehbûna gaşepêdanî” bo “berfirehbûna nepêkan” an “berfirehbûna xwedî bandoreke qels” mezintir dibe.
Ji ber vê yekê, ev beş ne tenê analîza berê berfireh dike, lê di heman demê de ravekirinekê jî ji bo wê peyda dike: Gelek ji rîskên ku di dahatan, di hevsengiya diravî û di mentiqa mezinbûnê de derketine holê, kokên xwe di vê avahiya sazûmanî de dibînin, ku wê dike xala sereke ya rastîn ji bo nirxandina budceyê.
Encam
Bi van hemû tiştên jorîn, wêneya budçeyê zelaltir dibe. Ji aliyekî ve, ew xwedî avantajên rastîn e ku nayên paşguhkirin. Ew vîzyoneke zelal ji bo jinûveavakirinê pêşkêş dike, girîngiya sektora taybet qebûl dike, rêjeyeke veberhênanê ya girîng vediqetîne, girîngiyê dide aliyê civakî, hişmendiya hin rîskên aboriya giştî nîşan dide û ji hêla xîtabî ve, hewl dide ku berfirehbûna darayî bi parastina aramiya diravî ve girêbide. Ev hemû wê ji budceyên fermî an girtî yên ku tenê li ser hesabê teng disekinin tercîh dike.
Ji aliyê din ve, ew xwedî qelsiyên avahîsaziyê yên zelal e: Nakokiya di navbera zimanê hişyariya darayî û pratîka berfirehbûnê de; girêdana bi çavkaniyên dahatê re ku pêşbîniya başbûna sazûmanî ya bilez dikin, di nav de gihaştina asteke ku heta astekê bilind e ya dahatên bacê li gorî rastiya aboriyek piştî pevçûnê; geşbîniya zêde di derbarê mezinbûn û veberhênanê de; nebûna hûrguliyan di hin tiştên dahatê de, nemaze vegera li ser veberhênanên dewletê; para mezin a lêçûnên ewlehiyê; û girêdana nepenî bi hêzên bazarê û fînansmana derveyî re ji bo pira di navbera armanc û fînansmana hikûmetê de.
Lêbelê, rîsk ne piçûk in lê navendî ne. Pêşîn, veberhênanên taybet û biyanî dibe ku bi qaseya yan leza çaverêkirî pêk neyên, ku bibe sedema mezinbûna kêmtir, dahatên kêmkirî û kêmasiyek mezintir. A duyem, heger veberhênan pêk werin, ew dikarin ber bi sektorên kirêgiriyê an milkên nekêşbar ve werin kanalîzekirin ku mezinbûna hilberîner a têr çênakin. A sêyem, sînorkirinên kapasîteya hewandinê dikarin herikînên mezin veguherînin enflasyonê, bihayên sermayeyê yên bilind û astengiyên pêkanînê. A çarem, berfirehbûna daxwazê, ku ji hêla xerc, şandinên drav û vegera niştecihan ve tê birêvebirin, dikare ji başbûna peydakirinê zûtir be, zextê li ser bihayan û rêjeya danûstandinê bike, tewra bêyî fînansekirina rasterast a diravî ya kêmasiyê jî. A pêncem, kapasîteya sazûmanî ya qels, di nav de kapasîteya darayî, dikare beşek girîng a lêçûnên veberhênanê û bernameyên civakî ji ya ku belge texmîn dike pir kêmtir bandor bike.
Dema ku ev rîsk hevdemî têkiliya di navbera dahat, fînansekirin, şêwazên veberhênanê û avahiya sazûmanî de bêne nirxandin, ew wekî rîskên serbixwe xuya nakin, lê belê wekî derbirînên cuda yên sînordariyek hevpar xuya dikin: Kapasîteya sazûmanî ya sînorkirî ji bo veguherandina berfirehbûna darayî bo mezinbûna domdar bêyî çêkirina nehevsengiyên giştî.
Encama ku ji vê analîzê hatiye derxistin ne ew e ku budce “xirab” an “ne gengaz” e û ne jî dilrehetker an muhafezekar e. A rast, ew budçeyeke veguhêz a pir azwer e ku xwedan rêyeke ewlehiyê ya teng e. Hêza wê ya sereke di rêça wê ya zelal de ye: Jinûveavakirina dewletê, ji nûvedestpêkirina aboriyê, bihêzkirina sektora taybet û berfirehkirina hebûna civakî ya dewletê. Lawaziya wê ya sereke di girêdana wê bi rêzek dirêj a şertên hevdem ji bo serkeftina wê de ye: Aramiya ewlehiyê, başkirina sazûmanî, herikîna veberhênanê, baştirkirina karîgeriya enerjiyê, mezinbûna bilez, zêdebûnek rastîn a kapasîteya bacê ya dewletê, aramiya diravî û vegerandina baweriyê. Di aboriyê de, her ku bêtir şert divê di heman demê de werin bicîhanîn, senaryoya bingehîn ew qas kêmtir pêbawer dibe.
Bi vê wateyê, dijwarîya rastîn a ku ji hêla vê budçeyê ve hatî eşkerekirin ne tenê di bidestxistina van mercan de ye, lê di bidestxistina wan de di heman demê de ye, ku ew nêzîktirî hevkêşeke xwedî hevsengiyeke hûrbîn e, ji ber ku her nehevsengiyek di her yek ji hêmanên wê de dikare bibe sedema veguhestina bilez a nehevsengiyan li seranserê mayî ya aboriyê.
Ji ber vê yekê, nirxandineke bêalî ya vê budceyê divê bi zelalî diyar bike ku ew ne budceyek domdariyê ye bi wateya hişk, lê belê qumarek e. Qumarek e ku dewlet dikare darayîya xwe berfireh bike bêyî ku kontrola diravî winda ji dest bide; ku aborî dikare bi lez mezin bibe bêyî ku bi sînorkirinên xwe yên hewandinê re rû bi rû bimîne; ku sektora taybet û veberhênana biyanî dê bibin hêzên hilberîner ne tenê vezîvirandina kirêyê; ku saziyên dewletê, tevî amûrên wê yên bacê, dikarin fonên veqetandî veguherînin encamên berbiçav. Ev ne qumarên ne gengaz in, lê pir mezin in.
Heger ev merc neyên bicîhanîn, dibe ku budce ji amûreke jinûveavakirinê veguhere çavkaniyeke nû ya nehevsengiyê, ne ji ber armancên wê, lê ji ber valahiya di navbera armancên wê û kapasîteya saziyî ya pêkanîna wan de.
Ji ber vê sedemê bi taybet, tiştê ku sala 2026an dê eşkere bike ne tenê rastbûna pêşbîniyên darayî ye, lê di heman demê de asta ku dewleta nû ya Sûriyayê dikare girêka klasîk a her aboriya piştî şer çareser bike ye: Çawa xwe berfireh bike bêyî ku aboriya giştî nehevseng bike, çawa bazarê azad bike bêyî ku kirêtiyê ji nû ve çêke, çawa kapasîteya bacê ya rastîn ava bike û çawa başbûnê ragihîne berî ku amûrên wê yên saziyî bi tevahî gihaştî bin.







