Nameyek ji Ewropayê re: NATO û Tirkiyeyê nirxên mafên mirovan bin pêdikin

FREDERICA GEERDINK

Piştî hevpeymana di navberaTirkiyeyê, Siwêd û Finlendayê de der barê tevlîbûnaSiwêd û Finlendayê di nava NATO`yê de, ku di vê herdu dewletên navborî bi Tirkiyeyê re hevkariyeke tam bikin û daxwazênTirkiyeyê yên têkoşîna li dijî çalakiyên PKK`ê li herdu dewletan pêkbînin, nivîskar aholandî Frederica Geerdink bi rêya nameyekê balkişand ser çîroka penaberê siyasîyê Kurd Zinar Bozkurt ku ew bi xwe jî endamê HDP`ê ye û niha li Siwêd dijî. Nivîskar, hewl dide bi rêya çîroka Zinar, asta nakokiyên kûr di navbera edaleta Ewropayê û saziyên ewlekarî û istixbaratî û hesabên siyasî yên sûdwar derbarê doza Kurdan de, derxe holê û her mêzîn li aliyê qaşo dadmendiya Ewropayê ye.

Nameya nivîskara holandî ya têkildarî mijarê ku ji Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NLK) renivîsandiye, wiha ye:

“Delalê min Zinar…

Rewşa te çawa ye? Gelo tu dîsa şeva din li ser textekî din li mala hevalekî xwe ku ji te re cihekî demkî yê veşartinê peyda dikin, razayî? Her wiha, gelo çiqas dem lazim e heta ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê wê derbarê te de biryarekê derxe ku gelo wê Siwêd bikaribe bi rêya balafirekê te dersînorî Tirkiyeyê bike? Hêvîdarim ku edalet li kêleka te bisekine.

Ez zêde dezgehên çapemeniyê yênSiwêdê naşopînim, lê niha û bi derketina nakokiyan der barê Tirkiyeyê û Siwêd û (Finlendayê bi astek kêmtir) û NATO`yê de, min hin nêrînên dezgehên çapemeniyê şopand û nêrîna xwe li ser hesabê xwe yê Twitter belav dikim. Nêrîneke bi êş a der barê Kurdan li Siwêd û tevahiya Ewropayê heye. Bi vî awayî min doza Zinar Bozkurt naskir.

Te di sala 2014`an de, wekî penaber te berê xwe da Siwêdê. Beriya niha bi 6 mehan, biryara dersînorkirina te ber bi Tirkiyeyêve ve hate dayîn. Li gorî îstixbaratên Siwêdê(Sabo) tu gefekê li ser ewlekariya Siwêdê çêdikî, di heman demê de desthildariya penabertiyê li Siwêdê îdîa dike ku metirsî tune ye ku li Tirkiyeyê tu rastî êşkenceyê werî. Siwêdê bi vê îdîayê zemîna radestkirina te jiTirkiyeyê re, amade dike.

Rewşeke sosret e û rojnamevan Rasmos Kanbak di gotara xwe ya derbarê çîroka te de matmayî dimîne. Li gorî Rasmosem li pêşberî rewşeke nakok a dagirtî de ne û tê de dadbariyên siyasî tijî ne û di dawiyê de wê jiyana te di metirsiyê de be.

Tirkiyeyê îdîa dike ku tu endamekî PKK`êyî û dibe ku ev rewşeke normal be, ji ber ku qanûna terorê li Tirkiyeyê qanûneke berfireh e û di nava xwe de wateyên berfireh  dihewîne ku çawa bi xwazin dikarin şirove bikin. Li ser vî esasî, çi kesayetek ku xwe wekî Kurd nîşan bide an jî daxwaza mafan li ser esasê nasnameya xwe ya kurdî bike, dikare were girtin û bi sûcê “Endamtiya rêxistineke terorîst” bikeve zindanê. Di rastiyê de, tuendamekî HDP`ê û ew jî partiyeke siyasî û qanûnî ye, her wiha tu beşdarî kombûn û çalakiyên wan ên çandî yên pîrozkirina çanda Kurdan dibî. Pirsgirêka sereke li Tirkiyeyê ye, ne li Siwêdê ye. Li gorî vê yekê jî û li gorî hevpeymana ewropî ya radestkirina kûjeran, çênabe ku te radestî desthildariyaTirkiyeyê bikin.

Lê tevî vê yekê jî, îstixbarata veşartî yaSiwêdê (Sabo) îdîa dike ku tu gefekê li ser ewlekariya Siwêdê çêdikî, lewra destûr nayê dayîn ku tu li vir bimînî. Rasmos bi rêya gotara xwe, ji van îdîayên balkêş, matmayî dimîne. Her wiha, Rasmos li ser helwesta xwe piştrast dike ku PKK`ê tu gefan li ser Ewropayê qet çênake. Baş e, gelo çîrok çiye?.

Çîrok, dibe ku tu bi xwe ne çîrokekî bî. Mebesta min saziyên ragihandinê yên mezin li Ewropayê ye, ji wan jî yên Siwêdê, ku fêrnebûne Kurdan weke qurbaniyên hemû cureyên lîstokên siyasî yên di navbera Ewropa, NATO û Tirkiyeyê de, bibînin. Bêgûman, kesên din ên dervayî Yekitiya Ewropayê bandora cûdahiya Ewropayê dibînin. Lê ji bo Kurdan, rewş cûda ye, ji ber ku gelek ji Kurdan ji dewleta kuYekitiya Ewropayê dixwaze bi wê re têkiliyeke hevaltîya baş ava bike, dirivin.

Di vê dînamîka siyasî de, normal ew e ku di dezgehên çapemeniyê de dengvedaneke mezin çêbibe eger ku kesên wekî weşangerê navdar Raxib Zarakoloku di nava lîsteya kuTirkiyeyê ji Siwêd dixwaze wan radestî Tirkiyeyê bike, were girtin. Pêwîst e ku Erdogan razî bibe û li ser vî esasî gelo eger Siwêdê wekî niyeteke baş, gelek Kurda radestî dewletaTirkiyeyê kirin, madem ku Siwêd dibêje çarenûsa wan zêde dengvedanekê çênake. An jî, qet dengvedanê çênekê?.Ew “terorîst in” û Erdogan dikare wan bikarbîne da ku armancên xwe yên ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî ya herêmî, pêkbîne?

Ez ji vê ditirsim. Tu dizanî ku xelkê li vir Holandayê cihê ku ez lê dijîm, dema ku min ji wan re gotin bi rastî Siwêd di çend salên dawî de, gelek Kurd radestî Tirkiyeyê kirin, matmayî man? Bi dirêjahiya salan, beşek mezin ji xelkê Ewropayê û penaberên li vir, bawer dikirin kuSiwêd wekî buhuştaEwropa ya Kurdan e, ji ber ku ew dûrî faşîzima Erdogan in.

Di piratîkê de, tenê rêgezên esasî yên mafên mirovan ku di hevpeymana Ewropayê de ya mafên mirovan hate garantîkirin, wan diparêze. Lê balkêş e ku ev hevpeyman li Tirkiyeyê jî derbasdar e. Ez ne mecbûrim wê ji te re bêjim, ez bawerim ku ev pêkekenok li ser te derbas nabe.

Ji dilê xwe hêvî dikim ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bikaribe parastina te bike. Ew başTirkiyeyê nas dikin û em hêvîdikin ku li peyîlîstokên siyasî ku NATO û Tirkiyeyê di nav de ne, neçin. Li gorî vê yekê jî, tu bikaribî destûra mayîna li Siwêd bistinî û û jiyana xwe berdewam bikî û pêşerojek eewle ava bikî. Piştî vê yekê, çênabe ku her çend rojan ji cihekî biçî cihekî din, da ku tu dûrî desthildariya penabertiyê bî. Ez nikarim xeyal bikim ku wê rewş ji bo te û kesên wekî te çawa be, nexasim dema tu di rewşeke bi vî rengî de bî ne ewle be, bi rengekî ku nayê bawerkirin.

Ez hêvî dikim ku edalet te biparêze…

Wergera ji erebî: Kendal Cûdî