Naveroka înîsiyatîfa Lindsey Graham: Lihevkirineke pêkane di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de

LINDSEYA GRAHAM

Di vê salê de cîhan dîdevanê gelek aloziyan bû, bi taybetî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û pêşveçûna berdewam a bernameya navokî ye dijminatî ya Îranê, û arandinên Çînî, û herwiha dubare derketina DAIŞ û El-Qaîde, ev hemû eşkere dike ku dinya hê jî cihekî xeternak e. Lê belê, herêmeke bêhêvî ya ku ji nû ve balê dikişîne, Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê ye.

DAIŞ’ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend salan kiribû navend û mala hizrî  ya xîlafeta xwe. Di serdema desthilatdariya DAIŞ’ê de, operasyonên li dijî armancên rojavayî  ji parêzgeha Reqayê dihatin plankirin û meşandin. Komkujiya ku DAIŞê di êrişên Parîs û Fransayê de di sala 2015an de pêkanî û êrişên bi îlhama DAIŞê ku li Amerîkayê hatin kirin û kiryarên hovane yên bêhejmar ku DAIŞê li seranserê cîhanê kirî ji bîr nakim.

Baş bû ku Serok Donald Trump xîlafeta li Sûriye û Iraqê wêran kir û piştî wê cîhan aramtir bû. Rêvebiriya Biden ji bo berdewamkirina destkeftiyên li herêmê ew jî bi bandor tevdigere, ku biryara hiştina nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li ser erdê da û ev leşker piranî li bakur-rojhilatê Sûriyayê dimînin ku bi hêzên serhildayên xwecihî re bixebitin da ku piştrast bikin ku DAIŞ ji nû ve dernekeve. Lê mijar ji vê aloztir e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêkek derdikeve holê, ew jî ewlekariya neteweyî ya Tirkiyayê ye ku rewaye û hevalbendê me yê NATOyê ne. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo têkbirina xîlafeta DAIŞ’ê li Sûriyê, piştgiriya Amerîkayê kirin. Ev hêz ji komeke Kurdî ya bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tên. Lê Tirkiye YPGê weke metirsiyek li ser ewlekariya xwe ya niştimanî dibîne, ji ber wê yekê tê angaştkirinku têkildariya YPGêbi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye.

Ev pirsgirêk berî çend salan di civînên komîteyên Senatoyê de hat nîqaşkirin, ji ber ku rêveberiya Obama ji bo çareserkirina nîgeraniyê Tirkiyê dixebitî. Lê wê demê tiştek nehat kirin û Tirkiye beriya çend salan derbasî Bakurê Rojhilatê Sûriyê bû ji ber tirsa ku ji wir êrîş werin ser welatê Tirkiya.

Pirsgirêka li pêş  me ve derdikeve ew e ku em çawa piştgiriyê didin wan kesên ku alîkariya me kirin ku xîlafeta DAIŞ’ê têk birin, bêyî ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê têk were birin? Vê pirsgirêkê hem rêveberiyên Komarî û hem jî yên Demokrat tirsandiye, lê teqez bi paşguhkirina wê ev pirsgirêk çareser nabe. Her du rêveberiyên Trump û Biden ji bo dîtina çareseriyekê xebitîn, lê kaosa li çaraliyê cîhanê hişt ku pirsgirêk jiAmerîka re hinekî paşguh bibe.

Ji ber ku DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve xwe rêxistin dike, dive em bilez tevbigerin . Kampa Holê nêzîkî 57,000 penaberan dihewîne, di nav wan de gelek jin û zarokên ku bi hêmanên “Rêxistina DAIŞê” re têkildar in, û wek zemîneke bi bereket e ji bo tecnîdkirina terorîstan. Di her kêliyê de ev pirsgirêk dikare biteqe, ji ber ku şer û pevçûn li gelek eniyan berdewam in, ne tenê gefên terorîstên DAIŞê, Lê belê pevçûna di navbera Tirkiyê û Kurdên li Sûriyê jî heye û sûdmendê herî mezin ji aloziya nû ya herêmî dê DAIŞ be.

Ez plan dikim ku di demek nêzîk de biçim herêmê û li bendê me ku bi rêveberiya Biden re bixebitim da ku çareseriyek ji vê pirsgirêka mezin re bibîne. Pêwîst e ku em fikarên rewa yên ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê bipejirînin, di navbera hêmanên ku Tirkiye wan komên terorîst dibîne de herêmên tampon ava bikin, piştgirî bidin wan kesên alîkariya me kirin ku xîlafeta terorîstan têk birin û piştrast bikin ku DAIŞ ji nû ve dernekeve.

Çareseriya ku ez herî guncaw dibînim ew e ku berjewendiyên ewlekariya netewî ya Tirkiyê çareser bike û di heman demê de pêwendiyeke bazirganî di navbera hikûmeta Tirkiyê û gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê de pêş bikeve. Li Bakur Rojhilatê Sûriyê bîrên petrolê hene, ew bîr baş werin karanîn dê berhem zêdetir bibe, û bi vî awayî  hem ji bo bazara cîhanî ya petrolê, hem jî ji bo aboriya Bakur Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê sûdmend be. Rêya herî baş a çareserkirina vê pirsgirêkê bi demê re ew e ku hem di warê ewlehî û hem jî di warê aborî de ji bo niştecihên Bakur Rojhilatê Sûriyê û hevalbendên me yên Tirkiyê bi ser bikeve.

Ev kêşeyeke aloz e û divê bê çareserkirin, ji bo ku dereng nebîne pêwîst e Kongres û rêveberiya Biden bi hev re kar bikin û çareseriyekê bibînin. Dema ku DAIŞ li Rojhilata Navîn careke din derkeve holê, wê şêwaza jiyana me ya li vê derê li Amerîkayê bikeve xeteriyê. Destkeftiyên ku me bi rûxandina xîlafetê bi dest xistin di metirsiyê de ne, her diçe nakokî di navbera hevalbendê me yê NATOyê Tirkiyê ji aliyekî û hêzên Kurdî li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji aliyê din ve roj bi roj mezin dibin. Divê em bixebitin, her çendî proseya çareser kirina vê kêşeyê dijware, lê xebat bo çareser kirina kêşeyan gelek baştire ji paşguh kirina pirsgirêkê û careke din rûbirûbûna bi DAIŞê re.

Ev gotar li ser Fox Newsê hatibû weşandin.

Werger ji erebî: Heysem Mislim