• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Çîroka wêneyekî.. Darvekirina kurdan li “Keleha Beyazîdê” sala 1877an

March 28, 2026
Çîroka wêneyekî.. Darvekirina kurdan li “Keleha Beyazîdê” sala 1877an

Wêneyekî hunermendekî ku ji aliyê ِAFP ve wekî beşek ji berhevokeke sala 1900î hatiye weşandin û darvekirina bersûcên kurd piştî komkujiya garnîzona Bayezîdê, Tirkiya, nîşan dide. Neqşek ku dîroka wê ji 1877–1878an e.

Share on FacebookShare on Twitter

Hisên Cimo

Made bi erebî jî heye العربية 

Navê “Keleha Beyazîdê” di dehan stranên kurdî yên gelêrî de û piraniya çîrokên stranan derbas dibe, herî zêde jî di nava stranên nemir Cemîl Horo ku girêdayî çîrokên vegotina lehengiya mîr û begên kurdan di şerên ne zelal de, hînek ji wan tişt li ser nayê zanîn ji bilî ku cih Kelah Beyazîdê ye û di belgeyhên Osmanî de “Beyazit” wiha tê binavkirin. Tevî vê yekê jî, kokên navê Kelaha Beyazîdê (Doğu Bayazid di navlêkirina Tirkiyaya heyî de) di vegotinên folklorî de vedigere nîvê sedsala 19an, ango ji şerê El-Qirim (1853-1856) û şerê Rûsya-Osmanî yê mezin (1877-1878). Şerê Rûsya-Osmanî yê mezin di xeyala kurdî ya herî zêde destaneyî bû, ji ber ku bûyerên li Beyazîdê çêbûn, di cihekî teng de rû dan û gelek şerên tê de serkeftin û têkçûn çêbûn, li wir rû dan û navenda wê ya leşkerî li Keleha Beyazîdê bû ku ev keleh li ser rêgehek çiyayî bû ji bo parastina rêya bazirganî ya biçûk a ku ji Îranê dihat di çarçoveya guhartinên rêyên bazirganî yên di sedsala 16an de, hatibûn avakirin.

Şerê sala 1877an ji şerê El-Qirimê cuda bû di aliyê bandora xwe ya mezin li ser kurdan, tenê wan parastina beşekî mezin ji xetên parastinê li eniya rojhilat dikirin, ji destpêka sedsala 19an zêdetir dema ku helbestvanê rûs ê mezin Alexander Pushkin serdana eniyên şer yên bi kurdan re kir. Dewleta Osmanî di wî şer de hindik mabû ku bi tevahî têk biçe, rûsan li eniya rojava heta Edîrneyê dagir kiribûn û dewleta Osmanî Balkan ji dest da û rêya ber bi Istenbolê ve êdî vekirî bû, lê  Sultan Ebdulhemîdê Duyem, xwe avêt Qralîçeya Birîtaniyayê, Victoria. Di encamê de, wê şertên Peymana San Stefano ku dewleta Osmanî têk biribû sivik û alternatîf jî Peymana Berlînê bû ya zirara xwe kêmtir bû û rûxandina Dewleta Osmanî heta 35 salan taloq kir. Lê Peymana Berlînê bendek derbarê reforma “wîlayetên rojhilat” zêde kir, ji bo damezrandina dewleta ermenî bû. Yekem xuyakirina navneteweyî ya peyva “Şeş Wîlayetan” projeya ku heta roja îro bi navê “Çaksazkirina Rojhilat” heye bû, ku Komarê ji dûrxistina kurdan ji şeş wîlayetên rojhilat ji bo avakirina dewleteke ermenî veguherand tirkîkirina kurdan û wêrankirina Kurdistanê.

Bi her halî, wêneyek têkildarî şerê li Beyazîdê di ragihandina Ewropayê de di dema şer de hate belavkirin û AFP piştre di salên 1900î de, komek ji wêneyên rojhilat belav kir. Wêne cara yekemîn di çapemeniya Birîtaniyayê de hate belavkirin û ev tişt di bin wêne de hate nivîsandin:

 “Darvekirina tawanbarên kurd piştî komkujiya Beyazîdê, Tirkiya. Neqş vedigere sala 1877-1878an”.

Di wêne de, leşkerên rûs û sivîl li derdora çend kesan li ser darvekirinê ne. Ev bûyer jî di xeyala gelêrî ya gelê kurd de maye, tevî windabûna dateyên çîrokî û mayîna lehengiya Keleha Beyazîdê, lê date û çarçoveya wê winda bûne. Leşkerên rûs ku ber bi herêmê ve dihatin ji bo dagirkirinê, beriya wê jî Batûm, Qers û Erdexan dagir kiribûn û binpêkirinên komî li dij jin û keçikan pêk anî bûn, ango kurdan ev çîrok bi dev digotin û anîn roja îro, lê ev çîrok her wekî xwe ma tevî ku tiştek li ser leşkerên Rûsyayê nehate piştrastkirin. Wekî hemû şeran dema ku çîrok belav dibin, mirov nikare piştrast bike û ne hêsan e ku were redkirin jî, lê di dîroka Osmanî ya nivîsandî de, wekî ya Yilmaz Oztuna ya Dîroka Dewleta Osmanî, bûyerên çêbûne nîşan didin ku “berxwedaneke jinan a lehengî” li eniya Agiriyê çêbûye.

Dema ku agahiya lihevkirinê di navbera fermandarê Osmanî û generalê rûsî li Keleha Beyazîdê hate belavkirin, şervanên kurdan berê xwe da tolhildanê û bi teşwîq û rêxistinkirina fermandarên artêşa Osmanî de, şervanên kurd êrîşî kelehê kirin û komkujî derheqê garnîzona rûsî de pêk anîn. Di wê demê, ev bûyer li Ewropayê deng veda û bû yek ji çîrokên sereke yên ku bi rêya wê ewropayiyan kurd nas kirin!.

Di wê demê de, ji bo nûçegihanên şer tiştekî asayî bû ku çîrokên dramatîk bi hûrgilî çêbikin û îdia bikin ku bûyerên balkêş li eniyên şer dîtine. Guman e ku komkujiya garnîzona Beyazîdê yek ji van çîrokan be, ji ber ku navên efserên Osmanî yên li eniyê jî ne rast bûn. Fermandarê eniyê Muxtar Paşa bû û navê wî di çîroka komkujiya garnîzonê de nehatibû gotin.

Ev nivîsa li jêr jî çîroka rûsî ye ku rojnamevanên rojavayî di nav de jî rojnameya The Times di 11ê îlona 1877an de, belav kiriye:

Di 14ê hezîrana 1877an de, tîma Fayiq Paşa ku fermandarê firqeyea Wan a artêşa Osmanî bû û piştî ku hêzên xwe komî ser hev kirin ku beriya şer gelek zirar dîtin, ji qeraxa rojhilat a Gola Wanê, berê xwe da Beyazîdê. Fermandarê rûs jî du  tabûr li kelehê hiştin ku keleh avahiyekî kevn yê mezin bû û ji kevir hatibû çêkirin û wî fermandarî 13 mîl berê xwe da başûrrojhilatê bajarok û li dij hêzên Fayiq kete nava şerekî. Dema ku hejmara hêzên rûsî gelekî kêm bûn, di wî şerî de têk çû û vegeriya nava hundirê bajarok û keleh wekî cihekî bicihbûna leşkerên xwe bi kar anî, lê belê siwarên rûsî li dervayî kelehê man. Bi alîkariya du topavêjan, efseran hiştin ku tirk li cihekî bisekinin. Lê Fayiq dema ku Munîb Paşa tevî 2 tabûr û 3 topavêjên çiyayî rêkirin girekî ku 1200 yarde li rojhilatê kelebê bû û ew gir dagir kirin. Bi vê yekê re, tirkan êdî bi çekê serwerî li ser cihê rûsan kir.

Di 28ê hezîranê de, dema ku av li ser garnîzona rûsî hate qutkirin, fermandarê wan ala spî bilind kir û efserek rêkir ji bo danûstandina li ser şertên radestbûnê. Fayiq jî efserekî heman pileyî hilbijart û ew herdu di maleke li bajarok de hevdîtin pêk anî û “Projeya Peymanê” danîn û proje jî ji aliyê herdu fermandaran ê rûs û tirk ve hate qebûlkirin. Di wê rojê de, di saet 4 piştî nîvro de û temamkirina hemû tedbîran, Fayiq Paşa çû cihê hersê topavêjan ên li rojhilatê bajarok û hêzeke leşkerî rêkir kelehê, ji bo ku li ser rêya dervayî deriyên kelehê bi cih bibin û dîlên şer ên rûs jî ji wir derkevin û berê xwe bidin kampa ku ji wan re hatiye amadekirin.

Di dema diyarkirî de, derî hatin vekirin û garnîzon bê çek derketin. 200 leşker an jî zêdetir di nava refên leşkerên tirk re derbas bûn, lê bi awayekî ji nişkeve komeke ji kurdan (ku hejmara wan di nava hêza Fayiq de 8 hezar kes bûn) êrîş kirin û komkujiyeke hovane pêk anîn. Leşkerên tirk hewl dan ku destwerdanê bikin, lê tu bandora wan tune bûn. Efserên rûs jî bi navê şerefê bang kirin û qîriyan û gotin ew dîlê şerekî bê çek in, lê bê sûd bû. Eger ku şeytan ji dojehê derketibûne, ewqasî hovîtî nedkirin. Ên êrîşkar berê xwe dane dawiya karwanê leşkerên rûsî, da ku nehêlin rûs vegerin nava hundirê kelehê. Lê  hin leşkerên rûs li ser hesabê giyanên hevalên xwe xwe rizgar kirin û reviyan û paşê derî li xwe girtin.

Rojname bi berdewamî dibêje: Bes e ku bêjin ku kurd, piştî ku di garnîzona rûsan de ji nêçîra xwe bêpar man, ku hate gotin 236 rûs bi vî şêwazî hatin kuştin, bê astengî li pêşiya wan hebê û şûr di destê wan de, berê xwe dan nava bajar û kiryarên xwe yên kuştinê di nava xelkê sivîl de pêk anîn.  Di encamê de, misilman, xiristiyan, mêr, jin zarok û pitik hatin kuştin. Di yek ji dêran de, 200 cenaze hatin dîtin û hema bêje di hemû malan de, du cenaze yan zêdetir hatin dîtin.

Êşa rûsan, ku berî komkujiyê jî pir êş dikişandin, dema ku tîbûn – ya herî xirab ku garnîzon dikarîbû tehemûl bike- wan neçar kiribû ku teslîm bibin, niha hezar carî mezintir bû. Mirina bi rûmet a ji birçîbûnê ji mirina bi destên wan sûcdarên kujer ên ku generalekî tirk destûr dabû ku di artêşa wî de bimînin, çêtir bû, pir çêtir bû. Tevî xiyanetê ku ji hêla zilamên ji fermandariya wî ve hatibû kirin, Fayîk Paşa ji bo kiryarek ku dê tevahiya Ewropayê bitirsîne, ji bo bêrûmetiya ku bê guman dê li ser wî bikeve, ji bo mêrên wêrek ên di nav kelehê de û ji bo naskirina ala spî ya ku hîn jî li ser garnîzona rûsî difiriya, tu nîşanek poşmaniyê nîşan neda. Di şûna wê de, wî ferman da ku bombebaran berdewam bike û ew bi rastbûna agirê topxaneya xwe pesnê xwe da, bi serbilindî nîşanî wê da û pesnê xwe da ku, şev bi şev, ew çavdêriya çemê dikir ku rûs tenê dikarin jê avê bistînin û ku komên êrîşê yên ku carinan hewl didan hin dilopên hêja bibin hevalên xwe, di mîsyona xwe ya wêrek de rastî êrîşê dihatin û her şev bi windahiyan dihatin paşvexistin.

Rojnameya The Times, li gorî axaftina nûçegihanê xwe, wiha berdewam kir: Ev şerê dijwar 23 rojan dirêj kir. Di 23 rojan de, ev koma mêrxasan li ber xwe da û xwe li ber hemû tirsên dorpêçê ragirtin û xwe li ber tîbûnê jî ragirtin. Lê di roja 10ê tîrmehê de, Tergokasov destwerdan kir, ku ev destwerdana wî wê bibe yek ji xebatên leşkerî yên herî cesaret di serdemên nûjen de, ku bi 8 tabûran û 32 topavêjan û 7 focên ji siwaran, kete nava hêzên Îsmaîl Paşa ku 20 tabûrên wî hebûn û Fayiq Paşa jî 6 tabûr û 11 hezar leşkerên wî yên dispilînkirî hebûn. Di encamê de Tergokasov dorpêç li ser hevalên xwe yên dorpêçkirî rakir û tevî nexweş û birîndar, topavêj û cebilxaneya wan ji wir derxistin û berê xwe dane Fayîq Paşa û ew jî têk birin û hersê topavêjên wî desteser kirin û 800 leşkerên tirk dîl girtin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN