Tirkiyeyê dixwaze çi encaman ji şerê Rûsya û Ukranyayê bigre?

TARIQ HEMO

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm Ebdî, nûçeya hevdîtina xwe bi Fermandarê Operasyonên Artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn Michael Corella, yê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Biden di Çileya borî de li şûna General Kenneth Mackenzie  hatibû erkidar kirin,  li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir. General Ebdî têkildarî hevdîtina xwe bi rayedarê amerîkî yê payebilind re, ragihand ku di hevdîtinê de, istiqrar û ewlekariya li herêmê, zêdekirina xebata hevbeş li dijî DAIŞ`ê hate nîqaşkirin û diyar kir ku fermadnariya leşkerî ya nû careke din pabendbûna xwe bi parastina ewlekarî û istiqrara li Bakur Rojhilatê Sûriyê re, nû kir.

Hevdîtina general Ebdî û general Corella di demekê de pêk hat, ku pêşketinên siyasî û leşkerî yên mezin li cîhanê û herêmê rû didin û ya herî giring jî şerê Rûsyayê li Ukranyayê. Her wiha şerê li Sûriyê, danûstandinên derbarê dosyaya nukleerî ya Îranê de û blokên ji dewletên Ereban û Îsraîlê ku dem bi dem derdikevin holê û hewl didin ku hevsengiyên nû û mekanîzmeyên bersivdayînê ava bikin eger hat  Amerîka ji Rojhilata Navîn vekişiya li gorî stratejiya Amerîkayê ya ku berê xwe dide deryaya Çînê û herêma başûr rojhilatê Asyayê.

Hevdîtina Ebdî ya bi Corella, nameyeke giringe di demekê de, ku hin nêrîn derdikevin û dibêjin ku dewleta Tirkiyeyê dikare derfetê ji şerê Rûsyayê li Ukranyayê bigire û êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.Bloka li dewletên rojavayî û derketin û aktifkirina rola NATO`yê li hemberî operasyona leşkerî ya rûsî, Tirkiyeyê neçar dike ku ew rola xwe û hewlesta xwe li beramberî Rûsyayê zelal bike û di heman demê de, NATO`yê hilbijêre an jî Rûsyayê.  Tevî siyaseta xapandinê ya hikûmeta AKP û MHP`ê ya nîjadperest û hewldana lîstina bi rola”navbeyankar”di danûstandinên der barê rawestandina şer di navbera Rûsya û Ukranyayê de, lê bandora şer û berfirehbûna êrişan û zêdebûna windahiya herdu aliyan, her wiha cezayên aborî yên rojavayî li dijî Rûsyayê, dihêle ku siyaseta”bê alîbûnê” ya Tirkiyeyê dijwar û giranbe. Lewra, biryara Enqereyê ya bi NATO`yê re, tenê mijareke demê ye.

Hevbendiya AKP-MHP`ê weke her car dê hewl bide ku geşedanên li cîhanê bixe xizmeta berjewendiyên siyaseta xwe a mêtingeriyê, li ser hesabê gelê Kurd li hundir û derveyî Tirkiyê (herî dawî jî li ser hesabê axa Sûriyê), lewma ev hevbendî dê ji bo sekna xwe ya li kêleka NATO û dijberiya Rûsyayê, tiştekî bixwaze. Li vir, metirsiya êrişeke leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derdikeve holê. Di vê çarçoveyê de, hin deng derketin ku metirsiya xwe li ser erêkirin an jî rêdayîna an jî çavgirtineke amerîkî û rojavayî li ser operastoneke dagirkeriyê ya nû ya Tirkiyeyê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, anîn ziman.Ev deng wekî encama şerê Rûsyayê li Ukranyayê û helwesta Amerîka û Ewropayê, derketin holê û ihtimala ku Amerîka û Ewropayê berê xwe bidin Tirkiyeyê û destekfiyan bidin wê, bi şertê ku Tirkiyeyê dev ji Rûsyayê berde û beşdarî siyaseta nû ya li dijî Moskovê bibe. Siyaseta nû ya li dijî Moskovê jî ku hemû cûreyên tundiyê di dema niha de digire nava xwe wiha ye:Destekdayîna leşkerî ya eşkere ji Ukranyayê re, birîna cezayên aborî li ser Rûsyayê û boykotkirina Rûsyayê bi awayekî giştî.

Lê ji ber ku şerê li Ukranyayê veguherî şerekî wekaletan dibe ku dirêj û berfireh bibe û dijminên Rûsyayê dixwazin Ukranyayê ji Rûsyayê re bikin wekî çiravekê, kes nikare pêşketin an jî mezinbûna şer, pêşbînî bike. Di encamê de, her aliyek dixwaze kaxezên xwe aktif bike da ku destkeftiyan bi dest bixe û îradeya xwe li ser aliyê din bibire. Her wiha, Rûsyayê ku êdî dizane wê temenê şerê xwe li Ukranyayê bide, wê hemû kaxezên xwe bikar bîne û hewl bide ku bi wan kaxezan bazirganî bike an jî ji bo zirardayîna NATO`yê aktif bike. Ji wan kaxezan: Sûriyê ye, hebûna Amerîka û Tirkiyeyê(Eger Enqere biryar da ku wê li kêleka NATO bisekine), wê bibin armanca leşkerî ya hêzên girêdayî Moskovê. Kesên ku pêşketinên di van hefteyên borî de şopandibin, wê nameyên nû yên komên leşkerî yên girêdayî Rûsyayê der barê şer û gurkirina eniyan li Sûriyê, bibîne.

Ji wan pêşketinan, gurkirina hêzên rejîma Sûriyeyê ji aliyê Rûsyayê ve li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Di vê çarçoveyê de, dorpêça ku Firqeya 4`an a Artêşa Sûriyeyê ev zêdetirî mehekê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê biriye û rênedayîna ku madeyên xwarinê, derman û sotemenî ji bo zêdetirî 200 hezar welatiyên li wan taxan derbas bibin, aliyekî vê fişarê ye. Ihtimal heye ku hêzên rejîma Sûriyê û komên girêdayî wê, hîna zêdetir li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û sivîlên têde liv û tevgera xwe zêde bikin.

Di vê rewşa heyî de, hikûmeta AKP û MHP`ê, hewl dide ku parastina formeke hevkarî û aramî bike û bi aliyê Rûsyayê re lihev bike û berê tolhildana rûsî bide QSD`ê ku wekî hevalbendê bihêz ê hêzên Amerîkayê(Serkêşa Koalîsyona Navdewletî ya şerê li dijî terorê) tê naskirin. Di heman demê de, nîşaneyên siyaseta Enqereyê ya peydakirina formeke hevalbendiyê û lihevkirinek nû bi Rûsyayê re(an jî piştî şerê Ukranyayê) derketin. Ji wan nîşaneyan, nêzikbûna bi rejîma Sûriyeyê re û rakirina tecrîda li ser rejîmê û vegerandina”Rewabûna”rejîmê, lê bi şertê ku hevkariyeke hevbeş li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, çêbibe.

Kesên ku gavên Tirkiyeyê yên dawî yên der barê “Paqijkirin” Itîfala Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Enqereyê, ji hin kesayetên ku bi awayekî ne yekser ne girêdayî istixbarata Tirkiyeyê ne, her wiha tesfiyekirina hin diyardeyên “Demokratîk”û “Hilbijartinan” di nava Itîlafê de û mayîna tenê efserên ku nayê zanîn berê ew li dijî rejîma Sûriyeyê bûn û yekser girêdayî istixbarata Tirkiyeyê ne, wê xisletên siyaseta nû ya Tirkiyeyê nas bike. Ev yek ji bilî hevdîtinên veşartî yên ku di demên dawî de, di navbera nûnerê rejîma Sûriyeyê ya karûbarên ewlekarî Elî Memlûk û efserên Tir yên ku dosyaya Sûriyê dişopînin. Doza Kurdan û çawaniya têkbirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk, ji giringtirîn bendên wan hevdîtinan bûn.

Ne gengaz e ku di helwesta Tirkiyeyê ya hemberî Rûsyayê guhartineke cidî û mezin çêbibe, her wiha ne gengaz e ku Tirkiyeyê di helwesta xwe de bibe alîgirê NATO`yê ye û li dijî Rûsyayê derkeve. Lê ya rast ew e ku Enqere wê hewl bide ku tawîzan ji herdu aliyan bixwaze, li beramberî ku Tirkiyeyê jî hin tawîzên şeklî an jî tawîzên biçûk bide. Di vê çarçoveyê de, ji Amerîkayê tê xwestin ku hîna zêdetir hevkarî di qada siyasî û aborî de bi Enqereyê bike û li ser hevpeymana çek û teknolojiya erê bike û dev ji hevalbendên xwe QSD`ê berde, lê beramberî ku Tirkiyeyê destekê bide bloka li dijî Rûsyayê û wê dorpêç bike. Her wiha, ji Rûsyayê jî tê xwestin ku bi awayekî hişiktir nêzî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bibe û destûr bide Enqereyê ku “lihevkirinên”berê binpê bike û êrişan pêk bîne. Di heman demê de, ji Rûsyayê tê xwestin ku bibe navbeyankar ji bo rejîma Sûriyeyê da ku têkiliyan bi Enqereyê re vegerin û berê xwe bidin gurkirina li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê. Lê divê Rûsya bizanibe ku redkirina Tirkiyeyê(Beşî wekî divê were gotin) ji daxwazên NAOT`yê re, wê ne li ser esasê lihevkirinên berê be, lê belê wê tawîzên nû werin dayîn, di nav de jî hevkarî û radestbûna rejîma Sûriyeyê jî.

Di nava vê rewşa heyî de, dewleta Tirkiyeyê di topbarana gundewarên û bajarokên li Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û Minbicê de, dewam dike. Di heman demê de, dewleta Tirkiyeyê di siyaseta xwe ya tunekirinê û paqijkirina entîkî li Efrînê, berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî, binpêkirinên hovane û komkujiyên ku digihêjin asta qirkirinên rasteqîn, belge dikin. Her wiha, êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê li dijî kesayetên leşkerî û sivîl û binpêkirina hevpeymnan dewam dikin, ku Tirkiyeyê derdora 200 êriş û topbaran pêk anîne.

Di nava vê rewşa tevlîhev a li ser asta Sûriyê, herêmî û navdewletî de, a giring ew e ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk hîna zêdetir pişta xwe bide hêza xwe ya xweser, xwe birêxistin bikeû eniya xwe ya hûndirîn xurt bike. Di heman demê de, garantiyan ji hevalbendan bistîne da ku hîna zêdetir desteka leşkerî û siyasî bidin ji bo pêşiya dijmin û dijberên Rêveberiya Xweser  bisekine, çi rêxistina DAIŞ`ê be çi jî hikûmeta şer li Tirkiyeyê an jî rejîma Sûriyê be, ku heta niha di diyaloga li ser esasê niştimanî red dike û pişta xwe dide aliyên derve yên li dijî yekitiya gel û axa Sûriyeyê. Hevdîtina general Mezlûm Ebdî bi generalê amerîkî Michael Corella  di vê çarçoveyê de pêk hat, ku bû boneyek hevkarên xwe yên QSD`ê dil rihet bikin. QSD`ê ew hêza ku rêxistina DAIŞ`ê têk bir û mirovahî ji şerê wê rizgar kir û heta niha jî xwînê dirjînê da ku careke din veneger û bi vê yekê jî tecrûbeyeke hevkar a demokratîk a li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan ku di nava deryayeke ji tundrawiyê û dîktetoriyê derket, diparêze. Her wiha QSD`ê giyanê bi milyonên ji Kurd, Ereb, Suryan ên ji olên Musilman, Xirisiyan û Êzidî li herêmê, parast.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî