• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Sûriya piştî salekê ji guhartinê.. komkujiyên “dewleta komikan” ya peywirî

December 11, 2025
Sûriya piştî salekê ji guhartinê.. komkujiyên “dewleta komikan” ya peywirî

Girseya xelkê li Helebê salvegera yekem a hilweşîna rejîma El-Esed pîroz kir | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Dr. Tariq Hemo

Made bi erebî jî heye العربية

Dema ku mirov sala yekem a desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam dinirxîne û rastbûna pêşbîniyan an analîzên xwe yên li ser rewşa Sûriyayê piştrast dike, divê mirov rêya vê desthilatê û nêzîkatiya wê ya ji bo siyaset û rêveberiyê lêkolîn bike. Ev lêkolîn ji bo destnîşankirina ka ev rêbaza çalakiyê bi pêşbîniyên destpêkê re li hev dike an nakok e û ji bo nirxandina bandora rexneyên li dijî desthilatê di her guhartin, nermbûn an jinûvenirxandinê de pir girîng e. Girîng e ku encamên kiryarên ku Heyet Tehrîr El-Şam, “Hikûmeta Demkî”, an “desthilata de facto” di diwanzdeh mehên borî de kirine werin şopandin û ka ev kiryar dê çawa siyasetên wê yên pêşerojê şekil bidin. Ew desthilatdariya ku dixwaze bikeve qonaxa dewletê û hevkêşeyên dijwar ava bike ku bi rêya wan hebûna referansa cîhadîst biparêze û wê bi pêşkêşkirin û firehkirina “şaxan” ber bi siyasetên heyî ve bibe ku biçe asta “lêborînê” di derxistina fetwa û hincetên qanûnî de, ku lihevhatinek bi şert û mercên dem û cihî re diafirîne, lê di heman demê de dihêle ku “birayên” (el-ixwe) rêber û wezîr (her gav xwe dispêrin – û ji – mîrata pêşiyên rast/fiqihê şer û aştiyê) siyasetê bi awayekî ecêb makyavelîst bikin, ku dihêle ew bi dijminên duh re têkilî û hevpeymanan saz bikin û rêjîma xwe wekî garantorê van berjewendiyan, bi awayekî berbiçav peywirî û xerîdar bidin nîşandan!

Desthilatdariya “Heyet Tehrîr El-Şam” rêvebirina xwe bi pêkanîna komkujiyan û binpêkirinên hovane li berava Sûriyayê derheqê elewiyên sûriyayî de dest pê kir. Desthilatdarî, zemîna van komkujiyan bi rêya sorkirina mezhebî amade kir û “seferberiya giştî” li dij tevahiya mezhebekê ragihand ku desthilatdarî got bersiva êrîşa ji aliyê “bermahiyên” rêjîma berê da, bê ku tu belgeyên ku vê çîrokî piştrast dike, pêşkêş bike. Cenazeyê endamên van komên êrîşkar an jî mukirhatinên bi belgekirî yên ev komên hatine girtin, nehatin pêşkêşkirin. Hemû dîmen û vîdoyên di malperên tevna civakî de hatin belavkirin, hemû yên sivîlan bû ku li ser destê çekdarên girêdayî desthilatdariya heyî, hatin kuştin. Tevahiya cîhanê dît ku çawa çekdarê desthilatdariyê zarokên li pêşiya bav û dayîkên wan dikujin (Kuştina zarokên jina elewî ya sûriyayî Zerqa Sibahî ango dayîka Eymen li pêşiya çavên wê). Dem zêde derbas nebû, heta ku desthilatdarî bûyer/çîroka ku çavkaniya wê nehatiye naskirin bi pêş xist ku qaşo “xeber ji pêxember Mihemed re” gotine û bi awayekî ku “qeydkirina deng” li ser zimanê kesekî di “Tîktok”ê de hatiye belavkirin, yekser jî desthilatdarî ew xist pêkhateya duruzî ya sûriyayî û bi vê yekê re jî zemîna hemleyeke nû ji êrîş û kuştina li ser nasnameyê amade kir û vê carê li dij duruziyên li bejahiya Şamê pêk anî. Di encamê de, çekdarên desthilatdariyê û alîgirên wê, bi sedan welatiyên duruzî li taxên Ceremana û Eşrefiya Sehnayê kuştin. Ev jî têkçûneke din ku desthilatdarî di refa niştimaniya Sûriyayê de çêkir.

Piştî vê yekê jî, desthilatdariyê hemleya xwe li dij Siwêdayê da destpêkirin, ku bi awayekî eşkere pêkhateya duruzî ya sûriyayî bi tevahî hedef girt (Di encama vê hemleyê de, bi dehhezaran kes hatin kuştin û gund hatin wêrankirin û sivîl hatin revandin, herwiha heqaret li kesên temenmezin hate kirin bi rêya birîna rih û simbêlên wan û xerabkirina cihê rûniştandinê û goran..hwd). Desthilatdarî di vî şerê xwe de xwe spart “alîkariya eşîran” ku bi demê re ev bû tiştekî stratejîk ji bo wê desthilatdariyê, bi vê yekê re jî desthilatdarî pêkhateya ereb a sunî li dij pêkhateyên din ên sûriyayî ku desthilatdarî dixwaze wan biçewisîne û xewnên wan ên tevlîbûna siyasî û dewleta niştimanî ya demokratî û nenavendî biçewisîne,  sor kirin. Herwiha, desthilatdarî dixwaze bi rêya bikaranîna “eşîrên ereban ên sunî” pêkhateya herî mezin a gelê Sûriyayê (sune) derbasî şerê xwe yê navxweyî bike û di encamê de jî armanca xwe pêk bîne ku bikeve nava vê pêkhateyê û xwe bixe pişt wê û îdîa bike ku ew nûnertiya herî zêde dike. Bi vî awayî armanca xwe ya naskirin û entegrekirina bi vê pêkhateyê re pêk tîne, û li pişt wê seferber dike, da ku îdia bike ku ew piraniyê temsîl dike û bi vî awayî tevahiya pêkhateyê dikişîne pişt kêmaniya selefî/cîhadî “Heyat Tahrîr El-Şam” a ku di nav piraniya sunî û di nav “îslama şamî” de hatiye tecrîdkirin. Desthilatdarî  welat niha bi rêya kesayetên xwe yên şerî û siyasetmedarên naskirî bi rê ve dibe. Êrîşên komên desthilatdarî û “alîkariya eşîran” ku serokê demkî Ehmed El-Şeri pesnê wan da, ranawestiya, tenê piştî ku Îsraîlê êrîşên bi heqaret li dij Koşka Komarê û avaihya Heyet Erkan a Giştî li Şamê ev êrîş hatin rawestandin. Desthilatdariyê şaştiya xwe ya ku xwe spart peywendiyên veşartî û soz û “nîşaneyan” eşkere kir, dema ku berpirsên vê desthilatdariyê behsa rastî” xapandinê” bûn, piştî civîna wan bi rayedarên Îsraîlê re li paytexta Azberbîcanê Pako. Herwiha, wext zêdetir derbas nebû, desthilatdariyê bûyera kuştina mêr û hevjîna wan û nivîsandina gotinên mezhebî li cihê bûyerê li bajarê Humisê û di encamê de jî, li dij sivîlên elewiyan li gelek taxên bajar kom bûn çêbûn û xerabkirin û tirsandin pêk hat. Gelê Sûriyayê û tevahiya cîhanê, careke din dîtin ku desthilatdarî ew sorkirina mezhebî û qebîleyan li dij hev, dimeşîne. Eger ku kesên aqilmend ji rûsipiyên qebîleyên kesên hatine kuştin û derxistina daxuyaniyên ku banga aramî dikirin, dibe ku rewş zêdetir xerab bûbûya û senaryoyên wekî êrîşên Ceremana û Eşrefiya Sehnayê li dij sivîlên duruziyan, çêbûbûya.

Tevî ku desthilatdarî peyman bi HSD û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re di 10ê adara 2025an de îmze kir û di naveroka wê de bendên entegrasyona wê herêmê û hêzên ku parastina wê herêmê dikin û ji rêxistina DAIŞê ya terorîst parast bi awayekî fermî tevlî nava dewletê bibin. Lê desthilatdarî xwe spart taktîkan û şiroveyên dervayî çarçoveya heyî pêşkêş kirin, ji bo ku ji pêkanîna bendên vê peymanê birive. Ev yek ji bilî gefên berdewam ên çareseriya leşkerî û daxuyaniyên xwe spartina Tirkiyayê û nîşaneyên ku wê artêşa wê êrîş bike. Di heman demê de, desthilatdarî hevdîtin û gerên diyalogên bi şandên Rêveberiya Xweser re red dike û nepêkanîna peymanê, her ku vê desthilatdarî “serkeftineke siyasî û dîplomasî” bi dest bixe bi rêya serdana serokê desthilatdariyê li dewleteke din, an jî ku alîgirên wê bi îmzekirina “projeyên veberhênan û avakirinê yên mezin” bi dehan milyar dolar, şahiyan li dar dixin ku piraniya van peymanan tenê li ser kaxezê dimîne û ji çarçoveya wê propogandayê dernakeve. Di vê vê rewşê de, desthilatdarî bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê û hemleyên “seferberiya giştî” û “alîkariya eşîran” li ser malperên tevna civakî, êrîşî HSD û pêkhateya kurdên sûriyayî dike  û xwepêşandanên xwedî taybetmendiyên neniştimanî û mezhebî yên nîjadperestî organîze dike, bi rêya heqaretkirina pêkhateya kurd û herwiha pêkhateyên durzî û elewî, bi rêya bikaranîna sembolîzmê ku armanc dike bêrûmetkirin, rezîlkirin û biçûkxistinê, rêjîm di kiryarek qirêj û nebaş de ye ku ji bilî zîhniyeteke teng-hiş û partîzanî ku nikare prensîb û nirxên welat û welatparêziyê fam bike û bigire, tiştek din eşkere nake. Di der barê tiştên ku rêjîm ji hikûmetên biyanî û rêxistinên mafên mirovan re li ser komîteyên lêpirsînê yên ku ji bo eşkerekirina tawanbarên berpirsiyarê komkujiyên li herêma peravê û Siwêdayê ava kirine dibêje, ew tenê gotinên vala û sozên vala dimîne. Di encama van lêkolînan de, tu encam derneketin holê û kujer radestî edaletê nekirin. Herwiha, me tu girtin an jî dadgehkirina van kujeran, nedît. Ji ber ku desthilatdarî derewan li derve û hundir dike û nikare ji çermê xwe derkeve û dev ji rêbazê xwe yê xwe spartina hêz û hovîtiyê berde, wekî rêbazekî ku ji bilî wê nizane, desthilatdarî endamên ku beşdarî sûcên qetilkirina sivîlên elewî li beravê bi kar anîbûn, di hemleyên xwe yên qirkirinê li dij duruziyan li Siwêdayê, bi kar anî. Piraniya van kesên ku sûcên wan hatin belgekirin û êdî nasnameyan wan bi rêya vîdoyên hatine belavkirin hatin naskirin, heta niha bi awayekî azad tevdigerin û di komên girêdayî artêşa desthilatdariyê de xizmetê dikin û ji aliyê edaletê û cezakirinê ve, parastî ne.

Rêjîm ji dema hatina xwe ya Şamê û lidarxistina “Konferansa Serkeftinê” ve heman rêbazê dişopîne û piştre rêze gavên kozmetîkî yên bilez ên ku armanc dikin desthilatdariyê xurt bikin û serdestiya xwe ava bikin, wekî “Konferansa Diyaloga Neteweyî” û “Danezana Destûrî” hatin avêtin. Ev rêbaz berfirehkirina bandora xwe di nav civaka erebên sunî de û şekildana Sûriyayê wekî pergalek ji komên piranî û hindikahî vedihewîne, ku rêjîm piraniya erebên sunî temsîl dike di heman demê de “kêmneteweyan” wekî belavbûyî, marjînalîzekirî û westiyayî nîşan dide, bi bandor ji hesabên siyasî hatine dûrxistin. Ji bo afirandina vê piraniya mezhebî, rêjîm bê westan dixebite da ku partî û hêzên siyasî bitepisîne, mîrata dîrokî ya opozîsyona Sûriyayê veşêre û têkiliyên bi têkoşîna dirêj a li dijî rêjîma El-Esed qut bike. Wekî din, ew bi awayekî çalak rê li ber derketina holê ya civaka sivîl digire, jinan tepeser dike û beşdarbûna wan di çarçoveyên Sûriyayê yên berfireh de asteng dike ku ji herêmîbûn, mezhebîbûn û neteweperestiyê derbas dibin, bi vî rengî hemî hewldanên ji bo avakirina jiyaneke siyasî ya neteweyî û sivîl a bi rastî têk dibe. Rêjîm armanc dike ku li vir “bingeheke piştgiriyê” biafirîne bi bangewaziya têkiliyên herî bingehîn û prîmîtîv û daketina çînên herî nizm ên civakê. Li wir, ew avahiyên eşîrî û şêxîtiyê ji nû ve ava dike, hem wekî bingeha xwe û hem jî wekî amûrên tepeserkirin û çavtirsandinê li dijî dijberên xwe yên siyasî. Ew hewl dide ku jiyana bajarî ya sunî li bajarên mezin (Şam, Heleb, Hums, Hema) bitepisîne û wê ji çalakiyên siyasî yên rêxistinkirî dûr bixe, bi rêya bikaranîna gelek rêbazan, di nav de rijandina van bajaran bi pêlên koçberiya gundan û afirandina kemberên demografîk ên lihevhatî di bin kontrola xwe de bi rêya wekîlên wekî “şêx”, “mezin” û “muxtar”. Ew herwiha hewl dide ku burjuwaziya bajarî ya sunî li van bajaran ji kontrola li ser amûrên hilberîn, bazirganî, avakirin û xizmetguzariyê bêpar bike, burokrasiya qanûn, qanûndanîn, û peymanan dixe destê vê olîgarşiya gundewarî û fraksiyonî. Ev ji bilî kiryarên sînordarkirina atmosfera bajarî ya vekirî, zêdekirina kampanyayên xerabkirina pîrozbahî û dawetan, serdegirtina kafê û baran, êrîşên ku li ser niştecihên bajêr çêdibin û destwerdana rojane di şêwaza jiyana wan de ye.

Herwiha rêjîm bi zanebûn wê tevliheviya taybet a ku bingehên xwe li ser ava dike, xurt dike. Ya yekem, navika selefîst/cîhadîst a tundrew bi meylên xwe yên tekfîrî heye, ku ji hêla kesayet û rayedarên Heyet Tehrîr El-Şam ve tê temsîlkirin, çi ew kesên ku endamên wê yên sereke ne (Ebdul Rehîm Etûn, Ebdullah El-Mihêsinî, Ebû Zubeyîr El-Şamî, Ebû Yûsif El-Hemewî, hwd.) an jî ew kesên ku ji bo çavdêrîkirin û rêvebirina wezîran û berpirsên payebilind ên hikûmet û dewletê hatine tayînkirin. Ya duyemîn, komikên girêdayî “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ne, ku ji hêla Tirkiyayê ve di sala 2017an de hate damezrandin û perwerdehiya fermandar/serleşkerên di nav “dabeşkirin”ên vê artêşa nû de. Ev kes (Mihemed Casim/Ebû Emşa (fermandarê Firqeya 25an), Seyf El-Dîn Bulad/Seyf Ebû Bekir (fermandarê Firqeya 76an), Fehîm Îsa (Cîgirê Wezîrê Parastinê û Fermandarê Herêma Rojhilat), Ehmed El-Hayis/Ebû Hatem Şeqra (fermandarê Firqeya 86an), Dogan Silêman (fermandarê tugayê di Firqeya 72yan de), û Araba Îdrîs/Ebû Xazî (fermandarê Tugaya 6an di Firqeya 52yan de) rasterast bi îstîxbarata Tirkiyayê ve girêdayî ne û fermanên xwe ji Enqerayê digirin. Herwiha tomarên wan ên sûc ên berfireh hene û piraniya wan ji ber zilm û binpêkirinên ku rasterast tê de beşdar in, li qada navneteweyî têne xwestin. Ev ji bilî siyasetmedar, rojnamevan û kesayetên medyayê yên ku ji hêla Tirkiyayê ve li ser rêjîmê hatine ferzkirin, ku hin ji wan postên girîng girtine, wek Hesen El-Dixeyim, Nour El-Dîn El-Baba, Musa El-Omer û yên din. Ya sêyemîn û di dawiyê de: Tevlîheviyek cihêreng ji karbidestên ewlehî û îdarî, karsaz, aborînas, “şebîhên” meydanî û kesayetên medyayê yên ku heta demek berê ji bo makîneyên rêjîma berê dixebitîn. Ev temsîla meyla nijadperest a Beisê dikin, ku rewa dikir. Rêjîm niha hewl dide ku pisporiya van kesan bi kar bîne da ku sûcên xwe rewa bike û wan bi kar bîne da ku êrîşî dijberên xwe bike û wan bitirsîne. Di nav wan de Fadî Seqir, Xalid El-Ehmed, Ebdullah El-Hemed, Hemşo û El-Qatircî hene. Her çend rêjîm dijberên xwe – ku hemî beşên civaka Sûriyayê temsîl dikin – wekî “bermahiyan” û “cudaxwazan” bi nav dike, wan bi avakirina “hevpeymanek kêmneteweyan” tawanbar dike, ew, kêmneteweya selefî-cîhadî ya ku ji hêla Heyet Tehrîr El-Şam ve tê temsîlkirin, berdewam dike ku tevliheviya ecêb a berjewendiyan (cîhadî, beisîst û turanîst) ava bike û xurt bike ku ew ji bo rêvebirinê xwe dispêre wan.

Rêjîm bi rola xwe ya peywirî ve girêdayî ye, hêvî û bawer dike ku ev yek dê hemû aliyan razî bike û pergalek ji patronajê biafirîne ku dê ji her aktorek bi bandor re perçeyek ji “kêka sûriyayî” pêşkêş bike, bi vî awayî wan ji zext, hesabdayîn û cezakirina pêşerojê dûr dixe. Di encamê de, em dibînin ku rêjîm ji bo razîkirina hemî dijber û hevrikên xwe li ser axa sûriyayî, di nav manevrayên siyasî yên eşkere de ye, hewl dide ku rûs, amerîkayî, îsraîlî, tirk, qeterî, siûdî û îmaratiyan bîne cem hev! Di nav rêjîmê de pejirandinek eşkere ya bandor û hebûna biyanî, devjêberdana serweriya neteweyî û radestkirina axên sûriyayî ji hem Tirkiya û hem jî Îsraîlê re heye, hemî bi armanca parastina desthilatdariya xwe. Armanc ew e ku ev “peywir” û “xizmetî” veguhere celebek “xizmeta beramberî”, rêbazek ji bo xurtkirina desthilatdariya rêjîmê û bi vî rengî balê ji hemî komkujî û binpêkirinên ku wê li dijî gelê sûriyayî kiriye û berdewam dike dûr bixe. Ev têgihaştin li ser berjewendiyên teng ên partîkî ye, bê hestên neteweyî ye. Baweriyek heye ku piştgiriya derve berdewamiya desthilatdariya rêjîmê garantî dike, hewcedariya bi pêvajoyek demokratîk, lihevkirina neteweyî, an beşdariya hêzên din ji holê radike. Ev tê wê wateyê ku rêjîm dibe olîgarşiyek peywirî ku ji hêzên biyanî re xizmet dike, di heman demê de li hember daxwazên navxweyî û bangên raya giştî ji bo demokrasiyê û veguheztina aştîxwaz a desthilatdariyê neguhêzbar dimîne. Hewldanek hevgirtî heye ku hem li hundur û hem jî li navneteweyî xeyalekê biafirîne ku rêjîm xwedî vîzyonek berfireh e ji bo “çareserkirina hemî pirsgirêkan” bi hêzên herêmî û navneteweyî re, nemaze yên ku destwerdan di krîza Sûriyayê de kirine û li ser erdê bandor û kontrolê dikin. Ev zîhniyet û rêbazek “pêşî biyanî” ye, ku rêjîm hewl dide ku li dijî daxwazên navxweyî bi kar bîne. Ew di heman demê de siyasetek eşkere ya berxwevekişandinê ye ji bo hêzên ku dixwazin axa Sûriyayê dagîr bikin û dixwazin bandora xwe bidomînin, bêyî ku cewherê rêjîma desthilatdar di ber çavan re derbas bikin.

Nirxandinek li ser sala yekem a desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam desthilatekê eşkere dike ku li ser bingeha komeke cîhadîst/tekfîrî ye ku bi gelek tevger û meylên cuda re hevalbend e, hin ji wan bi hêzên biyanî ve girêdayî ne û yên din jî navxweyî ne û xwedî bandoreke girîng li ser xwîna Sûriyayê ne. Desthilat hewl dide ku bi herduyan re jî berdewam bike û li ser wan ava bike. Aliyek peywirî û bazirganî ya “pêşkêşkirina xizmetan” ji hêzên biyanî re heye û balkişandin li ser tepeserkirin û navendîbûna tund di forma wê ya totalîter û otorîter de heye. Redkirina cihêrengî û pirrengiyê eşkere ye, digel hewldanên ji bo tepeserkirina nerazîbûnê bi rêya belavkirina tohmetên bêaqil û şaş. Hewldanek bêhêvî heye ku pêkhateya herî mezin a Sûriyayê (sunî, bajarî/navendî) bikişîne hev û bi desthilatdariyê re li hev bike, wan bi destekî giran tehdît bike: cemawerên paşketî, ku ji hêla desthilatdariyê ve hatiye çêkirin da ku bi hêsanî şer û dagirkeriyên wê bişopîne. Cemawerekî ku têre dike tenê tu ji wan re bibêjî “lebet, lebet” dê li hêviya fermana te bin,wekî çawa ku Ehmed El-Şeri bi gef û tinazî û pozbilindî ev gotin got!

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN