Yekîneya Lêkolînên îranî
Herêma Rojhilata Navîn li ser 3 eksenên alozî û tevlîheviyê dimeşe (Aloziya Kendavê-Doza Îranê-û encama van herdu nakokiyan û di nav de jî dosyayên girêdayî hev û rûbirûbûna di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de).
Ev rêveçûyînên girêdayî hev, dînamîkên rûxandina wan û hewldanên hin dewletên tê de ji bo serweriya li ser dewlet, doz û dosyayan, ango bi wateyeke din serweriya li ser aborî û siyasî bê guman “vegotina çîrokê ” diyar dikin. Çîrokên serwer ên di Rojhilata Navîn de jî, ew çîrokên sexte ne, an jî şerê di navbera çîrokên sexte de ne û piraniya wan jî hemû çîrok sexte ne. Lewra, ji bo serwerî li ser çîroka xwe bikin, jinûveavakirina ragihandinê heye, lê ev çîroka wan ji bo alîgirên xwe ne, ne ji bo guhartin dijmin û kêmkirina alîgirên wî, lê belê ji bo ku alîgirên xwe di nava sindoqa xizanên desthilatdariyê de bihêlin. Ev yek jî ji aliyê ragihandina Kendavê ve tê kirin, ku sîwaneke giştî ji bo hêzên Şamê di êrîşa li dij kurdan di çileya 2026an de, çêkir. Di heman demê de, ragihandina Kendavê “sedemên sorkirinê” bi awayekî mezin xistin rojevê, ji bo rewakirina komkujiyên pêşwext ên ku hêzên Şamê pêk bîne. Hin caran jî, şaştî di vê çîrokê de çêdibin, ew jî ku êrîşa ragihandina Siûdî li dij Îmaratê, ji ber ku di encamê de Îmaratê wekî alavekî ji bo berjewendiyên Îsraîlê dibînin. Ev yek jî dihêle ku Siûdî bi awayekî xweber xîtaba nefretê li dij Îsraîlê pêk bîne, herwiha xîtabekî li dij biryara pirrengiya siyasî li dewletên bi alozî derdikeve, wekî Sûriya, Sûdan û Somalê, ji ber ku çîroka Siûdî li ser esasê “Dewleta navendî ye”. Şaştiya çîroka Siudî hişt ku du caran bikeve lêpirsîna Amerîkayê: A yekê, Siûdî piştî da êrîşa Şamê ya li dij kurdan ku bi xwe re binpêkirin û sûc anîn, herwiha xîtabekî nû “li dij Semîtîzmê” di çarçoveya hemleya xwe ya li dij Îmaratê bi kar anî. A duyemîn, ku Siûdî piştî da îslama siyasî û hin caran jî piştî da ji bo rêxistina El-Qaîde xwe xurt bike-li gorî encamê ne li gorî plana destekdayînê-wekî rewşa li başûrê Yemenê. Ev jî çarçoveyekî nû ye ji dema ku Mîr Mihemed Bin Selman siyaseta Siûdî birêve bir û îhîtmal heye ku encaman di daîreyên biryarên Amerîkayê de bi xwe re bîne, eger ku pêwîstî hebe dosyaya Siûdî were vekirin û senator Lindsey Graham îşaret bi vê yekê kir.
Edîtorê karûbarê ewlekariyê di rojnameya The Washington Post de David Ignatius, matmayîbûna xwe ya li ser asta bandorên nakokiya Siûdî û Îmaratê li ser Rojhilata Navîn anî ziman û di vê çarçoveyê de got:
“Diviyabû ku Erebistana Siûdî û Îmarat ku du aktorên sereke yên modernîzasyonê li Rojhilata Navîn in, di van rojan de bi hev re pîroz bikirina. Îran lawaz e û milîsên girêdayî wê paş de diçin, herwiha fîloyeke mezin a Amerîkayê nêzî Kendavê dibe, lê tiştê ku em dibînin cuda ye. Siûdî û Îmarat ketine nav nakokiyeke mezin, dibe ku herêmê ber bi dualîbûneke mezintir bibe.”
Ev nakokî ewqas mezin e ku gihaşt asta ku mezintirîn plana teorîk a girêdana di navbera Ewropa û Hindistanê de, bikeve bin fişarê. Li gorî raporên rojavayî, ev plan ew e ku avakirina xeteke tirênê û rêyeke deryayî, bi navê “Korîdora Rojhilata Navîn” ku Hindistanê bi Îsraîlê û Ewropayê ve girê bide. Di nexşeya resen de ku sala 2023yan de derketiye, diyar dibe ku rêya tirênê ji bendara Cebil Elî li Îmaratê dest pê dibe û di Siûdiyê re derbas dibe. Lê niha plana Siûdiyê ya nû di rojevê de ye, ew jî ku ev korîdor ji Seltent Uman dest pê bike û Îmaratê paşguh dike, ev guhartin jî Îmarat wekî gefeke hebûnê li ser xwe dibîne, ji ber ku armanc jê lawazkirina Îmaratê ye û dûrxistina wê ji faktorên jeopolîtîkî ye.
Formula herî dawî ya dînamîkên nakokiyên Rojhilata Navîn surprîzek mezin dît: rijberiya vekirî ya Siûdiyê-Îmaratê, ku zêde dibe û rêça gelek pirsgirêkên herêmî diguherîne, heta hin hevpeymaniyên demdirêj ji nû ve şekil dide. Li kêleka vê cudabûna Siûdiyê-Îmaratê, li ser form û çarçoveya guhertina xwestî ji bo Îranê pevçûnek heye: gelo ji bo guhartina rejîmê bixebitin an jî wê qels bihêlin û bi “Îranek biçûk” ve sînordar bikin. Dibe ku ji bo cara yekem ji dema derketina “Pirsgirêka Rojhilat” di destpêka sedsala 19an de, ku du împaratoriyên hilweşiyayî – Osmanî û Farisî ya Qacar - ve girêdabû, têgiha “Pirsgirêka Îranê” di lêkolînên siyasî de derketiye holê. Ev nîşanek xeternak e ji bo paşketina girîng a Îranê ji kuştina General Qasim Silêmanî di 2020î de û êrîşa paşê ya 7ê Cotmehê li ser Îsraîlê. Niha Îran wekî “pirsgirêkekê” tê dermankirin, digel welatên ku berê ji hêla stratejîk ve pir kêmtir bandorker bûn, wekî Qeter û heta Erebistana Siûdî, niha di şekildana çarenûsa vê “Pirsgirêka Îranê” de xwedî gotin in. Lê ev pirsgirêka Îranê dê bibe rêzeşer ger ji “pirsgirêka şîî” li Rojhilata Navîn were veqetandin, ango “Îrana biçûk” ji pirsgirêkên şîî yên li Iraq û Lubnanê were veqetandin, ku ev tê vê wateyê ku yek ji çareseriyên pêşniyarkirî parastina “Îrana biçûk” e li hember bidawîanîna pirsgirêka şîî li Rojhilata Navîn.
Eksena sêyemîn a dînamîkên pevçûnê, şêweyê herêmê yê têgihaştî ye di ronahiya hem nakokiya Siûdî-Îmaratê û hem jî çarenûsa “pirsgirêka Îranê” de, ku ji gelek îhtimalan re vekirî ye û tê de têgihaştina pevçûnek Îsraîl-Tirkiyayê li ser rêyên guhartinê heye û li vir pirsgirêka kurd û rêyên wê hene. Mirov dikare şerê li dij kurdên li Sûriyayê ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyayê hate kirin ango wekî alavekê hate bikaranîn, wekî biryareke herêmî ji aliyê Siûdî û Tirkiyayê ve binirxîne, di çarçoveya amadekirina zemîna encamên şerê li ser doza Îranê û Kendavê, beriya ku şêweyê siyasî û aborî yê Rojhilata Navîn diyar bibe. Di heman demê de, lîderên kurdan jî bi xwe hewl didin roleke wan ya ne şer û ne jî şoreşgerî hebê, bi rêya rûbirûbûna vekirî û pirreng ya li kêleka doza Îranê û Kendavê, ango berovajî doza Filistînê ku bingeha aloziyan bû di salên borî de û di krîzên heyî de bûye krîzeke şaxî.
Ev hemû nakokî li ser esasê teoriya ku Îran xwe naguherîne û wê her wekî dewleta îdeolojîk “mihdiyî” bimîne ku li benda hatina El-Mihdî ye. Ev jî xaleke ku divê were zelalkirin di çarçoveya şerê Îran-Îsraîlê de.
Neteweya Îranî ji dema têkiliya çandî ya yekem li Babilê, dema ku Kûrûş di sala 539 berî zayînê de ket nav wê, ji hêla îdeolojîk ve li hember cihûyan dijminatî nekiriye. Cihûyan piştî jinûveavakirina cihûtiyê li Babilê, an jî piştî dîlgirtina Babilê ya 50 salan di destê Nebukadnezar de, navê Kûrûş nemir kirin.
Jiyana cihûyan li welatê Faris ne wekî vî dîmenê bêkêmasî yê rehet bû, di serdema Sasaniyan de hin pêvajoyên zordariyê çêbûn, ji ber tundrawbûna Zerdeştiyê. Lê zêdebûna cihûyan li bajarên mezin berçav bû, wekî Esfehan ku wekî bajarê cihûyan dihate naskirin û yek ji rêveberên wê serhildaneke xeternak li dij dewleta Umewî, bi rê ve bir. Tevî vê yekê jî, tevlîhevî hin caran hebû û demên dirêj jî cihû di aşitiyê de bûn.
Her çi dibe bila bibe, dîrokeke taybetî ji bo hilweşîna kevneşopiya cihûyan heye ku heta Kûrûşê Mezin di sedsala şeşan a berî zayînê de dirêj dibe: Dîroka ku Şah Îsmaîl Sefewî şîîtiya duwanzdehemîn wekî ola dewletê ragihand.
Zanyarên Cebel Emîl û zanayên ereb ên ku ji bo avakirina “dewleta baweriyê” li Îranê hatibûn, erkdar bûn ku hedîs û vegotinên şîiyan ên li ser Mihdî yê li bendê bûn, pêşkêş bikin, ku li gorî van vegotinan, dê li Orşelîmê civînekê li dar bixe ku Îsa, kurê Meryemê, dê li pişt wî nimêj bike. Dema ku şîîtî ji hêla zanyarên mîna Şêx Elî El-Kerakî û Mihemed Baqir El-Meclisî ve hate jinûveavakirin, gelek hedîs li ser “nepakiya cihûyan” hatin vejandin. Nifirkirina cihûyan di xutbeyên giştî de bû tiştekî asayî û ew wekî mînakên taybetmendiyên neyînî hatin bikaranîn. Ev nêzîkatî di şermezarkirina cihûyan de ji dadweriya sunî jî derbas bû. Serdestiya şîîtiya duwanzdehemîn destpêka hilweşîna têkiliyên îranî-cihûyan heta dawiya serdema Qacaran di sala 1925an de nîşan da. Têkiliyên “cihû-îranî” di seranserê serdema Şah de heta hilweşandina wî ji aliyê Xumeynî ve di sala 1979an de hatin sererastkirin.
Dema ku îslamîst li Îranê hatin ser desthilatê, ew bi reftarekî baş nêzîkî mijara cihûyan bûn ji serdema Sefewî û Qacaran. Ev ne ji ber guhartineke têgihî di nav îslama şîî de bû, lê belê ji ber ku cudahiyên wiha ji ber hebûna dewletek bi navê Îsraîl avantaj bûn. Ji ber vê yekê, cihûyên mayî yên li Îranê di dema Şoreşa Îslamî de pir caran muameleyeke tercîhî wergirtin.
Lêbelê, pêla dijminatiya radîkal a li hember Îsraîlê ku ji bîrdoziya Komara Îslamî derdikeve, bûye dilemayeke demdirêj. Doktrîna Mehdî êdî tenê nabêje ku Mehdî dê li Orşelîmê bi Îsa, kurê Meryemê, li pişt wî nimêj bike; ew niha îdia dike ku tevahiya bajêr aîdî cihûyan e – rastiyeke nû ji bo dadweriya şîî li gorî serdema Sefewî û Qacaran. Wekî din, beşeke girîng a wêneya qehremanî ya ku di kevneşopiya şîî de ji Îmam Elî ibn Ebî Talib re tê vegotin bi fetihkirina keleha cihûyan a Xeyberê ve girêdayî ye. Wiha dixuye ku li derveyî çarçoveya Xeyberê, tevî pirbûna wan di hedîsên zanyarên Axberî de, yên ku di çanda gelêrî de ji zanyarên Usulî bandorkertir in, ji bo balkişandina ser kirinên qehreman ên Îmam nerazîbûnek hebû.
Di rastiyê de, şîîtiya siyasî ya serdest li Iraq û Îranê û tevgerên şîî yên li herêmê, rêzeke berevajî nîşan dide, an jî qet nebe yek bi zanebûn veşartî ye: rûbirûbûna bi Sufyaniyan re ji qonaxa dawî ya doktrîna Mehdî, ku tê de nimêj li Mizgefta Eqsayê û dûv re çil salan hikûmkirina cîhanê heye, bêtir pêwîst û lezgîn tê hesibandin. Ev doktrîn bi têkçûna Sufyaniyan û kesayetiyên din ve girêdayî ye ku bi kêmanî ji hêla teorîk ve sunî ne, an jî bi kêmanî, li gorî şîroveya şîî, kesayetiyên ku niha ji hêla “rêxistinên tekfîrî” ve têne temsîlkirin – termek ku ji hêla eksena îranî ve tê bikaranîn da ku behsa tevgerên çekdar ên sunî bike ku li dijî hemî kêmneteweyan, bi taybetî şîiyan, şerekî mezhebî dimeşînin.
Ji ber vê yekê, “doza îranî” xuya dike ku bi dîlemayeke veguherîner re rû bi rû ye. Ger ew dixwaze ku nebe “pirsgirêkek” tenê û beşek qels di “Pirsgirêka Rojhilatê ya nûjen” de, dibe ku – bi teorîkî û li gorî dibistana guncawiya siyasî – neçar bimîne ku demkî dev ji têgiha Mehdî berde û bi Îsraîlê re aştiyê bike da ku Îranê ji Sufyaniyan biparêze. Yan jî bi welatên sunî yên herêmê re hevpeymaniyekê dikin û bi pêşkêşkirina axaftinên Huseyniyan wekî ku mimkun be ku Mehdî bi Sufyaniyan re li dijî cihûyan hevpeymaniyekê bike, raya giştî dixapînin!







