• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

“Miftî” Mihemed Emîn Bozarslan

February 24, 2026
“Miftî” Mihemed Emîn Bozarslan

Mihemed Emîn Bozarslan (ê sêyem ji çepê) û komek têkoşerên kurd li zindana Amedê di sala 1973yan de.

Share on FacebookShare on Twitter

Hisên Cimo

Made bi erebî jî heye العربية

Di 9ê sibata 2026an de, nivîskar û rewşenbîrê kurd Mihemed Emîn Bozarslan di sirgûniya xwe ya li Siwêdê de jiyana xwe ji dest da, piştî jiyaneke ku valahiyeke mezin di wêje û siyaetê de dagirt û “hebûneke” wî di şanda kurdî de hebû. Bozarslan ji kesayetên bi bandor û kêmpeyda yên ku demeke dirêj berhem dida, ku di dawiya pêvajoya Mustefa Kemal Atatruk de ji dayîk bû (di sala 1934an de hate dunyayê), herwiha wekî diyar dibe di dawiya pêvajoya Erdogan de ye. Di biyografiya wî de, hemû sosretên biyografiya kurd de, di sedsala 20î de tê dîtin, ku li dibistanên komarê destpê kir, piştre bû miftî, piştre bû kurdî neteweyî ji aliyê desthilatdariyê ve hate girtin û piştre hate sigûnkirin!

Wek kesayetî, ez bi xwe deyndarê lêborînê ji nivîskar û rewşenbîrê kurd Mihemed Emîn Bozarslan im û şerm dikim ku min şaştiyek kir ji ber sedemên teknîkî yên bi girêk. Di vê çarçoveyê de, di bîra min de navê wî “Zekî Bozarslan e”, li şûna navê wî yê rasteqîn Mihemed Emîn Bozarslan. Min navê nivîskar bi şaştî di gotareke de nivîsand û di du bernameyên bi vîdo de min behsa destekftiyên “Zekî Bozarslan” kir, tevî ku paşnavê nivîskar Bozarslan e. Herwiha, min pirtûkeke wî ya girîng ya bi zimanê kurdî (Nêrînek li Dîroka Kurdistanê) ku sala 2004an ve ji aliyê weşxaneya SOZ ve hate weşandin, xwend. Lê min biyogirafiya nivîskar Zekî Bozarslan nedît û ez nizanim ku têkiliya mirovî bi malbata Mihemed Emîn Bozarsaln û kurê wî Bozarslan hebû an na.

Rehmetiyê Mihemed Emîn Bozarsaln qenciyên wî li ser min hene û ez xwe wekî şagirtên wî dibînim, ji ber ku hin berhemên wî yên ku min xwendin bûne girîngtirîn derî ji bo fêmkirina siyaseta kurdî di sedsala 20î de. Di vê çarçoveyê de, min gelek gotar û lêkolîn li ser esasê tiştên ku min qezenc kirine û nêrîna nû ya ku min girtiye bi xwendina tevahiya hejmarên kovara “Jîn” û tiştên ku rewşenbîrên kurd nivîsandine di vê kovarê de 1918-1919. Ji ber keda Bozarslan û hevalên wî, kovar di destê me de ye bi zimanê kurdî yê latinî, ji ber ku kurdên li Bakurê Kurdistanê dev ji alfabeya kevneşop ya li ser esasê kopiya ecemî û osmanî ji tîpên erebî (gelên Efganistan, Kurdistan, Bilûştan, Faris û Azerbîcan) berdan, bê hebûna sazî û bingehên perwerdeyê. Ev veguhartin hindik mabû ku bibe karaseteke çandî, eger ku kesayetên wekî Bozarslan nebûne, ku jiyana xwe ji veguhastina zanistên kurdî yên bi tîpên erebî, veguhastin alfabeya kurdî ya latinî ku Mîr Celadet Bedrxan bingehên wê danî (Di sala 1951ê de mir) û gelek kesên ku kurmancî dizanin û ji wan jî Bozarslan. Nirx û qîmeta Bozarslan ji bo nifşên kurd di dabînkirina berhevokek çavkaniyên kêm ên zanînê de ye, ji sûdwergirtina rasterast ji berhemên wî yên rewşenbîrî, ku di her rewşê de ne kêmtir hêja ye. Dibe ku heke wî berî û piştî damezrandina Komara Tirkiyayê dema ku ji bo hêsankirin û dabînkirina zanîna wêjeyî û siyasî ya kurdî xerc kiribûya, Bozarslan dê berhemên kesane yên bêtir û dibe ku navekî mezintir di nav ronakbîrên kurd de hebûya. Ji ber vê yekê, ew hêjayî teqdîrek mezintir e ji ber ku wî jiyana xwe terxan kiriye da ku em bizanin ka ew çi dizanîbû, da ku em bi tiştê ku ji ber alfabeyê hatiye qutkirin re di têkiliyê de bin, her çend krîza rewşenbîrî ya kurdî ji guheztina alfabetîk kûrtir û xeternaktir be jî û beşek ji wê di nexwestina beşdarbûna xwendinên bingehîn ên dirêj di wêje, siyaset û dîrokê de bi hemî zimanan tê temsîlkirin!

Di buhara 1977an de, antropolog û dîroknasê civakî yê holandayî Martin Van Bruinessen cara yekem bi nemir Mihemed Emîn Bozarslan re rûnişt. Lê balkêş e û wekî her car û yek ji kesên herî baş li ser Mihemed Emîn nivîsand, Bruinessen bû ku gotarek li ser wî di sala 2013an de nivîsand û beriya çend rojan ji bo dilsoziya bi wî re, careke din belav kir.

Bozarslan dema ku Bruinessen dît di rojnameya “Günaydın” de kar dikir û hevalekî min ku di heman rojnameyê de kar dikir û dizane ez çiqasî jê hez dikim, ew hevdîtin oganîze kir. Ew bûbû 4 an 5 sal min ew û pirtûkên wî nas dikir, herwiha ji nava rewşenbîrên kurd, Bozarslan kesayeteke awarte bû ji bo Bruinssen.

Taybetmendiya wî xwedî paşxaneya cuda bû û bi awayekî dispilîn û cidî kar dikir, ev yek jî hişt ku bibe yek ji rewşenbîrên kurd ên herî berhemdar. Pirtûkên navdar ên ku di salên 60î de nivîsandin ango beriya hevdîtina wî û Bruinessen, ev bûn “Şêx û axetî bi çavê îslamê” û “Pirsgirêkên Rojhilat”, herwiha “Mem û Zîn” (1968) û “Şerefname” (1971) wergerî tirkî kirin. Di heman demê de, ew wekî “miftiyê komunistê” dihate naskirin. Herwiha Bozarslan zû dest bi xizmeta olî ya fermî kir, di sala 1956an de bû miftî û di navbera salên 1956-1969an de di navbera “Xanî”, “Kulp” û “Melatya” de çû. Lê vî karî şansê wî yê pevçûnê bi komarê re firehtir kir, ji ber ku pirtûkên ku wî bi zimanê tirkî li ser “Rojhilat” (ku bi sembolîk di serdema qedexeya tevahî ya li ser navê de tê wateya Kurdistan), avahiyên wê yên civakî û têkiliya olê bi avahiyên kevneşopî yên desthilatdariyê re, gef li “ewlehiya dewletê” dixwarin.

Van Bruinessen dema ku derbasî nava cîhana kurdan bû, xwe spart berhemên Bozarslan û li gorî Bruinessen bi xwe jî, pirtûka Bozarslan a navdar “Axa, şêx û dewlet” diyar dibe ku sernavê pirtûka xwe ya berê vedibêje.

Derbeya 12ê adara 1971ê û zêdebûna darizandinên siyasî, pêvajoyeke nû bû ji Projeya Referoma Rojhilat di wêrankirina bi zanebûn a hemû alavên çanda kurdî. Ji nava kesên ku hatin darizandin jî Bozarslan bû ji ber hejmarek ji pirtûkên wî û pirtûkên hatin qedexekirin û ji pirtûkxane û akademiyan hatin rakirin, ji nava wan pirtûkan jî “Şerefname” ku piştî efûyê careke din di sala 1974an de, di serdema hikûmeta itîlaf ya di navbera CHP û Partiya Aşitî ya Niştimanî (îslamî) bi serokatiya Bulent Ecewit û cîgirê wî Necimdîn Erbekan. Lê qedexe li ser pirtûkên wî yên din ranebû, ji nava wan jî alfabeya kurdî ya ku Celadet Bedirxan ew weşandibû û wî hewl dida bi pêş bixe. Herwiha, qedexeya li ser pirtûka wergerî tirkî hatiye kirin Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” berdewam kir û îdîa dozgeriya giştî ya li Amedê li ser van herdu pirtûkan ew bû ku Bozarslan bi van herdu pirtûkên xwe, 2 mayînan dixe binê lingê komara Tirkiyayê!

Derbeya 1971ê rêxistinên çepgir ên şoreşger efû nekir, tevlî hewldanên Ecawid yên berfirehkirina çarçoveya efûyê. Di encamê de, piştre efûyê bandorek di jinûveberhemdayîna dînamîkên siyasî yên nû kir, ku hate nîşandan kurd ji sîwana çepgirî ya enternasyonalîsta tirkî veguherîn sazûmaniyên siyasî yên neteweyî ku metirsiya wan kêmtir e. Lê di demeke kurt de berovajî vê yekê hate piştrastkirin û piştre-piştî salên dirêj û derketina doza hetîketiya Ergenekonê- ku dewletê çepgiriya tundraw di prosesa tirkirina kurdan û pêkanîna planên Referoma Rojhilat de bi kar tanî!

Di heman demê de, Bozarslan çavkaniyekî dîrokî yê din belav kir ew jî “Dîroka Merwaniyên Kurd” sala 1975an ku xwe spart wergera pirtûka Dîroka Meyafarqînê ya nivîskar Ibn Ezreq, ku çapa vê pirtûkê ya yekem a bi erebî di sala 1954an de li Misirê derket, ku ji du destxetan bû di muzexaneya Birîtanî de. Ev çavkaniya dîrokê ya Ibn Ezreq bingeha berfireh a hebûna kurdan di serdsala 11an de ye û çîroka dîroka kurdan ne pêkan were gotin bê ku li Ibn Ezreq vegerin.

Van Bruinessen  dibêje ku Bozarslan hebûneke wî di nava kurdên Sûriyayê de hebû û êdî gelek kesan wekî “Miftî” nas dikirin- ev navlêkirina ku Bozarslan pê dihate naskirin -û gelekî jê hez dikirin. Di heman demê de, çalakvanên tirk ên ji nifşê 1968an, tînine ziman ku çawa wergera Bozarslan ya ji “Şerefname” re dema ku cara yekemîn derket bi awayekî cidî dixwendin, herwiha hewl didan fêm bikin ku eger pêşiyên wan eslê wan ji qebîleyên kurdî bûn yên ku di pirtûkê de, hatine bibîrxistin. Di sala 1975an de, dema ku Van Bruinessen li gundekî deşta Mêrdînê bû, hevalên wî diyariyeke gelekî giranbuha jê re pêşkêş kirin; ew jî kopiyek ji wergera Bozarslan ya pirtûka “Mem û Zîn” bû, bi salan ew pirtûk xistibûne bin erdê ji ber tirsa ji desthilatdariyê. Lê kaxezên pirtûkê ji ber şilbûnê zerareke mezin dîtibûn û hinek kaxez ji wan jî kurman beşên wê xwaribûn, tevî vê yekê jî bi rêzdariyeke mezin nêz dibû, ji ber ku wekî semboleke nasnameya kurdî dinirxand.

Mihemed Emîn Bozarslan roleke girîng di tevgera kurdî ya ku di salên 60 û 70î de hate avakirin lîst, tevî ku ne siyasetmedar bû. Di demekê de ku tevgera kurdî pêwîstiya wê bi sembolên neteweyî û zanebûna dîrokî ya neteweyî hebû, Bozarsaln herdu rewşenbîrên kurd ên gewre ji sedsala 16 û 18an, xistin nava destê nifîşê nû ew jî Şerefxan Bedlîsî û Ehmedê Xanî bûn. Wergera van herdu berheman êrîşeke ji hundir ve li dij “Referoma Rojhilat” bû û ji şopandina min a dateyên vê projeyê ku hin ji wan di Navenda Kurdî ya Lêkolînan de hatin weşandin, bê gûman Bozarslan wergerandina van herdu berheman bo tirkî bi zanebûn bû. Ji ber vê yekê jî hinek ji girîngtirîn çavkaniyên mîrasa neteweyî ya kurdî derbasî nava zimanê tirkî kirin. Di heman demê de, Bozarslan bi zanebûna xwe ya zimanî û pisporiya zimanên kurdî, erebî, faris û tirkî ku çi kurdê ku bi van herçar zimanan dizanîbû xwedî giranîbû di dîroka gelê xwe de. Bozarslan wekî Mele Seîdê El-Nûrsî di demeke dereng de fêrî tirkî bû. A girîng jî ku ew tekane rewşenbîrê serdema xwe de ku berhema wî ya zanistî ji dibistanên olî li Kurdistanê bû û piştre bû mamosteyê netewperwerên kurd ên şagirtên zanîngehan.

Bi dispilîna dibistanên olî û zanîna xwe ya zimanên kurdî, erebî û tirkiya osmanî û hinek farisî, Bozarslan bi domdarî nifşê heyî ji rewşenbîrên kurd gihand dîroka wan, bi rêya peydakirina çavkaniyên dîrokî yên giring ji wan re bi rêya wergerên tirkî yên nûjen.

Bozarslan sala 1969an ji posta miftî îstîfa kir û hin salan kete zindanê û piştre xebatên rojnamevanî kir. Xebatên wî dem têrê nekir ku projeyên xwe yên jê re plan dikir pêk bîne, herwiha şerûmercên jiyanê ji bo kesekî wekî wî, herdem xerab dibûn. Di sala 1978an de, kurê xwe “Kanî” ku xebatên siyasî dikir û navekî ji xwe re wekî helbestvan û wergervan çêdikir, kuştî dît. Windakirina kurê xwe, ew gelekî êşand û ev yek bû sedema sereke ku di sala 1979an de ji Tirkiyayê derkete û koçî Siwêdê bike.

Kovarên kurdî

Li sirgûniyê Mihemed Emîn Bozarslan ji dema ku li Tirkiyayê bû, êdî zêdetir berhemd dida. Herwiha, siyasetên Siwêdê yên pir çandî belavbûna bi kurdî pêkan bû û di heman demê de jî, destekdayîna darayî jî bi dest xist. Siwêd yekemîn welatên Ewropayê bû ku pêkan bû zarokên kurdan zimanê kurdî fêr bibin, ji ber ku zimanê dayîkê ye.

Di wê demê de, Bozarslan bi baldarî li ser projeyek demdirêj dixebitî: Ew çapên şîrovekirî yên kovarên kurdî yên pêşîn ên ku di destpêka sedsala bîstan de li Stenbolê derketine amade dikir. Ev tê wê wateyê ku ew neçar ma ku setên temam ên wan kovaran bibîne (piraniya berhevokên pirtûkxaneyan ne temam in, ji bo çêkirina setek temam, berhevkirina kopiyên ji pirtûkxaneyên cuda hewce dike).

Wî dest bi xebata li ser girîngtirîn kovara destpêkê ya kurdî, Jîn, kovara zanyarê kurd Kurd Teali Cemiyeti, kiribû. Jîn gotar bi kurdî û tirkî weşandibû, hemû bi tîpên erebî hatibûn nivîsandin, ji ber vê yekê piraniya xwendevanên hemdem ew negihaştibûn. Çapa nû ya Bozarslan ji kopiyek wêneyî ya kovara orîjînal pêk tê, dû re jî her hejmar bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û paşê jî wergerên gotarên kurdî bo tirkiya nûjen. Cildê yekem ê vê xebata bi baldarî çapkirî di sala 1985an de hatiye weşandin û tevahiya berhevokê di sala 1988an de di pênc cildan de hatiye temamkirin. Ev berhem şaheserek çandî ye ku tu dîroknas nikare paşguh bike. Ew nêrînek li ser nîqaşên di nav derdorên perwerdekirî yên kurdî de di qonaxeke dîrokî ya girîng de pêşkêş dike: salên di navbera dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem û damezrandina Komara Tirkiyayê de.

Bozarslan paşê ev xebata mezin bi çapên şîrovekirî yên dişibin du kovarên kevintir temam kir: rojnameya “Kurd Teawin we Tereqî” (1908–1909) û “Kurdistan”. (1898–1902)

Di pêşgotina xwe ya ji bo Kovara Jîn de, Bozarslan bi hûrgilî têkiliyên kesane û siyasî yên di navbera nivîskar û edîtorên kovarê de rave kir. Wî bi baldarî navên çend nivîskarên ku navên derewîn bi kar anîne an jî nasnameyên xwe yên rastîn li xwe kirine lêkolîn kir û tiştên ku tenê wekî berawirdkirinên westiyayî dikarin werin binavkirin kir. Bi karanîna zanîn û têkiliyên xwe, wî karî navên hejmarek nivîskarên ku di kovarê de veşartî mabûn derxîne holê. Wekî din, analîza Bozarslan a li ser çarçove û jîngeha siyasî ya ku Kovara Jîn tê de hatiye weşandin, şahesereke têgihîştina analîtîk e, ku ji hêla tu dîroknasekî din ve (yên ku ez wan û nivîsaên wan nas dikim) nehatiyê berhevkirin.

Di dawiya xwendina xwe ya dirêj û balkêş a kovarê bi zimanê kurdî (nêzîkî 85 rûpel), mamoste û rewşenbîrê rêzdar, Mihemed Emîn Bozarslan, hêviya xwe diyar dike ku ev xebat dê beşdarî pêşveçûna neteweperweriya kurdî bibe û valahiya ku ji hêla kesên ku ji bo gelê kurd dilsoz in tijî bike. Rehmetî ji bo neteweya xwe û tevgerên wê yên şoreşgerî pir comerd bû. Dema ku ez vê axaftina xwe ya pîrozbahiyê diqedînim, ez ji wesiyeta wî ya ji bo malbata xwe aciz dibim, ku daxwaza merasîmek cenazeyê taybet dike ku tenê endamên malbatê beşdar bibin. Nîgeraniya min ji wê rastiyê derdikeve holê ku, ber bi dawiya jiyana xwe ve, wî hest bi bêqîmetiyê ji hêla kesên ku wî xizmet ji bo wan kiribû ve dikir.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN