• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

3 mijarên der barê Şoreşa Şêx Seîd û Komeleya Azadî de

June 29, 2026
3 mijarên der barê Şoreşa Şêx Seîd û Komeleya Azadî de

Wêneyek ku di rojnameya "Tharwat Funun" - Hejmara 380 - a sala 1898an de hatiye weşandin, piraniya xwendekarên kurd ên li Dibistana Eşîran nîşan dide ku bûne efser û rêberên tevgera neteweyî ya kurd û Komeleya Azadî.

Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية

Li cihekî li Amedê, beriya zêdetirî sed salan, hêzên hikûmeta Tirkiyayê termên Şêx Seîd û 47 hevreyên wî yên ku ji aliyê “Dadgehên Serxwebûnê” yên meydanî û awarte ku ji aliyê Meclîsa Mezin a Neteweyî ve hatibûn damezrandin, hatibûn bidarvekirin, veşartin.

Ji wê demê ve, cihên van goran wekî yek ji sirên nepenî yên dewletê mane. Tevî daxwazên malbata Şêx Seîd, nûnerên civaka sivîl, parlamenteran û siyasetmedarên kurd ku nexşeyên topografîk ên van goran bên eşkerekirin da ku ew bi awayekî bi rûmet bên veşartin û neheqiya ku li wan hatiye kirin were sererastkirin û rêzgirtina pêwîst ji çêkerên dîroka kurd re were vegerandin, dewlet hê jî bersiv nedaye.

Ev daxwaz li dij siyaseta dewletê ya ku armanca wê jêbirina bîra kurd e û bi tirsa wê ya ku gorên mêrên şoreşa 1925an bibin cihên seredana neteweyî yên ku rabirdûyê bi niha ve girê didin.

Nediyarbûna cihên ku şoreşgerîn Şoreşa Şêx Seîd û Tevgera Azadî lê hatine veşartin, dibe sedem ku ev şoreş hîna wekî bûyerekî zindî ye. Herwiha, dabeşbûn û nêrînên cuda di şirovekirina sedemên şoreşê û têkçûna wê de hîna cihê nîqaşê ye ku heta niha jî berdewam e. Ji ber vê yekê, nivîsandina li ser şoreşek ku zêdetirî sed sal berê qewimî ku ji bo şîrove û nêzîkatiyên piralî ji aliyên curbicur ve vekirî ye.

Ji bo vê armancê, ev lêkolîn hewl dide ku xwendinek dîrokî pêşkêş bike, ne ku dîrokekê binivîse. Di nav vê xwendinê de sê mijar tên destnîşankirin ku diyar e ji hev cuda ne û di nava xwe de têkiliyek rasterast a kontekstî tune ye. Lê belê, ev mijar xwendineke din pêşkêş dikin ku di çareserkirina aloziya dîrokî ya li dora Şoreşa Şêx Seîd û Komeleya Azadî de alîkar dibin.

Tevî derbasbûna zêdetirî sedsalekê li ser vê bûyera bingehîn, hîn jî li ser nasnameya şoreşê parçebûn berdewam e. Hinek kes li ser aliyê wê yê olî rawestin û dixwazin têkiliyek di navbera wê û tevgerên olî yên ku piştî hilweşîna Xîlafeta Osmanî derketin holê de ava bikin. Li hember vê yekê, hinekên din bi israr aliyê wê yê neteweyî pêş dixin da ku bi nêrînên neteweyî yên ku bi dehsalan piştî şoreşê şekil girtin re lihevhatî be.

Di aliyê din de, ji salên 60î ve nêrînên baldar derketine holê ku dibêjin Şoreşa 1925an ji herdu aliyên olî û neteweyî pêk hatiye. Li gorî van nêrînan, hevkariya di navbera neteweyîxwazan, rûsipiyên sivîl û leşkerên kurd de ji aliyekî û oldarên kurd de ji aliyê din ve, şert û zemînek baştir ji bo têgihiştin û nirxandina vê şoreşê peyda dike.

Amadekariya lawaz, destpêkirina serhildanê berî dema ku ji bo wê hatibû diyarkirin û nebûna amadekariyek ku bidomandina wê misoger bike, nîşan didin ku armanca destpêkirina serhildanê bi her awayî hebû. Ji ber ku dewleta nû desthilatê bi dest xwe ve kom kiribû, wê bi rengê tirkî avakiribû û li Kurdistanê zexta aborî zêde kiribû, derketina li dij wê wekî tiştekî neçar xuya dikir, eger ku amadekarî hebûya an jî nebûya.

Di heman demê de, faktora aborî di lêkolînên li ser vê şoreşê de kêm hatiye vekolîn. Di piraniya xebatên ku li ser şoreşê hatine nivîsandin de, ev faktor tenê wekî aliyekî alîkar hatiye destnîşankirin, an jî bi awayekî kurt şert û mercên aborî yên Kurdistanê beriya destpêkirina şoreşê hatine danasîn.

Herçendî şoreş bi awayekî sereke xebateke elîtan bû û elîtên neteweyî û leşkerî bi elîtên olî re anî cem hev, lê di heman demê de karîbû taybetmendiya xwe ya pirrengî biparêze. Herwiha,  karîbû bi çînên cuda yên civaka kurd re têkiliyê ava bike; çînên ku baweriya xwe bi van elîtan û serokên eşîrên ku di şoreşê de beşdarbûbûn, kiribû.

Ya balkêş di derbarê vê serhildanê de ew e ku bandora wê ji çarçoveya Kurdistanê û taybetmendiya wê ya kurdî derbas bû û gihaşt hemû qada siyaseta Tirkiyayê. Bi taybetî, ew bû bihane ji bo tasfiyekirina opozîsyonê û sûcdarkirina wê bi piştgirîkirina Şêx Seîd ku di encamê de bû destpêkek ji bo tasfiyekirina dijberên Mustafa Kemal.

Ev lêkolîn ne li ser şer û hûrguliyên şoreşê radiweste, lê belê armanc ew e ku li ser çawa di hişmendiya Komeleya Azadî de pêwîstiya destpêkirina şoreşê hatibû dîtin radiweste. Herwiha, bandora dabeşbûnên navxweyî yên mezhebî, eşîrî û çandî (zimanî) jî vedikole. Di heman demê de, nakokiyên li ser xwezaya şoreşê, sedemên wê û rola girîng a Komeleya Azadî jî tên nirxandin.

Ev rol demeke dirêj ji ber çavan dûr mabû. Ger ne ji bo hewldanên mezin ên antropologê Hollandî Martin van Bruinessen bûya, ku di dîrok û civaka kurd de pispor e, belkî ev rol wê bi heman awayî nedihata zanîn. Bruinessen  careke din ba kişand li ser rola Komeleya Azadî û nîşan da ku ew di Şoreşa 1925an de hevkarekî sereke bû.

Ev xebat rê li ber lêkolînên siberojê vekir û şertên baştir ji bo têgihiştina şoreşê peyda kir. Ev nêrîn ji wan xebatan cuda bû ku şoreş tenê di çarçoveya olî û eşîrî de didîtin, an jî ji wan nivîskarên tirk ên ku wê wekî tevgerê “paşverû” didan nasîn.

Di dawiyê de, ev lêkolîn li ser faktora aborî jî radiweste û wê wekî yek ji faktorên ku serhildan û şoreş xurt kirin dinirxîne. Herwiha, mijareke sêyemîn jî tîne ber çavan ku bandora şoreşê li ser siyaseta Tirkiyayê vedikole, bi taybetî li ser çarenûsa muxalefetê ku demeke kurt piştî têkçûna şoreşê hate tasfiyekirin.

Sedsaleke nîqaşê: Olî yan neteweyî yan jî her du?

Di dawiya cotmeha 1923yan de, Meclîsa Mezin a Neteweyî destûreke nû pejirand û bi vî awayî Tirkiya bû komar. Di heman demê de, Mustafa Kemal wekî yekem serokê komarê hate hilbijartin.

Piştî wê, yekser siyaseta tirkkirina kurdan dest pê kir. Ev siyaset bi biryarekî ji jor ve hate sepandin û ji hemû sozên ku di Kongreyên Erzurum û Sêwasê (1919) de, di dema Şerên Serxwebûnê de, ji kurdan re hatibûn dayîn, paş de vegeriya.

Lê belê, berî ku beşên mayî yên axa Sultaniyeta Osmanî bibin dewleta ku paşê bi navê “Tirkiyayê” hate nasîn, bi taybetî du sal berî ku Meclîsa Mezin a Neteweyî biryar bide ku sultaniyetê veguherîne komarê, têgihên wekî “Dewleta Tirkiyayê” û “Hikûmeta Tirkiyayê” berê di axaftinên Mustafa Kemal de derdiketin. Paşê jî ev têgih di destûra 1921ê de, ya ku bi navê “Qanûna Bingehîn a Teşkîlatê” tê zanîn, cih girtin.

Ev tê vê wateyê ku hişmendiya elîtên kurd ji veguherîna berfireh a di têkiliyên kurd-tirk de bi pirsgirêkên ku di xuyangiya xwe ya giştî de fermî xuya dikirin dest pê kir, wekî ku di damezrandina pêşengiya neteweyî ya bi navê Komeleya Azadî de beriya sala 1924an de jî diyar dibe.

Berovajî tiştê ku Mustafa Akyol nivîsiye; ku kurdan piştgirî daye têkoşîna neteweyî, ev têgehê qebûl kirin û pabendê wê mabûn û mebesta wî jî li vir têgeha “Tirkiyatiyê” ye (ew têgeh ku di hin nivîsên Mustafa Kemal de berî damezrandina Tirkiyayê gelek caran tê bikaranîn), rastî nîşan didin ku Komeleya Azadî nêrîneke din hebû. Em ê vê yekê di beşên pêş de rave bikin.

Herçiqas ku beşek ji kurdan bi dilnexwazî têgehên wekî “Tirkiya”, “Dewleta Tirkiyayê”, “Hikûmeta Tirkiyayê” û “Gelê Tirkiyayê” qebûl kirin jî, ev nayê wê wateyê ku hemû kurd razî bûn ku girêdana Osmanî û girêdana ruhanî ya Îslamî, ku kurd û tirk wekî du hêmanên dawî yên Osmanî bi hev ve digirê da, bi têgeha nû ya “Tirkiyatiyê” were guhertin.

Herwiha, dibe ku bêdengiya hin kurdan li hember vê têgiha nû, ji qebûlkirina ramana cudabûna Hikûmeta Mustafa Kemal (Hikûmeta Enqerayê) ji Hikûmeta Stenbolê derketibe. Ev cudabûn bi karanîna van têgihên nû jî dihat nîşandan.

Piştî ragihandina sîstema komarî, hikûmeta nû ji dîroknasên tirk xwest ku nasnameyeke hevpar ji bo kurd û tirk ava bikin. Ev nasname li ser fikra jêbirina hebûna kurdan ji dîrokê hate avakirin.

Ev siyaset demeke dirêj berdewam kir,  di dawiyê de gihaşt astekê ku xwe dispêre “zanista volgêr” (Volgar Scientism). Di vê çarçoveyê de, hestiyê serê kurdan kurdan dihatin lêkolînkirin û li ser taybetmendiyên laşî yên niştecihên herêmên kurdî teoriyên morfolojîk dihatin çêkirin, da ku wan bi nijada tirk ve girê bidin.

Pêvajoya asîmîlasyonê zûtir ji ya ku gelek kes hêvî dikirin dest pê kir. Ev hewl ne tenê li ser guhertin û sextekirina dîrokê bû, lê belê erdnîgariya Kurdistanê ya di nav Komarê de jî armanc girt.

Ji bo vê armancê, qanûnek hate pejirandin ku destûr dida hikûmetê milkên mezin ên herêmên rojhilat desteser bike. Bi vî awayî, çîna axayan û şêxên kurd hat armancgirtin. Li şûna wan jî komên niştecihên ku ji derveyî Kurdistanê dihatin, hatin bicihkirin. Di nav wan de tirkên ku piştî guhertina mezin a nifûsê ji Yewnanistanê hatibûn, tirkên ku ji Bulgaristan û Yugoslavyayê hatibûn, herwiha kesên ku piştî sala 1923an ji Balkanan hatibûn û bûbûn tirk. Di heman demê de plana bicihkirina bi hezaran Çerkezan li parêzgehên rojhilatê kurd jî hebû.

Di rastiyê de, gelek sedemên navxweyî hebûn ku serhildana li dijî rejîma nû ya Tirkiyayê neçar dikirin. Hêza sereke ya vê şoreşê Komeleya Azadî bû, ku paşê bi navê “Komeleya Serxwebûna Kurd” hate nasîn. Damezrandina vê komeleyê ji ber sedemên neteweyî bûn.

Di nav van sedeman de tirs ji qanûna koçberkirina Kkurdan bo rojavayê Anatoliyê hebû. Herwiha, navê “Kurdistan” ji hemû pirtûkên perwerdehiyê hatibû rakirin û li şûna navên kurdî, navên tirkî bi gav bi gav dihatin bikaranîn. Gendelî, nebûna dadperweriyê, bêparkirina kurdan ji dahatên bacan, destwerdana hikûmetê di hilbijartina nûneran de li parêzgehên kurd û danûstandina xerab a li hember Kurdan di artêşê de jî di nav van sedeman de bûn. Martin van Bruinessen di pirtûka xwe (Axa, Şêx û Dewlet (Cilda Duyemîn, 2008) van sedeman bi berfirehî rave dike.

Ji ber vê yekê, Komeleya Azadî sê armancên bingehîn destnîşan kir. Yekem, parastina kurdan li hember zulma hikûmeta Tirkiyayê. Duyem, peydakirina azadî û şertên ku kurd  bikari bin welatê xwe pêş bixin. Sêyem jî bidestxistina piştgiriya Brîtanyayê bû.

Lê belê, ev armanca dawî qet pêk nehat. Tevî hewldanên dewleta Tirkiyayê ku vê îdiayê belav bike, piştgiriyeke brîtanî ji bo Kurdan tune bû. Heta Îsmet Înonû jî, bi derbasbûna nêzîkî deh salan ji şoreşê, lixwe mukir hat ku di navbera kurdan û Brîtanyayê de tu hevkariya rastîn çênebû.

Ji bo têgihiştina aliyê neteweyî yê Komeleya Azadî, divê li nîqaşa li ser dîroka damezrandina wê were vegerîn. Şervanên ku di Serhildana Beytüşşebabê ya sala 1924an de beşdar bûn, dibêjin ku komele di sala 1921an de hate damezrandin, ne di sala 1923an de, wekî ku di gelek çavkaniyan de tê gotin.

Ger ev rast be û damezrandina komeleyê vegere sala 1921an, wê demê tê wateya ku Şoreşa Koçgirî û encamên wê, herwiha berdewambûna tevlîheviyan li Dêrsimê, bêtir ji pêşveçûnên siyasî yên di navbera salên 1921 û 1923an de bandor li damezrandina Azadî kirine.

Ev nêrîn Robert Olson di pirtûka xwe (Dîroka Têkoşîna Neteweyî ya Kurd, 1925–1980 (çapa 2013-an) de jî tîne ziman.

Hêjayî gotinê ye ku serhildana Koçgirî (Koçgirî-Dêrsim) ji aliyê kesayetên kurdên elewî yên wekî Dr. Nûrî Dêrsimî, Heyder Bey û birayê wî Elî Şah ve hate pêşxistin. Ev serhildan dabeşbûneke navxweyî ya kurdî li ser xetên mezhebî (sunnî–elewî) û zimanî (kurmancî–zazakî) eşkere kir.

Kurdên sunnî tevlî fikarên kurdên elewî nebûn ku  fikarên elewiyan li hember dirûşmeyên Kemalîst hebûn û yekîtiyeke kurd–tirk li ser bingeha Îslama sunnî pêşniyar dikirin. Ji ber vê yekê, kurdên elewî bi awayekî giştî bi tena serê xwe mabûn û di parastina nasnameya xwe ya kurdî de man, çawa ku parastina mîrata xwe kirin (Gordi Gorgas, Tevgera Kurd-Tirk a li Sirgûnê, 2013).

Ev dabeşbûn bandoreke xwe li ser Serhildana Şêx Seîd û Komeleya Azadî jî hişt û di heman demê de bû sedem ku kurdên elewî ji berdewamiya van bûyeran dûr bimînin. Berî Şoreşa 1925an, nêrîna elewiyan li hember “Tirkiyayê” jî hate guhertin.

