• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Memed Drewş: Du rê li pêşiya Tirkiyayê ne; çareseriya siyasî an jî têkçûn!

November 10, 2025
Memed Drewş: Du rê li pêşiya Tirkiyayê ne; çareseriya siyasî an jî têkçûn!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan derbarê rewşa dawî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê de bernameyek organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan û nivîskar Memed Drewş beşdarî bernameyê bû û mijara borî nirxand.

Memed Drewş da zanîn ku tê xwestin komîteya di parlmanetoyê de ava bûye bi awayekî rast tevbigere û bi rêber Ocalan re bicive, ji ber ku Ocalan ew nûnerê vê doze ye û wiha dewam kir: “Ocalan her dem dibêje ku divê doza kurdan di parlamentoyê de were çareserkirin, ji ber ku ev dozeke sedsalî ye. Ji ber vê yekê jî divê destûr û qanûnên Tirkiyayê werin guhartin, ên ku li ser înkarkirina kurdan ev destûr û qanûn çêbûne”.

Drewş eşkere kir ku AKPyê destpêkê nexwest pêşniyaza Ocalan a avakirina komîteya di parlmanetoyê pêk bîne, lê di dawiyê de neçar ma ku rê bide avakirina komîteyê û wiha dewam kir :”Divê destpêkê komîte biçûya Ocalan bidîtaya, lê ev yek nekir. Rast e hîn hevdîtin pêk anîn, ew tenê têrê nake. Divê ya sereke Ocalan bibîne û fêm bike çima PKKyê çêbûye”.

Drewş da zanîn ku diviyabû roja pênşemê biryar bihate dayîn ku komîte biçe Îmraliyê, lê ev yek taloq kirin, ji ber ku serdana El-Şeri li Amerîka û wiha dewam kir: “Wekî tê zanîn sedema ku hişt Tirkiya dest bi vê pêvajoyê bike, Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber ku Tirkiyayê guhartinên piştî 7 cotmehê dîtin, taybet piştî rûxandina rejîma El-Esed. Desthildatariya AKPyê ji bo çareseriya doza kurdan, ne ji dil tevdigerin, ew herdem dixwazin ku destkeftiyên kurdan di Rojavayê Kurdistanê taybet de, têk bibe”.

Drewş destnîşan kir ku êdî li Sûriya, Iraq, Tirkiya û Îranê, bê kurdan nikarin tevbigerin û wiha dewam kir: “Tirkiya dît ku girîngiya xwe ya jeopolîtîk winda kir û dibêje ku piştî Îranê wê rojev Tirkiyayê be”.

Rojnamevan Memed Drewş diyar kir ku li Tirkiyayê xelk birçî ye, lê Tirkiya heta niha mûçeyên komên çete yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî dide û wiha got: “Du rê li pêşiya Tirkiyayê ne, an çareserî an jî dewamkirina rêya şer”.

Memed Drewş aşkere kir ku desthilatdariya AKPyê li benda demê ye, lewra di dereng di pêvajoya aşitiyê de dimeşe û li bendê ye ku Trump piştgiyeke vekirî bide El-Şeri, da ku Tirkiya li dij Rojava şerekî berfireh dest pê bike û wiha domand: “Tirkiya herî zêde dixwaze ew û Îsraîlê di Sûriyayê de li hev bike û Sûriya tevlî nava Peymanên Îbrahîmî bibe. Lê Îsraîl li dij vê yekê ye, ji ber ku Îsraîl dizane eger peymanê bi Şamê re îmze bike, wê Îsraîl nikaribe bi rihetiya xwe di Sûriyayê de tevbigere. Hakan Fîdan jî got Şam dikare tevlî Peymanên Îbrahîmî bibe. Bi awayekî giştî Tirkiya li benda guhartinên li derve ye, ka heta kîjan astê bikaribe di vê pêvajoyê de bimeşe”.

Drewş destnîşan kir ku Hakan Fîdan herî zêde ew ji vê pêvajoyê aciz e û dixwaze vê pêvajoyê têk bibe û wiha berdewam kir: “Hakan Fîdan yek ji kesên ku rêber Ocalan û tevgera azadiyê nas dike, ew dizane ku wê di vê pêvajoyê de kurd bi ser bikevin. Lewra, di nava hewldananê de ye ku vê pêvajoyê têk bibe”.

Drewş anî ziman ku dema ku komîte biçe Îmraliyê, Ocalan wê ji wan re bêje divê mafê hêviyê pêk were, da ku bi awayekî azad tevbigere û vê doze çareser bike, xala duyemîn divê girtiyên kurd divê yekser werin berdan û piştî van gavan jî divê guhartina destûr û qanûnê çêbibe, taybet qanûna qaşo li dij terorê, ku bi eslê xwe ev qanûn li dij înkarkirina kurdan e.

Drewş bi bîr xist ku eger Tirkiya bi kurdan re li hev bike, wê destpêkê Tirkiya sûd ji vê yekê bigere.

Drewş diyar kir ku eger rêyeke din hebê, Tirkiya wê bi rêveberiya Rojavayê Kurdistanê re necive û wiha got: “Kurd êdî bûne hêzek, ne tenê di aliyê leşkerî de, lê belê di aliyê siyasî û dîplomasî de her ku diçe kurd pêş dikevin. Mînaka wê jî di Sûriyayê de, bê kurdan nikarin gav were avêtin. Lewra, Tirkiya êdî çibike nikare kurdan înkar bike”.

Rojnamevan Memed Drewş di dawiya nirxandina xwe de, divê gelê kurd di hemû qadan de xwe birêxistin bikin û piştgirî bidin helwesta Ocalan, ji bo ku ev pêvajo biçe serî û got: “Di dema şer û aşitî de, divê kurd hêza xwe biparêzin”.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN