Hisên Cimo
Sawêrê nenavendîbûnê di Rojhilata Navîn de, di rojevê de ye. Ji aliyê wateyê ve, di gelek dewletan de hevûrkirina di navbera dîtinên nenavendî yên heyî de, ne guncav e bi asta bilind a bernameya tevgera karkeran di daxuyainya komunîst Karl Marx û Friedrich Engels a sala 1848an de, ku bi vê gotinê dest pê kir “Sawêrek di Ewropayê de digere, ew jî sawêra komunîzmê ye”.
Di aliyê hêza guhartinê de ya veguherîna ji îdeolojiyek desthilatdarî bû îdeolojiyeke din, diyar e ku nenavendîbûn gelekî kêmî komunîzmê ye. Nenavendî ne teoriyeke şoreşgerî ye ji bo têkbirina çînên civakî bi temamî û anîne çîna karkeran wekî çawa di komunîzmê de ye, ji ber ku asta guhartinê ya ku ji tevgera karkeran di dema şoreşa buhara Ewropayê de 1848an de pir mezin bû -li ser civakê û aborî-, heta gihaşte astekê ku “Bi awayekî lez ev sawêr di heman salê de, hate têk birin” wekî ku dîroknasê birêtanî Eric Hobsbawm (1917–2012)dibêje, beriya ku ev sawêr bi rengekî ji rengan careke din vegere û bandorê li rêveçûyîna dîroka nûjen li gelek weltan û parzemînan bike. Her çendî nenavendîbûn, di rûbirûbûna xwe ya bi navendîbûnê re, pevçûnek siyasî û aborî be û qaşo lêçûnên şoreşek komunîst hewce neke jî, rûberûbûna ramana siyasî li Rojhilata Navîn û xwezaya reaksiyoner a “mînaka dîrokî” ya navendî, nenavendîbûnê dike şoreşek siyasî û civakî, şoreşek ku ji hêla artêşên paralel bi dewleta navendî ve tê piştgirî kirin, wekî ku li Sûriya, Yemen, Lîbya, Sûdan, Somal û Iraqê ye.
Di demên dawî de, gelek gotin ji aliyê dîplomatan û ramanweran ve hatin gotin û naveroka wê jî ku pêvajoya navdewletî ya heyî di Rojhilata Navîn de û hwd, pêvajoya jinûveavakirina dewleta navendî ye û êdî cihê artêşên paralel di nava dewletê de tuneye. Li ser vî esasî jî, van hewl da ku rewşekê bidin avakirin ku çi şerê li dij dewleta navendî ya rewa, ew şer têk çûye û radestbûna ji dewletê re ji bo aliyên ku hewl didin ber bi nenavendîbûnê an jî cudabûnê ve biçin, ew çareseriya her aşitiyane ji bo tevahiyan e. Lê eger ku em li rastiyên li derdora xwe binêrin, em ê bibînin ku herêma Rojhilata Navîn, cihê şerê di navbera navendî an jî qaşo”dewleta niştimanî” û di navbera hêzên xwecihî û çand û neteweyên ku hewl didin rengê rêvebirinê biguherin. Tiştê ku em îro dibînin, dewleta navendî rastî derbeyên mezin tê; li Yemenê hewldanên başûrê wê hene ku cuda bibe, li Sûdanê şerên navxweyî di navbera artêşa Sûdanî û hêzên destekdayîna lezgîn hene, li Lîbyayê şerê di navbera rojhilat û rojavayê wê bi dawî nebûye, herwiha Îsraîlê jî serxwebûna beşek ji axa Somalê wekî komar itîraf kir û ereban jî ev yek jî bi tundî şermezar kir. Di heman demê de, li Sûriyayê jî ku dabeşî 3 aliyan bûye (HSD, durzî û Şam) û dibe ku elewî jî piştre daxwaza nenavendîbûnê bikin. Tiştê em dibînin ku dewleta navendî, heta niha çîrokên”umewî” pêşkêş dike, heger hukumê umewî serkeftî bûya dê temenê wê dirêjtir bûya.
Di vê demê de, li 5 dewletên herêmî şer an jî aloziyên navxweyî yên aloz hene (Sûriya-Yemen-Somal-Sûdan-Lîbya) û gelek faktorên hevbeş di aliyên her 5 dewletan de hene:
Şerê di navbera navendî û nenavendiyê de.
Gelek dewletên herêmî bi awayekî tund destekê didin dewleta navendî.
Hinek dewletên herêmî destekê didin daxwazên hêzên siyasî yên ku daxwaza nenavendî an jî cudabûnê dikin.
Îslama siyasî û rengên wê Ixwan El-Muslimîn û selefî û li jêr wê şepêlên îslama siyasî.
Rêjîmên li pey hev bi yek metodê ev dewlet bi rê ve dibirin, ew jî rêveberiya dewleteke têkçûyî li ser hemû astan, ji bilî avakirina saziyên ewlekarî. Civakên di dewletan de di hemû şertên jiyana bi rûmet e bindest bûn, ji ber vê yekê jî hinek beşên ji van civakan bi nêrînên kujer dihate dagirtin. Herwiha, ew bi rêya hemleyên ragihandinê yên birêxistinkirî û zanebûn ji wan re xeyal çêdkirin ku ew dewlet in û divê parastina wê ji metirsiyan bikin. Di encamê de, fezee û qirkirin dest pê dibû û ev yek jî ji aliyê kanalên televizyonê ve dihatin organîzekirin û hişmendiya şerê navxweyî xurtir dikirin û zemîna komkujiyan çêdikirin, ji bo ku ev dewleta nû, ku li ser geşepêdanê geşbîn e, di bin modelên rêvebirina herêmê de bimîne, da ku rejîma kevin piştgiriya xwe ya gel wekî vebijarka herî baş biparêze û fikra ku demokrasî û rêzgirtina ji bo pirrengiyê rêyek e ku ber bi kaosê ve diçe, pêş bixe. Herwiha baştirîn rêbazê wêrnakirina hêviya guhartinê, ew e ku çînek li ser desthilatdariyê be û destekê bide nêrînên dewleta kujer, a ku sûcan derheqê gelê xwe de dike ji bo xatirê “yekitiya dewletê sûc e”. Lewra, yê ku rê nade Sûriyayê çi bi zanebûn an jî hesabên şaş an jî nezanî, ku sîstemekî rêvebirinê ya hevgirtî niştimanî nenavendî ava bike (Dema ku koka pirsgirêkê, navendî be) ew ronensansa Sûriyayê nefret dike. Nûnerê ku silogana “Yek dewlet, yek al û yek artêş” avêt, parastina nefreta Sûriyayê kir, ne ku destek da Ehmed El-Şeri û alîgirên wî. Ev şerên heyî ên li her 5 dewletan, ne tenê di çarçoveya tirsa ji demokrasiyê ye, lê belê ji wiha kêmtir e, ew nefretkirina “dewleta lihevkirina komî” ye, ango nefreta ji dewletek bê komkujî û pêşniyarên qirkirinê.
Herêma başûrê erebî yan jî bi navê “Yemena başûr” tê binavkirin, li dij serweriya çînî ya navendî ya ku di pêşketin û rêvebirinê de cudkariyeke mezin dike, li dewleteke têkçûyî ya navend û aliyên wê de, têkoşîn dike . Somal nimûneya dewleta têkçûyî ye û herî herî têkçûyî ji nava mînakên ku di lêkolîn û hevdîtinan ji 40 salî ve tê bikaranîn. Dewleteke ku tê de teror belav bûye û hikûmeta Meqdîşo ku erka herî mezin niha dike baregehên leşkerî bide hêzên biyanî li ser erdê xwe. Tevî vê yekê jî, herêmên Somalê yên paşguhkirî dorpêç dike, ku ev herêm zêdetirî 30 sal in daxwaza nenavendiyê dikin. Dema ku hemû bijarte bê encam ma, Axa Somalê serxwebûna xwe ya yekalî ji sala 1991ê ve îlan kir. Balkêş e ku Axa Somalê û Yemena Başûr berê du mêtîngeriyên birêtanî bûn û sînorê axa Somalê yê heyî ew sînorê mêtîngeriya Birêtaniyayê bûn û hikumeta Meqdîşo ya îro, ew Somala Îtalyayê bû. Herdu herêm, di sala 1960î de bûne yek û komara Somalê damezrandin. Tiştê ku piştre çêbûye ku gelê Axa Somalê temenekî mezin da, di encamê de bi dehezaran ji wan hatin kuştin di dema hikûmetên têkçûyî yên li pey hev li dewleta navendî ya li Meqdîşo, heta ku rûxandin di sala 1991ê de çêbû bi hilweşandina rejîma general Siyad Berî. Di encamê de, Axa Somalê ji tevlîheviya terorê û leşkerî ya di hikûmeta Meqdîşo de vekişiya. Bi naskirina Îsraîlê ji Axa Somalê re beriya çend hefteyan, bi vî awayî Axa Somalê yekemîn gav avêt di mijara vegerandina hebûna xwe ya siyasî, ku berî xeyalên yekîtîyê yên ku ji hêla îdeolojiyên rizgariya neteweyî ve têne pêşve xistin hebû.
Hêjayî gotinê ye ku li van hemû welatan, tevgerên ku ji bo hikûmeteke navendî ya aqilmendtir û derfetê bidin herêman ku wekî nenavendiyeke rasteqîn kar bikin, nûnerên îslama siyasî nagirin nav xwe. Navendîbûna tund, ku tê de tepeserkirina hemû şêweyên rêveberiya herêmî heye, îdeolojiya vê tevgerê ye. Hêzên herêmî yên ku piştgirîya navendîbûna tund li welatên ku şerên navxweyî dijîn dikin, an ji hêla hesabkirina şaş a rastiyên siyasî an jî ji ber nefreteke kûr a li hember îhtîmala lihevkirina neteweyî li van welatan ve têne motîve kirin. Ji ber vê yekê, piştgiriya wan ji bo hikûmeta navendî wekî garantiyekê kar dike ku dewleta bi pirsgirêk dê li herêmê bêbandor bimîne, kaosê bidomîne û pêşî li başbûna wê bigire, bi vî rengî ezmûnên alîgirên xwe ji lêkolîna ji hêla nifûsa wan ve diparêze. Berevajî vê, nenavendîbûn bêyî ceribandinê serkeftineke wê garantîkirî tuneye. Nenavendîbûnên federal ên serketî hene û model hene ku hilweşîna dewletê nîşan didin û nîşaneya şerê navxweyî ne.
Mixabin, ji bilî têkbirin an jî dûrxistina kesên ku navendiyê dixwazin ji hêla leşkerî ve, nayê îspatkirin an jî qanihkirin ku modela wan a rêvebirinê ne guncaw e û lêçûna vê dûrxistinê pir zêde ye. Ev beşek nû ya şerên navxweyî ye di qonaxek tundûtûjtir de, ji ber ku ew argumanên nezan dihewîne ku pîroziyê didin dewletek ku tenê çend dehsalan kevin e û wekî girêdayî împaratoriyên dûr-dirêj hebûna wê ya dîrokî tuneye, ku tê de ev hebûn an di şiklê sanjaq, mutesarîfet, an jî wîlayetek di rewşa xwe ya herî baş de ne.
Di Rojhilata Navîn ya îro de, dewleta navendî mîrasa alavên sedsala 20î wergirt: Artêş, saziyên ewlekarî û çîroka niştimanî ya hişk. Bi windakirina bandora xwe di rêvebirina cihêrengî, aborî û rewabûnê de,”sawêrê” nenavendîbûn û rêvebirina xwecihî derdikeve holê wekî nîşaneyekê ku alavên serweriyê êdî têrê nakin.
Hewldanên ji bo pêkanîna awayên rêvebirina nenavendî li herêmê tevî ku sozên ji civakên ku şerên dirêj ên dîktatorî ew westandine, wê zehmet be û ne hevgirtî be û îhtîmal heye ku paşde vegere û rastî lîstina ji aliyê derve were.
Nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyayê Tom Barrack dema ku got “Federalî bi ser nakeve” di Sûriya û Iraqê de, careke din piştrastbûna hizira navdewletî vedigerandina sedsalek berê, hizira têkçûyîna herdem di pêkanîna aşitî, an jî aramî an jî edaletê li herêmê. Dibe ku naveroka xwe de ku taybet HSDyê tawanbar kir ew di mijara danûstandinên bi rejîma nû li Şamê dereng gavan diavêjin, bide xuyakirin ku rêvebirina nenavendî li pêşiya çaresekirina şeran, dibe asteng. Di encamê de jî rêveberî “navenda me ya nû ango Şam” yekser naveroka vê xîtabê girt û êrîşeke bi xwîn li dij durziyan dest pê kir û di heman demê de, gef li kurdan dixwar wekî gava duyemîn.
Ne federalîzm bû ku Iraq bêîstîqrar kir, wekî ku Barak îdia kir, lê belê berteka li dijî modela federaliyê bi xwe bû ku piştî salan terorîzm li ser axa wê kom bû û ji aliyê tirsonekan ve “zemînek ji bo çêbûna terorîstan” çêkir, Iraq anî ser çokan. Her çend îdeolojiya cîhadîst nekarî Iraqê bi rê ve bibe jî, wê bingehên wêrankirina avahîsaziyê danî, heta wê astê ku heta serketî bi xwe jî bûn amûrên wêrankirin û gendeliyê. Di dawiyê de, ne ew e ku federalîzm bêbandor e, lê belê berteka li dijî wê ye ku ezmûna Iraqê, ku ji hêla hêzên herêman û hikûmeta navendî ve ji cîranên xwe çêtir dimîne, wêran kiriye.
Dewletên navendî li Rojhilata Navîn yekîtî an aramiyê bi xwe re neanîne. Di şûna wê de, wan parçebûn çandin, valahiyên desthilatdariyê afirandin û çerxên tundûtûjiyê berdan ku bandorên wan ji sînorên wan derbas bûne. Bi komkirina desthilatdariyê di destên elîtên teng de, van rejîman alozî çêkirine ku bûne sedema pêlên mezin ên koçberî û koçberiyê. Di heman demê de, avahiyên wan ên otorîter ji bo tundrewî û terorîzmê zemînek berhemdar afirandine.
Bandorên berhevkirî yên van dînamîkan xetereyên kûr ên bi van pergalên siyasî ve girêdayî eşkere dikin. Ger meriv texmîn bike ku vejandin an domandina heman modela otorîter a navendî dê encamên cuda bide, dehsalên delîlan ên ku vê yekê berevajî dikin, paşguh dike.
Tevî kêmasiyên xwe, federalîzm û nenavendîbûn wekî çarçoveyên ji bo rêvebirina civakên cihêreng bi bandor derketine holê. Dewletên Yekbûyî ji 250 salan zêdetir e ku pergalek federal parastiye, bi serkeftî yekîtî bi xweseriya herêmî re hevseng kiriye tevî dabeşbûnên kûr ên siyasî û çandî. Li Rojhilata Navîn, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî mînakek pêşkêş dike ku çawa avahiyek nîvkonfederal dikare desthilatdariya herêmî biparêze û di heman demê de hevgirtina neteweyî û mezinbûna aborî bi dest bixe.
Herêm hewceyê avahiyek siyasî ya nû ye ku cihêrengiya wê ya etnîkî, zimanî û olî qebûl bike, ne modelên dewletê yên hişk ên ku wê ji kartografên kolonyal di destpêka sedsala 20î de mîras girtiye. Federalîzm, an her şêweyek din a devolasyonê, heke li gorî rastiyên li ser erdê were çêkirin, dikare rêyek ber bi aştî, temsîl û berpirsiyariyê ve temsîl bike.
Her çend nenavendîbûn çarçoveyek guncaw pêşkêş dike ji bo jinûveavakirina dewletên piretnîkî di qonaxên piştî pevçûnê de bi berfirehkirina beşdarbûnê, xurtkirina berxwedana herêmî û hilweşandina avahiyên otorîter da ku rê li ber rêvebirinek bêtir berfireh veke, ev destkeftî nayên garantîkirin. Bêyî kontrol û hevsengiyê, rayedarên navendî, hêzên derveyî, aktorên çekdar û elîtên bicihkirî dikarin bi lez pêşketina herêmî têk bibin û desthilatdariyê ji nû ve navendî bikin.
Tiştê ku rewşa Sûriyayê cuda dike ev e ku nakokî ne bi awayekî leşkerî û ne jî bi awayekî siyasî çareser bûye. Dewleta navendî hîn jî bi awayekî şiklî heye, lê ew nikare modela berê ya rêveberiyê ji nû ve hilberîne, ne jî modelek nû û guncaw ferz bike. Berevajî vê, saziyên herêmî ne hewce ne ku projeyek ji bo dewletek serbixwe hebe, lê ew xwedî hêz û meşrûiyeta herêmî ya têr in ku rê li ber vegera desthilatdariya navendî bo forma xwe ya kevin bigirin. Ev hevsengiya neyînî dabeşbûna berdewam rave dike û her axaftina li ser jinûveavakirina dewleta navendî tenê teorîk dike heya ku bi jinûvepênasekirina radîkal a xwezaya dewletê bi xwe re nebe. Ji ber vê yekê, heke em sawêrê komunîzmê yê 1848an û sawêrê nenavendîbûnê yê 2026an bi bîr bînin, entegrebûna Hêzên Sûriyaya Demokratîk di “dewleta Sûriyayê” de dê were wateya guhartinek di hişmendiya dewleta Sûriyayê de, ne hilweşandina alîgirê herî bihêz ê nenavendîbûnê li Rojhilata Navîn.
Pevçûna li Sûriyeyê ne li ser yekîtiya axê ye, wekî ku ji hêla kesên neîslamîst ve tê pêşvexistin ku tevlî refên îslamîstan bûne, lê li ser form û naveroka Sûriyayeke yekgirtî ye. Ev nayê wê wateyê ku “yekîtiya Sûriyayê” îdeolojiya nenavendparêzan e, nemaze heke ev yekîtî ji cureyê yekîtiya El-Hecac El-Seqefî be. Bi rastî, ev modela ku ji hêla çend aliyan ve tê tercîhkirin ku naxwazin Sûriya ber bi pêşerojê ve biçe.







