• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Rewşa herêmê piştî şerê li dij Îranê

March 8, 2026
Rewşa herêmê piştî şerê li dij Îranê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bernameyek bi zimanê kurdî derbarê şerê Amerîka û Îsraîlê li dij Îranê, organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Dr. Tariq Hemo ve hat birêvebirin, rojnamevan Hisên Cimo beşdarî bernameyê bû û ev mijar nirxand.

Hisên Cimo da zanîn ku beriya ev êrîş çêbibe, nakokî hebûn û heta nakokî di navbera dewletên herêmî li ser Îranê hebûn û di encamê de “Doza Îranê” derket holê, lewra mijara Îranê bûye dozeke herêmî bi xwe û wiha dewam kir: “Di nava rêveberiya Amerîkayê de mirov nikare tiştan jê texmîn bike, ji ber beriya wê danûstandin hebûn, lê êrîş kirin, ji ber vê yekê jî ez dibêjim wê ev şer dirêj bike”.

Cimo derbarê armanca vê êrîşê ev nirxandin kir: “Divê mirov ji stratejiya êrîşa Amerîka û Îsraîlê fêm bike. Îsraîl dixwaze Îranê bi tevahî bighuerîne, lê Amerîka dixwaze rejîma Îranê bi tenê biguhere. Trump îro got ew dixwaze wekî Venzewêla beşdarî avakirina rejîma nû ya Îranê bibe. Lê plana mezin a piştî vê yekê, hîna ne diyar e. Di heman demê de, diyar e ku amadekariya baş ji vî şerî re nehatiye kirin û di encamê de, ev tiştekî xeternak e ku cara yekemîn e şerekî wiha berdewam çêdibe. Lewra, Îran çiqas ku vî şerî dirêj û belav bike, wê xwe xelas bike. Ji ber berdewamkirina êrîşan zirarê dide aboriya Amerîkayê. Armanca niha ya Îranê ku rêjîma heyî biparêze û bandorê li aboriya tevahiya cîhanê bike. ji aliyekî din ve jî, Îranê amadekariya vî şerî dikir, ango kî were kuştin ji rayedarên Îranê, altirnatîfê wan heye û sîstema nenavendî di bersivdayîna êrîşan de, esas girt”.

Li ser pirsa gelo wê kî di vî şerî de bi ser bikeve, Hisên Cimo wiha bersiv da: “Hîna zû ye ku mirov bêje wê kî bi ser bikeve, ji ber gava din a Trump nayê zanîn bi rastî. Em kurd ku em di nava siyasta Amerîkayê de ne, em dizanin ku çawa tevger bike. Lê eger şerekî dirêj çêbibe, di dawiyê de wê Îsraîl bi ser bikeve nexasim di aliyê pêşketina teknolojî de. Ji aliyekî din ve jî tu garantî tune ye ku Trump nebêje ev şer divê were rawestandin, wekî niha li Ukranyayê tê kirin ku şer were rawestandin, lê bi êrîşa heyî jî rejîma Îranê nakeve”.

Cimo bal kişand ser rewşa kurdên Rojhilatê Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Peymana di navbera partiyên kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî lez û di dema xwe de çêbû, ji ber ku çênabe partiyek tenê biryarekê bistîne ku bandorê li çarenûsa kurdan bike. Şerê Îranê niha gelekî mezin û xeternak e, lê rejîma Îranê ne rejîma El-Esed e ku bi hedefgirtina mûşekan nayê rûxandin. A ku niha parastina rejîma Îranê dike ol e, ango parastina rejîma Îranê girêdayî olê ye. Di encamê de, rejîma Îranê hîna xurt e, ji ber ku hîna şerê navxweyî li pêşiya me li Îranê heye. Eger ev şer çêbibe, wê rejîma Îranê bi ser bikeve, lê wê xwîn gelek were rijandin. Rêberê kurdan baş rejîma Îranê nas dikin. Niha hişmendiya kurd siyasetê dikin li ser esasê ku rejîm were rûxandin, lê divê siyaset bikin ku eger nekeve wê kurd çi bikin? Lewra divê kurd di vî alî de jî siyaset û kar bikin”.

Nivîskar Hisên Cimo bal kişand ser ezmûna Rojava û têkiliya wê bi Rojhilatê Kurdistanê re û got: “Divê kurd ji ezmûna Rojava sûdê wergirin û li Rojhilatê Kurdistanê divê bi siyaset bêjin ew çi dixwazin. Em ne li dij serxwebûna Kurdistanê ne, lê proje hene li herêmê. Trump dema ku bi rayedarên kurdan axivî, li gorî me bihîst û di ragihandina amerîkayî de diyar bû, Trump ji wan re got ew artêşeke kurdî dixwaze. Amerîka niha dixwaze Kirmanşanê rizgar bike, ji ber ew cihê mûşekan e, ji bo ku Trump ji amerîkayiyan re bêje ku em tiştekî dikin û bi armanca em êrîşî Îranê dikin. Lê rayedarên kurdan ji Trump pirs kir gelo plana Amerîkayê ji bo kurdan heye? Lê tu plan tuneye”.

Cimo diyar kir ku lihevkirina di navbera Rojava û Şamê de, têkiliya xwe bi êrîşa li dij Îranê hebû û wiha dewam kir: “Kurd daxwaz dikin ku qanûnek ji bo parastina kurdên Rojhilatê Kurdistanê di kongress de hebe wekî ku çawa qanûna rizgarkirian Iraqê hebû ku Mam Celal li ser kar kir. Lê Amerîka got dem tuneye ku ev qanûn were ragihand û Trump fişarekî mezin li ser kurdan kir, lê bê encam bû. Lewra, kurdên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî êrîşa Amerîkayê ya li dij Îranê nebû, divê kurdên Rojhilat xwe biparêzin û wê nebin leşkerên Amerîkayê ji bo avakirina sîstemeke navendî li Îranê. Divê kurd li rêveberên kurdên Rojhilatê Kurdistanê bibihîsin, ne ku li gotinên Tom Barack bibihîsin. Bi hêvî me ku kurd bê xesar derkevin ji vî şerî”.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN