• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Çima Partiya Beisê li Sûriya û Iraqê rewşa parçebûna mezhebî afirand?

December 22, 2025
Çima Partiya Beisê li Sûriya û Iraqê rewşa parçebûna mezhebî afirand?

çekdarên milîseke iraqî ya dilsozê rejîma Beisê li Iraqê di xwepêşandanekê de ji bo piştgiriya Sedam Hisên berî hilweşandina rejîmê di sala 2003yan de | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Iraq sala 2003yan û Sûriya jî sala 2024an, di rewşeke parçebûna mezhebî-neteweyî de bûn, di pêvajoya piştî rûxandina desthilatdariya Partiya Beisê di herdu dewletan de. Eger ku rewşa parçebûna neteweyî piştî hatina Partiya Beisê ya xwedî îdeolojiya neteweyî ya erebiya cudakarî ku tê de netewperestiya şofinist zêde bû, lê balkêş e ku (pêwîstiya wê bi lêkolînên kûr heye dûrî hizira rojane) mîrasa ku beisiyan li pişt xwe hiştine ji parçebûna mezhebî di her du welatan de, ku beriya hatina Beisê li ser desthilatdariyê rewş cuda bû. Di vê çarçoveyê de, komunîstên iraqî di sala 1968an de ji îslamîstên şîî xurtir bûn û Sekretê Giştî yê Partiya Komusît a sûriyayî Xalid Begdaş di salên 50 û 60î de di aliyê belavbûna civakî de, ji Çavdêrê Giştî yê Ixwan El-Mislimîn li Sûriyayê Dr.Mustefa El-Subaî, xurtir bû.

Mirov dikare li vir sedema vê yekê bispêre serweriya li ser desthilatdariyê ku di nava xwe de artêş-ewlekarî dihewîne. Di vê çarçoveyê de, li Bexdadê, kêmneteweya sunî desthilatdarî xistibûn destên xwe û li Şamê jî elewiyan desthilatdarî xistibûn destên xwe, ku ew jî ji kêmneteweyan bû ku di artêş û ewlekarî de cih girtibûn. Wekî encam jî, artêş û ewlekarî di piratîkê de ew “desthilatdarî” bûn, ku biryar didan û siyaset, aborî, rêveberî û çand bi rê ve dibirin û nexşeya wê xêz dikirin, tevî ku rengê desthilatdariya li herdu welatan ne bi awayekî mezhebî bû. Lê awayê serweriya elewiyan di artêş û ewlekariyê de, ji 8ê adara 1963 heta 8ê kanûna 2024an, hişt ku ew bibin xwedî hêz. Herwiha, seweriya sune di artêş û ewlekariyê de li Iraqê ji 8ê tîrmeha 1968an heta 9ê nîsana 2003yan, ew bûbûn xwedî hêza herî mezin û bandor. Di piratîkê de, ê ku artêş û ewlekarî bixe destê xwe, ew desthilatdariyê jî dixe destê xwe, wekî Sûriya 1963an û Iraq 1968an. Herwiha yê ku di qadên siyaset, aborî, rêveber û çandê de be, cihê wî ne di tirêna desthilatdariyê de bû, lê belê di rêza duyemîn de bû.

Di vê çarçoveyê de, bûyerên dîrokî yên 23yê sibata 1966an û 16ê mijdara 1970yî li Sûriyayê dikarin nîşan bidin ku her kesê ku artêş û hêzên ewlehiyê kontrol dike xwediyê desthilatdariyê ye, ne “partî” an “siyasetmedar”. Bi heman awayî, mînakên Riyad Sêf û Ramî Mexlûf dikarin sînorên desthilatdariya “pîşesazî” û “karsaz” li hember kesên ku xwediyê desthilatdariya leşkerî û ewlehiyê ne nîşan bidin.

Desthilatdariya her du kêmneteweyan li Bexdaya beisî û Şama beisî di warên aboriyê û di meqam û karên hikûmetê de berjewendî, feyde û îmtiyaz çêkirin. Her çendî beisiyên sûriyayî di seranserê serweriya xwe de ji bo dewlemendên Şamê di serdema Hafiz El-Esed û ji bo dewlemendên Helebê di serdema Beşar de dilxwazê ​​beşdariya berfireh a aborî bûn jî, feydeyên di kar û tayînkirinên hikûmetê de (û avahiya civakî ya artêş û karmendên ewlehiyê) bûn sedem ku piraniya suniyên Iraqê û elewiyên Sûriyayê ji kêliya krîza desthilatdariya wî heta roja ketina wî ya 1991-2003yan li kêleka Sedam Hiseên bisekinin û ji kêliya krîza desthilatdariya wî heta roja ketina wî ya 2011-2024an li kêleka Beşar El-Esed bisekinin.

Rewşa mezhebî ya ku me li Bexdadê piştî rûxandina Sedam Hisên û li Şamê jî piştî rûxandina Beşar El-Esed dît, encama pêvajoya desthilatdariya herdu partiyên Beisê li herdu welatan bû. Lê di heman demê de, encama meyla desthilatdariya ku piştî wan hatiye, ango mijar ne tenê guhartina kesên di desthilatdariyê de û yên derdora wan in, lê belê divê hertişt li ser maseya desthilatdariya berê were jêbirin û saziyên artêş û ewlekarî werin tasfiyekirin û rêveberiyên wê bi giştî bên guhartin, ev yek dihat wateya guhartina bingeheke civakî ya desthilatdariyê bi bingeheke din li Bexda û Şamê û dûrxistina bingeha civakî ya berê ya her du desthilatdaran.

Encama rewşa mezhebî ya di pêvajoyên herdu desthilatdaran li Şamê û Bexdadê, ne tenê ji ber cudakariya mezhebî di navendên desthilatdarî û rêvebirina wê de û ne jî tenê ji ber biryarên leşkerî û ewlekarî di destê wan herdu kêmneteweyan de, lê belê encama tundiya desthilatdariya mezin ku li dij tevgerên çekdar ên ku îslamîstên şîî yên iraqî di sala 1991ê û tevgerên îslamî yên sunî yên sûriyayî di pêvajoyên 1970-1982 û 2012-2020î, pêk aniye. Di encama vê tundiyê de, bajar hatin wêrankirin û sivîl hatin kuştin û bi sedhezaran kes hatin girtin, ji bilî koçberkirina hejmareke mezin ji hundir û dervayî welat.

Her kesê ku tomarên hilbijartinên parlementoya Iraqê yên ji 2005an heta 2025an bişopîne, dê bibîne ku partî û tevgerên îslamî yên şîî xwedî para herî mezin û serdest di nav civaka şîî ya Iraqê de ne. Ev hilbijartin îfadeyeke rastîn a hawîrdoreke civakî ne ku piraniya nifûsa Iraqê temsîl dike. Ev hilbijartin ne tenê berjewendî û feydeyên nû diyar dikin, lê di heman demê de girêdana wan a berdewam a du dehsalan bi partî û tevgerên ku rûyê xwe yê mezhebî venaşêrin, ku piraniya wan bi “waliyê Feqîh ê Îranê” ve girêdayî ne, nîşan didin. Ev bertekek e (ku hîn nehatiye derbaskirin) li hember desthilatdariyeke mezhebî ya sunî bi rûyekî beisî ku ji hêla kurên parêzgehên Tikrît û Enbar û bajarê Mûsilê ve hat birêvebirin.

Di heman demê de, me dît ku çawa “Ehl El-Feqîd” ji beisiyên Mîşêl Efleq ber bi Ebû Museb El-Zerqawî û Ebû Bekir El-Bexdadî ve çû, her çend têkçûna El-Qaîde û DAIŞê di demên dawî de bûye sedem ku civaka sunî ya Iraqê kesayetên nerm ên nû yên ku xwe diguncînin “pêvajoya siyasî”, wek Mihemed El-Helbûsî, qebûl bike. Serhildana çekdarî ya tund a suniyên Iraqê piştî hilweşîna Sedam Hisên ne tenê mînaka serhildana kêmneteweyan bû piştî hilweşîna rêjîmekê ku ew wekî nûnerê wan dibînin. Me ev yek di sala 2020î de li Etiyopyayê dît dema ku endamên kêmneteweya etnîkî ya tigrayan piştî kontrolkirina desthilatdariyê ji dema hilweşîna hukumdarê leşkerî yê marksîst Mengistu Haile Mariam di sala 1991ê de heta hatina serokwezîrê niha Abî Ehmed di sala 2018an de, serî hildan. Lêbelê, ev serhildan, mîna serhildana sunî ya piştî Sedam li Iraqê, bi ser neket û hîn nayê dîtin ka gelo ew ê bibe sedema tevgerek nerm di nav tigrayan de mîna diyardeya Helbûsî.

Wekî kurtasî: Doza bajarê Hemayê, ku di hilbijartinên parlemanî yên 1954an de baregeheke hilbijartinê ya Partiya Beisê bû û dû re di salên 1964, 1973, 1979, 1980, 1981 û 1982yan de navenda opozîsyona îslamî ya li dijî desthilatdariya wî bû, dikare bibe mînakek berbiçav, herwiha taxa (bajarê Sedir) a rojhilatê Bexdayê, ku di salên şêstî û heftêyan de baregeheke civakî ya Partiya Komunîst bû û niştecihên wê mirovên xizan bûn ku ji başûr hatibûn da ku wekî karker û karsaz bixebitin, dû re di salên heştêyî de ew bû baregeheke civakî ya Partiya Deiwayê û ji hilweşîna desthilatdariya Sedam Hisên heta niha ew keleha bihêz a tevgera Sedir e.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN