Nirxandin: Hisên Cimo
Yek ji nûçe û madeyên siyasî yên herî zêde têne xwendin taybet li Rojhilata Navîn, yên ku behsa kêmbûna serweriya Amerîkayê û pêşketina eksen û blokên şaristanî û aborî yên nû dikin, ji wan çi bi rêveberiya Çînê û çi jî bi rêveberiya komên wekî BRICS û Rêxistina Shanghai ya Ewlekarî (SCO).
Li aliyê din jî, ji destpêka sedsala 20an ve, hizira”Hilweşîne şaristaniya rojava”bû rojeva ramanwer, dîroknas û fîlozosfên mezin, herwiha ev hizir veguherî nîqaşeke sereke ya hizirî û siyasî. şirovekirina vê hilweşînê cihêreng bûn, hînek ji wan dibêjin ku ev qedera dîrokê ye û hînek din jî dibînin ku mirov dikare vê hilweşîne rawestîne an jî berovajî bike, eger ku rojava xwe ji bo bingehên xwe yên şaristanî, amade neke. Oswald Spengler di xebatên xwe yên klasîk”Nebûne rojava”dibîne ku şaristanî di dewreya jiyana xwe ya normal de derbas dike, ango pîr dibe û dimire û rojava jî bi rastî kete pêvajoya hilweşandina ruhî û siyasî ya ku vegere jê tune ye. Beriya wê bi demeke dirêj, di sala 1789an de, dîroknas Edward Gibbon di pirtûka ya bi navê”Dîroka hilweşandin û rûxandina împaratoriya Romanî”balê dikişîne li ser faktorên navxweyî, wekî gendelî, parçekirin û sistbûn, herwiha dibîne ku împaratorî di hundir de têk diçin, beriya ku ji aliyê derve ve werin têkbirin.
Di salên 60î yên sedsala 20an de, ramanwerê amerîkî James Burnhamv di pirtûka xwe ya bi sernavê”Xwekuştina rojava”hişyarî da ku lîberalîzma bêsnîor, hîşt ku rojava îradeya parastina xwe winda bike. Ji aliyê din ve jî, Samuel Huntington di pirtûka xwe”Rûbirûne şaristaniyan û jinûve avakirina sîstema cîhanî”nêrîneke cuda da û dibîne k uku gefa herî mezin ji bo rojava ya piştî Şerê Sar ji şaristaniyên hevrik tê û paşxistina navxweyî, dihêle ku bi awayekî hêsan ji derve ve, bikevin hundir.
Di salên dawî de, ev nîqaş bi awayekî xurt û parçekirin, bû rojev. Piraniya navlêkirin rûxandin û hilweşandina şaristanî çavkaniyên wê ji akademiyê çapegor ên liberal in(eger ku navlêkirin rast be). Ev jî cîhanê dabeşî Atîna û Spartayê dikin û dibînin ku muhafezekar û rastgir, ew nûnerê nimûneya Spartayê ya leşkerî ne li beramberî paşketine giyanê atînayî ku lîberalî ku difikirin nûnertiya wan dike.
Bi nêzîkbûna pîrozkirina 250 sal a damezrandina Amerîkayê, pirsa berê careke din derdikeve holê: Gelo bidawîbûna serdama Amerîkayê nêz bûye? Gelo Amerîka wekî şaristaniyên gewre ku têk çûn, wekî Roma û Atînayê ye? Ev yek ji aliyê lêkolîner Johan Norberg di gotara xwe ya di rojnameya Washington Post tê şirovekirin ku Norberg dîrokê bi berfirehî dinirxîne da ku îhtîmalên hilweşîna neteweyên mezin û çi dibe sedema ku ew di dawiyek trajîk re derbas bibin an jî baş bibin, lêkolîn bike.
Norberg bibîr dixe ku hilweşandina împeratoriya Romayê, wekî tirsekê kete nava xeyalên rojava û piştrast kir ku neteweyên herî xurt jî dibe ku werin hilweşandin. Herwiha, damezrînerên Amerîkayê bi awayekî zanebûn, metodên xwe yên siyasî û avakirinê ji Atîna û Romaya kevn wergirtin û ji wê demê ve, amerîkî di nava tirsê de ne ku çarenûsa wan jî wekî Roma û Atînayê be.
Norberg “Giyanê atînayê” bi nav dike ku ew giyanê vekirina li ser bazirganî, koçberî, afirandin û diyalogê ye ku ev yek jî pêvajoyên pêşketinê diyar dike, lê paşketin dest pê dike dema ku “Hişmendiya spartî” serwer dike, ev hişmendî jî taybetmendiyên wê jî girtin û tirsa ji cihêrengî û fikara serweriyê heye, wekî ku çawa li Sparta kevn çêbû, dema ku hêza wê ya leşkerî di navbera salên 371 û 651ê de beriya zayînê, gihaşt lûtkeya xwe. Ev nimûne jî ji bo Çîn û Amerîkayê jî derbasdar e; mezinbûna Çînê di serdema Deng Xiaoping (1978–1992) berhemên vekirinê bûn, lê serdema Xi Jinping meyla wê ber bi girtinê ve bû, bi heman awayî, di dehsalên dawî de, rojava ji ber terorîzm, pandemiya koronavirus û krîzên aborî, kêmbûnek di toleransê de dîtiye, ku ev yek jî dabeşbûnên navxweyî zêdetir kiriye.
Di heman demê de, Norberg dibîne ku derketine rastgirê netewperest û çepgirê ne liberal, meylekî hevbeş çêdike ji bo çewisandina nêrîna dijber û ferizkirina homojeniya hizirî û ev yek jî gefeke bingehîn e ji bo demokrasiyê.
Sîstema rawestiyayî û dawiya derketina hêzan
Di vê çarçoveyê de, Mamosteyê di Beşa Zanistên Siyasî ya li Zanîngeha Tuftas ya amerîkî Michael Beckley, van nîqaşan di gotareke dirêj ya di kovara”Foreign Affairs”de tîne ziman û ev beşeke hilbijartî û dirêj ji gotara ku wî nivîsandiye:
Di sala 1898an de, di demekê de ku Birîtaniya beşdarî hêzên mezin ên din dibû ji bo parçekirina împeratoriya Qing a Çînê ya rûxandinî, serokwezîrê Birîtaniyayê Lord Salisbury li Londonê di civînekê de hişyarî da gel ku cîhan dabeşî “neteweyên zindî” û “neteweyên dimirin” dibe. Neteweyên zindî ew hêza di serdema pîşesaziyê de derketin, ango ew dewletên xwedî nifûsa zêde û taknîkên veguhartinê û artêşên mezin. Lê neteweyên mirî împaratoriyên bêçalak bûn ku barê wan ê gendeliyê bû, xwe dispêrin rêbazên kevnar û ber bi hilweşînê ve diçin. Salisbury ditirsiya ku bilindbûna hinan û pevçûna bi daketina yên din re dê cîhanê bixe nav şerekî felaketî.
Îro, ev serdema guhertinên hêzên mezin ber bi dawî ve diçe. Ji bo cara yekem di nav sedsalan de, tu dewletek bi hêz dernakeve ku hevsengiya cîhanî têk bibe. Geşbûnên demografîk, pêşketinên pîşesaziyê û berfirehbûna axê ku bûne sedema bilindbûna hêzên mezin, hema hema bi dawî bûne. Çîn, ya dawîn ji hêzên mezin, gihaştiye lûtkeyê; aboriya wê hêdî dibe û nifûsa wê kêm dibe. Japonya, Rûsya û Ewropa ji deh salan zêdetir e ku di rewşeke nebaş de ne. Hindistan xwedî nifûseke mezin a ciwanan e, lê sermayeya mirovî û kapasîteya sazûmanî ya ku wê veguherîne hêzê tuneye. Amerîka bi pirsgirêkên xwe re rû bi rû ye – deyn, mezinbûna hêdî û nelirêtiya siyasetê – lê dîsa jî ji reqîbên xwe yên ku dikevin nav kêmbûnê çêtir performans dike. Bilindbûna bilez a ku jeopolîtîka nûjen diyar kir, rê li ber qelişandin û bêçalakbûnê vekiriye: cîhana îro klubeke girtî ya hêzên pîr e ku ji hêla hêzên navîn, welatên pêşkeftî û dewletên têkçûyî ve hatiye dorpêçkirin.
Ev yek bi xwe re encamên kûr tîne. Di demeke dirêj de, dibe ku cîhan ji çerxeke wêrankirinê rizgar bibe, ku herdem bi derketina hêzên mezin re û hewldanên wê yên desteserkirina axê, madeyan û cih, ev yek çêdibe. Lê di dema kurt de, rawestandin û rûbirûnên demografîk metirsiyên dijwar bi xwe re tîne: Dewletên lawaz ji ber deyîn û teqînan ciwanan wêran dibin û hêzên paşketî, berê xwe didin leşkerî û berfirehbûna netewperestî, ji bo rawestandina paşketinê. Herwiha nebûna ewlehîya aborî tundrewiyê gur dike û demokrasiyan têk dibe, di heman demê de Amerîkayê ber bi yekalîtîya tundûtûj ve diçe. Serdema hêzên ku derdikevin holê bi dawî dibe, lê tiştê ku paşê tê dibe ku ne kêmtir tundûtûj be.
Tevî berawirdkirina hevpar a Çînê bi Atînayeke hilketî û Amerîka bi Spartayeke di bin gefê de, têgiha “hêzên hilketî” diyardeyeke nû ye. Ew tenê 250 sal berê, bi Şoreşa Pîşesaziyê re derket holê, dema ku enerjiya ji komir, buhar û petrolê dihat wergirtin civakan ji “dafika Malthusian” rizgar kir, ku tê de her zêdebûna dewlemendiyê ji hêla mezinbûna nifûsê ve dihat kişandin û asta jiyanê di asta debara jiyanê de sekinî hişt. Ji bo cara yekem, dewlemendî, nifûs û hêza leşkerî dikarin bi hev re berfireh bibin û mezin bibin, li şûna ku hevdu betal bikin û rê dan dewletan ku hêzê li ser rêgehek ber bi jor ve ya domdar kom bikin. Ev veguherîn ji hêla sê faktorên sereke ve hate rêvekirin: teknolojiyên ku hilberîn zêde kirin, teqîna nifûsê ku hêza kar û hêzên çekdar berfireh kir û makîneyên leşkerî ku fetihkirina bilez gengaz kirin.
Cîhana berî pîşesaziyê ev dînamîk tunebûn. Ji 1801 heta 1820an, dahata serê kesî ya cîhanî salane tenê %0.017 zêde dibû, kêmtir ji %2 di sedsalê de. Bi belavbûna xizaniyê re, guhertinên hêzê bi awayekî neasayî çêdibûn, pir caran bi rêya desteserkirina çavkaniyên kêm. Împeratoriyên Çîn û Hindistanê zêdehiyên çandiniyê kom kirin, Venedîk û Osmaniyan bac li ser bazirganiyê dan, Spanya û Portekîz zîv talan kirin û xanedaniyên Habsburg û Bourbon bandora xwe bi rêya zewacên xanedaniyê berfireh kirin. Êrîşên leşkerî – siwarî di bin Mughal de an barût di bin Osmanî, Sefewî û Megolan de li Hindistanê – hevsengiya hêzê demkî guherand heya ku hevrik xwe adapte kirin. Heta dewleta leşkerî-darayî ya brîtanî ya navdar jî ji bilî rijandina çavkaniyan ji cîhanek jixwe kêm tiştek din nekir.
Şoreşa pîşesaziyê, serweriya madeyên kêm şikand û êdî berhem bû bingeha hêzê, di encamê de kêmî sedsalekê, civak ji sedsalên navî, veguhartin serdema nûjen. Welatê birêtanî yê ku di sala 1830î de ji dayîk bûye, bi mûm, erebeyên darîn û keştiyan çavên xwe vekirin, lê di temenê xwe yê mezin de, xwe li tirênan dikir û telegraf dişandin û di kolanên ronîkirî bi kehbreyê dimeşiya û li derdora wî kelûpelên çêkirî hebûn. Di yek temenî de, xerckirina kesekî ji enerjiyê re ji pênc heta deh qatan zêde bû.
Ev veguherîna mezin bû sedema yekem hêzên nûjen ên bilindbûyî. Di sedsala nozdehan de, dahata serê kesî 30 caran ji serdema berî pîşesaziyê zûtir mezin bû û destkeftî li çend welatan kom bûn û nehevsengiyên mezin ên hêzê çêkirin. Heta sala 1900, niştecihên welatên pîşesazî yên pêşketî heşt heta deh caran dahata serê kesî ya Çîn an Hindistanê û gelek caran ya Rûsya û Împeratoriyên Habsburg û Osmanî qezenc dikirin. “Wekheviya texmînî” veguherî “Parçebûna Mezin” di navbera rojava û cîhanê de.
Zêdebûna hilberînê bû sedema geşbûneke nifûsê. Civakên berî pîşesaziyê bi zorê mezin dibûn; hezar sal lazim bû ku nifûs du qat bibe. Bi pîşesaziyê re, ew sînor hatin şikandin: di sedsala 19an de, nifûsa cîhanê bi rêjeyek ji deh qatan zêdetir ji navînîya di navbera 1750 û 1860an de mezin bû. Çandiniya mekanîkî, paqijî, elektrîk, sarinc û dermanê nûjen temenê jiyana gerdûnî di navbera 1770 û 1950an de ji %60 zêdetir zêde kir û bû sedema ku nifûs her yek an du nifşan carekê du qat bibe. Almanya, Brîtanya û Amerîka pêşengiya vê geşbûnê kirin, li dû wan Japonya û Rûsya hatin, di heman demê de Çîn, Hindistan û Împeratoriyên Habsburg û Osmanî li paş man.
Mirovan hêza mirovî ji bo artêşên pîşesazî peyda kirin, ku pêkhateya sêyemîn a vê hêza bilind bû. Şerê berî pîşesaziyê hovane bû lê di çarçoveya xwe de sînordar bû. Artêş piçûk û demsalî bûn, li ser erdên fetihkirî debara xwe dikirin û bi leza hespan an keştiyan diçûn. Bi çekên destpêkê û lojîstîka xirab, şer pir caran lê bê encam bûn. Bi pîşesaziyê re, her tişt guherî: trên, keştîyên buharê û telgrafan seferberiya girseyî gengaz kirin, di heman demê de tifing, çekên makîneyî û topên giran hêza wêranker zêde kirin. Di destpêka sedsala 20î de, împaratorîyên pîşesaziyê çar ji pêncan ji gerstêrkê kontrol dikirin û nexşe bûbû texteyek satrancê ku ji hêla çend hêzên nû derdikevin ve dihat serdestkirin.
Ji bayê baş ber bi bayê berevajî
Niha, ew derî tên girtin. Berhemdarî hêdî dibe, nifûs kêm dibe û fetihkirin her ku diçe dijwartir dibe. Teknolojiyên heyî, her çendî bandorker bin jî, şêwazên jiyanê bi qasî Şoreşa Pîşesaziyê bi awayekî dramatîk neguherandine. Zîrekiya çêkirî, tevî pêşbîniyên zêdekirî ku ew ê hilberîna gerdûnî salane bi rêjeya 30% zêde bike, niha ji hêla piraniya aborînasan ve tê hêvîkirin ku salê ji sedî yek zêdetir zêde neke. Ew di karên dîjîtal de serketî ye, lê astengiyên sereke yên di kar de di warên fîzîkî û civakî de ne.
Bêyî mezinbûna aborî an vejîna demografîk, fetihkirin dibe ku ji bo kesên ku dixwazin bibin desthilatdar wekî çareya dawîn xuya bike. Lê ev rê jî bi berdewamî teng dibe. Belavbûna teknolojiyên pîşesaziyê – rêhesin, telegraf û elektrîk – avakirina neteweyê û kolonîzasyonê hêsan kir, ji sala 1900î vir ve hejmara dewletên neteweyî çar qat zêde kir. Ji wê demê ve, zêdetirî 160 dagirkerên biyanî di serhildanan de asê mane, ji ber ku çekên erzan, hawan û roket, gund veguherandine qadên kuştinê. Çekên navokî gefa dagirkirinê hebûnî kirine, di heman demê de cebilxane û dronên bi rêberiya rast rê didin milîsên piçûk ên mîna Hûsiyan ku keştî û tankan neçalak bikin. Di heman demê de, talana fetihê kêm bûye: erd û madenên ku berê împaratoriyan dewlemend dikirin niha bi piranî bêqîmet in û nêzîkî 90 ji sedî ji hebûnên şîrketan li aboriyên pêşkeftî neberbiçav in – nermalav, patent û markeyên bazirganî – ku nayên talankirin.
Ji bo hêzên bilind ên ambicioz ên cîhana pêşkeftî, hilkişîn pir dijwartir e. Şîrketên pirneteweyî yên ji neteweyên dewlemend sermaye û teknolojiyê serdest dikin û hilberîna gerdûnî perçe perçe û teng bûye, yên ku li paş mane mehkûmî rolên kêm-nirx – komkirina kelûpelan an hinardekirina madeyên xav – bêyî derfeta avakirina şîrketên pêşbaz ên cîhanî dike.
Leza dîrokî bi awayekî dramatîk hêdî bûye. Ji bilî çend îstîsnayan, neteweyên dewlemend û bihêz ên 1980yî îro jî wiha dimînin, di heman demê de piraniya neteweyên xizan xizan dimînin. Di navbera 1850 û 1949an de, pênc hêzên mezin ên nû derketine holê, lê di 75 salên pêş de tenê yek derketiye holê: Çîn. Û dibe ku ya dawîn be.
“Rabûna yên mayî”
Wekî hêza serdest a cîhanê, Amerîka leza bilindbûn an daketina cîhanê li gorî wê destnîşan dike. Di destpêka sedsala 21ê de, ew leza karesatbar bû. Di sala 2001ê de, Amerîkayê êrîşa herî mezin a li ser axa xwe di dîrokê de dît. Di deh salên pêş de, wê du ji sê şerên xwe yên herî dirêj şer kir, ku bi sed hezaran jiyan, di nav de bi hezaran amerîkayî û 8 trîlyon dolar, bêyî ku serkeftinek biryardar bi dest bixe, bi dest xist. Di sala 2008an de, wê hilweşîna darayî ya herî xirab ji Depresyona Mezin vir ve dît.
Di vê navberê de, aboriyên din jî valahî kêm dikirin. Di navbera salên 2000 û 2010an de, GDPya Çînê (bi dolar) ji sedî 12an ber bi sedî 41ê GDPya Amerîkayê ve çû. Para Rûsyayê çar qat zêde bû, ya Brezîlya û Hindistanê ji du qatan zêdetir bû û aboriyên mezin ên Ewropayî destkeftiyên girîng bi dest xistin. Gelek çavdêran van guhertinan wekî nîşanek veguhestineke destanî ya desthilatdariyê dîtin, ku nivîskar Ferîd Zekariya wekî “bilindbûna yên mayî” di cîhaneke “piştî-amerîkayî” de bi nav kir. Lê rewş zû guherî. Di dehsala duyemîn a sedsala 21ê de, piraniya aboriyên mezin paşve çûn.
Bahoz kom dibin
Serdema hêzên bilindbûyî ber bi dawiyê ve diçe û encamên wê jixwe pevçûnan gur dikin. Yek ji gefan ew e ku dewletên bêçalak ji bo vegerandina axa windabûyî û parastina statuya xwe leza leşkerîkirina xwe zêde dikin. Rûsyayê berê xwe daye Ukraynayê û ger bê kontrol bimîne, ew dikare berê xwe bide cîranên dewlemendtir ên wekî welatên Baltîk an Polonyayê. Dibe ku Çîn tiştekî wiha li dijî Taywanê bike. Ji bo hêzên ku berê bilind dibûn û niha bi bêçalakbûnê re rû bi rû ne, fetihkirin balkêş e – desteserkirina çavkanî û prestîjê, tevlîkirina nifûsa ku dahata serê kesî dibe ku du qat ji ya welêt be û rêdana rêberan ku rolên avakerên împaratorî bigirin ser xwe ne ku parêzvanên hilweşînê.
Tiştê ku li benda me ye ne sîstemeke cîhanî ya pirqutbî ye ku hêzên mezin cîhanê dabeş dikin, lê belê dubarekirina hin aliyên herî xirab ên sedsala 20an e: dewletên têkoşer çekên xwe lez dikin, dewletên nazik hildiweşin, demokrasî ji hundur ve dirizin û garantorek qaşo ya rêzikê vedigere ber bi berjewendiya neteweyî ve.
Ger xetereyên îroyîn werin kontrolkirin, dawiya serdema hêzên bilindbûyî dibe ku bibe sedema pêşerojek geştir. Bi sedsalan e, bilindbûn û ketina hêzan hin ji şerên herî xwînî yên dîrokê derxistine holê. Bêyî dijberên nû, dibe ku cîhan di dawiyê de ji yek ji çerxên xwe yên herî wêranker bêhna xwe vede: pêşbirka ji bo hegemonyayê.
Wekî ku Graham Allison dîtiye, di du û nîv sedsalên borî de deh mînak hatine dîtin ku hêzek bilindbûyî bi hêzek serdest re rû bi rû maye; heft ji van bi komkujiyan bi dawî bûne. Dibe ku em li ser mînakên wî yên taybetî ne li hev bikin, lê şêwaz eşkere ye: hêzên bilindbûyî hema hema her nifşek şerekî karesatbar pêxistine.
Cîhanek bêyî hêzên bilindbûyî dê şeran bi dawî neke, lê dibe ku ew xeyala wan nakokiyên wêranker ji holê rake. Cîhanek kêmtir dînamîk dibe ku bibe sedema pêşbirkek pragmatîk di navbera rejîmên lîberal û otorîter de, li şûna kampanyayên totalîter ên faşîzm û komunîzmê ku ji bahozên pîşesaziyê derketin û xwestin “mirovahiyê ji nû ve biafirînin”. “Dawiya dîrokê” dê bi dawî nebe, lê dibe ku beşa wê ya herî karesatbar bigire.
Bê guman, du û nîv sedsal in, siyaseta gerdûnî ji hêla bilindbûna bilez a hêzên mezin ve hatiye rêve kirin, û hêzên ku ew gav gengaz kirin niha di paşvekişandinê de ne. Ev yek îstîqrarê garantî nake, lê nîşana guhertinek kûr dide: têkoşîna nas a di navbera “neteweyên zindî” û “neteweyên dimirin” de winda dibe, û çîrokeke nû, hîn jî ne diyar, dest pê dike ku derkeve holê.







