Yekîneya Lêkolînên Îranî
Pêşgotin
Diyar e ku yek ji pirsên ku zêde nayê kirin di plana şerê amerîkayî-îsraîlî li Îranê de (ji 28ê sibata 2026an ev şer hate destpêkirin), girêdayî sedema ku qadên kurdên îranî nebû eniyeke şerekî bejahî yê çalak li Rojhilatê Kurdistanê (Herêmên kurdên Îranê yên rojavayî Îranê di wêjeya siyasî ya kurdan de, navê wê Rojhilatê Kurdistanê ye). Tevî ku rêxistinên kurdî yên çekdar hene û erdîngariya sînor ya bi Başûrê Kurdistanê re derfeta şerekî bejahî yê baş dide.
Nirxandina leşkerî ya yekser dibe ku bersiveke têrker nede. Rast e, ku gefên Îranê yên yekser li dij Başûrê Kurdistanê hene û hişyarî da rayedarên Başûr li ser çi operasyoneke leşkerî ji aliyê partiyên kurdî yên ku piraniya wan li ser axa Başûrê Kurdistanê dimînin, li dij Îranê pêk were. Herwiha, rast e ku hişyarên Tirkiyayê yên pêşwext li dij PJAKê hene li ser destwerdana bejahî di Îranê de. Lê ev hemû têrê nakin ku bibe sedem çima partiyên kurdan daxwaza yekser ji serokê Amerîkayê Trump derbarê beşdarbûna di operasyonên bejahî de red kirin, tevî ku navê kurdan li Îranê jî di dezgehên çapemiya cîhanî de bû rojeva sereke û nûçeyên ne rast li ser destpêkirina êrîşeke bejahî ji aliyê kurdan ve di rojên destpêkê yên şer de, belav kirin.
Mijar heta asteke mezin girêdayî asta baweriya siyasî ya partiyên kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi aliyê ku diviyabû serpereştiya operasyona bejahî bike ango Amerîkayê, tuneye. Di vê çarçoveyê de, hîpotezeke girîng eşkere dibe: Tecrubeya ku bi kurdan re li Sûriyayê di sala borî de çêbûye, ya di bin rêveberiya nûnerê amerîkayî Tom Barrack de, veguherî faktorekî ne baweriyê ji bo kurdan û vê yekê jî hişt ku kurd li Îranê zêdetir hişyar bin û bê garantiyên siyasî yên pêşwext, ne amade ne bikevin nava operasyoneke bejahî.
Hîpoteza sereke
Ev hîpotez ew e ku kurdên Îranê li şerê heyî yê li dij Tehranê ne tenê bi çavê lawazkirina rêjîma Îranê dinirxînin, lê belê nêzikatiyên Washigtonê di piratîkê de ji bo kurdên li Sûriya û Iraqê di salên borî de jî, dinirxînin. Di vê çarçoveyê de, li Başûrê Kurdistanê Washington destek neda referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ku di payîza 2017an de çêbûye û tu karûxebat nekir ji bo rawestandina êrîşên milîsên Heşd El-Şeibî yê li dij Herêma Kurdistanê. Di heman demê de, ji dema ku Tom Barrack bû nûnerê taybet ê Sûriyayê di gulana 2025an de, êdî siyaseta Amerîkayê bû alîgirê desthilatdariya Şamê û di vê çarçoveyê de siyaseta wê ya pêşîn ew bû ku “ji nû ve dewleta Sûriyayê bike yek “û entegrasyona”HSDyê” di desthilatdariya navendî ya nû li Şamê de, pêk bîne. Tom Barrack jî rêzedaxuyanî derbarê kêmasî û şaştiyên xwerêveberin û xweseriyê li dewletan. Di encama van daxuyaniyan de, desthilatdariya Şamê ya navendî û netewperestî, ev daxuyanî wekî rewabûna qirkkirina nû di hundirê Sûriyayê de, nirxandin. Di heman demê de, heta milîsên Heşd El-Şeibî jî piştî van daxuyaniyan êdî gûman bi tecrubeya Herêma Kurdistanê ya Iraqê kirin, bi rêya piştgiriya daxuyaniya Tom Barrack ya sosret ku got federalî li Iraqê bi bin ket. Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî tu siyasetmedarên Iraqê yên dijberî Herêma Kurdistanê, di dirêjahiya salên borî de piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên, cesaret nekirin bêjin.
Yekem: Tom Barrack çi di dosyaya Sûriyayê de kir?
Dema ku Tom Barrack kete nava dosyaya Sûriyayê de, bi xwe re dîtineke eşkere ji bo dewleta ku Washongton li Sûriyayê piştî El-Esed dixwaze, anî: Dewleteke navendî bi yek lêveger, yek artêş û çarçoveyeke xwecihî ya sînordar. Ev meyl, hêdî hêdî bi van gavan eşkere bû: Fişara ji bo betalkirina “HSD”yê yan jî entegrasyona HSDyê di nava saziyên dewleta Sûriyayê de ya di bin meylên îdeolojî ku jiyan bi wan re nabe. Barrack ev hizir bi erêkirina rêveberiya Trump pêşkêş kir, wekî bergiriyekê ku di siberojê de bihêle vekişandineke giştî ya amerîkayî ji Sûriyayê çêbibe û îşaret li peyî hev da ku Washington êdî siberojeke demdirêj ya hevkariya cuda bi Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re, nabîne.
Ev nêzikatiya Amerîkayê hîna zêdetir metirsîdar bû, dema ku bi rêya Tom Barrack erêkirin li ser bi hezaran ji endamên biyanî yên berê da ku bikevin nava artêşa Sûriyayê ya nû bi şertê “zelalbûnê”, tevî ku gelek ji wan jî beşdarî hêzên tundraw yên cîhadîst bûbûn. Balkêş e, ku ev doz beriya niha, yek ji girêk û pirsgirêkên nêzikatiya rojava bi Şamê re bû.
Nirxandina kurdan: Washington “ku Barrack nûnertiya wê dike” zêdetir nerm bû di mijara tevlîbûna endamên “Heyet Tehrîr El-Şam” û rêxistina El-Qaîdeyê de, lê di heman demê de bi israr bû û fişar kir ji bo kurd dev ji formula xwe ya siyasî û leşkerî ya taybet berdin, ji bo berjewendiyên nêrîna cîhadîst, ya ku îdîa dike dev ji cîhadîstê berda ye, lê hemû alavên cîhadîst di şerên navxweyî de, bi kar tîne.
Hewldanên ji bo bicihanîna modelên rêveberiya nenavendî li herêmê, tevî sozên ku ew ji bo civakên ku ji ber salên dîktatorî û şer westiyane didin, bê guman dê tevlihev, nehevgirtî û meyldarê paşketin û lîstokên derveyî bin.
Dema ku Tom Barrack got “federalî” li Sûriya û Iraqê bi ser nakeve, careke din rêbazê hizira navendî ya beriya sedsalî piştrast dikir, ew rêbazê ku nikarîbû aşitî an jî aramî an jî edaletê ji bo herêmê bîne. Di naveroja daxuyaniya xwe de ku Tom Barrack HSD rexne kir bi bihaneya sistbûna di mijara danûstandina bi rêjîma nû ya li Şamê, da nîşan dan ku rêveberiya nenavendî li pêşiya çareserkirina şeran, dibe asteng. Yekser jî desthilatdariya navendî ya nû li Şamê jî, ji naveroja vê daxuyaniyê wekî erêkirin standin û êrîşeke hovane li dij durziyan li Siwêdayê dest pê kir û gef li kurdan dixwar ku ew dê ji wan re bibin armanca bê.
Di nirxandineke berê ya di Navenda Kurdî ya Lêkolînan de, ne federalî hişt ku aramiya Iraqê xerab bibe wekî Barrack îdîa dike, lê belê êrîşa li dij nimûneya federaliyê ev yek hişt terorîst li ser axa Iraqê kom bibin û Iraq xerab bibe. Îdeolojiya cîhadîst nikarîbû ku rêveberiya Iraqê bike, lê bingeha xerabbûna binesaziya welat çêkir, gihaşt astekê ku yên serkeftî ew bi xwe bûne alavên xerabî û gendeliyê. Di encamê de, ne ku federalî bêkêr e, lê êrîşa li dij federaliyê tecrubeya Iraqê têk bir, ya ku heta niha jî ji derdora xwe baştir e ji hêla desthilatên aliyan û navendê.
Dewletên navendî li Rojhilata Navîn yekîtî û aramî çênekirin. Lê belê, parçekirin ava kir, di desthilatdariyê de valahî afirand û şerên tund meşandin û bandora wê sînor derbas kirin. Herwiha, bi rêya hiştina desthilatdariyê di destê elîteyeke teng de, ev rêjîmên navendî faktorên afirandin ji bo pêleke mezin a koçberî û penaberiyê çêbibe. Di heman demê de jî, ev binesaziya otorîter hişt ku atmosfêrekî guncav ji bo tundrawî û terorê çêbibe.
Bandorên li pey hev yên van dînamîkan, xeteriyên kûr yên girêdayî ev sîstemên siyasî, eşkere dike. Lewra, texmînkirina vejandina nimûneyên navendî yên otorîter an jî berdewamkirina van sîstman, wê encamên cuda bi xwe re bîne û delîlên bi dehên salan ên vê yekê berevajî dikin, paşguh dike.
Duyem: Rastiyên li ser erdê yên ku kurdên Îranê çavdêriya wê kirin
Di 8ê çileya 2026an de, Wezarata Parastinê ya Sûriyayê agirbest li 3 taxên Helebê ragihand, piştî 3 rojên ji êrîşa tund li dij hêzên xwecihî û rêzetopbaran, şewitandin, koçberiyeke berfireh û binpêkirinên hovane.
Êdî em ne li pêşiya nîqaşa teorîk li ser navendî û nenavendiyê ne, lê belê em li pêşiya rêbazekî ku dibêje dewleta nû ya li Şamê amade ye hêzê li herêmên kurdan bi kar bîne, dema ku danûstandin, asteng bibin.
Di êrîşa li dij herêmên rojhilatê Firatê ya çileya 2026an, Washington bi awayekî eşkere operasyona sînordar ya li dij HSDyê nerazîbûn nîşan neda, lê ev operasyon wekî pêk hat ne sînordar bû, lê belê şerekî giştî li dij kurdan bû û di encamê de, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî seferberî ragihand. Ev seferberî jî ji bo hêzên Sûriyayê û taybet siyaseta Amerîkayê bû.
Piştî çend rojan, êdî rewş hîna zêdetir zelal bû. Di 21ê çileya 2026an de, Reutersê lêkolîneke belav kir, derbarê çawaniya ku Ehmed El-Şeri herêmên di bin serweriya HSDyê bi dest bixe û Washington jî li kêleka wî be. Li gorî vê lêkolînê, rayedarên sûriyayî li Parîsê daxwaza pêkanîna operasyoneke sînordar ji bo bidestxistina hin herêmên HSDyê pêşkêş kirin û ev daxwazên wan nehatin redkirin. Piştî du hefteyan ji vê yekê û bi despêkirina êrîşê re, li gorî dîplomatekî amerîkayî û çavkaniyên din, Washigtonê îşaret ji HSDyê re şandin ku ew ê êdî wekî berê destekê nede wê. Herwiha Reutersê jî li ser zimanê 3 çavkaniyan, ragihand ku Barrack ji fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re di civîna 17ê çileya 2026an de ya li Herêma Kurdistanê, got ku berjewendiyên Amerîkayê bi Ehmed El-Şeri ne, ne bi HSDyê re ne.
Ji bo kurdên Îranê jî, ev hemû têrê dikirin ku bê hêvî bin: Eger ev çarenûsa Rojavayê Kurdistanê ye, piştî salên dirêj ên şerê li kêleka Washingtonê, gelo wê çarenûsa kurdên Îranê çi be, eger ketin nava şer û pişte Washington dev ji wan berde û kurd rûbirûye dewleteke navendî ya tundrewtir bimînin.
Sêyemîn: Nimûneya Sûriyayê çawa bandor li hesabên kurdên Îranê kir?
Di 6ê adara 2026an de, rayedarên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji Associated Press re ragihandin ku ew plan nakin êrîşekê li dij Îranê bikin, lê dibe ku tevlî êrîşa bejahî bibin eger ku Amerîkayê ev êrîş dest pê kir. Lê hemû li hev kir ku divê kurd nebin serkêşê êrîşê. Ev gotin hişyariya kûr aşkere dike. Pirsgirêk ne girêdayî hebûna şervanan an jî nebûna wan e û ne jî girêdayî operasyona bi rêya çiyayên sînorî ye, lê belê pirs ew e: Piştî şer, wê kî garantiyê bide?
Ji ber vê yekê jî, mirov helwesta tund a partiyên kurdên Îranê fêm dike, an jî tiştê ku ji bo hin saziyên amerîkayî û îsraîlî wekî “şert û mercên ne pêkan” xuya dikir. Ev partiyên kurdî îhtîmala herî mezin, tecrubeya Sûriyayê xal bi xal dixwînin. Lewra, dîtin ku Washington fişarê dike da ku Rojavayê Kurdistanê entegrasyona nava dewleta navendî bibe û derî li pêşiya operasyona leşkerî ya xwedî taybetmendiya qirkirina kurdan, vekir. Di vê çarçoveyê de, daxwaza garantiyên siyasî û qanûnî yên ji ya asayî pir bilindtir dibe ferz, ji ber ku alternatîfek wiha dibe ku ji dûrketina ji şer bi tevahî xirabtir be.
Çarem: Çima ev yek bandora wê ji ya leşkerî mezintir bû
Kurdên Îranê şer ne wekî kêliyeke tektîkî ya demkurt dinirxînin, lê belê wekî deriyekî ji bo siberojê dinirxînin. Ji bo kurdan jî siberoj an jî roja din a piştî şer, ji roja şer xetertir e. Eger ku beşdarî lawazkirina Tehranê bûn, an jî eniyeke hundirîn a berfireh vekirin û tu garantiyên amerîkayî yên eşkere tune bin, derbarê şêweyê sîstema siyasî ya bê yan jî derbarê nenavendî, an njî mafên neteweyan, an jî parastina ji tolhildana desthilatdariya nû, an jî destwerdanên herêmî yên ku piştre çêbibe, dibe ku rûbirûyê kopiyeke îranî ya tundtir bên ji ya li Sûriyayê. Nimûneya Sûriyayê ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê re dîmenekî têrker nîşan da: Şerê demdirêj, hevkariya bi Washingtonê re, avakirina xwerêveberineke hevgirtî heta astekê, piştre fişara amerîkayî ji bo vegerin navendê û hêdî hêdî Amerîka parastina kurdan nake.
Pêcem: Hebûna faktorê tirkî di vê nirxandinê de
Faktorekî din heye ku kurdên Îranê zêdetir hişyar bin, ew e ku tecrubeya Sûriyayê eşkere kir ku çawa fişara amerîkayî û nerazîbûna Tirkiyayê bi hev re tê kirin. Lewra, çi tevgereke kurdî ya berfireh di hundirê Îranê de bê pabendbûna qanûnî ya amerîkayî, wê kurd ne tenê rûbirûyê Tehranê bibin, lê dibe ku hikûmetên navendî yên herêmî yên dijberî kurdan jî destwerdanê bikin û di serî de Tirkiyayê û hêzên kurd ji gelek aliyan ve, bikevin dorpêça erdîngarî.
Senaryoyên gengaz
Senaryoya yekem; ku ew jî ya herî nêz e, ew ku dudiliya kurdên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike, madem ku Washington nikare garantiyên siyasî li şûna lihevkirinên demkurt, pêşkêş bike. Di vê senaryoyê de, wî hin tevgerên sînordar an jî operasyonên sembolîk ên pêkan werin pêkanîn, lê bê ku ev yek bibe eniyeke bejahî ya berfireh.
Senaryoya duyemîn; Amerîka piştre (eger şer berdewam bike) bi rêya soz an jî lihevkirinên siyasî an jî destekdayîna yekser a zêdetir ji nû ve baweriyê çêbike. Lê serkeftina vê yekê, wê sînordar be, eger ku Amerîka rêbazê xwe bi rastî jî derbarê kurdên Sûriyayê bi xwe de neguhere. Ji ber ku nameyên neyînî yên ku ji Rojhilatê Firatê derketin, ji bo hemû kurdan cihê fikarê bûn.
Senaryoya sêyem, ya herî kêm îhtîmal, ew e ku pêşketineke dramatîk li ser erdê li Îranê dibe ku hin partiyên kurdî teşwîq bike ku li ser kaosê qumarê bikin û eniyeke fireh vekin, tevî gumanan. Lêbelê, agahiyên ku heta niha hatine weşandin nîşan nadin ku ev vebijarka wan a bijarte ye, nemaze ji ber israra wan a ku bêyî pabendbûna Amerîkayê bi şiklê qanûnek ku ji hêla Kongreyê ve hatî derxistin, nebin pêşeng, mîna Qanûna Rizgariya Iraqê ku rê li ber hilweşandina rejîma Sedam Husên di 2003yan de vekir.
Encam
Nebûna “artêşa bejahî ya kurdan” di şerê Îranê de, vedigere nebûna baweriyê bi plana Amerîkayê ya ji bo roja piştî şer.
Îhtîmala herî mezin ku yek ji sedemên sereke yên ku Washington nikarîbû kurdên Îranê veguherîne hêzeke bejahî ya çalak di şerê heyî de, ew e ku kurd baweriya xwe bi rêveberiya Amerîkayê nayînin û sedema vê yekê jî tiştê li Sûriyayê ku di sala 2025 û çileya 2026an de çêbûye. Ev ne tê wateya ku Tom Barrack ew faktorê tekane yê vê yekê ye û ne jî tê wateya ku partiyên kurdî yên îranî amade bûn bo derbasbûna şer paşê ji ber vê sedemê tev lê nebûn. Lê tê tercîhkirin ku ev yek ji girîngtirîn sedem e ku hişt kurd tev lê nebin, ku tl xuyakirin ku şerê kurdan li dij Îranê pir xeternak û destkeftiyên wê kêm in.
Siyaseta Amerîkayê ya derbarê doza kurdan li Sûriyayê, hişt ku sûdê ji hêza kurdî li Îranê nebîne, ku kurd ew tekane alî ye yên ku dikarin şer bi awayekî bejayî û rêxistinkirî ber bi hundirê Îranê ve bibin.







