Mihemed Seyid Risas
Çepgiran gotina Xesan Tiwênî ya ku di sala 1975an gotiye de, ango bi destpêkirina şewata Lubnanê ku: “Lubnan qada aliyên din e” şermezar kir. Piştre di 15 salên şewatê de, ku ev şewat bi peymana Taîfe hate vemirandin û ev 75 sal in li ser peymanê re derbas bû, diyar bû ku ev gotin tam li gorî Lubnana şewitî û piştî vemirandina agir, hîna derbasdar e. Herwiha, diyar e ku gotina Tiwênî piştî 2003yan jî ji bo şewata Iraqê jî derbasdar e û piştre jî ji bo Lîbya û Yemenê jî derbasdar e û li ser Sûriyayê jî 18ê adara 2011-8ê kanûna 2024an jî derbasdar e û zêdetir jî piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed derbasdar e.
Di 18ê adara 2011an-8ê kanûna 2024an de, di Sûriyayê de şer tê de çêbû û li ser Sûriyayê çêbû, ku ev yek jî ji ber agirê navxweyî ku bandora hêzên navdewletî û herêmî hebûn û rêxistinên ji dervayî sînor ku ev şerê di Sûriyayê de û li ser Sûriyayê bi rê ve birin. Ne desthildarî û ne jî opozîsyona Sûriyayê gotina wan di van herdu şeran de hebû (şerê di hundir û li ser Sûriyayê) û ne jî biryarên mezin ji (daxuyaniya Cinêv 1)/2012/ û biryara 2118/2013/ ya girêdayî radestkirina çekên kîmyawî ya sûriyayî û biryara 2254/2015/ ku tu hebûna sûriyayî tê de tune bû. Di heman demê de, peymana 5ê adarê ya sala 2020î ya di navbera Pûtin û Erdogan de ku xetên eniyên rawestandina şer li parêzgeha Idlibê di navbera desthilatdarî û opozîsyona çekdar a îslamî de li wir xêz kirin, tu hebûna sûriyayî tê de tune bû, tenê rûs û tirk tê de beşdar bûn. Herwiha, rejîma Beşar El-Esed jî bi îradeya navdewletî-herêmî di salên 2012an heta 2015an de nehate hilweşandin tevî ku li ber hilweşînê bû. Piştre jî, hilweşîna rejîma El-Esed bi guhartina hevsengiyên hêzê li herêmê û di Sûriyayê de pêk hat, ji ber mijûlbûna Rûsyayê bi şerê Ukranyayê ji sala 2023yan ve û ji ber têkçûna şaxên Îranê di şerên Xeza û Lubnanê de piştî pêvajoya 7ê cotmeha 2011an. Sedema hilweşînê jî ji ber lawazî û nebûna hêzên parastina rûsî û îranî û bi wan re jî milîsên girêdayî Tehranê, ku parastina rejîma El-Esed li ser erdê dikirin. Ev yek jî hişt ku rêya di navbera 27ê mijara 2024an-8 kanûna 2024an de ji Idlibê heta Şamê li pêşiya opozîsyona çekdar bi rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam vekirî be. Ev hêzên parastinê sala 2015an dikarîbûn li pêşiya hemleyek bi heman rengî ku dîsa ji Idlibê hate destpêkirin dikarîbûn parastina rejîma El-Esed bikirine, lê lawaziya van hêzên parastinê û belavbûna hêza wan hişt ku hêza rejîma El-Esed têk biçe û bi hêsanî sala 2024an hilweşe, tevî ku hêza wê wekî ya berî 9 salan jihevketî bû, lê cudahî ketibû rewşa parêzerên wê.
Ji ber vê yekê, rewşa Sûriyayê piştî 8ê kanûna pêşîn a 2024an nikare wekî guhartineke navxweyî were dîtin, lê belê divê ew roj û sala ku wê ji wê roja şahidiyê vediqetîne bi rêya (faktora derveyî) were dîtin.
Li vir, divê destpêkê em li armancên lîstikvanên sereke di prosesa rûxandina rejîma Beşar El-Esed de nas bikin, ango Washington û Enqera. Li kêleka wê jî rastiyek heye ku serokkomarê Tirkiyayê Ereogan û rayedarên din ên li Enqerayê bi piştgiriya Rûsyayê, gelek bang di havîna 2024an de kirin ji bo lihevkirin û nêzikbûna bi Beşar El-Esed re. Herwiha, rastiyeke din jî heye serokê Amerîka Barack Obama di bin fişara Tilebîbê de dudil bû û piştre jî nehişt ku Beşar El-Esed di sala 2012an de were hilweşandin, berovajî tiştê ku sala borî bi El-Qezafî re li Lîbyayê kir. Di heman demê de, Obama di sala 2015an de Pûtin teşwîq kir ku destwerdana leşkerî bike ji bo ku rejîma Beşar El-Esed nekeve, piştî ku Îranê û milîsên girêdayî wê nikarîbûn li pêşiya pêşketina opozîsyona îslamî ya ji Idlibê û bejahiya Şamê dihat bisekiniya. Di heman demê de jî, Qasim Silêmanî wê demê çû Mosko ji bo ku serokê Rûsyayê Pûtin razî bike ku destwerdanê li Sûriyayê bike.
Wiha xuya dike ku mifteya roja sûriyayî ya 8ê kanûna pêşîn a 2024an, devjêberdana siyaseta vekişîna Obama ji Rojhilata Navîn ji aliyê Washingtonê ve bû, digel siyaseta amerîkayî ya ber bi rûbirûbûna bi Çînê ve guherî. Ev yek bi peymana nuklerî ya Obama bi Îranê re (14ê tîrmeha 2015an) re hat kirin, ku ev danûstandinek bû di navbera danîna sînoran li ser bernameya nuklerî ya Îranê û çavnebariya Washingtonê li hember berfirehbûna Tehranê li herêma Rojhilata Navîn. Herwiha bi veşartina destwerdana leşkerî ya Putin li Sûriyeyê ji aliyê Obama ve (30ê îlona 2015an) re hat kirin, ku piştre dabeşkirina bandorê li ser axa Sûriyayê di navbera Mosko û Washingtonê de hat kirin û dû re jî hevrêziya Rûsya-Tirkiyayê ku bi rêya wê Moskoyê alîkariya tirkan kir ku herêmên Cerablus, El-Bab, Izaz, dû re herêma Efrîn û bajarê wê û dû re jî şerîta Girê Spî û Serê Kaniyê kontrol bikin. Obama dît ku tiştê ji Pûtin re di Sûriyayê de pêşkêş kiriye, wê bihêle ku Rûsya dûrî Çînê bikeve, herwiha tirsa wî ji Çînê dihişt ku Îranê razî bike ji ber ku erdîngariya Îranê li pêşiya pêşketina projeya”Însiyatîfa Kember û Rê”dibû bend, ku ev proje jî sala 2013an ji aliyê Çînê ve hate pêşkêşkirin, wekî rêyeke Ewrasyayî ya başûr ku Çîn bi Ewropayê û Rojhilata Navîn ve girê dida, bi rêya Pakistan-Îran-Tirkiya. Di hema demê de jî, Amerîka li Ukranyayê agir pêxist bi rêya xwepêşandanên paytexta Kievê ku li dij serokê Ukranyayê yê alîgirê Kermilnê di mijdara 2013an de hatin lidarxistin, ango piştî 2 mehan ji destpêkirina projeya Çînê, ji ber ku Ukranya rêya Ewrasyayî ya bakur bû ya di navbera Çîn û Ewropayê de.
Kilîta tiştên borî di şerê Ukranyayê de derket, ku ew jî hevalbendiya sêalî çînî-rûsî-îranî û piştre di sala din de, dema diyar bû roja 7ê cotmeha 2023an ku Îran û şaxên wê dikarin fikarê çêbikin, ne tenê li ser aramiya Rojhilata Navîn û bi wê re jî derbkirin û xerabkirina projeyên ewropayî yên devberdana ji enerjiya rûsî bi rêya “Korîdora Hindistanê” ku beriya 4 hefteyan ji êrîşên 7ê cotmeha 2023yan li ser hate îmzekirin. Di heman demê de, diyar bû ku Îran û şaxên wê dikarin aramiya cîhanê xerab bikin bi rêya lidarxistina tevlîheviyên herêmî, bi rêya şaxên xwe yên li Filistîn, Lubnan û Yemenê.
Şerê Ukranyayê û şerên piştî 7ê cotmehê, Washington vegerand Rojhilata Navîn, ji ber ku herêma Rojhilata Navîn sînordarkirina Rûsyayê ye, bi rêya dabînkirina enerjiya altirnatîf li şûna gaz û petrola rûsî, ji Ewropayê re (ku me biryara dawî ya vê yekê di 3ê kanûna 2025an de ji aliyê Ewropayê ve dît û wê di payîza 2027an de pêk were ). Herwiha, vegera Amerîkayê ji bo ku li Îranê û hevkarên wê bixin û wan kontrol bikin û ji bo ku Amerîka herêmekê kontrol bike ku rê li ber derbasbûna (Rêya Kember û Rê) digire an jî kontrol dike û piraniya hawirdekirina petrolê ya Çînê ji wir tê, ji ber ku Çîn dişibihe Hindistan, Japonya û Almanyaya Hitler ji ber ku ew welatekî ku serxwebûna enerjiyê tuneye.
Niha sê dîrok hene:
- 8ê kanûna 2024an a sûriyayî, ku tê de rejîma Beşar El-Esed hate rûxandin û bi wê re jî pira sûriyayî ya navgîna di navbera Îran-Iraq-Sûriya-Lubnan-Filistînê hate şikandin û di encamê de jî, eksena Îranê di dil de hate derbkirin. Di heman demê de, derbeyeke mezin li Rûsyayê jî ket, ku ji lîstikvanekî herêmî veguhere lîstikvanekî navdewletî bi rêya Sûriyayê 2015an. Herwiha, yek ji armancên Rûsyayê ji hatina wê li Sûriyayê ew bû ku rê nede avakirina xetên gazê yên Rojhilata Navîn ku di Sûriyayê re derbas dibin û bibin altirnatîfê Ewropayê li şûna enerjiya Rûsyayê.
- 8ê tebaxa 2025an, dema ku peymaneke aşitî di navbera Azerbîcan û Ermenistanê de hate îmzekirin, ku naveroka wê avakirina “Rêya Trump” bi rêya axa Ermenistanê ya di navbera Azerbîcan û Tirkiyayê de û di encamê de girêdana cîhana tirkî ya rojhilat bi dewleta Tirkiyayê di aliyê bejahî de û girêdana wê bi rêya Ewrasyayê (MIDDLE CORRIDOR) Çîn-Asyaya Navîn-Deryaya Xezar-Qafqasya-Tirkiya-Ewropa. Di heman demê de, wê bibe rêya xetên gaz û petrola Turkmenistan û Azerbîcan bi rêya Tirkiyayê û ji wir jî heta Ewropayê.
3- 3yê kanûna 2025an, dîroka ku Yekitiya Ewropayê biryar da xwe ji enerjiya Rûsyayê qut bike.
Ev hersê dîrok jî girêdayî hev in û ew jî derbeyên mezin in ji bo eksena Çîn-Rûsya-Îranê û her derbeyek ji wan cuda bû û hemû jî nîşan dide li ser tiştên ku çînî dibêjin ew ku “şerekî sar yê nû heye” û meydana wê jî tevahiya cîhanê ye û ew jî di navbera van hersê eksenan DE rû dide û yên girêdayî wê, an jî hevalbendê wê û di navbera NATO-Ukranya-Japonya-Koreya Bakûr-Awistralya-Newzelanda, bi dewletên dudilî di navbera wan de (Hindistan-Berazîl-Başûrê Afrîkayê … hwd).
Ev hersê dîrok kilîtên rewşa Rojhilata Navîn in.
Ji ber 8ê kanûna 2024an a sûriyayî, Enqera dûrî Moskoyê ket û ji nû ve kete hembêza Amerîkayê û di vir de jî, divê em pesindayîna Trump a eşkere ji Erdogan re ji ber rola wî ya rûxandina Beşar El-Esed, bi bîr bixin. Piştre 8ê kanûna Azerbîcan-Ermenistan hat, wekî xelatekê ji bo Erdogan ji aliyê Amerîkayê ve, piştî ku ermen neçar kirin dev ji rêya di axa xwe de berdin û bikeve destê amerîkayiyan de bi rêya bejahiyê digihêje “cîhana tikî” wekî ku toranîst wê bi nav dikin “ji Tirkistana Çînî heta Deryaya Egeyê” ku ew (bi Azerbîcan û Tirkumenistanê re) Rûsya û Îranê ji hev vediqetîne û Çînê ji Rûsyayê vediqetîne, herwiha bombeyên etnîkî tê de hene ku teqandina wan di hundirê Rûsya-Îran-Çînê de pêkan e, herdu dîrok (8 kanûna pêşîn) û (8ê tebaxê) (3yê kanûna pêşîn) şirove dikin û wê pêkan dikin. Di heman demê de, (8ê kanûnê) û (8ê tebaxê) û (3ê kanûnê) hewldanên tirkan bi însiyatîfa serokê partiya Toranî ya tirkî Bahçelî ya lihevkirina tirkî-kurdî şirove dike, ku Tirkiya bê vê lihevkirinê nikare rola ku ji aliyê Amerîkayê tê xwestin bilîze, ku bibe paytexta xetên enerjî û xetên tirênê û rêya çûyîn û hatinê. Herwiha, 8ê kanûnê Peymana 10ê adarê şirove dike ya di navbera desthilatdariya Sûriya û HSDyê de û hêzên li peyî vê peymanê û fişarên ku dikirin, ew jî Washington e ku ew jî hevalbendê herdu aliyan e. Eşkere ye ku Washington dibîne bê lihevkirina herdu aliyan, Sûriyaya nû nikare rola ku ji aliyê Amerîkayê ve tê xwestin, bilîze.
Îsraîl, ku rastî nîşan didin ku ne tenê ji Sûriyayê piştî 8ê kanûna pêşîn a 2025an nerazî ye, lê di heman demê de ji Hafiz El-Esed û kurê wî jî ne bi fikar bû. Ger ew ji Beşar Esed nerazî bû, ev tenê ji ber rola wî di avakirina pireke Sûriyayê di navbera Îran, Hizbulah, Hemas û Cîhada Îslamî de bû û ji ber bicihkirina hêzên îranî û yên alîgirê Tehranê li başûrê Sûriyayê bû. Îsraîl ji wî ne bi fikar bû, berevajî fikara wê ya li ser rejîma nû ya Sûriyayê. Ji ber vê yekê, di rojên piştî hilweşîna Beşar El-Esed de lez kir ku derbeyek biryardar li artêşa Sûriyayê bide, tiştek ku berê dikarîbû bike lê hilbijart ku neke. Ew herwiha ji rola nû ya Tirkiyayê li Sûriyayê, ku ji hêla Amerîkayê ve tê pejirandin, bi fikar e. Îsraîl mijara başûrê Sûriyayê wekî amûrekê bi kar tîne da ku wê ramanê têk bibe ku Washington di mijara Sûriyayê de ji Tilebîbê nêzîktirê Enqerayê ye. Herwiha ew nîgeran e ku Sûriyaya nû (ku ji başûrê Sûriyeyê dest pê dike) bi Tirkiyayê re dê bibe korîdor ji bo boriyên enerjiyê yên Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve, li şûna peravên Îsraîlê wekî ku di sala 2023yan de di (Korîdora Hindistanê) de hatibû plankirin, nemaze piştî ku presedanek hat danîn, ew jî vekişîna şîrketên amerîkayî ji projeya 2020î a dirêjkirina boriyek gazê ya Îsraîlê ye, ku di navbera Îsraîl, Qibris û Yewnanistanê de hatibû îmzekirin, ji ber zehmetiya danîna boriyê di bin deryayê de.
Bi kurtasî: Pêşketinên sala borî nîşan didin ku Sûriyaya piştî Beşar El-Esed, hem ji hundir û hem jî ji derve, bi faktorên navxweyî, xwezaya desthilatdariya serdestên nû li Şamê, an jî îdeolojiya wan nayê ravekirin. Berevajî vê, ew faktora derveyî ye, ku di sêgoşeya hêza nû de li ser axa Sûriyayê tê temsîlkirin: Sêgoşeya Washington-Enqera-Tilebîb, ku hêz li gorî vê hiyerarşiyê hatiye avakirin. Wekî din, pêşketinên navxweyî yên Sûriyayê di sala borî de ji hêla dînamîkên hêzê yên di nav vê sêgoşeyê de hatine şekilkirin. Rejîma nû ya Sûriyayê ji hêla vê sêgoşeyê ve tê birêvebirin û herwiha ji hêla du endamên xwe yên herî bihêz, Washington û Enqerayê, ve wekî tamponek li dijî ya sêyemîn tê parastin, ku hîn jî ne piştrast e. Guman e ku hewlên heyî yên amerîkayî li ser têgihaştinên Tirkiya-Îsraîlê yên di derbarê Sûriyayê de piştî 8ê kanûna pêşîn a 2024an û têgihaştinên Îsraîlê bi rejîma nû ya Sûriyayê re ne, da ku Sûriyayê ji bo rola ku amerîka dixwaze di çarçoveya giştî de ku Washington dixwaze ji bo Rojhilata Navîn ava bike, herêmek ku General de Gaulle wekî “dilê cîhanê” bi nav kir, amade bike.







