Krîza Taywanê… Ma nêrîna Kissinger li ser Çînê qediya?

Ji pênûsa: HISÊN CIMO

Dema ku Seroka Civata Nûnerên Amerîkî Nancy Pelosi biryar da ku di nav gera xwe ya Asyayî de serdana Taywanê bike, bi xwe diyar bû ku ev serdan wê bibe sedema qeyraneke giran û belkî bighêje rûbirûbûneke leşkerî ya rasterast. Bêgûman ev senaryo di hişê gelek çêkerên siyaseta Waşintonê de derketibû holê. Ji ber ku ev serdan tevî metirsiyên çaverêkirî bi rê ve çû,  ji xwe ev yek ne dûrkirî xuya dike û mesele ew e ku stratejiya Çînê ya aram, hêdî û bêdeng têkbibe, ev yek jî armanca sereke ya Amerîkayê ye. Çend demjimêran berî seredana Pelosi, Pekînê di bûyera serdanê de armancên bilind danîn, û  metirsiya “bersiva leşkerî” şaştiyeke taktîkî bû di xweşbêjiya Çînê de ku bandorek berovajî wêneya ku Çînê ji xwe re danîbû, derket holê.

Ev yek kete xizmeta Amerîkayê, ji ber jê re derfetek hat ku rêberiya xwe ya bê guman di sîstema cîhanê de destnîşan bike û li cîhê herî zelal ku ji hêla vê helwestê ve tê gefxwarin ew jî li ber deriyê Çînê ye. Her çend bersiva Çînê li jêr “banga bilind” a ku di destpêkê de pêşniyar kiribû, tedbîrên wê meylek ber bi jor ve girt da ku senaryoyek pêşîn ji bo dorpêçkirin û îzolasyona bazirganî ya Taywanê xêz bike, piştî serdana wê dê ji bo girava ku bi hilberên xwe yên teknolojîk tê zanîn wêranker be. Serokê Civata Nûneran a Amerîkî li Tokyo, ku qonaxa dawî ya gera xwe ya Asyayê ye, tekez kir ku Dewletên Yekbûyî “nehêlin” Çînê Taywanê dorpêç bike. Çîn jî girava ku xweser e û neştecîhên wê 23 mîlyon e, wekî beşek ji xaka xwe dibîne. Wê serdanê bi rahênanên serbazî yên bêmînak ên mezin li derdora giravê, bersiv da, bi taybetî avêtina mûşekên balîstîk, ku hin ji wan li herêmê ketine, ku bi serbestî biçin Taywanê. Rayadara Amerîkî di konferansek rojnamevanî li Tokyo de got  “Dibe ku ew hewl bidin Taywanê ji serdanan veder bikin, lê ew ê Taywanê tenê nekin bi nehiştina rêwîtiya me li wir,”. Pelosi Taywan wekî “yek ji welatên herî azad ê cîhanê” bi nav kir, û tekez kir ku ew “şanaze” bi xebata xwe ya li ser eşkerekirina fikarên li ser axa Çînê, ji binpêkirinên bazirganiyê bigire heya belavbûna çekan û binpêkirina mafên mirovan..

Biden tundbûnê bilind dike

Di Gulanê de, Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden jî di serdana xwe ya Japonê de Pekîn aciz kir, dema ku wî got hêzên Amerîkî dê Taywanê bi leşkerî biparêzin eger Çîn hewl bide ku wê bi zorê dagir bike. Lê Biden û berpirsên pê re di wê demê de israr kirin ku nêzîkatiya wan a bi dehsalan ji Taipei re nehatiye guhertin. Ji sala 1979-an û vir ve, Waşiton tenê hukûmeta Çînê ango, hukûmeta Pekînê nas kiriye, di heman demê de piştggirtiya rayedarên Taywanê didomîne, nemaze bi firotina hêjmara mezin ên çekan. Lê peymana ku di bin sîwana Wezîrê Karên Derve yê berê Henry Kissinger de hat kirin, di nav hevsengiyên Şerê Sar de xwedî pîvaneke siyasî bû, ji ber ku rê li ber her pêşketineke çawayî di têkiliyên bingehîn ên tevlehevî di navbera Yekîtiya Sovyetê û Çîn de girtibû.

Ev vebûna Amerîkî ji Çînê re destpêka riya vejena aborî ya ku Pekînê niha şahidê dike û ramana têrkirina sosyalîzmê bi kapîtalîzmê hate hesibandin. Serdana Pelosi girêdayî qanûna têkiliyên Taywanê ye ku di sala 1979an de, ji aliyê Kongresê ve hat dengdan û têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Taywanê de rêve dibe, her weha siyaseta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê de û hemû qanûn û peymanên ku cewherê Taywanê destnîşan dike, ew hemû têkiliya di navbera wan de bû. Ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve, Amerîka senaryoya êrîşa Çînê ya li ser Taywanê hesap kiriye û ev tirs ji bo Amerîka bû sedemek mezin ji bo piştgiriya leşkerî ya Ukraynayê û sînordarkirina Rûsyayê bi her awayî, ji ber ku serkeftina Moskowê dê derî ji Pekînê re veke ku heman modela destwerdana leşkerî li Taywanê dubare bike.

Waşintonê biryar da ku dem guncav e hinek xalan ji Pekînê bi dest bixin di nirxandina leşkerî yê Amerîkî de, ku herî dawî ji hêla Serfermandarê Amerîkî General Mark Milley ve hate ragihandin ku “tu nîşan û hişyariyên nêzik tune” ku Çîn Taywan dagir bike. Şirovekar bi berfirehî hevpar in ku tevî gavên xwe yên dijber, Pekîn naxwaze bi Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê re li ser Taywanê, bi kêmanî heya niha, bikeve nav pevçûneke leşkerî. Titus Chen, alîkarê profesor li Beşa Zanistên Siyasî li Zanîngeha Neteweyî ya Sun Yat-Sen li Taywanê got: “Tişta dawîn serokê Çînê (Çî Çînîng) dixwaze ew e ku şer bi şaştî derkeve”.

Venêrînên Waşinton û Moskowê:

Ji ber ku Çîn ne li ber vekirina eniyek şer a nû ye, di pêşerojek nêzîk de, ya balkêş ew e ku hem li Waşitonê û hem jî li Moskowê meraq û xwesteka ku Pekîn dest bi vekirina eniya şerê paşvexistî li Rojhilatê Asyayê bike. Nayê dûrxistin ku Demokratên Waşintonê hewil didin ku destkeftiyên derve bi dest bixin di amadekariya hilbijartinên nav demê yên kongreyê de di Mijdara bê de, ji ber kêmbûna populerbûna Biden li hember rewşa aborî û enflasyona bilind bûye. Koşka Spî roja Pêncşemê (5ê Tebaxê) ragihand ku komek keştiyên şer ên Amerîkî bi serokatiya gemiya firokgir USS Ronald Reagan dê li herêma Taywanê bimînin piştî ku Çînê mûşekên balîstîk li herêmê avêtin.

berdevkê Koşka Spî John Kirby got: “Em ê xwe ji tevgerên li derya û asîmanên Okyanûsa Rojavayê li gorî hiqûqa navneteweyî negirin, wek ku bi deh salan e me kiriye, ji bo piştgirîkirina Taywanê û parastina herêmek azad û vekirî ya Hindo-Pasîfîk.”. Moskow di van du rojên borî de çendîn daxûyanî belav kir û piştgiriya xwe ji her pêngava Çînê re bo parastina yekîtî û serweriya xwe nîşan da. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevpeymaniya Moskowê bi Pekînê re weke stûna hiqûqa navneteweyî bi nav kir û hewldanên Waşitonê yên ji bo nîşandana hegemonyaya xwe li cihên nû yên cîhanê dê têk biçin.

Kirîza Japonî

Alozî li ser têkiliyên Japonya û Çînê giran dibe. Wezareta Karê Derve ya Çînê gazî balyozê Japonî kir piştî ku ew rexneyên Japonê li ser gerwerziya Çînê yên li derdora Taywanê di çarçova daxuyanîya Koma Heft welatên pîşesazî de aciz kir. Japonya her weha protestoyek dîplomatîk a fermî li dijî Pekînê da ji ber 5 mûşekan li herêma wê ya aborî ya taybet ketin.

Profesor li Zanîngeha Mikai û hevkarê payebilind ê Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Japonî Tetsuo Kotani got karanîa leşkerîya Çînî dikare nêrînek “rastîbîniyê” bide raya giştî ya Japonî li ser karîna berevaniyê ya Tokyo li gorî Pekînê, ku bi domdarî hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye. Wî di raporeke AFP de gotibû: “xwepêşanên leşkerî yên dawî nîşan da ku tiştê li Ukraynayê diqewime dikare li Asyayê jî çêbibe”.

Korîdora bazirganî.. a xerab hîn nehatî

Pekînê ragihand ku wê hevkariya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di gelek waran de rawestandiye, di nav de diyaloga di navbera rêberên leşkerî yên payebilind û danûstandina warêkeşê de. Wezareta Derve ya Çînê herwiha got ku wê hevkarîya bi Waşintonê re ji bo pêşîgirtina li tawanên dersînor, qaçaxçîtiya narkotîkê û vegerandina koçberên neqanûnî, di nav heşt xalên taybet de rawestandiye. Her wiha di daxuyaniyekê de piştî ku Pelosi ji Japonyayê derket, Çînê jî taloqkirina civîneke dualî ya plankirî ya li ser mekanîzmaya ewlehiya leşkerî ya deryayî betal kir. Tê çaverêkirin ku, digel asta tansiyonê ya heyî de, aboriya cîhanî bi neyînî bandor bibe, û zehmetî dê ji ber encamên paşerojê û tedbîrên paşerojê yên ku dibe ku Çîn piştî bidawîbûna xwepêşanan bigire.

Rahênan li cihekî ku herî çalak “rêyên keştiyê cîhanê” pêk tên, ku ji bo peydakirina alavên elektronîkî yên ku li kargehên li Asyaya Rojhilat têne hilberandin tê bikar anîn. Nick Maru, analîstê payebilind ê pisporê bazirganiya cîhanî li “yekîneya îstîxbaratê” ya Economist. ji AFP re got: “Girtina van riyên veguheztinê, her çend demkî be jî, encamên xwe hene, ne tenê ji bo Taywanê, lê di heman demê de ji bo bazirganiya bi Japonya û Koreya Başûr ve girêdayî.”

Bi rastî, Taywanê ragihand ku rahênan dê 18 rêyên navdewletî yên ku di nav devera wê ya daneya firînê re derbas dibin asteng bike, di heman demê de çend firokeyên navdewletî ragihandine ku ew dê firînên xwe beralî bikin. Di çavdêriya Reutersê de vekoler û xwedan keştiyan eşkere kirin ku her çend benderên Taywanê wekî berê kar dikin, hin keştiyên bargiran û tankerên neftê rêça xwe li dora giravê dizivirînin da ku bi artêşa Çînê re rûbirû nebin, û  rêwîtiya xwe bi qasî nîv rojêdirêjtir dibe. Van geşedanan bandora kûr a ku nakokiyek têkildarî Taywanê dikare li ser bazirganiya cîhanî bike, ji ber vê yekê ku Tengava Taywanê ya 180 kîlometre fireh, û rêyek din a keştiyê li rojhilatê giravê, rêyên sereke ne ji bo keştiyên ku ji Asyaya Rojhilatê baran dibin Amerîka û Ewropayê…

Nêrîna Kissinger bi dawî bû?

Ji bazirganiyê bigire heya bi cihkirina leşkerî, li qada Rojhilatê Asyayê krîzek nû hîn di destpêka xwe de ye. Dibe ku li gor perspektîfa Amerîkayê bibe pêşgotina qonaxeke nû di têkiliyên navneteweyî de. Dema ku Serok Richard Nixon di sala 1972-an de serdana Çînê kir, li gorî nêrîna siyasî ya Kissinger, fikir ew bû ku piştgirî bide hêzek Asyayî û derfetên geşepêdanê û berfirehbûnê bide wê, wekî dîwarekîzêde li hember Yekîtiya Sovyetê lêke, bêyî ku pêdivî bi girêdanek leşkerî di navbera Waşinton û Pekînê. Nêzîkatiya Amerîkayê ya ji bo bêbandorkirina Çînê ji Rûsyayê heta roja îro berdewam kiriye. Lê dibe ku serdana Pelosi, ger serdan nekeve nav hesabên teng ên girêdayî rewşa navxweyî ya Dewletên Yekbûyî,

ew nîşana veguhertinek mezin e ku Waşintonê tiştê ku her gav jê dûr diket niha têkeve, ku bi hevdem re rûbirûbûna Çîn û Rûsyayê ne. Ew barek e ku dê bandorek diyarker li ser hundurê Amerîkî bike, ji ber zexta zêde  li ser artêşê ye, ku aloziya kêmbûna karmendan dijî. Ev jî dê bibe barek ku êdî gelê Amerîkî naxwaze hilgire. Ji bo Kissinger bi xwe, ku vîzyona vebûna ji Çînê re û balkişandina ser Yekîtiya Sovyetê pejirandibû, ew jî êdî bi argumanên xwe yên berê li hember her du dijminan bawer nedikir.

Werger ji erebî: Heysem Mislim