Riyad Derar
Peymana 10ê adarê ya ku di navbera Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û serokê hikûmeta demkî Ehmed El-Şeri de hate îmzekirin, peymaneke ya siyasî girîng e ku divê hikûmeta nû ya li Şamê gavên veguhêz bavêje ku hevkarî di desthilatdariyê de çêbibe û nûnertiya wekhev ji bo gelê Sûriyayê bike û garantiya mafên pêkhateya kurd û hemû pêkhateyên di nava destûrê de bike. Herwiha, çaksazkirina saziyên ewlekarî û rêveberî û entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser ên sivîl û leşkerî di dewleta Sûriyayê de û vegera koçberan û avakirina encûmenên xwecihî û hevkariyê li gorî rêgeza kêrhatinê ku mezheb û etnîka wî çi dibe bila bibe.
Lê tiştê ku niha çêdibe, ew e ku desthilatdariya nû pêkanîna bendên vê peymanê dereng dixe û tu nîşaneyên niyeteke rasteqîn a hikûmeta Şamê tuneye ku pabendî hemû bendên peymana 10ê adarê bibe. Berovajî wê, diyar e ku hikûmeta Şamê ji vê peymanê tenê dixwaze demê qezenc bike, ji bo hevsengiya hêzê çêbike û serweriya xwe xurt bike.
Dibe ku ji sedemên ku nahêle ev desthilatdarî berpirsartiya xwe derbarê Peymana 10ê adarê pêk bîne, ew e ku ji parçebûna desthilatdariyê û avakirina sîstemeke rêveberî ya hevbeş ya demokratîk ditirse, ku wê gelek encaman bi xwe re bîne û piraniya wan jî ne li gorî berjewendiyên wê ne:
– Beşdariya hêzên siyasî û civakî yên xwedî giranî û bandor di rêvebirinê de.
– Kêmkirina serweriya torên berjewendiyan ên nêzî desthilatdariyê di sîstema rêveberiyê de.
– Saziyên ewlekarî û dozgeriyê, divê di bin çavdêriyeke serbixwe de bin.
Ji bilî van jî, hin metirsiyên din ên desthilatariya heyî hene, ji ber wê jî heta niha peyman pêk nayê û ew jî wiha ne:
Tirsa ji lêpirsîn û edaletê, ji ber ku pêkanîna peymanê dibe ku pêwîst bike dosyayên gendeliyê û dosyayên binpêkirinan werin vekirin û cezakirina kesayetên di desthilatdarî an jî yên nêzî wan were kirin. Ev jî eger pêk were, dibe ku ev desthilatdarî rewabûna xwe winda bike û rastî lêpirsîna qanûnî were.
Tirsa ji windakirina rewabûnê li pêşiya alîgirên xwe, ji ber ku lezbûna pêkanîna bendên Peymana 10ê Adarê, dibe ku ji aliyê alîgirên desthilatdariyê ve were şirovekirin ku tawîzên mezin desthilatdarî dane di bin fişarên navxweyî yan jî derve de û nebikaranîna xîtaba siyasî ya ku herdem bi kar aniye. Ev yek jî tê wateya ku valahiyek di navbera desthilatdarî û alîgirên wê de çêbibe û ev jî ya herî zêde ku desthilatdarî di vê demê de jê ditirse û ew jî dizane ku di vî alî de nikare gavan bavêje.
Tirs ji guhertina muhtemel a di hevkêşeya ewlehiyê de. Ji ber ku peyman bendên ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyaya Demokratîk di nav artêşa nû ya Sûriyayê de, jinûvesazkirina alavên ewlehiyê û bicihkirina leşkerên hevbeş dihewîne, rejîma heyî êdî dê tekela çekan nebe – tekela ku ew wekî avantajek dibîne û windakirina wê dê rasterast serdestiya wê bixe xeterê. Ji ber vê yekê, armanca wê ya sereke niha kirîna demê ye, bi hêviya ku şert û mercên herêmî û navneteweyî dê di berjewendiya wê de biguherin.
Tirsa ji ku peyman bibe “Pêvajoya yekemîn” ku bihêle ew tawîzên mezintir pêşkêş bikin, ango çi gava destpêkê dibe ku deriyên daxwazên nû jî veke: Kongreya niştimanî ya berfireh, hilbijartinên parlamentoyê yên rasteqîn, erkên berfireh di ecûmenên xwecihî de û çavdêriyeke xurtir li ser hikûmetê.
Ev fikar û tirsên ku niha desthilatdariya heyî di nav de ye û ev yek jî mirov dikare di xîtab û kiryarên wan ên rojane, eşkere bike. Li beramberî derengxistin û ne pêaknîna peymanê, divê aliyê din ê peymanê di hemû aliyan de kar bike û fişarê bi kar bîne ji bo peyman pêk were, bi rêya hin alavan:
1- Afirandina lihevkirineke niştimanî ya berfireh li pişt peymanê. Her ku piştgiriya ji bo peymanê berfirehtir bibe, desthilatdarî ew qas bêtir îzole dibe, ew qas kêmtir şiyana wê heye ku vegotinek alternatîf biafirîne û ew qas bêtir li hember tohmetên têkbirina yekîtiya niştimanî bêparastin dimîne. Li vir hêjayî gotinê ye ku aktîvkirina mekanîzmayên redkirinê yên navxweyî ji her fişareke derveyî girîngtir û bibandortir dimîne.
2- Fişara gel ya birêxistinkirî, ne bi rêya xwepêşandanên bêserûber, lê belê bi rêya hemleyên gelêrî yên bi kordîne, wekî derxistina daxuyaniyan bi navê hêzên siyasî yên çalak, sandîke û saziyên civakî û livûtevgera bi rêya encûmenên xwecihî û sivîl. Ji bilî wê jî divê girîngiyeke mezin bidin dezgehên ragihandinê û çîna rewşenbîr. Çi desthilatdariyeke demkî, ji hêrsa gel a birêxistinkirî ditirse, ji ber ku bandorê yekser li rewabûna wê dike.
