Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi zimanê erebî bernameyek derbarê pêşketinên dawî li Sûriyayê organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Dr. Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan û pisporê karûbarê Tirkiyayê Serkîs Qesarjiyan, nivîskar û lêkolînerê siyasî Şoreş Derwîş û rojnamevan û nivîskar Hisên Cimo beşdarî bernameyê bûn û rewşa dawî a Sûriyayê nirxand.
Serkîs Qesarjiyan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora peymana Xezayê li ser herêmê û da zanîn ku armancên Amerîkayê di herêmê de, xwe dispêre kordîneya bi Îsraîlê re, ango tiştên girîng ên ji bo Amerîkayê li herêmê, yekser girêdayî Îsraîlê ye û wiha dewam kir: “Piştî Xezayê, Amerîka niha li ser du rêyan di Sûriyayê de kar dike. A yekê, mijara tevlîbûna HSDyê di nava hikûmeta demkî ya Sûriyayê de. A duyem jî, mijara peymana başûrê Sûriyayê ye ku ev gava piştre di çarçoveya lihevkirina sûriyayî-îsraîlî pêk were. Li ser vî esasî jî, wê dosyaya Sûriyayê bibe xwedî girîngiyek di rojeva Amerîkayê de piştî Xezayê”.
Şoreş Derwîş jî bal kişand li ser dosyaya Xezayê û anî ziman ku dengevdana şeran wê li herêmê raneweste û got: “Dibe ku şer li Xezayê niha hatibe rawestandin, lê gelo dikarin Hemas ji Xezayê derxin? Ev yek jî wê bihêle ku hêzên navdewletî hewl bidin mijarê tenê di sînorê Xezayê de bihêlin û Îsrîal jî careke din operasyonên leşkerî li dar bixe. Şerê li dij Îranê, heta niha aşitiyeke di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de tune ye. Ya girîng ji bo Sûriyayê jî ew bû ku Netanyahu spasiya Trump kir li ser serweriya Îsraîlê li ser Colanê. Di encamê de jî, dosyaya başûrê Sûriyayê wê careke din bibe rojeveke girîng a Amerîka-Îsaraîl û avakirina kembereke ewlekarî di Sûriyayê de. Herdem metirsî ji bo Îsraîlê ji bakur tê, ango ji Sûriya û Lubnanê tê. Nexasim ku îro di hundirê Sûriyayê de El-Şeri û Erdogan hene û ev herdu jî îhtîmal heye ku metirsiyekê li ser ewlekariya neteweyî ya Îsraîlê çêkin. Di encamê de jî, wê dengvedana Xezayê li herêmê berdewam bike û şerê nayê rawestandin û destê Îsraîlê wê dirêj bibe. Bi nêrîna min Sûriya ji bo Amerîkayê ne girîng e, lê ya girîng ji bo Amerîkayê di Sûriyayê de, ku şer di navbera herdu hevalbendên wê de çênebin Îsraîl û Tirkiya. Lewra, wê Washington li rêyeke sêyemîn bigere, ew jî diyaloga di navebra hêzên di Sûriyayê de. Êdî Sûriya ji bo Amerîkayê ne roleke girîng dilîze û Rûsya jî zêde naxwaze dîsa vegere Sûriyayê”.
Hisên Cimo diyar kir ku rêbazê Amerîkayê di çareserkirina aloziyan de di serdema Trump de hate guhartin û ev jî tiştekî girîng e û nû ye ji bo Amerîkayê û wiha dewam kir: “A girîng ji bo Amerîka niha rawestandina aloziyan e, bê çareserkirina ku çima ev alozî hatin destpêkirin. Di heman demê de, nasnameya aliyên aloziyê ji bo Amerîkayê ne girîng e û hemû alî ji bo Amerîka têne qebûlkirin. Ji bo Trump ne girîng e ku kî bi rê ve dibe, ew tenê dixwaze alozî di demeke lezgîn de bi dawî bike. Ji aliyekî din ve jî, di dîplomasiya Amerîkayê de tiştekî nû çêbûye, ew jî derfetên mezin dane nûnerên xwe yên li herêmê wekî Tom Barrack”.
Rojnamevan Serkîs destnîşan kir ku Tom Barrack berê gelekî israr dikir li ser navendîbûna Sûriyayê, lê piştî komkujiyên li Siwêdayê nêrîna xwe guhart û behsa federaliya li Sûriyayê kir û ev guhartina di xîtaba Amerîkayê de, dide nîşandan ku girîngiya Sûriyayê ji bo Amerîkayê tuneye, tenê ji bo Amerîkayê ya girîng ewlekariya Îsraîlê ye, ango Amerîka Sûriyayê bi çavê Îsraîlê dinêre. Serkîs got: “Zehmet e ku şer di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de di Sûriyayê de çêbibe, ji ber ku herdu alî jî yekser girêdayî Amerîkayê ne. Lê di heman demê de, di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de di Sûriyayê de rikberiyeke gelekî mezin heye. Ji aliyekî din ve jî, di serdana Erdogan ya ji bo Amerîkayê de, Erdogan gelek peyman îmze kirin û gelek tişt dane Trump. Lê beramberî tiştên ku Erdogan dane Trump, îhtîmal heye Erdogan di Sûriyayê de gavan biavêje û tiştekî bi dest bixe. Lê ev tiştên ku bi dest bixe, wê ne tiştekî girîng be, ji ber ku Îsraîl heye êdî di Sûriyayê de. Ji ber vê yekê jî, li gorî dîtina Amerîkayê divê lihevkirin di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de, di Sûriyayê de hebe. Di heman demê de, tiştên ku bidin Erdogan di Sûriyayê de, tevlêbûna HSDyê di nava artêşa Sûriyayê de ye. Bi nêrîna min diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de wê berdewam bike, ji ber ku diyalog di esasê xwe de di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyayê de ye”.
Nivîskar Şoreş Derwîş bal kişand ser hebûna Tirkiyayê di Sûriyayê de û diyar kir ku heta niha hebûna wan girêke û sê senaryo li pêşiya Tirkiyayê ne; A yekê serwerî li ser tevahiya Sûriyayê û gotin ya wê be, lê ev senaryo ji bo min dûr e ji ber ku Îsraîl heye. A duyem, dabeşkirina serweriya Sûriyayê di navbera Tilebîb û Enqerayê de. Senaryoya sêyem jî vekişanda ji Sûriyayê, lê ev gelekî zehmet e, ji ber ku doza kurdan di Sûriyayê de çalak e. Derwîş wiha dewam kir: “Tirkiya di Sûriyayê de asteng bûye, lewra ew li çareseriyekê digere û bi vê yekê re jî dixwaze HSD tevlî nava artêşa Sûriyayê bibe. Lê eger ku Tirkiya êrîşî Sûriyayê bike careke din, wê Tirkiya pêvajoya aşitiyê û ewlekariya xwe ya herêmî winda bike û îhtîmala mezin jî Îsraîl bikeve şer û artêşa Sûriyayê hedef bigire. Bi her hal, danûstandinan di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, wê dirêj bike û divê komîteyên herdu aliyan, her tiştî ji raya giştî re zelal bikin. Ji aliyekî din ve jî, doza Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bê Siwêdayê û berava Sûriyayê, nayê çareserkirin”.
Nivîskar Hisên Cimo ji aliyê xwe ve bal kişand li ser êrîşên li dij taxên kurdan li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ev nirxandin kir: “Ev aloziya ku çêbûye ji sala 2013an ve heye û rejîma heyî wekî rejîma berê ya El-Esed heman tişt li ser herdu taxan meşand, ango dorpêçkirina taxan û nîşandana herdu taxan wekî sûcekî. Herwiha, kuştinên ku li Helebê jî çêdibûn, HSD tawanbar dikirin. Bi nêrîna min pirsgirêka liherdu taxan ne ewlekarî ye, lê belê civakî ye, ango nasnameya civakî ye ev alî jî ji bo îslamîstan ji ewlekariyê girîngtir e. Bi gotineke din, nasnameya civakî û sîstema wê ya li herdu taxan, berovajî nasnameya desthilatdariya îslamîst e. Lewra, ez hişyarî li ser koçberkirina nifûsa herdu taxan bi awayekî tam didim. Pirsgirêk di îdeolojiya dewletê ye û îdeolojiya wê netewperestiya erebî ye û ev yek jî di xîtabên El-Şeri de bi awayekî eşkere derketin holê û heman têgihên El-Esed dubare kirin. Ji aliyekî din ve jî, desthilatdariya heyî, metodekî xwe yê rêvebirina cihêrengiyê tuneye, ango nizanin bi rê ve bibin pir neteweyan. Di heman demê de, serweriya Ixwan El-Muslimîn li ser Helebê gelekî zêde ye û biryara êrîşa li dij herdu taxan destê Ixwan El-Muslimîn tê de heye. Bi nêrîna min hişmendiya rêveberiya El-Şeri, ji aliyê Ixwan El-Muslimîn ve tê birêvebirin û El-Şeri tu serweriya xwe ya rasteqîn li ser Sûriyayê tuneye”.
Serkîs Qesarjiyan bal kişand li dîyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de û got: “Bi nêrîna min asta qebûlkirina Tirkiyayê ji diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, wê çarenûsa vê diyalogê diyar bike, ji ber ku Tirkiya fişareke pir mezin niha li ser hikûmeta demkî dike. D heman demê de, komên çekdar (artêşa niştimanî) yên girêdayî Tirkiyayê, ew diyaloga di navbera HSD û Şamê de, asteng dikin. Ji aliyekî din ve jî, Şam bi bihaneya fişarên Tirkiyayê, xwe ji hin peymanên bi HSDyê re dide alî. Di dawiyê de, ez dibêjim ku Tirkiya di helwesta xwe de ne hişk e û ev yek jî di daxuyaniyên wê de diyar dibin û ez dûr dibînim ku êrîşeke Tirkiya li dij HSDyê di vê demê de çêbibe”.
Nivîskar û lêkolînerê siyasî Şoreş Derwîş jî got ku “eger ku El-Esed pêşniyaza Erdogan ya hevdîtinê qebûl bikira, Erdogan berê xwe nedida Îmraliyê, lê ji ber ku El-Esed red kir, Erdogan neçar ma ku berê xwe bide çareseriya navxweyî ya ew jî Ocalan e.”
Rojnamevan Hisên Cimo got ku “tekane rêya li pêşiya Şamê ew e ku bi HSD û Rêveberiya Xweser re li hev bike, wekî ku çawa Tirkiya neçar ma bi Ocalan re li hev bike, lê pirsa ku derdikeve holê El-Şeri amade ye bi HSD û Rêveberiya Xweser re li hev bike? û wiha got: “Bi nêrîna min eger bi HSDyê re lihev bike, divê El-Şeri nasnameya dewletê biguhêre û ev yek jî metirisyê li ser desthilatdariya wî çêdike”.