Li gorî Brunessen, elewî ji gotara ilmanî ya Mustafa Kemal bandor bûn. Ji bo cara yekem, bi awayekî fermî, wekhevî ji wan re hate pejirandin û di bin parastina qanûnê de xwe dîtin. Ji aliyê wan ve, damezrandina Kurdistaneke serbixwe di bin desthilatdariya şêxên sunnî de wek xetereyek xuya dikir.

Bi vî awayî, di navbera Serhildana Koçgirî û Şoreşa Şêx Seîd de, nêrîna beşek girîng ji kurdên Elewî bi awayekî berbiçav guherî.

Serhildana Koçgirî û paşê jî hewldanên Komeleya Azadî nîşan didin ku elîtên neteweyî yên kurd pêşwext li hember bilindbûna Kemalîzmê û siyasetyên asîmîlasyon, homojenkirin û avakirina nasnameya nû ya tirkî hişyar bûne.

Ev hişyarî bi taybetî piştî serketinên leşkerî yên Kemalîstan li ser Yewnaniyan xurtir bû. Di wê demê de, wan hest dikir ku rewşên navxweyî û derveyî ber bi aramiyê ve diçin û şert jî ji bo sepandina rewşa nû li ser hemû niştecihên Tirkiyayê amade ye.

Ger em ji van dîrokên destpêkê yên Şoreşa 1925an jî dûrtir biçin, lêkolîner Tehsîn Sefer (neviyê Xalid Beg Cebrî, yekem serokê Komeleya Azadî) di bîranîna sedsaliya Şoreşa Şêx Seîd de, ku sala 2025an li Brukselê hate pêşkêşkirin, dibêje ku şopandina destpêka Komeleya Azadî bandora dirêjdem a vê rêxistinê eşkere dike. Li gorî wî, Azadî wekî tevgereke neteweyî ya hişyar bandoreke kûr li ser hemû rêxistinên siyasî yên ku piştî sala 1925an derketin holê hiştiye, bi taybetî li ser Tevgera Xoybûnê ya sala 1927an, ku li sirgûniya Sûriyeyê û herwiha li herêmên kurdî yên Sûriyeyê hate avakirin.

Di heman demê de, siyaseta Komeleya Azadî ya ku di navbera neteweperweriyê û rêgezên kevneşopî de lihevhatinek diafirand  û ev yek bû sedema hilbijartina Şêx Seîd wekî rêberê giştî yê şoreşê di Kongreya Komeleyê ya sala 1924an de. Li gorî vê biryarê, rêberiya şoreşê ji aliyê kesayetên olî ve hate diyarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Seîd, digel meyla xwe ya neteweyî, dixwest terîqeta Neqşîbendiyê li Kurdistanê jinûve rêxistin bike (Olson, 2013). Berî wê jî, ew rexne li hin şêxan kir  û dibêje ku wan ji endamên terîqeteke olî zêdetir dişibin “çeteyeke eşqiyan”.

Ji ber vê yekê, “vegerandina xîlafetê” ne tenê armanca sereke ya Şêx Seîd bû. Herçendî, ew vê yekê wekî bingehek ji bo parastina girêdana ruhanî ya kurd û tirk, herwiha yek ji stûnên nasnameya Osmanî didît, lê ev tenê yek ji aliyên ramana wî bû.

Di heman demê de, rewşa xirab a terîqetên olî, bi taybetî terîqeta Neqşîbendiyê li Kurdistanê, bandoreke mezin li ser bîr û têgihiştina Şêx Seîd hişt. Di nêrîna wî de, nasnameya kurdî ji aliyê olî û neteweyî ve ji hev nayê cudakirin. Ev nêrîn bi taybetî piştî ku neteweperestiya Tirk ji rêya xwe derket û Mustafa Kemal dev ji ramana welatê hevpar berda, bêtir xurt bû.

Neteweperestên kurd ên Komeleya Azadî li hember bikaranîna navê “cîhad” ji bo tevgera çekdarî ya li dijî Kemalîstan tu nerazîbûn nîşan nedan. Herwiha, Şêx Seîd bi navê “Emîrê Mucahîdan” hate binavkirin. Ev yek nîşan dide ku armanc ew bû ku hêza olî ji bo gihîştina armancên neteweyî were seferberkirin.

Di vî warî de, di navbera neteweperestên kurd û awayê ku Mustafa Kemal di dema Şerê Serxwebûnê de tevger dikir de, şibandunek heye. Di sala 1919an de, berdevkê “Komîteya Parastina Mafên Wîlayetên Rojhilat” Mustafa Kemal bi navê “Mucahîd” binav kir. Carinan jî navên wekî “Şûrê Îslamê” û sernavên din ji wî re dihatin bikaranîn. Ev hemû ji bo ku rûyekî olî bidin Mustafa Kemal bû, da ku di seferberkirina gel de serkeftîtir be û bikaribe bi Hikûmeta Sultanatê re pêşbaziyê bike.

Yek ji delîlên ku nîşan dide meyla neteweyî ya Şêx Seîd ne kêmtir ji meyla wî ya olî bû, têkiliya wî bi hin neteweperestên kurd re ye; ew kesên ku bi dîndariyê nayên nasîn. Ya balkêştir ew e ku hevkarê wî yê herî nêzîk Fehmî Bilal Efendî bû. Ew kesek bû ku bi bêbaweriyê û tinazkirina eşkere ya olê dihat nasîn, lê dîsa destê rastê yê Şêx Seîd bû.

Li gorî Brunessen, Fehmî Bilal kesekî jêhatî û neteweperestekî bi bawer bû. Ji ber vê yekê, armanca sereke ya Şêx Seîd û rêberên Komeleya Azadî hevpar bû: damezrandina Kurdistaneke serbixwe.

Bingeha civakî ya şoreşê pirreng bû û komên cuda yên civakê di nav xwe de digirt. Li kêleka oldaran, neteweperweran, efseran, serokên eşîran û bajarnişînan, hin kesên derveyî qanûnê jî beşdarî şoreşê bûn.

Yek ji wan Bado bû; kesayetek ku gelek nîqaş li dora wî hebû. Tevî ku bi navê “diz” dihat nasîn, li eniya Elazîzê (Xarpêt) şer kir. Piştî têkçûna şoreşê jî heta sala 1927an derveyî qanûnê ma, heta ku karî bireve Sûriyeyê.

Kesayetiya Bado Topal Osman Axa tîne bîra mirov; ew rêbir û serokê çeteyan ê navdar bû ku Kemalîstan ji wî sûd wergirtin û di Şerê Serxwebûnê de bikar anîn. Tevî ku beşdariya wî di kuştina Ermenî û Yewnaniyan de hate îspatkirin, di sala 1919an de ew li ber efûyê ket. Dûv re li dij Kemalîstan sekinî û hewl da Mustafa Kemal li Qesra Çankaya bikuje.

Dîsa jî, ev hevşibîniya di navbera Şoreşa Şêx Seîd û tevgera Mustafa Kemal de nayê wê wateyê ku yek ji wan ji yê din bandor wergirtiye, tevî ku wiha xuya dike. Lê ev yek pragmatîzma hişyar a rêberên şoreşa kurdî nîşan dide. Di nêrîna wan de, her amrazek ku dikaribû bibê sedema serkeftina şoreşê, dikaribû were bikaranîn.

Bi her hal, ji ber ku berjewendiyeke hevpar di navbera efser û rewşenbîrên Komeleya Azadî û hin nûnerên civaka kevneşopî de hebû, Şêx Seîd, wekî yek ji dewlemendtirîn kesên Kurdistanê, hem dewlemendiya xwe û hem jî çavkaniyên xwe yên darayî xiste xizmeta şoreşê. Herwiha, ew cihê xwe yê olî û bandora xwe ya ruhanî jî ji bo piştgiriya vê têkoşînê bi kar anî.

Şêx Seîd di nav hem axêverên zazakî û hem jî axêverên kurmancî de şopînerên wî hebûn. Ev bingeha civakî bi rêya girêdanên zewacê bêtir hate xurtkirin. Ev yek nîşan dide ku ew bi zanebûn hewl dida dabeşbûna çandî û eşîrî ya ku piştî Serhildana Koçgirî di nav kurdan de derketibû holê derbas bike.

Tevî giraniya sereke ya şoreşê li ser milê kurdên zazakî bû, Şêx Seîd hewl da bingeha xwe berfireh bike û kurdên Kurmancîaxêv jî bixe nav vê tevgerê. Di encamê de, Tirkiya bi tiştê ku Martin Strohmayer wekî “serhildaneke neteweperest di bin maskeya olî de” bi nav kir re rû bi rû ma (Klaus Kreiser, Ataturk: ​​​​Jînenîgariyek – 2023). Girêdana neteweperestan bi kesayetiyên olî û bikaranîna pozîsyona wan di geşkirina şoreşê de rolek lîst, ji ber ku çar ji pênc eniyan di bin serokatiya kesayetiyên olî de bûn.

Bandora faktorên aborî li ser şoreşê

Balkêş e ku sedemên serhildana kurdan li dij rejîma Kemalîst ne tenê ji ber faktorên olî û neteweyî û têkiliya wan bi hev re bûn, lê belê faktorên din jî di vê çarçoveyê de cihê xwe digirin. Ji wan yek şertên aborî ne û ya  din jî parçebûna helwestên kurdan li hember piştgirîkirin an beşdarbûna di şoreşê de, bûn.

Desthildarên nû yên Anatoliyê aboriya Kurdistanê, ya ku ji ber şer û dabeşbûnê qels bû, hewl dan bi burjuwaziya nû ya tirk ve girê bidin. Di heman demê de, neqerebûkirina kurdan ku wan bazarên xwe yên kevneşop ji dest dabûn. Ev yek bû yek ji sedemên sereke ku Komeleya Azadî rêxistina xwe xurtir bike û amadekariyên şoreşê dest pê bike. Di heman demê de, ev yek ji rewakirinên bingehîn ên şoreşê jî dihat nirxandin.

Dr. Kemal Ehmed Mezher di lêkolîna xwe ya “Serhildana Kurd a 1925an li Tirkiyayê” (2001) de li ser hebûna sedemeke sêyemîn ji bo şoreşê radiweste؛ sedemeke ku wê wekî faktoreke aborî-çînayetî pênase dike. Li gorî Mezher, şertê aborî li kêleka ol û neteweperweriyê yek ji bingehên sereke yên şoreşê bû.

Li gorî vê nêrînê, serkeftina şoreşa burjuwazî li Tirkiyayê rê li ber pejirandina siyasetyeke nû ya aborî vekir. Kemalîzmê bi vî awayî cihê civakî û siyasî yê çîna feodal qels kir,  pergala hilberîna feodal guhert û desthilat di destê çîna serdest a nû de kom kir.

Li ser bingeha vê şirovekirina rewşa aborî, Mezher digihîje encameke ku du aliyên wê di xuya  de hinekî nakok xuya dikin. Ji aliyekî ve, ew dibêje ku çîna feodal li Kurdistana Tirkiyayê di salên 1920an de hêzek erênî bû û di têkoşîna rizgariya gelê kurd de roleke girîng lîst. Lê ji aliyê din ve, ew bawer e ku feodalîzmê hêza sereke ya tevgera neteweyî ya Kurd veguherand faktoreke siyasî ya bêhiş; faktorek ku nikarî bandoreke diyarker li ser rêveçûna bûyeran çêbike.

Kemalîzm di destpêka serdestiya xwe de di çareserkirina pirsgirêka cotkaran û bersivdana fikarên civaka feodal a kevn de bi ser neket. Di heman demê de, Tirkiya şahidiya mezinbûna burjuwaziya nû kir؛ mezinbûnek ku bi pêvajoya avakirina nasnameya neteweyî ya nû re hevdem bû.

Li kêleka ilmanî û neteweperweriyê, pîşesazîbûn wekî yek ji nîşaneyên modernîteyê derket pêş. Lê girîngiya ku Enqereyê da pîşesaziyê, ew ji pirsgirêk û daxwazên cotkarên Kurdistan û Anatoliyê dûr xist.

Nêzîkî deh sal piştî şoreşa Kurdan, Îsmet Înonû giraniya vê pirsgirêkê nas kir û eşkere got ku hejmareke mezin ji cotkaran bê erd in. Ev rewş nîşaneya belavbûna xizanî û firehbûna valahiya çînayetî bû؛ valahiyek ku siyasetyên navendî nekarîbûn çareser bikin.

Li gel pirsgirêka cotkaran û feodalîzmê, Kurdistan piştî diyarkirina sînoran bû herêmeke ji aliyê aborî ve girtî û ji derve qutkirî. Aboriya wê bi hundirê Tirkiyayê ve hate girêdan û ev yek bû sedema xirabûna şert û mercên aborî.

Di vê çarçoveyê de, Kemal Mezher balê dikişîne ser xalekî girîng. Li gorî wî, di sedsala 19an de eşîrên koçer û bazirganên piçûk ên kurd di pêkhatina tiştê ku dikare wekî “bazareke yekgirtî” were binavkirin de roleke girîng lîstin. Di wê demê de, bazirganî di navbera herêmên cuda yên Kurdistanê de geş bû. Karwanên bazirganî ji heft rêyan û geliya fireh a li cihê ku Xabûr bi Dîcleyê re têkildibe derbas dibûn. Ev korîdor bû deriyê sereke ku Kurdistana Bakur û Kurdistana Başûr bi hev ve girê dida.

Hikûmeta Tirkiyayê jî hewl da ku ji girîngiya vê qada aborî ji bo xurtkirina helwesta xwe di danûstandinên bi Brîtanyayê re li ser Wîlayeta Mûsilê sûd werbigire. Ji ber vê yekê, Komîsyona Komeleya Neteweyan pêşniyar kir ku, heke Wîlayeta Mûsilê bi Iraqê ve were girêdan, divê niştecihên wê azadiya bazirganiyê bi Tirkiya û Sûriyeyê re hebin. Herwiha, bazirganên Kurdistana Tirkiyayê divê mafê bikaranîna rêyên bazirganî yên Wîlayeta Mûsilê ji bo çalakiyên xwe yên bazirganî bistînin.

Diyarkirina sînoran bazirganiya Kurdistanê bi awayekî mezin tengav kir. Bazarên kevneşopî yên Kurdistanê ne ber bi hundirê Tirkiyayê ve bûn; navendên wan di serdema Osmaniyan de Heleb, Şam û Bexda bûn. Bandora vê siyasetyê di jiyana kesekî dewlemend wekî Şêx Seîd de jî bi zelalî tê dîtin. Ew heta demekî kurt berî destpêka şoreşa xwe, pez û dewarên xwe li bazarên Helebê difirot.

Ji bo derbaskirina astengên ku siyaseta sînoran çêkiribû, qaçaxçîtî berfireh bû û li herêmên sînorî yên Kurdistanê bû yek ji çavkaniyên girîng ên debara aborî. Lê belê, divê ev çalakî wekî hewldanek ji bo avakirina “bazareke neteweyî ya Kurdî” neyê şîrovekirin (Gorgas, 2013). Ev têbînî bi ramana hebûna “bazareke yekgirtî” ya ku berî diyarkirina sînoran hebû, nakoke nake; berevajî vê, ew tenê nîşan dide ku ew bazar bi hatina sînorên nû belav bû û ji hev qut bû.

Hêjayî gotinê ye ku xwezaya hilberîna aborî bandor li ser karîna seferberiyê kir. Beşa nifûsê ya ku ji bo şer tê xwestin di şert û mercên xwe de heta stekê dişibihe hev. Her zilamek di eşîrên beşdar de xwediyê perçeyekî erd û pez bû, bi vî awayî ew beşa ku herî hêsan ji bo serhildanên gundan dihatin hilbijartin bû. Wekî din, serokên eşîran desthilatdariya aborî li ser xelkê asayî bi kar neanîn û ew bi xwe jî dewlemend nebûn. Ji ber vê yekê, tu nakokiyên berjewendiyan tunebûn ku rê li ber xelkê asayî bigirin ku bi daxwaza axayan tevlî bibin. Wekî din, oldarî û pabendbûna olî rolek girîng lîstin, ji ber ku bandora kesayetên olî di nav van koman de ji her deverê din mezintir bû. Berevajî vê, “kurdên neeşîr” – yên ku ne girêdayî eşîran bûn û li deşta Diyarbekirê dijiyan – bê serxwebûna aborî bûn û ji ber vê yekê tu teşwîqek wan tunebû ku tevlî şoreşê bibin. Ev ji ber ku şoreş ne ​​li dijî veberhlnerên wan ên herêmî bû, lê li dijî hikûmetekê bû ku soz dabû ku desthilatdariya van veberhêneran kêm bike (Bronson, 2008). Hemû yên li jor tê vê wateyê ku rastiya aborî rîtma xwe li ser seferberiyê ferz kir û di nav beşa eşîrî ya gundan de, bi taybetî endamên eşîrên koçer ku di dewletê de xetereyek didîtin ku gefê li berjewendiyên wan dixwe û baweriya xwe bi serokên eşîrên xwe û ya herî girîng, bi zilamên olî dianîn, ferz kir, di heman demê de cotkarên negundewar dîtin ku ew rasterast ne xwediyê berjewendiyekê bûn ku tevlî şoreşekê bibin ku soza tiştekî ku xizmeta berjewendiyên wan bike nedida wan. Wateya rasterast a van hemûyan ev e ku di kêliya şoreşê de dabeşbûnek gund-eşîr hebû û kurdên ku ne girêdayî eşîrên ku xwediyê amûrên hilberînê ne, nehatibûn teşwîqkirin ku beşdarî şoreşê bibin û barê wê hilgirin.

Şoreşa kurdan siyaseta Tirkiyayê guhart

Serhildana kurdan derfetek da Kemalîstan ku dijberên xwe ji holê rakin. Ev dijber ew hevalên berê yên Mustafa Kemal bûn ku piştî wê di nav Partiya Pêşverû ya Komarî (PRP) de cih girtibûn. Li gorî Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa), serhildana Şêx Seîd “bû rêbazek ku hikûmeta Mustafa Kemal Paşa ji hilweşînê rizgar kir […] ji ber ku Kemal êdî tu girîngî nedida hevalên xwe yên ku di têkoşînê de li kêleka wî bûn.”

Lê belê, ger mirov vê meseleya bi çavekî kurdî ve binirxîne, ev “rizgarkirin” ne armanc û ne jî encameke pêşbînîkirî ya şoreşê bû. Têkçûna têkoşîna çekdarî di dawiyê de bû sedema xurtbûna baskê tundrew ê li dora Mustafa Kemal û di heman demê de rê li ber hebûna muxalefeta ku di nav Tirkiyayê de pêk hatibû girt. Diyar e ku Komeleya Azadî û Şêx Seîd vê encama siyasî di hesabên xwe de nedîtibûn.

Opozîsyona parlemanî hate tasfiyekirin û pêvajoya pirrengiya siyasî ya ku nû dest pê kiribû, bi dawî hat. Di şûna wê de, pergala yek-partiyê li Tirkiyayê dest pê kir. Şoreşa neteweyî ya kurd, ku ji aliyê hikûmetê ve wekî tevgereke “paşverû” û bi fanatîzma olî hate danasîn, derfetek girîng da Partiya Gel a Komarî ku Partiya Pêşverû ya Komarî têk bibe û meylên wê yên lihevhatinê bi kurdan re ji holê rake.

Di dema ku şervanên kurd li Kurdistanê pêşve diçûn, nakokiya yekem di navbera Mustafa Kemal û Kazim Karabekir, ku bi “Dagirkerê Rojhilat” dihat nasîn û siyasetmedarên din ên Partiya Pêşverû de derket holê. Qanûna “Sepandina Bêdengiyê” (Parastina Aramiya Giştî) piştî ku ji hêla Îsmet Înonu ve hate pêşkêşkirin, bi 37 ji 44 parlamenterên kurd ên ku dengên erênî dan qanûn/hikûmetê, di dawiyê de hate pejirandin.

Di nirxandineke kurt a bernameya Partiya Pêşverû ya Komarî de, em dibînin ku tê de hejmarek kesayetiyên girîng ên siyasî yên Tirkiyayê cih digirin. Di nav wan de Karabekir, Rauf Orbay, Ednan Adıvar, İsmail Cimbulat, Fuat Ceypsoy, Rıfat Beli, Cafer Tayyar Yılmaz û nivîskar Halide Edip jî hene. Ev hemû di jiyana siyasî de girîng bûn û di Şerê Serxwebûnê de rolek berbiçav lîstin.

Ev rewş nîşan dide ku di nav wan de nerazîbûn li hember şêwaza desthilatdariya Mustafa Kemal hebû. Herwiha, xwestekek wan hebû ku siyasetek din pêş bixin, ji ya ku Kemalî dişopand cuda be.

Ji ber vê yekê, Partiya Pêşverû bernameyek pejirand ku li ser sînordarkirina desthilatên dewletê û piştgirîkirina nenavendîbûnê disekine. Lê belê, dema ku Mustafa Kemal dijberên xwe hedef girt, wî bi taybetî Xala 6an a bernameyê bikar anî. Ew xal behsa rêzgirtina bîr û baweriyên olî dikir û ev yek wek delîlek tawanbarî bi kar anî ku “hevkariya bi komên paşverû” ên Kurd” tê de heye (Kreiser, 2023).

Bi vî awayî, ev xal bû bihaneyek ji bo têkbirina Partiya Pêşverû. Di heman demê de, tevgera Şêx Seîd–Azadî jî bi şêwazek olî ya paşverû” hate pêşkêşkirin, da ku aliyê neteweperest û azadîxwaz were veşartin.

Mustafa Kemal jî birîna ku ji ber nerazîbûna Partiya Pêşverû çêbûbû ji bîr nekiribû. Di axaftina xwe ya navdar “Nutuk”de, piştî şeş rojan axaftina domdar, ew vegeriya ser mijara şoreşa Şêx Seîd û got ku “dijminên Komarê” piştî têkçûna Şêx Seîd jî berdewam kirin. Li gor wî, wan careke din bi awayekî din hewl dan ku li dijî Komarê tevbigerin û ev yek di hewldana kuştina Mustafa Kemal li Îzmîrê de derket holê.

Bi rêya Yusuf Ziya Bey û Seyîd Ebduqadir, Azadî hewl da ku bi opozîsyona kemalîst a dijî-Mustafa, bi taybetî Partiya Pêşverû re têkilî dayne. Lêbelê, tu delîlên hevkariya di navbera Azadî û opozîsyonê de tune ne û opozîsyonê jî têkiliyek nîşanî serhildana kurdan neda. Wekî din, tu belgeyên hevrêziya di navbera Azadî û serhildanê de bi Sultanê berê, Wehîdedin re tune ne, wekî ku propagandaya kemalîst îdîa dikir. Robert Olson digihîje wê encamê (tevî ku gelek nêrînan pêşkêş dike û li ser xwezaya serhildana Şêx Seîd, li gorî hin şîroveyên tirkî, dudiliyê nîşan dide) ku dijberên Kemalîzmê serhildana Şêx Seîd wekî serhildanek herêmî nîşan didin û tu yek ji wan jî beşek ji “şoreşek dij-şoreşê” nebû. Her çend serhildan bi rastî jî kurdî (neteweperest) bû jî, neteweperestiya tirkî her nerazîbûnek potansiyel bi giranî sînordar kir (Olsson, 2013). Analîzek wiha me digihîne wê encamê ku karakterê olî/neteweyî yê şoreşê dijberên kemalîzmê şerm kiriye. Ji aliyekî ve, ew nekarîn bi şoreşek “paşverû” re bisekinin û bi pêvajo û niyeta “modernîzasyon û rojavayîbûnê” re rû bi rû bimînin. Ji aliyekî din ve, ew nikarîbûn li hember şoreşeke neteweperwer a kurd (di hesabên wê demê de etnîkî) ku serxwebûnê dixwest rawestin. Ji ber vê sedemê, wesfandina Fethî Okyar wekî “serhildaneke herêmî” rêyek qebûlkirî peyda kir li hember şerma ku ji ber tohmetên kemalîstan li dijî wan çêbû.

Li gorî arşîv û çavkaniyên cur bi cur, şoreş di nav qada kurdî de bû. Tevî aliyê wê yê olî jî, ew bi beşek ji demografiya kurdî ve sînordar ma, ji ber ku ew negihaşt herêmên cîran ên tirkî an jî deverên ku navenda kevneşopî ya tirkî bandora xwe winda kiribû, nemaze yên ku bi tekî û navendên sufiyan ve girêdayî ne. Van tekî û navendan di sala 1925an de bi pejirandina Qanûna Hejmar 677 a kemalîstan ku ilmanî li ser hesabê şêx, xelîfe û derwêşan ava kir, hêza xwe winda kiribûn. Ev tê vê wateyê ku nearamiya civakî û tevgerên ku ji hêla tirkan ve di demek kurt de piştî serhildana Şêx Seîd ji bo dijberiya qedexeyên ilmanî dest pê kirin, ne girêdayî şoreşa kurdî bûn. Ew nebûna hevrêziyê di navbera kurd û tirkên bandordar de nîşan didan ku ji perspektîfên wan ên cuda û israra neteweperwer û kesayetên olî yên kurd li ser şoreşek neteweperwer a ku di cilên wan ên olî de veşartî bû, derdikeve holê.

Ji ber vê yekê, têkçûna şoreşa kurdî bandor li ser opozîsyona siyasî ya Tirkiyayê kir ku ji xudperestiya Mustafa Kemal û vîzyona wî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên komên “piştî-osmanî” – ango kurd, çînên feodal ên kevneşopî û kesayetên olî yên bi bandor – aciz bû. Bi vî rengî têkçûna şoreşê kemalîst hêzdar kirin ku dijberên xwe yek bi yek ji holê rakin. Trajediya opozîsyonê piştî komploya kuştinê ya li dijî Mustafa Kemal li Îzmîrê di hezîrana 1926an de û darvekirina paşê ya hejmarek ji kesên ku berê piştgirî dabûn Dadgehên Serxwebûnê ku bûn sedema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, eşkere bû. Wekî din, têkçûna şoreşa kurdî pêkanîna siyasetên modernîzasyon û rojavayîbûnê, wekî qanûna qedexekirina lojên sofiyan û navendên olî, qanûna ku serpoş û cil û berg rêk dixe û pejirandina qanûna sivîl, bilez kir.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”
Manshet

Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”

July 12, 2026
Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?
Gotar

Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?

July 9, 2026
Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?
Gotar

Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?

July 8, 2026
Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê
Gotar

Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê

July 6, 2026
Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê
Gotar

Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê

July 3, 2026
Ziya Gökalp… Ew çi cure kurd bû?”
DÎROK Û CIVAK

Ziya Gökalp… Ew çi cure kurd bû?”

July 2, 2026
Di peymana “Amerîka-Îranê” de, kî  bi ser ket û kî têk çû?
Gotar

Di peymana “Amerîka-Îranê” de, kî  bi ser ket û kî têk çû?

June 30, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN