• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Bernameyeke taybet derbarê pêşketinên rewşa Sûriyayê

November 1, 2025
Bernameyeke taybet derbarê pêşketinên rewşa Sûriyayê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyeke diyalogê bi zimanê erebî derbarê pêşketinên dawî li Sûriyayê û vekişandina PKKê ji hêza xwe ya leşkerî ji Tirkiya û Bakurê Kurdistanê, organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan û pisporê karûbarê Tirkiyayê Serkîs Qesarjiyan, nivîskar û lêkolîner Şoreş Derwîş û Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkokînan Newaf Xelîl beşdarî bernameyê bûn û mijara borî nirxandin.

Rojnamevan û pisporê karûbarê Tirkiyayê Serkîs Qesarjiyan di destpêka nirxandina xwe de bal kişand li ser vekişandina hêzên PKKê ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê ev nirxand kir:”PKKê dixwaze ku ev pêvajoya hatiye destpêkirin bide pêş, ango bixe tevgerê. Bi nêrîna min pêvajo nehatiye xetimandin, berovajî wê gav hene ku li ser lihevkirin çêbûye û ev rêzegav in û li gorî nexşereyeke naskirî dimeşe û nexşere herdem ji aliyê PKKê veg av tê avêtin. PKKê îsbat kir ku ku tiştên ji salên 90î ve dibêje, pêk tîne û ev yek di nava civaka Tirkiyayê de şokek mezin çêkir. Îro pêwîstiya hikumeta Tirkiyayê heye ku çîneke mezin ji civaka Tirkiyayê razî bike, ku tiştekî bide wan. Piştî destpêkirina vekişandina hêzên PKKê, niha divê aliyê din gavan biavêje. Li gorî agahiyên di destê min de, di hevdîtina şanda DEM Partî bi Erdogan re(ku duh ev civîn pêk hat) wê êdî rengê dawî yê nexşeyê were danîn, ji bo derxistina efûyeke taybet û wê li ser du pêvajoyan be. Beriya derxistina vê efûyê, wê komîteya ku parlamentoyê hatiye avakirin biçe Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re û vê mijarê nîqaş bike, taybet mijara guhartina destûr”.

Nivîskar û lêkolîner Şoreş Derwîş jî bal kişand li ser heman mijarê û bandora wê li ser Sûriyayê û ev nirxand kir:”Vekişandina yekîneyên ji PKKê ji Bakurê Kurdistanê tê wateyê, ku pêvajo berdewam bike, ji ber hîn alî di Tirkiyayê û dervayî wê, de bi gûman nêz dibûn û digotin wê têk biçe, lê bi gava PKKê re, ev hemû tişt guhart û xebatên siyasî jinûve çalak kir. Ev yek jî dihêle ku helwesta DEM Partî û alîgirên aşitiyê di Tirkiyayê de, xurtir bike. Bi nêrîna min Tirkiya dest bi guhartina siyaseta xwe li herêmê kir, mînaka wê jî qebûlkirina federaliyê li Qubirisê. Hînek sûrî hene dibêjin ku wê şervanên PKKê werin Sûriyayê, lê ez dibînim ku lawaziyek di fêmkirina PKKê de ji aliyê beşek mezin ji sûriyan û taybet ev desthilatdariya Sûriyayê heye . Ji aliyekî din ve jî, xurtkirina helwesta HSDê di hundirê Sûriyayê de, li ser esasê gavên ku li Tirkiyayê werin avêtin. Em hemû dizanin ku peymana 10ê adarê piştî, banga Ocalan a di sibatê de pêk hat”.

Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkokînan Newaf Xelîl jî da zanîn ku gelek pirs hebûn, bersiva wan di hevdîtina Hevserokê KCKê de Cemîl Bayik de bû, derbarê metirsiyên kurdan û ne baweriya bi Tirkiyayê û wiha got:” Hînek alî hene bi awayekî aşkere pêvajoya aşitiyê red dikin, ji wan jî Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan, ku bi awayekî yekser bandorê li ser rewşa Sûriyayê dike. Ji xwe Fîdan ne wekî kesayetekî, lê wekî nûnerê şepêlekî di hundirê Tirkiyayê de danûstandinên di navbera HSD û desthilatdariya Şamê de, asteng dikin. Gava ku PKKê avêtiye, bi nêrîna di çarçoveya pêvajoyê ya xwezayî de pêk hat û îsbat dike ku PKKê dixwaze doza kurdan a sedsalî çareser bike. Eger ku Tirkiya bi biryareke stratejîk doza kurdan bi awayekî dayîm çareser bike, wê bibe hêza herî mezin di Rojhilata Navîn de û di heman demê de, bandorê li ser kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Sûriyayê jî bike. Divê Tirkiyayê fişarê li ser desthilatdariya Şamê bike, ji bo çareserkirina doza kurdan û ev jî gava destpêkê ya demokratkirina welat e”.

Serkîs Qesarjiyan di berdewamiya nirxandinên xwe de, bal kişand li ser entegrasyona HSD û hikumeta Şamê de û got:” Bi awayekî giştî guhartinek di xîbata Tirkiyayê de heye, ev guhartin ne li tenê li ser kurdan bû, herwiha guhartin derbarê  Yûnanistanê û Ermenistanê bû. Rast e ku roleke Tirkiyayê di dîzyankirina herêmê de heye, lê ne ew xwedî biryarê endizyarkirina herêmê ye. Bi nêrîna min, tu bijarte li pêşiya Şamê tune ye ku bêje ez vê qebûl dikim an jî vê qebûl nakim.Şam nikare biryarê bide, ji ber wê em zêdetir bal dikişînin li ser pêvajoya aşitiyê li Tirkiyayê. Pêvajoya heyî li Tirkiyayê wê bandorê bi awayekî erênî li ser rewşa Sûriyayê bike. Di heman demê de, pêşniyazên ku derdikevin ku yekîneyên ji HSDê ji bo şerê li dij terorê li tevahiya axa Sûriyayê bikevin tevgerê, ez dibêjim di rojên pêşiya me de, wê guhartinên gelekî mezin di rewşa Sûriyayê de, bi xwe re bîne.

Şoreş Derwîş dîyar kir ku dîyar e lihevkirinên dawî yên di navbera HSDê û hikumeta Şamê de, bi fişara Amerîkayê çêbûne, di asta yekemîn de fişara Amerîkayê li ser Şamê û wiha dewam kir:”Bi nêrîna min hatine Fermandarê Giştî yê fermandariya navendî ya Amerîkayê û hevjîna wê li Sûriyayê, dîyar dike ku bi diplomasî û xebatên Barrack, rewşa di navbera HSD û hikumeta Şamê de çareser nabe. Lewra, hevdîtina 7ê cotmehê çêbû ku ev jî nûkirina peymana 10ê adarê bû. Di vir de, nêrîna ku HSD û Amerîkayê pêşkêş kiriye, ew bi ser ket, ew jî mijara avakirina 3 firqeyên artêşê ji HSD û şaneyên li dij terorê, ev jî bi nêrîna min di civîna beriya 7ê cotmehê(Fermandariya navendî ya Amerîka, Barrack bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî, fermandara YPJê Rohilat Efîn û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed) li ser hate lihevkirin. Gelek gav li ser erdê têne avêtin wekî navên fermandarên HSDê yên ku tevlî artêşa Sûriyayê bibin, lê ne zelaliyek di helwesta hikumeta Şamê de heye. A girîng, divê xebatên siyasî were kirin û kongreya niştimanî were lidarxistin”.

Newaf Xelîl destnîşan kir ku êdî hebûna Pentagon di dosyaya Sûriyayê de zêdetir bûye û wiha dewam kir:”Eger li ser rengê dewletê lihevkirin çênebê, bi nêrîna min mijara entegrasyona HSD ya dawî, wê pêk neyê. Dibe ku ev xebatên niha têne kirin, bigihêje astekê, ji bo ku ya herî xerab çênebê. Heta niha bi nêrîna min stratejiya desthilatdariya heyî li Şamê, ya koman ku serwerî li ser her tiştî bike. Bi awayekî kurt, desthilatdariya Şamê heta niha nikare xwe ji mîrasa cîhadîst ya selefî û El-Qaîde xelas bike û berê xwe bide dîyalogê. Divê hikumeta heyî ya li Şamê li rewşa Difa ya Filistînê, li Îranê û herêma li derdora xwe binêre”.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN