Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, bi romannivîs û rojnamevanê sûriyayî Nebîl El-Milhim re, derbarê rewşa Sûriyayê hevdîtineke taybet a dirêj çêkir. Hevdîtina ku bi zimanê erebî bû, li ser kanala Youtube Navenda Kurdî ya Lêkolînan hate weşandin. Kurtenaveroka hevdîtinê me wergerî zimanê kurdî, ji bo xwînerên me yên hêja.
Nebîl El-Milhim di destpêka hevdîtina xwe de, bal kişand li ser dîroka Sûriyayê û da zanîn ku yekem têkçûna Sûriyayê ku wê demê navê xwe komara Sûriyayê bû, ketine leşkera nava desthilatdariyê ku ev yek jî bi xwe re gendelî anî û wiha dewam kir:”Ev leşkeran dema hatin ser desthilatdariyê, dewletek ava kirin ku serwerî û desthilatdariyê li ser her tiştî dike. Ev yek jî tê wateya îbtalkirina civakî, ango li civakê guhdar nake. Herwiha, yekemîn dirûşmeyên ku ev leşkeran rakirine gelekî berfireh bû û ne dîyar bû, ew jî ku’neteweya erebî”dixwazin, lê di heman demê de destûr nade ku gelê Sûriyayê hev nas bike. Ev 60 sal e jî, tundî û gendelî li Sûriyayê heye. Lewra, pirsgirêka Sûriyayê ew bû ku kesekî ji me hev nas nekir û itîraf bi çanda yê din nekir û sedema vê yekê jî, ji ber ku em hemû di zindana dewleta navendîbûn, ango em di dewleta Esed de bûn. Heta niha kongreyekî niştimanî ya giştî li ser asta Sûriyayê çênebû ji bo hev nas bikin û bi hev re bijîn. Şaştiyek bû ku dema digotin desthilatdariya li Sûriyayê di destê elewiyan de bû, ya rast desthilatdarî di destê hevalbendiya gendeliyan bi leşkeran re bû. Di encamê de, li Sûriyayê mezhebekî gendelî hate avakirin û ev mezheb jî nehîşt ku em hev nas bikin û encama wê jî heta roja îro heye”.
El-Milhim derbarê rewşa Sûriyayê ya niha ku gihaştiye kîjan astê, ev nirxand kir: “Sûriya yan wê bikeve şerekî navxweyî yê yekser, an jî şerekî navxweyî yê bi devkî, ji ber ku mezhebek li dij mezhebekî din, xeberan dide û hemû hev tawanbar dikin bi gaweriyê. Sedema vê yekê jî ku me hev nas nekiriye. Eger me hev nas kiribe, em ê hemû bi hev re bijiyane û ev tişt jî qet ne zehmet e. Lê dema dewleteke olî yan jî çepgir were, ev cihêrrengiya Sûriyayê hemû îbtal dike û hemû dike yek reng. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em dikarin nimûneya Kendavê bigirin dest û nimûneya wan baş e. Di Kendavê de, di nava qebîleyan de şerên giran hebûn, lê niha xwe ji vê tundiyê xelas kirin û her tişt li gel wan hene”.
Rojnamevan El-Milhim bibîr xist ku li Sûriyayê her kes niha behsa parçebûnê dike, lê dema ku dîktatorî hebê parçebûn jî çêdibe û wiha behsa mînakên dîrokî kir:”Dema ku radîklên îslamî li Somal, Sûdan, Lîbya û Iraq desthilatdarî bi dest xistin parçe kirin. Di heman demê de, dîktatoriyên ilmanî jî heman tişt kirin, ji Stalîniyê bigire heta hemû tecrubeyên piştî wê. Lewra, pêwîstiya me bi dewleta hemwelatiyan heye, ne dewleteke dîktator, ku ew sedemê sereke yê parçebûnê ye. Ev jî niha pirsgirêka Sûriyayê ku roj bi roj zêdetir dibe ku her yek aliyê din, ne rast dibîne. Di dîroka Sûriyayê de jî, projeyekî sûriyayî qet tune bû, yanî daxwaza dewleteke neteweyî ya erebî dikirin an jî îslamî yan jî umewî. Rojek wê projeyeke sûriyayî werê, lê dibe ku dereng be. Sûriya niha jî encama berhemên Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed e, eger ku Sûriya di destê nifşê serxwebûnê de mabûye, wê Sûriya ne wekî ya îro bûye”.
Nebîl El-Milhim da zanîn ku artêşên Sûriyayê yên ku ava bûne ne ku ji bo li dij Îsraîlê şer bikin, ava bûne heta niha jî bo li dij hev şer bikin û wiha dewam kir:”JI ber vê yekê jî tiştê niha li Sûriyayê dibe, mîrasa 60 salî ye”.
El-Milhim got:”Tiştê yekem niha divê li Sûriyayê werê kirin, her aliyek sûcên ku kirine itîraf bike, ji ber ku pêwîstiya Sûriyayê bi xelasbûna ji bîranînên xwe yên ne baş heye. ji bo vê yekê jî, tiştê sereke zelalî ye. Li Sûriyayê jî derfet hîn heye ku ev yek pêk were û hêviya min hîn jî heye”.
Nebîl dîyar kir ku Sûriyayê berê di serdema Sultan Paşa Etreş, Yûsif Ezmê û hwd, li beramberî dagîrkeran yek bû, lê bi hatine projeyên netewperestiya erebî û olî, ev yekitî ji hev xist û wiha dewam kir:”Li Sûriyayê eger çi mezheb li dij yê din biser bikeve, wê ew mezhebê serkeftî di nava hev de bikeve şer. Lewra, çareserî ew e ku hemû werin gel hev di bin sîwana kongreya niştimanî de, lê bi niyetên baş ku her kes aliyê din qebûl bike”.
Romannivîs Nebîl El-Milhim anî ziman ku divê desthilatdarên heyî yên li Şamê, zanibin ku dewamiya xwe, wê ji demokrasiyê bigirin, ne ji tundî û çetetîyê û wiha dewam kir:”Tu cudahî di navbera dema borî û dema niha de tune ye, qirêjiya di bin berikê de, derket ser berikê, ango tu guhartin tune ye. Di vir de êdî rola ciwanan tê çi ji yên derve û yên jî hundir, divê bi rola xwe rabin. Mixabin, oposîzyona heyî wekî oposîzyona di dema rejîma Esed de ye, ango ez nabînim ku oposîzyoneke rasteqîn heye ku bi rola xwe rabe”.
Nebîl El-Milhim bal kişand li ser pêvajoya aşitiyê ya ku Ocalan destpê kiriye û got:”Ocalan ne kesekî bê cesaret e, lê belê têkoşer e û bang kir ku çekên xwe bişewîtînin, ji ber ku doza kurdan bi çekê nayê çareserkirin. Ez dibînim ku doza kurdan li Tirkiyayê biserket. Lewra divê çek li hemû Rojhilata Navîn were bêdengkirin. Ji aliyekî din ve jî eger li Tirkiyayê pirsgirêka kurdan bi temamî çareser bibe, wê bandoreke mezin li Sûriya û tevahiya herêmê bike”.
El-Milhim aşkere kir ku ew destekê dide nimûneya federalî û wiha dewam kir:”Ez bi xwe bi sîstema federalî re me, ne ji ber ku ez destekê bidim aliyekî. Sedema vê yekê jî gelekî hêsan e, ji ber ku ez serkeftina wê li pêşiya çavê xwe dibînim. Lewra, pêwîstiya gelê Sûriyayê gelekî bi federalî heye, ne ji ber parçekirinê, lê belê ji ber bibin yek. Ji aliyekî din ve, dema ku dibêjin Komara Erebî ya Sûriyayê, em hemû neteweyên din ji dest xwe didin û winda dikin. Lê dema ku em bibêjin Komara Sûriyayê, wê demê her kes cihê xwe têde digire. Nifşê serxwebûnê beriya hatine Baas, navê Sûriyayê kirin, Komara Sûriyayê. Mijara Sûriyayê gelekî hêsan e, lê gelekî zehmet dikin, taybet rewşenbîrên me”.
El-Milhim destnîşan kir ku ji ber rewşa heyî ya Sûriyayê ciwanên sûriyayî yên ku derketine derve di rê rewşê de qet naxwazin vegerin Sûriyayê û ciwanên di hundirê Sûriyayê de jî dixwazin ku ji Sûriyayê derkevin û wiha dewam kir:”JI bo ku ev yek were rawestand û veger li Sûriyayê çêbibe, pêwîstiya me bi kongreyeke niştimanî ya giştî heye. Di heman demê de, destûra ku niha hatiye çêkirin, destûrekî li gorî xwe çêkirin, ango destûrekî malbatî ye”.
Rojnamevan Nebîl El-Milhim di berdewamiya nirxandinên xwe li ser rejîma heyî ya Sûriyayê got:”Eger rejîma heyî bikaribe gelê xwe bide aliyekî û desthilatdarî bi tevahî dest bixe, wê di siberojê de şer di nava rejîmê bi xwe de derkeve. Wekî ku çawa El-Qaîde bû Cebhet El-Nusra û şerê hev kirin. Lewra, rejîma heyî divê fêm bike ku xelasbûna xwe di demokrasiyê de ye. Bi rastî ez ditirsim, berê tenê doza kurdan hebû, îro doza duruziyan û doza elewiyan heye û nizanim sibê çi doz derkeve, ji ber ku her komkujiyek li pişt wê dozek derdikeve, ev yek di demekê de ku em di serdema çareserkirina dozan de ne, ne zêdekirina dozan de ne”.
Nebîl El-Milhim dîyar kir ku neteweya kurd, ji neteweyên sereke di Sûriyayê de ye, çawa vê neteweyê dixwazin rabikin û wiha dewam kir:”Doza kurd, bê doza Sûriyayê çareser nabe, ango ji hev ne qut in. Lewra, divê sûriyayî destpêkê ji şofnîsta xwe xelas bibin. Îro barê mezin li ser ciwanên Sûriyayê ye. Welatê ku têde Deyaya Spî ya Navîn hebê, şerm e ku nexweş be”.







