Yekîneya Lêkolînên Îranî
Di şerê berdewam ê li dij Îranê de, diyar dibe ku armancên Washington û Til Ebîbê cuda ne, tevî ku şerekî hevbeş cara yekemîn e li dij rejîma Îranê pêk tînin. Rêveberiya Amerîkayê radigihîne ku armancên wan ên sereke wêrankriina şiyanên avêtina moşekên balîstik û lawazkirina jinûveçêkirina moşekan, hedefgirtina hêzên deryayî û Îran çekên nuklerî bi dest nexe. Lê daxuyaniyên ku ji Amerîkayê derdikevin jî, nîşan dide ku Îsraîl zêdetir balê dikişîne li ser rêveberî û navendên biryardayînê yên Îranê û Îsraîl her dem dubare dike ku ew ê “gefên hebûnê” rabike û fişarê li ser binesaziya rejîmê berdewam bike. Bi vê yekê re jî, diyar dibe ku Amerîka herî zêde armancên wê yên leşkerî yên diyar û diyarker in, lê Îsraîl bi awayekî berfireh tevdigere ku serekên rejîmê û alavên mayîna rejîmê, hedef digire.
Cudabûna di zimanê serokê Amerîkayê Trump û serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu derbarê biryara Îsraîlê ya hedefgirtina zeviyê Pars ê îranî, beriztirîn cudabûna ji dema şer de, di nêrîna di navbera herdu lîderan de ye. Di vê çarçoveyê de, Trump red kir ku êrîş li dij wî zevî çêbibe, herwiha beriya wê jî Trump redkirina xwe ji êrîşên Îsraîlê yên li dij navendên enerjiyê li Tehranê anî ziman. Ev yek jî diyar dike ku hedefgirtina armancan ên Amerîka û Îsraîlê ne hevbeş e û li ser hev nekirine.
Di heman demê de, êrîşa Îsraîlê li dij zeviyê “Pars ê başûr” ê gaze yê Îranê, hîşt ku Îran binesaziya enerjiyê li dewletên din ên Rojhilata Navîn hedef bigire. Ji aliyekî din ve jî, êrîşên Îranê hîşt ku nirxê enerjiyê li tevahiya cîhanê zêdetir bibe ku berê jî nirxê enerjî bilind bûbû. Hevalbendên Kendavê jî ji Trump xwestin ku Netanyahu rawestîne.
Li gorî analîzekê ajansa Associated Press ku di 20ê adarê de hatiye belavkirin, encamên êrîşê hişt ku Trump û Netanyahu rastî pirsan werin ku gelo ew di rêveberina şer de tam li hev kirine? Ajans bi berdewamî dibêje ku derketina cudabûnê -an jî herî kêm ku wiha diyar dibe- di navbera herdu lîderan de (Trump û Netanyahu), dibe ku bibe sedema nelihevkirinê di navbera herduyan de û şer bi dawî bike.
Di vê çarçoveyê de, diyar dibe ku Washington armacên xwe bi wêrankirina alavên hêza leşkerî ya Îranê sînordar dike. Berpirsa Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard di civîneke li kongressê ya 18ê adarê de got serokê Amerîkayê girîngiyê dide mûşekên balistî, çêkirina wê û hêzên deryayî. Wezîrê Şer jî Pete Hegseth tekez kir ku armancên Amerîkayê yên din jî ku Îran çekên nuklerî bi dest nexe. Li beramberî wê jî daxuyaniyên Îsraîlê berovajî ne û girîngî didin armancên din. Di vê çarçoveyê de, Tulsi Gabbard got ku Îsraîl girîngiyê dide hedefgirtina rêveberên Îranê. Wezîrê Derve yê Îsraîlê jî Cedûn Sair got wê şer berdewam bike, heta ku “gefên hebûnê” wekî wî bi nav kiriye, ji holê rabin. Bi vê yekê re, diyar dibe ku cudabûna di navbera herdu aliyan de ne tenê girêdayî armancên hevbeş e, lê belê girêdayî awayê armanc û sînorê wê ye: Amerîka hedefgirtina şiyanên leşkerî yên Îranê hedef digire, lê Îsraîl berê xwe dide rêveberên Îranê û gefên berfirehtir dixwe. Mentiqê amerîkayî yê fermî: Sînordarkirina gefên leşkerî yên Îranê, ne ragihandina şerekî guhartina rejîmê wekî armanceke sereke.
Lê armaca Îsraîlê, wekî ku di daxuyaniyên Netanyahu, wezîrê Îsraîlê yê derve Cedûn Sair û bilêvkirina Gabbard xuya dike, berfirehtir e.
Di 28ê sibatê de, Netanyahu ragihand ku Îsraîl wê xebatên xwe dewam bike ji bo”afirandina şertûmercan” ji bo ku îranî bikaribin xwe ji “zordariyê” xelas bikin. Piştre di 7ê adarê de, got: “Em hewl nadin ku Îranê parçe bikin, lê belê em hewl didin ku rizgar bikin”. Di 17ê adarê de jî, Netanyahu behsa berdewamkirina fişarê li ser rejîma Îranê bi rêbazên yekser û ne yekser, kir.
Li gorî naveroka daxuyaniyan, armancên Îsraîlê ji lêdana mûşek û avahiyên wan wêdetir diçin û nîşan didin ku ew avahiya serokatiyê û şiyana siyasî ya rejîmê hedef digirin, di heman demê de derî ji bo guhertina navxweyî wekî encamek xwestî vekirî dihêlin.
Herwiha Îsraîl armancên xwe bi gotinên gelekî berfireh pênase dike wekî, jiholêrakirina “gefên hebûnê”. Wezîrê derve yê Îsraîlê Cedûn Sair got ku şer wê berdewam bike, heta ku hemû armancan pêk bîne, ji nav jî rakirina van gefan (gefên hebûnê). Reuters ragihand ku Netanyahu gotiye ew girîngî didin lawazkirina rêveberiya siyasî û leşkerî ya Îranê û bi biryara ku guhartina rêjîmê ne di garantiyê de ye û divê”Ji hundir ve çêbibe”. Bi vê yekê diyar dibe ku Îsraîlê bi awayekî fermî negotiye ku armanca yekser rûxandina rêjîmê ye, lê di aliyê siyasî û leşkerî de dixebite ji bo lawazkirina rêjîma Îranê û zemîna vê yekê çêdike. Ji ber ku eger Îsraîl guhartina rêjîmê wekî armanca xwe ya yekser ragihîne, pêkanîna wê ne garantî ye û diyar e ku nikare vê yekê pêk bîne.
Washington hewl dide ku sînorekî siyasî ji şer re bihêle, tevî ku operasyon gelek berfireh e û daxuyaniyên Trump hin caran sînorê siyasî yê şer derbas dike. Lê Îsraîl di xîtabên xwe de, diyar dibe ku bi awayekî kêm pabendî vî sînorî ye, ji ber ku pênaseya wê ji “gefên hebûnê” re berfireh e û di aliyê piratîkê de rêveber, bernameyên mûşek û nuklerî û toreya serweriya herêmî bi hev re, digire nava xwe.
Yên binketî û serkeftiyê tekane
Di analîzeke ku ajansa Reutersê di 19ê adarê de bi sernavê “Şerê bi Îranê re, helwesta Netanyahu xurt dike û zirarê dide Trump û dewletên Kendavê” belav kir û tê de dibêje:
Eger ku şerê amerîkayî-îsraîlî li dij Îranê sibê bi dawî bibe, bi rastî tenê rastiyeke zelal heye, ew jî ku serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu wê ji berê xurtir derkeve. Lê Trump jî wê xwe bibîne rûbirûyê derbeya li dij bazarên cîhanî û hevalbendên Kendavê ku bi awayekî mezintir lêçûna vî şerî dan.
Ji bo Netanyahu, analîst dibêjin ku şer nexşeya siyasî ya Îsraîlê li gorî şertên wî ji nû ve xêz kiriye, balê ji Xezayê dûr xistiye û ber bi Îranê ve biriye, ku lihevkirina neteweyî li wir xurttir e û bawernameyên wî yên ewlehî û aborî bandorek mezintir hene.
Ji bo Trump jî, berovajî vê yekê ye. Şer hişt ku bikeve dorpêçeke ku derketineke zelal jê ne diyar e û hevalbendên xwe yên ereb li Kendavê rastî metirsiyên mezin tê û bihane û sozên wî yên aborî yên ku jê re bûne alîgir ji bo bibe serok, têkçûn.
Danûstandkarekî berê yê amerîkayî di karûbarên Rojhilata Navîn de, Aaron David Miller got: “Yekî serkeftî yê zelal û yekî têkçûyî yê zelal heye. Netanyahu ew kesê sereke yê ku bi awayekî mezin, bi ser ket. Dewletên Kendavê ew yên ku herî zêde winda kirine bi awayekî mezin”.
Miller bi berdewamî anî ziman ku ji bo Trump li pêşiya wî tu rêyeke derketinê tuneye ku jêre derfetê çêbike bi ragihandina serkeftinê û vekişandinê. Ji aliyeî din ve jî, pisporê karûbarên îranî Kerîm Sicadebûr jî da zanîn ku Trump ku daxwaza radestbûna Îranî bê şert dikir, texmîn dikir ku” Delcy Rodriguezekî îranî” wekî rêbazê Venezuelayê bibîne, lê şûna wê “Kim Jong Unekî îranî dît”, ku behsa dijwarîya ku ji hêla modela Koreya Bakur ve tê çêkirin, kir.
Di nava heman analîza Reutersê de, lêkolînerekî payebilind di Enstîtuya Rojhilata Navîn de Nathan Sachs, got ku şerê li dij Îranê li Îsraîlê wekî pêwîst tê dîtin, ne wekî şerekî girîngiya xwe tune ye, ev yek jî berovajî Washington e. Sachs bi berdewamî dibêje:” Tevî ku guhartina rêrîma Îranê çênebe, lê lawazkirina Îranê û komên çekdar ên ku Îran wan birêve dibe, ji bo Netanyahu armancekî mezin in”.
Erdîngariya şer
Rayedarên îsraîlî jî dibêjin ku şerê asîmanî bi awayekî giştî hatiye dabeşkirin, ango Îsraîl girîng didbe rojava û bakurê Îranê û êrîşî navendên mûşekên balistî û cihên nukleerî dike, lê Amerîka girîng dide rojhilat û başûr, di nav de jî Tengava Hurmuz, ji bo lawazkirina şiyanên deryayî yên Îranê.
Herwiha rayedarên îsraîlî bi berdewamî dibêjin ku Îsraîlê pêşengtiya operasyona kuştina rêveberên îranî kiriye, di nav de jî Sekreterê Bilind ê Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larecanî û wezîrê îstixbaratê Îsmaîl El-Xetîb. Wezîrê parastina yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku wî û Netanyahu destûr daye artêşê ku kîjan rayedarekî îranî cihê wî diyar bikin dikarin yekser hedef bigirin, bê ku erêkirineke din bi dest bixin.
3 bijarteyên li pêşiya Trump
Tevî vê yekê jî, ev destkeftî şer ber bi dawî ve nabin. Lewra li pêşiya Trump 3 bijarteyên xerab hene; A yekê, dirêjkirina êrîşan, an jî ragihandina serkeftinê bi hêviya ku Tehran bi paşde vegere an jî şer gurtir bike.
Berpirsa Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard li pêşiya kongress axivî û got ku tevî lawaziya hikumeta Îranê ji dema destpêkirina şer ve, lê heta niha hikumet li ser lingê xwe ye û heta niha jî Tehran û komên çekdar ên girêdayî wê dikarin berjewendiyên Amerîka û yên hevalbendan li tevahiya herêmên Rojhilata Navîn hedef bigirin.
Hesabkirina şaş a Trump li Kendavê bi tundî deng vedide. Ji ber ku Îran mûşek û dronan li navendên bazirganiyê diavêje û Tengava Hurmuzê, ku damarek girîng e ji bo derbasbûna ji pêncan yek ji hilberîna petrolê ya cîhanê, digire, analîst dibêjin xeter ew e ku welatên Kendavê bibin qurbaniyên herî mezin.
Miller, ku lêkolînerekî payebilind di Saziya Carnegie ya ji bo Aştiya Navneteweyî de ye, got: “Gefên hevpar ên ku dewletên (Kendava Erebî) niha dibînin, pêşeroja ewlehî û aramiya Kendavê ye û ne kêmtirî wiha ye. Hizir û nêrîna ku Kendav siberoja herêmê ye, niha ber bi têkçûnê ve ye û bi wê re jî dîtina Kendavê bi xwe jî têk diçe”.
Analîst dibêjin ku Îsraîl dibe ku ji Amerîkayê zêdetir amade be, ji bo ne aramiya li Îranê û dibîne ku bandorên herêmî ku rastî Îsraîlê werin wê gelekî kêm bin, nexasim piştî lawazkirina hêzên girêdayî Îranê Hemas û Huzbellah di 3 salên borî de.
Di heman demê de, Washington û hevalbendên wê li Kendavê herî zêde ew li pêşiya êrîşên li ser enerjiyê vekirîne û ev yek jî wê bi xwe re bilindbûna di nirxên petrolê de bîne û çûyîn û hatine kelûpelan jî îbtal bike.
Serokê berê yê stratejî di artêşa Îsraîlê de, Esaf Oryon got ku dewletên herêmî pirs dike ku gelo Îsraîl hewl dide tevlîheviyê li Îranê çêbike. Oryon got Îsraîl wê zêde bandor nebe ji van tevlîheviyan ji wekî cîranên xwe an jî Washington.
Wekî encam, herdu hevalbend di cewher de, nêrînên wan ji metirsiyan cuda ne, ji ber ku Îsraîl Îranê wekî gefeke hebûnê ya muhtemel dibîne, lê Washington naxwaze ku şerekî demdirêj çêbibe, ku dibe bi xwe re lêçûnên aborî yên mezin bîne û zirarê bide hevalbendan.







