Ferhad Hemê
“Komîteya Hevgirtina Niştimanî û Biratî û Demokrasiyê” ya ku bi şopandina çarçoveya qanûnî ya pêvajoya aşitiyê re têkildar e, civîneke girîng roja îniya borî li dar xist. Di encamê de biryareke dîrokî girtin: Berê xwe bidin Îmraliyê ji bo hevdîtina bi rêberê PKKغê Ebdulah Ocalan re piştî dengdayîna 33 parlamenteran ji bingehê 51 parlamenteran ji 11 partiyan, herwiha 11 parlamenterên ji CHPyê jî biryar girtin ku ji civînê derkevin. Ev biryar ne tenê wekî bendekê di rojeva parlamentoyê de bû, lê belê kêliyeke damezrandineke nû bû di rêveçûyîna pêvajoya aşitiyê de bû û derî Ii pêşiya pêvajoyeke siyasî ya ku berê li Tirkiyayê çênebû, hate vekirin.
Ev pêşketin çêbû, piştî rêveberê MHPyê Dewlet Bahçelî beriya çend rojan, yek ji taboyên her mezin di xîtaba siyasî ya tirkî de, şikand. Di vê çarçoveyê de, Bahçelî di xîtaba xwe li pêşiya bloka partiya xwe ya di parlamentoyê de, careke din piştrast kir ku eger komîteya parlmanetoyê neçe girava Îmraliyê cihê girtina Ocalan, wê bi sê hevalên xwe re biçe wir û bi derfetên xwe yên taybet. Ev daxuyaniya Bahçelî li Enqerayê bû rojeveke sereke û wekî gaveke nû di rêveçûyîna bi girêk a pêvajoya aşitiyê de hate binavkirin, nexasim di demekê de ku welat piştî salek ji destpêkirina pêvajoyê, di rewşeke nazik de derbas dibe.
Bahçelî ku wekî mîrasê siyasî yê tevgera neteweyî ya tirk e û yek ji dengên herî berbiçav ên ku têgiha dewletê wekî kiryarek serwer temsîl dikin, rola xwe ya girîng di pêvajoya aştiyê de li kêleka Ocalan nas dike. Daxuyaniyên wî yên dawî jî diyar dike ku ew di çarçoveya hesabên partî yên teng de tev nagere, berovajî CHP û beşek ji AKPyê, lê belê Bahçelî xwe dispêre dîtineke ku xwe dibîne berdewamiya rêzedîrokî ya li ser hizirê “mayîna neteweya tirkî” û nexasim di çarçoveya van guhartinên kûr ku li herêmê çêdibe.
Di oxira parastina vî “giyanî” de wekî ku ew bi nav dike û di çarçoveya rastiyeke jeopolîtîk a dijwar ku gefê li ser bingeha dewletê li Rojhilata Navîn çêdike, Bahçelî gotina ramanawerê neteweperest ê navûdeng Ziya Gikalp bi bîr dixe :”Kesê ku ji kurdan hez neke, ne tirk e û yê ji tirkan hez neke, ne kurd e”. Di heman demê de, Bahçelî tiştên ku Ziya Gikalp di gotara xwe ya navdar de “tirk û kurd” (1922) teqez dike, bi bîr dixe û piştrast dike ku Mîsaqa Milî hebûna du neteweyan kurd û tirkan xêz dike, di çarçoveya yek welat de ku nayê parçekirin û welatekî dayîk ê hevbeş û çi kurd an jî tirkek li dervayî vê yekitiyê, red dike.
Ev daxuyanî bi awayekî balkêş li gorî dîtina Ocalan a ku banga bidawîkirian têkoşîna çekdarî dike û rê li pêşiya aşitî û demokrasiyê vedike û biratiya hezar salî, ji nû ve çeksaz dike. Li gorî vê dîtinê, diyar e ku helwesta Bahçelî wekî vegerandina “Giyanê lihevkirina dîrokî” ye û amadekariyên rûniştina li kêleka dijminê xwe yê dîrokî Ocalan e, li ser yek maseyê, eger ku ev yek jî wekî şertekî be ji bo teşekirina çareseriya siyasî ya demdirêj û guncav.
Herwiha, ev guhartin ji valatiyê nehatiye, lê belê beriya wê rêveçûyîneke hevgirtî ya gavên ku PKKyê avêtiye pêk hatiye, ji vekişandina hêzên xwe ji herêmên di hundirê sînorê rojhilat ê Tirkiyayê de bigiere, heta vekişandina ji eniyên şer ên li herêma Zapê ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Bi van pêşketinên li ser erdê re, êdî divê dewleta Tirkiyayê gavan biavêje ji bo temamkirina rêveçûyîna dualî, nexasim piştî avakirina komîteya qanûnî di parlamentoyê de ku erka wê dosyayê ji çarçoveyeke şerekî ewlekarî û leşkerî, veguherîne çareseriyên qanûnî û siyasî, di çarçoveya ku Ocalan bi nav dike “entegrasyona demokratîk”.
Li ser vî esasî jî, Bahçelî ev çend meh in dibîne ku divê dewlet bê dudilî gavan bavêje, ango gavên bi lez û aşkere, ji bo garantiya dewamkirina pêvajoyê li ser bingehên qanûnî û sazîbûnê. Li gorî dîtina Bahçelî, çi dudilî an jî derengmayîna girtina biryarên girîng, dibe ku ev yek bibe sedema ku rêveçûyîna aşitî vegere xala destpêkê û derî li pêşiya astengiyên nû vebike ku derfetên kêmpeyda ji dest herin.
Herçendî ku komîte beriya civîna xwe ya dawî 17 caran li hev civiya, lê heta niha pêşniyazên xwe yên qanûnî ji parlamentoyê re pêşkêş nekiriye. Li beramberî vê yekê jî, hîn agahiyên ku hatin belavkirin ku helwesta hin aliyên di nava saziyên dewletê de û di serî de, AKP û CHP red dikin ku destûrê bidin komîteyê ku biçe Îmraliyê. Gava çûyîna Îmraliyê jî, kurd wekî gaveke bingehîn ji bo garantiya berdewamiya pêvajoyê. Di heman demê de, Ocalan bi xwe jî israr li ser vê serdanê dikir û wekî xaleke bingehîn ji bo berdewamiya rêveçûyîna aşitiyê bi awayekî cidî û bandor, bi nav dikir.
Semboliya biryarê
Ev gava çûyîna komîteya parlamentoyê li girava Îmraliyê, giringiya wê bêhtir e ji tenê lidarxistina rûniştineke asayî ya din. Temamkirina vê serdanê, wê cara yekemîn be ji dema destpêkirina peywendiyên veşartî û eşkere yên di navbera dewleta Tirkiyayê û PKKyê de ji sala 1993an de û ev yek pêvajoya aşitiyê dixe çarçoveyeke qanûnî ya fermî û ji daîreyên însiyatîfên ewlekarî yên teng derdixe û derbasî asta naskirina saziyan û destûrê dike. Ev yek jî rewabûna rêveçûyîna aşitiyê xurt dike û li ser bingehên wê yên qanûnî yên eşkere, ava dike.
Ji vê wateyê ve, ev gav pêşî tê vê wateyê ku hebûna komîteyê li Îmraliyê pozîsyona Ocalan wekî danûstandkarê sereke di pêvajoyê de xurt dike, û berdewamiya tecrîda wî di şiklê xwe yê heyî de dike mijarek aliyên hesas ên hiqûqî û siyasî. Li gorî rêgezên navdewletî yên di pêvajoyên danûstandinan de, divê danûstandkar herî kêm bi awayekî azad tevbigere, ev yek jî derfetê li pêşiya nîqaşên cidî vedike derbarê mafê hêviyê piştî 27 salan ji dîlgirtinê, an jî danîna qanûnan ku derfetê bide ji nû ve rewşa wî ya qanûnî di ber çavan re derbas bike.
A duyemîn, li gorî daxuyaniyên parlamenter Perwîn Buldan, aliyê kurd nîşan dide ku Ocalan li benda vê serdanê ye da ku vîzyona xwe ya li ser kokên pevçûnê, wekî aliyek navendî di şekildana avahiya wê ya dîrokî de pêşkêş bike û di kapasîteya xwe ya wekî danûstandinkarê sereke li ser navê aliyê kurd de, tekez bike ku pêdivî ye pevçûn ji qadên pevçûnê ber bi zemîna aştî û veguherîna demokratîk ve were veguheztin.
A sêyemîn, Ocalan dibîne ku erka komîteyê ne tenê di aliyê ewlekarî de ye an jî gavên ji bo entegrasyona şervanên PKKyê an jî berdana siyasetmedaran ji zindanan an jî vegerandina kesên sirgûnkirî. Li gorî dîtina Ocalan ev tenê hêmanên di çarçoveya pêvajoyeke berfirehtir e û li ser çareserkirina qanûnên sereke ji aliyê komîteyê ve ku bingehên destûrî ji bo çareseriya dayîm in, tekez dike: Qanûna civaka demokratîk, qanûna rêveberiya xwecihî û qanûna dewleta destûrî. Ev gav ne tenê bendên danûstandinê ne, lê belê çarçoveyekê ava dike, jibo jinûvevegerandina avakirina têkiliyan di navbera dewlet û civakê de ye, ev yek jî pirrengiyê xirt dike û şerên bi dehan salan bi dawî dike.
Israra Bahçelî û dewleta dualî ye
Di heman demê de, israra Bahçelî li ser serdana komîteyê bo Îmraliyê bûye sedema gelek şîroveyan. Hin çavdêr helwesta wî wekî bersivek ji bo dudiliya di nav Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) de di derbarê vê gavê de, tevî girîngiya wê ya naskirî, dibînin. Analîzên din nîşan didin ku di navbera Bahçelî û Erdogan de rageşiyek nepen heye; yê berê di wateya xwe ya serwerî û sazûmanî de nêzîktirê mentiqa “berjewendiya dewletê” xuya dike, lê yê paşîn, li gorî vê analîzê, berjewendiyên partiya xwe û hesabên hêza xwe dide pêşiyê.
Kesên ku vê nêrînê diparêzin doza Selahedîn Demîrtaş nîşan didin. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku divê ew were berdan, pêvajoya çareserkirina doza wî hîn jî hêdî ye, ku wekî sembola nakokiyên di nêzîkatiya fermî de û nebûna baweriyê di navbera aliyan de tê dîtin, nemaze ji ber ku Bahçelî berdana wî wekî dozeke siyasî tekez kiriye.
Şîrovekirinek din a kûrtir nîşan dide ku Tirkiya di navbera dewleta qanûnî û dewleta îmtiyazdar de dabeşbûnek avahîsaziyê dijî – têgihek ku Ocalan ji zanyarê siyasî Ernst Frankl di pirtûka xwe ya “Dewleta Dualî” (1941) de kişandiye. Dewleta qanûnî li gorî qanûn û prosedurên sazûmanî yên standard dixebite, lê dewleta îmtiyazdar mîna serdema Naziyan xwe dispêre biryarên îstîsnaî yên li ser bingeha bandora dezgehên ewlehiyê.
Li gorî vê yekê, Bahçelî wekî yek ji wan çend dengan derdikeve pêş ku di doza Îmraliyê û pêvajoya aştiyê de ji bo pabendbûna bi qanûnê parêzvaniyê dike, di demekê de ku dewleta îmtiyazdar li gorî mantiqek ku vê nêzîkatiyê nakok dike dixebite. Ev alozî eşkere bû dema ku Bahçelî amadebûna xwe ya biçe Îmraliyê ragihand, gavek ku xuya bû ku wekî dijberiyek sembolîk ji bo avahiya desthilatdariya paralel di nav dewletê de ye. Ev senaryo ne nû ye; di destpêka pêvajoya aştiyê de, Ocalan behsa pevçûnek di nav dewletê de di navbera baskek qanûnî, û baskek îmtiyazdar a li derveyî qanûnê dixebite kir û tekez li ser hevahengiya xwe bi dewleta qanûnî re kir.
Lêbelê, surprîza herî mezin helwesta Partiya Gel a Komarî (CHP) bû, ku tevî hevpeymaniya xwe ya nepenî û neragihandî bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan re di salên dawî de, dengdan boykot kir. Ev helwest xuya dike ku ji tirsa partiyê ji berteka ji bingeha wê ya neteweperest a dilsoz, digel girêdana wê bi karanîna dengên kurdan ji bo pêşxistina armancên xwe yên otorîter, derdikeve. Di nav partiyê de fikar jî hene ku Ocalan di qonaxa pêş de ji bo avakirina blokek demokratîk a serbixwe zextê dike, ku dê kurdan ji pozîsyona parvekirina desthilatdariyê ber bi pozîsyona bandora stratejîk li ser sînorên neteweperestî û îslamîzmê veguhezîne. Vê helwestê hesabên rastîn ên ku CHP dimeşînin eşkere kir û piraniya aktorên kurd bawer dikin ku wê xeletiyek stratejîk a giran bi bandorên siyasî yên girîng kiriye.
Di dawiyê de, niha hemû çav li Îmraliyê ne û dikare were gotin ku pêvajoya aştiyê ketiye xaleke bêveger, piştî ku astengiya duyemîn derbas kiriye. Ocalan bi tena serê xwe lêçûna banga bêçekbûnê û şopandina çareseriyekê hilgirt û pabendbûna xwe ya tevahî, wekî ku Bahçelî bi xwe diyar dike, ji nû ve piştrast kir, ji bo vekirina rê li ber aştiya mayînde.
Li gorî Ocalan, rêya aştiyê ne tenê stasyonek e, lê rêwîtiyek dirêj e ji bo paqijkirina mayinan, avakirina piran û derbaskirina astengiyan yek bi yek. Bi biryara komîteya parlementoyê, beşek ji nêzîkî 150 salan sirgûn û darvekirinê ku piraniya rêberên kurd aciz kiribûn, bi dawî bû. Ji bo cara yekem, serokatiya kurd ji pozîsyona çewisandin, dûrxistin û girtinê veguherî yek ji muxatibên rewa ku parlemento û dewleta tirk di çarçoveyek qanûnî û sazûmanî de bi wan re diyalogê dikin. Tenê çêbûna vê veguherînê bi xwe kêliyek dîrokî ya girîng e, ku eşkere dike ku pêvajo ketiye qonaxeke nû, qonaxeke ku tê de rêzikên lîstika siyasî bi tevahî têne guhartin.







