Hisên Cimo
Di cîhanê de, gelek ronakbîran, li ser “Dewletnetewe” û “Dewletnîjad”ê nivîsandin. Hinek ji wan rewabûnên nîjadperestî çi bi zanebûn çi jî bê zanebûn pêşkêş dikirin, ku nîşan didan dewlet li ser esasê cudabûna mêjî ya serbixwe û alîgir hatiye avakirin, wekî ku rewşeke xwezayî ye. Hinek ji wan jî, kar kirin ji bo sererastkirina şaştiyên vê sîstemê ku serwerî li ser hebûnên siyasî yên heyî dikin.
Lê tiştê herî xerab di dewleta nîjadî ya rojhilatî de, ku li ser qalibên dewleta neteweyî ya ewropayî yên dawî ava bûye û ev dewletên nîjadî red kirin ku sererastkirinên ewropayî yên ku piştre çêbûn derbarê berfirehkirina nûnertiyê û pirrengiya siyasî, pêk bînin. Bi vî awayî, dewlet bû sîstemeke ji qirkirin û zordariyê ya ku xwe spart rêxistinkirina tundiya li dij çînên lawaz û yên ku nikarin xwe biparêzin.
Jihevxistina komarê
Ji dema aloziyên buhara erebî û piştre jî pêvajoya 7ê cotmeha 2023yan, rejîma heyî êdî nikare bi alavên kevn yên bi sedan salan, berdewam bike. Yên yekem kesên ku ev veguhartin fêm kirin, ango ne berdewamkirina rengê berê yê desthilatdariyê, xwediyên biryarê li Tirkiyayê bûn û nexasim kesê tund yê li dij pirrengiyê, Dewlet Bahçelî bû. Lewra, diviyabû ku “dewleta nîjadî ya yekalî” xwe nû bike û xwe bigihîne nimûneyên pirrengiya nîjadî.
Yê ku dibe alîkar ji bo serkeftina vê meylê ew e ku kurd di Rojhilata Navîn de ku ew ji civakên xwedî çandên xwecihî yên resen û zindî ne li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, “Guhartina dewletê ji bo ku tê de jiyan bibe ji bo wan û ji bilî wan” hilbijartin. Ev guhartin ku tevgera kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê pêşengtiya wê dikin, li ser esasê tecrubeya şîfreya guhartinê ye: Jihevxistina dewleta kevn û avakirina dewleteke nû (bê rûxandina dewletê). Ev yek jî tê wateya ku aliyê kurdan şiyanê wê hebin ji bo gefê li ser dewleta kevn çêbike; bê vê gefê ango bê vê şiyana gefa li ser rejîma berê, dewlet derbasî pêvajoyeke berfirehtir ji nûnertiya siyasî nabe.
Lewra, rêberê PKKyê di girîngtirîn nameyên xwe de ya (25ê nîsana 2025an) ya derbarê pêvajoya aşitî bi dewleta Tirkiyayê re, bi van gotinan dest pê kir: “Yên ku şer dikin, ew tenê dikarin aşitî çêbikin. Hêzên ku şer dikin û serpereştiya wê dikin û encamên wê radikin, ew tekane hêzên ku dikarin aşitî çêbikin û encam û berpirsyartiya wê rakin”.
Bi vê wateyê, navbeyankar û xwediyên hewldanên baş ên pêkanîna lihevkirinê de, ew dibin alîkar ji bo aşitiyê, lê nikarin aşitiyê çêbikin. Di rastiyê de, rêveçûyîna guhartinê ya PKKyê di fêmkirina rêveçûyînên nîjadî di Rojhilata Navîn de, xwedî girîngiyeke mezin e. Beriya her tiştî, li vê herêmê divê tu şervan bî û di destê te de çek hebe heta tu bigihêjî aşitiyê û tu rêyên din tuneye ku derfeta serkeftina wê heye. Ev jî encama pêşketinên destpêkê yên ku kurdan anîn ziman.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku lîderê kurdan Ocalan di nameyên xwe yên dawî de wekî “şervanê” ku ji bo aşitiyê danûstandinên dike ji her demî zêdetir, diyar dibe. Lê tevî vê yekê jî, Ocalan di nameya xwe ya piştre ji rêveberên kurdan re bi bîr xist ku dewlet û kurd li beramberî du vebijarkan in: An dewleteke demokrat( kurd û tirk bi hev re) an jî dewleteke kurdî. Di careke din de jî Ocalan, du vebijark diyar kirin: An dewleteke demkrat an jî nîjada tirkî wê tenê di Anadolyayê de bimîne.
“Neteweya bê dewlet”
Ji ber têkoşîna kurdan a demdirêj li beramberî dewleta nîjadî ya erebî, farisî û tirkî, di aliyê kurdan de tevgereke hizirî di têgihên nijadî de çêbû . Lê rojevkirina doza kurdan bi awayekî serasera di ragihandinê de, kurd wekî beriya sed salan hatin nîşandan: Şer dikin ji bo cudabûnê. Tevî esaletiya vê hewldanê – dewleteke nijadî ya serbixwe – û rewatiya wê, hem di demên berê de û hem jî di pêşerojê de, ev wêneya bi zanebûn di bin çavdêriya dezgeha medyayê ya komarê de hat afirandin.
Derfet ji kurdan re nehate dayîn ku xwe bi awayekî ji bilî yê ku dewlet dixwaze, xwe bide nîşandan: Kesayetê ku dixwaze komar ji hev bikeve û were rûxandin û tirkên Anadolyayê werin qirkirin. Lê di rastiyê de, tiştê sere yê guhartinê nasnameya komarê bi xwe ye: Jihevxistina komara berê û formulekkirina nasnameyeke nû ya pirreng, ku ev yek jî li ser bingehên Mîsaqa Milî ya hevbeş be.
Ji bo komarê gelekî baş bû ku kurd ji sedan salan ve xwe dubare bikin û dewlet jî tundiya xwe ji sedan salan ve dubare bike. Herwiha, ji bo dewleta nîjadî ya li Anadolyayê metirsî bû ku kurd bikaribin kurd, neteweya kurdî bê dewleta nîjadî, biparêzin. Gihanda vê formulê ji aliyê kurdan ve, rêbazên dewletê yên zordariyê têk birin û êdî encamên ku dixwaze, bi dest nexistin.
Dema ku Ocalan destnîşan kir ku PKK bi salan e xwe dubare dike û ketiye rewşa bêçalakiyê, wî Komar jî ji bîr nekir, ku hîn zûtir dest bi dubarekirina xwe kiribû. Hevkêşeya heyî eşkere ye: şervan ew in ku aştiyê çêdikin û şert ev e ku her du şervan jî li ser erdê bin, her çend ew heman rêbaza şerkirinê ya ku 40 sal in şer dikin dubare bikin jî. Xala herî girîng ev e ku dema ku dema aştiyê tê, meriv bikaribe şer bike. Dema ku Ocalan mijara Xezayê û şerê li wir anî ziman, wî fikra şerê asîmetrîk li bajaran şermezar kir û got: “Yan hûn teslîmî hêzên hegemonîk dibin (ew navê Îsraîlê dide), an jî hûn di rewşekê de ne ku hûn şerekî rastîn û wekhev bidin.”
Ev nêzikatî wê bandorê li ser rêbazê têkoşîna kurdan ya heyî û siberojê bike, ew jî îsbatkirina şiyana zirardayîna dijmin û amadekariyên ji şer re di astên herî mezin de. Em vê yekê jî, di HSDyê de dibînin, di dema aloziyên dawî bi desthilatdariya nû ya Şamê re.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku destwerdanên Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan li ser esasê mayîndekirina çareseriyên nîjadî yên kevneşop in û vê yek jî bi israra xwe ya li ser pêkanîna”Vekişanda YPGyê ji bajarên ereban” nîşan dide. Ev yek jî tê wateya rênedayîna lihevkirina hêdî hêdî ya hevbeş ku Ocalan navekî lê dike û Bahçelî jî li ser gotina wî erê dike, ew jî “Yekitiya civakî ye”. Ev têgihaştin jî altirnatîfa yekitiya çînî û dewleta nîjadî bi hevre ye.
Ev “yekitiya civakî” dê bihêle ku pêwîstiya dewletê ji tundiya nîjadî kêm bike û avakirina sîstemekî parelel a modernîteya demokratîk ya li dij bingehên moderînetiya heyî ya ku li ser sê bingehan radibe: Dewleta nîjadî, kapîtlazim/şoreşa pîşesazî/teknolojîk. Ev hersê bingeh jî Ocalan di nameya xwe ya dirêj de bi “Siwarên dawiya cîhanê” bi nav kir.
Beşek ji sedemên dijberiya Ocalan ji modernetiyê re, di beşê dawî yê nameya xwe de diyar dibe, dema ku destpêkên aloziya nîjadî li rojhilat nîqaş dike, ku bi qirkirinê dest pê kir. Ji qirkirina ermenan heta qirkirinên beşî yên li dij kurdan. Ocalan di vê çarçoveyê de dibêje: “Rastiya kurdî bi derketina modernîteyê şikest û bi dawî bû. Dihate xwestin ku kurd û Kurdistan wekî têgihaştin û diyarde li ser destê komara Tirkiyayê, bidawî bibin. Herwiha, derketina gotinên wekî (Kurdistana xeyalkirî li vir hate binaxkirin) naskirineke fermî bi qirkirinê ye”. Ev gotina dawî jî (Kurdistana xeyalkirî li vir hate binaxkirin) di rojnameya Milet a tirkî sala 1930î de derket, dema ku Şoreşa Agirî bi pêşengtiya Îhsan Nûrî Paşa û Komeleya Xoybûnê, hate têkbirin.
Kurdistana mêtînger.. û goristaneke civakî
Girîng e ku em li nêzikatiyên PKKyê ji mijara nîjadê re vegerin, dûrî kîna îdeolojîk çi ji aliyê dijberên xwe û çi jî ji aliyê rikberên xwe û dûrî korbûna îdeolojîk, ji bo fêmkirina pêvajoya aşitiyê ya heyî di Tirkiyayê û heta di Sûriyayê de û piştre Îran. Herwiha, ev yek dibe alîkar di asta ku doza kurdî gihaştiye û xweragirtina wê, di nava şer û karesatên ku bi serê tevahiya gelên herêmê de hatiye.
Di destpêka damezrandina PKKyê de, pirsa ku hemû kadroyên destpêkê kom kirin, pêşkêşkirina bersiva meydanî li ser pirsa di salên 70yî de bû: “Gelo kurd hene an na?”. Doza kurdî êdî destpê bû ku derdiket pêş, lê rewşa înkarkirina qirkirinê ji aliyê dewletên nîjadî ve derbas nekiribû. Ji ber vê yekê jî, pirsa sereke ma ew jî: Gelo kurd hene an na?
Bersiv jî ji herêmên kurdan ên sereke li Tirkiya, Iraq, Îran û Sûriyayê hatin. PKK jî erka herî dijwar di pêşkêşkirina bersiva li pêşiya komara Tirkiyayê de, da. Lê piştî 40 salî, gelo pêşketineke mezintir ji bersiva ku kurd hene, çêbû? Prosesa rizgarkirina neteweya kurd, pêk nehat. Sedem di Tirkiyayê de wekî ku Ocalan dibêje, îdeolojiya sosyalîst bû û got:” Sosyalîst hate rûxandin, lê em neketin. Lê tevî vê yekê jî, em ketin nava aloziyeke mezin”. Hêjayî gotinê ye ku Ocalan bi awayekî nepenî cudabûnê dixe navbera “Rizgarkirin” û “Pêkanîna azadiyê”. Dateyên mîna têgihên teorîk bingeh in, ji bo fêmkirina prosesa aşitiyê ya heyî û encamên pêşbînkirî û dema pêwîst, dibe ku berhemên wê çêbibin.
Pêkanîna azadiyê, êdî pêkan e ji bo çareserkirina aloziya herdu nîjadan kurd û tirkan, madem ku PKK dikarîbû ku kurdan bi pêş bixe û wan bide naskirin. Ji bo piştrastkirina ku PKK girîngtirîn armancên xwe pêk anîn, Ocalan dibêje: “Eger ne ji PKK bûye, çanda kurdî wê jiholê rabûye, wekî ku çawa çanda Maya û Aztek li Amerîka Latînî jiholê rabû û kurd jî wekî gelê amerîkayî yê resen (hindiyên çermsor) winda bûbûne”.
Herwiha, Kurdistan êdî bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû namîne: dagirkirin. Bi bidawîhatina vê dagirkirinê re, hemû pirsgirêkên din ên biçûk wê ji holê rabin. Di vê çarçoveyê de, Ocalan ji prensîba “Kurdistan koloniyek e” derbas bûye. Ev hevok pêncî sal berê ji bo komek xwendekarên zanîngehê, ku Ocalan jî di nav de bû, platformek fikrî bû. Ji bilî vê rastiyê ku ew koloniyek e, wê demê Kurdistan çi ye?
Nimûneya Birîtaniyayê
Di nameya xwe ya ji bo konferansa partiyê de, ew diyardeyek ji “koloniyê” xeternaktir dibîne û ew bi çend navan, di nav de “gora komî”, wekî encamek kûrahiya şikestina dîrokî ya navxweyî û destwerdana sed salî ya dewletê di xirabkirina avahiya çandî ya civakê de bi nav dike. Lewra, rastiya kurdan, ne tenê rastiyeke kolonyalî ye. Di vir de mirov dikare rêyên çareseriyên hatine pêşkêşkirin fêm bike, bi balkişandina li ser avakirina navxweyî ya vê pêvajoyê ye. Wekî çi civaka Rojhilata Navîn, hin pirsgirêk hene dibe ku bê dewletê neyên çareserkirin, bi şertê ku li ser bingehên nasnameya hevbeş be (dewleta pir nîjad). Di cihekî de, Ocalan bal kişand li ser nimûneya Birîtaniyayê, wekî çareseriyeke destpêkê li Tirkiyayê, bê ku date an jî nêrîneke berfireh, pêşkêş bike.
Wekî tê zanîn ku nimûneya birîtanî ne ku kêmasî tê de tuneye, lê li ser esasê hevalbendiya nîjadên newekhev çêbûye, ku tê de nîjada înglîz li ser rêveberiya bilind û stratejîk serwer e. Ango, nimûneya li ser esasê “Yekitiya siyasî” ku nîjada serwer ku navenda wê li Îngilîstanê ye, bi rê ve dibe. Dibe ku destpêka wê nimûneya wekî wê li Tirkiyayê be, yekîtiyeke siyasî ya destûrî di navbera Kurdistan û Anadolyayê, bi rêveberina tirkî be.
Ev ew tişt e ku pêvajoya aştiyê dikare di qonaxa xwe ya yekem de bi dest bixe, lê aliyekî ku divê bala xwe jî bide, asta veguherîna ku ji Komarê re pêwîst e da ku nêzîkî modela brîtanî ji bo rêvebirina herêmên nîv-dewletî (Wîlz, Skotlanda, Îrlanda Bakur) bibe. Lêbelê, tu modelek wekî bernameyek berfireh li ser nayê xebitandin. Vîzyona brîtanî tenê nêzîkbûnek e. Dibe ku tiştek çêtir li Tirkiya û Kurdistanê hebe, ku ew êdî ne “dewletek neteweyî” be di wateya klasîk de û êdî ne “dewletek nijadî” ya dagirker be, lê belê yekîtiyek siyasî ya pir-nijadî be.
Dînamîka xweqirkirinê
Girîng e ku ev aliyên bi girêk ên di têkiliya civakê bi dewletê û çima DEM Partî di parlamentoya Tirkiyayê têgihaştina”yekitiya civakî”li ser asta komarê û Kurdistanê ji xwe re esas girtiye, werin fêmkirin. Ji ber ku derfet hene, pir nîjad di nava yek dewletê de were avakirin, bê ku veguhere sîstemekî şerê navxweyî.
Ev yek pêwîstiya wê bi çavdêrî, serperetî û nêzikatiyekê heye li ser esasê berpirsyartiya ji hemû aliyên têkildar. Komar di nava sed salên ji rejîmeke zordar û jiholêrakirina çandî, di nava kurdan de dînamîkên çêkirin ku kurd xwe bi xwe qir bikin, bi rêya wekîlên ku Ocalan bi “komîteyên kurdî” bi nav dike, wekî “komîteyên cihûyan”, ya ku endamên wê bi nazî û faşîstan re hevkarî dikirin ji bo amadekirina şewitandina cihûyan, beramberî ku jiyana ku dibe ku 24 saetan dirêj neke, li ser bingeha: “Malbata xwe rizgar bike û dev ji civaka xwe berde”. Ev sîstem ji ber bikaranîna wê ya pir caran ji aliyê Komarê ve hate bikaranîn û ev yek bi efûya 1961ê dest pê kir dema ku koma Alparslat Turkeş di komîteya leşkerî ya derbeyê de şert danî ku kurdên sirgûnkirî di berdêla terikandina nasname, çand û siyaseta kurdî de vegerin.
Lewra, Ocalan bi dawiya paragrafa 5an a nameya xwe de balê dikişîne li ser vê rastiyê “Ji îro û pê ve, wê têkoşîn û berxwedan di hundir de were meşandin. Pêvajoya bê, wê bibe pêvajoya xweavakirinê. Ji ber vê yekê jî, divê aşitî û civaka demokratîk pêk were. Ev e astengiya ku îro em rastî wê tên”.