3- Aktîvkirina alavên civaka sivîl, civaka sivîl dikare fişarê bike, bi rêya çavdêriya pêkanîna peymanê û eşkerekirina faktor û sedemên derengmayîna pêkanîna peymanê li pêşiya raya giştî û belavkirina raporan bi awayekî dayîm. Ev yek jî wê bihêle ku fişareke girîng çêbike, ji ber ku girêdayî mijara zelalbûnê ye û ev yek jî ji aliyê sîstemên ne demokratîk ve nayê hezkirin, ji ber ku nahêle bi hêsanî tevbigere.
4- Fişarên navdewletî yên bi şert, lê divê were zanîn ku ne her fişareke derve bi sûd e, lewra fişara ku tê xwestin ew e ku bi şertê pêkanîna peymana niştimanî be û li ser esasê biryara navxweyî ya giştî be û ne girêdayî berjewendiyên destwerdanê be. Tenê bi vî awayî dikare bihêle tevgerên desthilatdariya heyî bên girêdan, ku desthilat bixwe di dema niha de ji îzole û destçûyîna piştgiriya derveyî ditirse.
5- Bikaranîna demê li dij wê; ango ji ber ku çarçoveyeke demê ji bo pêkanîna van peymanan di navbera hemû aliyan de hatiye diyarkirin, divê ku raya giştî zanibe desthilatdariya heyî li Şamê ew di mijara pêkanîna peymanê de, dirêj dike. Bi vî awayî, wê rewabûna vê desthilatdariyê hêdî hêdî biçe û altirnatîfên siyasî werin pêşkêşkirin û li pêşiya raya giştî ya hundirîn û derve, rûyê wê yê rast were eşkerekirin.
Niha, bi kurtasî, lêçûna ji bo desthilatdariya heyî di rewşa bicîhanîna peymanê de dikare di sê astan de were destnîşankirin:
1- Temenê desthilatdarî: Windakirina yekdestdariya biryardanê û derbasbûna aliyên din di rêveberiyê de û îhtîmal heye ku parçebûnê di nava bloka desthilatdariyê de çêbike.
2- Temenê ewlekarî û dozgeriyê: Windakirina serwerî li ser saziyên desthilatdariyê û hin berpirsên heyî rastî lêpirsînê werin an jî ji nû ve werin ferizkirin û bidawîhatina parêzbendiya neragihandî.
3- Temenê siyasî: Naskirina ku welat pêwîstiya wê bi hevkariyeke rasteqîn heye û cihê desthilatdariyê wekî “aliyê xurt” paş de vegere û daxwazên opozîsyon û civakê hîna zêdetir bibin.
Lêbelê, eger hevsengiyên navxweyî û derveyî ji şiyana astengkirina vê desthilatdariyê bihêztir bibin, îhtîmal e ku ew serî li vebijarkên jêrîn bide:
1- Cîbicîkirina bijartî, bi rêya xebata ji bo cîbicîkirina bendên ku ew wekî gefek rastîn ji bo bandor û berjewendiyên xwe nabîne, di heman demê de paşxistina wan bendên ku guhertinek bingehîn di avahiya pergala heyî de hewce dikin.
2- Jinûveşirovekirina peymanê, an jî hîn bendên di peymanê de, wekî hewldanên wan ên heyî derbarê benda girêdayî entegrasyona HSDyê.
3- Danûstandina li ser guhartinan ji bo kêmkirina bandorên peymanê.
4- Hewldana jinûvehilberandina bandora xwe di nav avahiyên nû de, di rewşekê de ku di bin zextê de neçar bimîne ku şertên peymanê bicîh bîne.
Ji bo misogerkirina pêkanîna rastîn a vê peymanê, wekî ku berê jî hate gotin û kurtkirin, ev tişt pêwîst in:
1- Avakirina hevpeymaniyek yekgirtî û li ser bingeha zextê der barê peymanê de.
2- Sazkirina bernameyek zelal, giştî û çavdêrîkirî.
3- Destpêkirina taktîkên fişara giştî yên baş plansazkirî, ne kaotîk.
4- Zêdekirina lêçûnên siyasî û medyayî yên paşxistina kar.
5- Dûrketina ji xefika polarîzasyona mezhebî.
Di dawiyê de, hemû zanyariyên berdest nîşan didin ku desthilatdariya Şamê niyeta bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên di bin peymana 10ê Adarê de tune. Ev yek di daxuyanî û kiryarên wê yên li ser erdê de, tevî nexwestina wê ya berdewam ji bo avêtina gavên pêwîst ji bo bicîhanîna peymanê, eşkere ye. Bê guman, ew xewnên xwe diparêze ku kêliya guncaw dê bê guman were dema ku ew dikare kontrola peymanê bigire destê xwe û destê xwe li ser tevahiya Sûriyayê xurt bike. Ji ber vê yekê, ne pêkan e ku meriv hêvî bike ku ev rejîm bi dilxwazî dest bi pêkanîna peymanê bike. Berevajî vê, aliyê din – hemî hêzên Sûriyayê yên ku piştgiriyê didin peymanê û pêşeroj û berjewendiyên xwe tê de dibînin – divê bi bandor û bikêrhatî tevbigerin da ku rejîma heyî ji bo erkên xwe yên di bin peymanê de berpirsiyar bigirin û wê neçar bikin ku bêyî ku serî li xapandinê bide, wê bicîh bîne.







