• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Civak û siyaset di Kurdistanê de (1914-1920)

December 7, 2025
Civak û siyaset di Kurdistanê de (1914-1920)

Şervanên kurd di dema komkirina leşkeran de li Stenbolê di sala 1914an de cilên Alayên Hemîdiye li xwe dikin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Hisên Cimo

Made bi erebî jî heye العربية

Li gorî mentiqê dîrokî, bingeheke dîrokî ya rast heta asteke mezin heye, ew jî ku tevgerên siyasî hesabên xwe li ser asta hêza civakê û şiyanên wê ava dike, ku bikaribe têkçûnên şoreşgerî rake, ku jê aloziyên civakî yên demdirêj çêdibin. Di atmosfêreke wekî ya Rojhilata Navîn de, li hemû aliyan de bang û îşaretên qirkirinê li dij pirnetewe û kêmeteweyan hene, lewra şaştiya siyasî pir giran e, di demekê de ku sîstemekî navdewletî yê ku nehêle qirkirina civakî çêbibe, tuneye. Lê belê, pyemanên jeopolîtîkî, li kêleka qirkirinên ku jê re sînor tuneye çêdibin, nexasim ku rêgezên mirovahî di têkiliyên navdewletî paşde vegeriyaye û herdem ev rêgez cihê gûmanê bûn.

Di nava kurdan de, analîzên civakî di nirxandina dîroka nêz de, gelekî lawaz in. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hêzên navdewletî rikberî li ser rûbera 4 civakên sereke di erdîngariya ku îro bi navê “Komara Tirkiyayê” tê naskirin, kirin, ew jî kurd, tirk, ermen û rom (yûnanî), herwiha li kêleka wan jî civaka aşûrî-suryanî, ku di hesabên hêzên navdewletî de, ne sereke bû. Lêvegera belge, bûyer û çîrokan dibêjin-ku pêwîstiya wê bi lêkolîneke cuda heye- bernameyên siyasî yên ku ji hêla nûnerên herî tund ên van çar civakan ve hatine pêşkêşkirin, ji kapasîteya wan û amadebûna wan a tehemûlkirina wan, an jî pejirandina wan di rewşa têkçûnê de, derbas bûn. Nexwestina civakî ya piştgirîkirina armancên neteweperest ên tevgerên wan ên siyasî yek ji girîngtirîn rêbazên jiyanê bû ji bo van çar civakan.

Bi her hal, Kurdistan, Ermenistan, Anatolya, Ege û Kilîkya, beriya kongreya lihevhatinê ya li Parîsê di sala 1919an de, bi artêşên navdewletî dagirtî bûn. Artêşên xwecihî jî vegeriyan Anatolyayê û Kurdistanê, ku ev tevlîhevî hişt hemû du sifeta bi xwe re rakin: Qurbanî û tawakerê şer.

Piraniya caran, lêkolînên kurdan derbarê pêvajoya şerê mezin (1914-1922), bala xwe didan tevgerên neteweyî wekî sefaretên general Şerîf Paşa, Seyîd Ebdulqadir Nehrî û malbata Bedirxan û padîşah Mehmûd El-Hefîd û ji bilî wan lîderên kurdan. Dema ku helwestên siyasetmedarên kurd, wekî helwesta Seyid Ebdulqadir ji serxwebûna Kurdistanê tê analîzkirin û çawa ku di pêvajoyekê de Yekitiya Osmanî bijart (ango di nava dewleta osmanî bi daxwazên nenavendiya siyasî ji bo Kurdistanê), bi awayekî tê pêşkêşkirin ku “kurtbînî” li beramberî bangên serxwebûna tam a ku hin siyasetmedarên kurd ên hatibûn sirgûnkirî, rakirin. Bi her hal, diviyabû ku hewldanek lêkolînek çêbûbûye derbarê şiyana civaka kurdan a ku karibin berpirsyartiya van projeyan rakin, di demekê de ku tu rêgirtin li pêşiya qirkirinê tuneye, nexasim ku qirkirina li dij ermenan tenê çend sal di ser re derbas bûbûn.

Di lêvegera hejmarên ji kovara “Jîn” ku di navbera 1918-1919an de derketin, me gelek gotar dîtin ku behsa rastiyan kêm caran di analîzkirina vê pêvajoyê de di berçavan re derbas kirin, ew jî birçîbûna giştî ku tenê artêşên leşkerî li berê wê dikaribûn li ber xwe bidane.

Rûsyaya Qeyserî di sala 1916an de, wîlayeta Wanê dagîr kir, tevî bajarokê Elbak û ku bi navê “Başkale” di belgeyên leşkerî û fermî tê naskirin. Bi pêşketina rûsî di axa Kurdistanê û Ermenistanê heta sala 1917an, bi xwe re birçîbûnek anî ku hişt beşên ji civaka kurd û ermenan ên ku ji şer rizgar kiribûn, wêran kirin.

Nexşeya eniya leşkerî ya sala 1917an, têkçûna hemû êrîşên Osmanî yên dijber, eşkere dike. Lewra, şer herdu civak kurd û ermen ên di eniyên şer de westandin. Di vê çarçoveyê de hemleyên leşkerî  xwe ji dahateyên cotkaran û gundên wê yên li ser herdu aliyan xwe fînanese dikirin û Kurdistan jî berfireh bû û Ermenistana rojava xiste nava xwe li gorî nexşeya serwerî, piştî ku gelê kurd hindik mabû li rojhilatê dewleta Osmanî, ji holê rabe. Li beramberî vê yekê jî, hebûna tirkî, rastî astenigyên hebûnê dihatin li rojavayê Anatolyayê li pêşiya pêşketina Yûnanistanê.

Efserê birîtanî Major Charles Noel ku piştî şerê sala 1919an, serdana Kurdistanê kir, hejmara gundên li herêmê ku xelk tê de pir bûn beriya şer, dît ku tenê 7 gund ji eslê 180 gundan, tê de xelk hebûn (Hogir Tahir Tewfîq-Kurd û Pirsirêka Ermenan-r.540). Di salên şer de, rêveberê qebîleya Heyderan Kor Hisên Paşa, neçar ma ku 12 hezar kes ji qebîleya xwe bi rê ve birin û berê wan dan Îranê, ji bo parastina xizmên xwe ji êrîşa Rûsyayê.

Ne êrîşên dijber ên hêzên Osmanî û ne jî berxwedana gelêrî yê kurdan rewş guhart û metirsiya hebûnê rakir, lê belê Şoreşa Bolşevîk a cotmaha 1917an li Rûsyayê kurd û tirk rizgar kirin û wekî Şeva Qederê bû ji bo herdu gelan, lê ji bo ermenan dojehek bû. Artêşa Rûsyayê ya ku heta Bedlîsê bi pêş ketibû ji hev hate xistin û Rûsya ji şer vekişiya û hin generalên rûs, hêzên ermenan û gurciyan organîze kirin, ji bo parastina herêmên ku rûs jê vekişiyan. Di vê çarçoveyê de, hêzên Osmanî dikarîbûn ku li eniya Qefqasyayê serweriyê li ser hemû destkeftiyên artêşa Rûsyayê bikin.

Anîna kesan ji gundan ji bo tevlî nava leşkeriya neçarî bibin ya ku Enwer Paşa derxist hişt ku “Mewsima çandiniyê ya sala 1914an têk biçe û ev yek jî rewşeke xerab derxist holê. Lewra, di nava salên şer de, ya ku bû sedem mêr bibin leşker û lawirên kişandinê û xwelêkirinê werin bikaranîn, hişt ku birçûnek bi salan çêbibe”( David Fromkin, Dawiya Împeratorîya Osmanî, r. 119). Bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem di sala 1918an de, birçîbûn û qirkirin di nava piraniya xelkên li Kurdistanê û Ermenistanê çêbûn. Herwiha, 3 artêşên mezin jî derbasî Kurdistanê bûn: Rûsyaya Qeyserî, Birîtaniya û Tirkiya. Rûsya piştî ku demeke kurt ketin Rewandoz û Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê, li pişt xwe xerabeke mezin hiştin û ev yek jî bû sedem ku piraniya xelkê bi hemû çînên wê jî careke din bixwazin ku Tirkiyayê serwerî bike.

Di mijdara 1918an de, li gorî serjimêriyekê nifûsa Silêmaniyê ji 20 hezarî kesî beriya şer, bibe 2500 piştî şer (David McDowell-Dîroka Nûjen a Kurdan-r. 186-187). Her sibehê cenaze li bazarê dihatin komkirin û di hin rewşan de jî xelkê cenazeyên zarokên xwe yên biçûk dixwarin. Di vê çarçoveyê de, li bajarokê Nehrî ango bajarokê şêxên Neqeşbendî ji 250î malî, tenê 10 mal man. Li Rewandozê jî, ji 2000 malî, tenê 60 mal man. Herwiha, ji 100 gundên qebîleya Balk, tenê 3 gund bi erdê ve nebûne yek. Di heman demê de, ji nêzî 1000 malî ji eşîrên Bradost ji destpêka şer ve, tenê 157 malbat sax man.

Tevî êş û azarên mirovahî û koçberkirina bi darê zorê, Wezîrê Hundirîn Telet Paşa, projeya xwe ya guhartina demografiyê ranewestand tevî di rewşa şer de jî. Di vê çarçoveyê de gihaşt astekê ku bi dehhezaran ji koçberên ku ji êrîşa Rûsyayê li dij rojhilatê Împeratoriya Osmanî reviyabûn, ji hev belav kirin.

Di Kongeya Ithad û Tereqî ya sala 1927an, lihevkirin çêbû ku ji nû ve eşîran bi cih bikin. Di vê çarçoveyê de, “Gerînendeya Bicihkirina Eşîran” ferman da ku bi dehan mêrên ji eşîrên Amedê koçberî Anatolyayê bibin bi rêya Rihayê û ew neçar kirin ku di çandiniyê de kar bikin. Rêjeya van kesên koçberkirî jî ji sedî 5 heta 10an ji nifûsê bû. Di heman demê de, koçberên ku ji ber dagîrkeriya Rûsyayê hatin Amedê, ew jî di çandiniyê de kar bikin. Herwiha, ferman hate dayîn ku ev kesên koçberkirî, alavên cotkirinê û ajal bidin wan, da ku yekser dest bi çandiniyê bikin. Herwiha, ji ber kêmbûnê, Gerînendetiya Iskan, biryar da ku kartol li Elazîzê were çandin û ji wir jî were hinardekirin. Tevî vê yekê jî, siysetên asîmîlasyona neteweyî hêza sereke ya li pişt sirgûnan bûn. (Uğur Ümit Üngür – Çêkirina Tirkiyaya Modern – r. 219)

Dema ku sirgûnkirin dest pê kir, Talat Paşa bi xwe çavdêriya bandora projeya tirkkirinê kir. Di çileya 1916an de, wî agahdariya taybetî li ser kurdên ku li zêdetirî deh wîlayetan dijîn xwest. “Çend gundên kurdan hene û li ku ne? Niştecihên wan kî ne? Ma ew ziman û çanda xwe ya zikmakî diparêzin? Têkiliya wan bi gundiyên tirk re çawa ye?” Di nîsanê de, wî dîsa pirsî, vê carê pirsî ka karwanên sirgûnkirî çawa û li ku têne veguhastin û gelo kurdên sirgûnkirî dest bi axaftina bi tirkî kirine. Ev mînakên ji nameyan cewhera sirgûnkirinê eşkere dikin: ew êrîşek berfireh li ser çand û zimanê kurdî, li ser hêmanên ku kurdan wekî neteweyek diyar dikin bûn. (Uğur Ümit Üngür, Çêkirina Tirkiyaya Modern, r. 219)

Di van şert û mercên tirsnak, mîna Armagedonê de, hejmara mirinên rojane di civakan de bi piranî piştî ku şer bi dawî bû jî nayê dîtin. Piraniya lêkolînên li ser şer rewşa nifûsê paşguh dikin, heta piştî ku girse bûn artêşa civakî ya neteweyên nûjen. Hêjayî gotinê ye ku kovareke kurdî bi rêya du nivîskarên navdar, Memduh Selîm Bey û Kemal Fewzî, rewşa vê koma kurdan nirxand.

Rewşenbîrê Kurd Memduh Selîm Bey Wanlî di kovara “Jîn” de, ku di sala 1919an de, di heman demê de bi damezrandina Komeleya “Tealî Kurdistan” re, hatiye weşandin, gelek gotar nivîsandiye.

Di gotarekê de ku di kovara Hîwar de hatiye weşandin, nivîskar Newaf Ebdulah jiyana Memduh Selîm Bey nîqaş kir, bi karanîna xwendina xwe ya romana “Siya Evînê” ya romannivîsê kurd Mihemed Uzun. Uzun jiyana Memduh Selîm veguherand destaneke evîn û şer, çîroka evîna Memduh ji bo keçeke çerkez li Antakyayê çêkir. Vê evînê jiyana Memduh Selîm Bey serûbin kir dema ku wî ji Komeleya Xoybûnê, ku pêşengiya hewldanên neteweya kurd dikir, ferman wergirt ku tevlî şoreşa li Çiyayên Agiriyê bibe. Wî xwe xist xizmeta General Îhsan Nûrî Paşa, rêberê serhildana kurdan a li dijî Komarê di salên 1926-1930î de. Li aliyê hestyarî, wî heta mirina xwe li Şamê di sala 1976an de jiyanek xemgîn jiya.

Rewşenbîrê kurd ê rehmetî Emîn Boz Arslan hejmarên kovara “Jîn” berhev kir û bi serkeftî ew bi qaçaxî birin derveyî welêt, ku li wir li sirgûnê jiya. Wî xizmeteke mezin ji bo neteweya kurd kir, di demekê de ku rêberên kurd belav bûbûn û rewşa wan a darayî bi pêşketina sedsala 20î re xirabtir dibû. Di hejmarên 19, 22 û 24an de, Memduh Selîm Bey bangên ku bi awayekî xuya ji çîna dewlemend a kurd re hatine kirin dinivîse û ji wan dixwaze ku mudaxele bikin û xelkê xwe yê koçber rizgar bikin. Helbestvan û rewşenbîrê kurd ê ji Bidlîsê, Kemal Fewzî, di vê rexneya li ser rêberên kurd de tevlî Memduh Selîm Bey dibe. Guman e ku yek ji wan jî ji rewşa rastîn a van kurdan, ku xelk wan wekî dewlemend didît û qet li feqîrbûna xwe an jî windakirina dewlemendiya xwe ya xeyalî qebûl nedikirin, haydar nebûye. Di her rewşê de, lêkolîna rewşa darayî ya elîtên kurd bêtir hûrgulî hewce dike, ji ber ku rewşa wan asta çalakiya neteweperwer a kurd nîşan dida. Di wê demê de, her tişt bi çavkaniyên darayî yên van axa, şêx û çend rewşenbîran di wateya akademîk de girêdayî bû. Tê zanîn ku Şêx Seîdê Pîran berî ku kurd di sala 1925an de serhildana xwe bidin destpêkirin, keriyê pezê xwe yê para du salan li Helebê firotiye û deynên xwe ji bazirganan berhev kiriye.

Tiştên ku Memduh Selîm nivîsandiye, alîkariya me dike ku em banga lêkolînek li ser şert û mercên civakî yên nifûsa kurd bi giştî berî “şewitandina hişmendiya wan” berfireh bikin, bi lez û bez bigihêjin encamên ku kesayetek neteweperest wekî Hesen Xeyrî berpirsiyarê hilweşîna projeya dewleta kurdî di êvara Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923yan de dibînin. Rewşa kurdan dişibiya rewşa nifûsa giştî ya herêmê, ji Sûriyayê bigire heya Lubnan, Iraq û Anatoliyayê. Bi salan, mirovan nanê genim tenê bi navber dixwarin, di çar salên Şerê Cîhanê yê Yekem de û du sal piştî şer. Li gorî gotinên parêzer û nivîskar Elaa El-Seyed ji zilamekî pîr ku di wê serdemê de li Helebê jiyaye, “xizan ji bo çêkirina nan libên ceh ên ku ji zibilê hespê leşkeran dihatin avêtin berhev dikirin.” Wênegirekî alman hin aliyên birçîbûnê di gelek wêneyan de belge kir.

Di hejmara 19an de, ku bi dîroka 22ê gulana 1919an e, Memduh Selîm Bey gotarek bi sernavê “Hawar” nivîsandiye û daxwaza alîkariyê li ser şert û mercên civakî yên li Kurdistanê di êvara Şerê Serxwebûnê (1920) de kiriye. Wî ev nivîs bi zimanê tirkî ji bo kovara duzimanî (kurdî-tirkî) nivîsandiye:

“Ger xemgîniya kûr a ku di vî şerî de li her miletî belav bû, di abîdeyekê de were temsîlkirin, ez ê dudilî nebim ku bibêjim ku îfadeya herî xweş a vê karesatê dê wêneya jineke kurd a bêwar ku zaroka xwe di hembêza xwe de digire be. Ger hîn jî kesên ku vî şerî rewa dikin hene, ku êşên ku ji xeyalên herî hovane yên zaliman jî derbas dibin anîne û ger kesên ku şer wekî rêyek ji bo bidestxistina her armancek neteweyî an mirovî dibînin hene, wê hingê ez piştrast im ku wan bêzariya kesên ku jê re koçber tê gotin, nemaze koçberên kurd, nedîtine. Û ger wan ew dîtibe, bê guman dilê wan bûye kevir û hişê wan ji hişyarî û têgihaştinê re girtî ye.”

Nêzîkatiya Memduh Selîm Beg ji bo mijara penaberên kurd ên ji şer nîşan dide krîzek ku bi berfirehî tê zanîn. Ew bê hûrgilî diaxive, mijarê wekî ku ew jixwe nas be û ne hewceyî ravekirinek din be pêşkêş dike. Lêbelê, balkişandina lêkolînê ya paşê li ser aliyê siyasî, ku dîroka wê sedsalek berê ye, êşa rojane ya nifûsê marjînalîze kiriye. Dibe ku rêberên siyasî û kesayetên kurd ên wê serdemê bawer dikirin ku xilasî di serkeftina siyasî de ye û bê guman ew di şopandina rêyek wiha radîkal de mafdar bûn. Di dawiyê de, dîroka neteweyî ya Kurd niha wekî “çîroka şer” tê vegotin, bêyî her hesabê civaka kurd bi tevahî. Pir hindik tişt dikarin ji jiyana rojane ya kurdan di wê serdemê de werin dîtin.

Ji ber vê yekê, xwendina van nivîsan îro wan dijwar dike ku meriv fêm bike. Selîm û hevalê wî Kemal Fewzî li ser çi diaxivin? Çima bi deh hezaran kurd hîn jî di konan de li derveyî bajaran dijîn zêdetirî salek piştî ku şer qediya? Ev faktora civakî ji vegotinên ku çîroka neteweperweriya kurd di sedsala 20î de ava dikin winda bû. Analîz bêtir li derveyî bû, dîroknas û siyasetmedarên kurd vegotinên dîrokî li derveyî civakê ava dikirin. Rexneyên wan bi tenê li ser elît û serokên wê demê bûn, bernameyên wan li gorî tiştên ku ew îro rast dibînin dinirxandin, bêyî ku hawîrdora siyasî bi xwe lêkolîn bikin dema ku elîtên destpêkê yên kurd bi siyaseta nasnameya neteweyî û xaçerêyên wê bi osmanîtiyê re mijûl dibûn. Bangên Şêx Seîd Nûrsî, hem berî û hem jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi piranî nehatin dîtin. Dema ku wî ji kurdan re got ku rewşa barkêşên kurd li Stenbolê bifikirin, wî çi mebest dikir? Pirsgirêka barkêşan çi bû? Ji ber vê yekê, pirsgirêka vegotina dîrokî di tevgera neteweperwer a kurd de heta dawiya sedsala bîstan ev e ku ew bi piranî ji civakê cuda ye. Hewldanên paşê hatin kirin ku hawîrdora siyasî ya ku neteweperweriya kurd wekî projeyek siyasî tê de dihat pêşkêşkirin were nirxandin. Mînak, pirsa jêrîn dikare di derbarê bûyerek pirsgirêk de were pirsîn: Ma şîreta ku Seîd Nûrsî di êvara şoreşa 1925an de ji nûnerê Şêx Seîd Pîran re dabû, ji analîza Nûrsî ya li ser şiyana civakê ya hilgirtina berpirsiyariya şoreşek wiha di wê demê de cuda bû?

*Beşa duyem hefteya bê

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN