Hisên Cimo
Çi lihevhatinek pêk were yan na, şerê ku niha li Rojhilata Navîn dimeşe û Îran di navenda wê de ye, hê sedemên bingehîn ên ku rê li ber vê şerî vekirin ji holê neçûne. Herêm di qonaxeke guherînê de ye û derketina aktor û hêzên nû pêdiviya veguhastina hevsengiya hêzê û jinûve dabeşkirina qadên bandorê çêdike.
Di nav welatên herêmê de, Îran yek ji wan dewletan e ku torên herî fireh yên siyasî, îdeolojîk û çekdar li derveyî sînorên xwe ava kiriye. Ev tor bi salan û di çarçoveya polîtîkayên Komara Îslamî de, ku ji sala 1979an ve hatine şopandin, berfireh bûye.
Şerê ku niha li herêmê dimeşe ne gihîştiye encameke eşkere û ne jî şertên aştiyek domdar çêbûne. Ya ku herî zêde astengî li ber bidawîbûna vî şerî çêdike, cûdahiya nêrînên aliyan e li ser ka kî serketî derdikeve û encamên şer çawa têne nirxandin.
Li Îranê, gelek kes bawer dikin ku ger şer bi şert û mercên heyî bi dawî bibe û asta windahiyan neguherê, ev yek dikare rê li ber qonaxeke siyasî ya nû veke. Li gorî Suzanne Maloney, ku di gotarekê de ji bo Foreign Affairs di 1ê nîsanê de nivîsandiye, şertên heyî dibe ku desthilatdarên nû yên Îranê ber bi avakirina tiştê ku ew “Komara Îslamî ya Sêyemîn” dibêjin, bibe.
Suzanne Maloney çawa têgiha “Komara Sêyemîn” anî? Wiha şîrove dike:
Komara yekem, ku di bin serokatiya Xumeynî de hat damezrandin, hewldanek bû ji bo sazkirina desthilatdariyek olî li hundir û belavkirina şoreşê li derveyî sînorên welêt. Piştre, di serdema Elî Xameneyî de, “Komara Duyem” derket pêş, qonaxek ku tê de desthilata “Nivîsgeha Rêberê Bilind” bêtir xurt bû û saziya leşkerî, bi taybetî piştî rola ku di jinûve avakirina welêt de piştî şerê Îran û Iraqê di salên 1980an de lîst, hêzeke mezin bi dest xist.
Niha jî, bi amadekirina zemîna bilindbûna Mojteba, rejîm dixwaze bingeha “Komara Sêyem” ava bike: Dewleteke leşkerî-ewlehiyê ya eşkere ku tê de Pasdarên Şoreşê û dezgehên ewlehiyê yên din, di hemû warên rêveberî, civakî û siyaseta derve de, rola sereke di biryardanê de bilîzin.
Di encamê de, Maloney dibêje ku rêberên “Komara Sêyemîn” dê şer wekî bingehek sereke ji bo jinûve sazkirin û xurtkirina desthilatdariya xwe bikar bînin, wekî ku pêşengên wan di salên 1980an de kirin. Li gorî wê, wê şer bikar bînin, da ku desthilatdariyek leşkerî ferz bikin û di heman demê de hewl bidin hestek neteweperestî ya tund û radîkal di nav civakê de bihêlin û seferber bikin.
Du bijarteyên dijber
Ji aliyê têgiha “Komara Sêyemîn” û alternatîfên wê ve, Îran îro li pêşberî du vebijarkên dîrokî yên bi tevahî dijber hev in: An avakirina “Komara Sêyemîn” e; ku dixwaze projeya berfirehbûnê bi alavên ewlehiyê, leşkerî û fikra “Mihdewî”jinûve bidomîne.
Vebijarka din jî “Îrana Biçûk” e; Îranek ku ji armancên berfireh ên herêmî paşde vekişe û vegere nav qada xwe ya dîrokî, ango platoya Îranê, ku di demên têkçûna împaratoriyan de gelek caran bûye cihê mayîn û rizgariya wan.
Nirxandin û şîroveyên ku îro li ser siberoja rejîma Îranê tên kirin, bi giştî dûrî dibînin ku peymanek, bi şertûmercên heyî, ku rêbaza bingehîn a rejîmê biguherîne. Ji bo wan, nêrîna ku siyaset, civak û ol li ser wê hatiye avakirin, hêj jî wekî xwe dimîne.
Ev nêrîn li ser berfirehkirina qada bandora Îranê ye, ne bi rêya modela klasîk a “dewleta niştimanî”, lê bi rêya koman, partiyan û hêzên çekdar ên hevpeyman. Armanca dawî jî nêzîkbûna têgehekê ye ku gelek caran wekî “Îrana Mezin” tê pênasekirin. Ev xeyal bi têgehek din re tê girêdan, ya ku li ser baweriya “Mehdiyê li bendê” ava bûye. Ev teza duyem, di sepandina xwe ya siyasî ya hemdem de, vegotinên Xeyberê û dijminatiya hebûnî ya li hember Îsraîlê vedibêje.
Me berê di gotarekê de li ser du îdeolojiyên berfirehger behs kiribû ku di qonaxên cuda yên dîrokê de li Îranê li pey hev derketine pêş. Ya yekem bi Îsraîl û cihûyan re lihevhatî bû û mînaka wê ya dawî jî di serdema Şah Mihemed Riza Pehlewî de hate pêkanîn. Ev nêrîn xwe dispêre mîrasa xeyalî ya Kuroşê Axaemenî, “Dagirkerê Babilê” û “Rizgarkeriya cihûyan ji dîlgirtinê” di sala 539 berî zayînê de.
Lê îdeolojiya duyemîn pêdiviya bi qutbûnekê ji ya yekem re hebû. Destpêka vê veguherînê vedigere sedsala 16an, dema ku Şah Îsmaîlê Sefewî di sala 1501an de mezheba 12emîn a wekî ola fermî ya dewletê ragihand.
Li welatê Şah Îsmaîl, diviyabû ku fukehayên Cebel Amil ên ku ji bo avakirina “dewleta mezhebê” hatibûn, erka pêşkêşkirina hedîs û vegotinên şîe yên ku li dor Mehdiyê li bendê hatibûn avakirin, pêk bianiîne. Li gorî van vegotinan, civîna wî li Qudisê pêk tê û Îsayê kurê Meryemê, li pişt wî nimêj dike.
Di dema ku mezheba şîe ji hêla zanyarên wekî Şêx Elî El-Kerkî û Mihemed Baqir El-Meclisî ve jinûve hate avakirin, gelek hedîsên li ser “Nepakiya cihûyan” di nav metnan de cih girtin. Devavêtina cihûyan li ser minberan bi eşkereyî dihate gotin û ew wekî nimûneyên taybetmendiyên neyînî dihatin pêşkêşkirin.
Bi serdestiya Şîatiya 12emîn re, têkiliyên Îranî û cihûyan dest bi xerabbûnê kirin û ev rewş heta dawiya serdema Qacaran di sala 1925an de domand. Piştî wê, têkiliyên “Cihû-Îranî” di serdema Şah de jinûve çêbûn û heta hilweşandina rejîmê ji hêla Xumeynî ve di sala 1979an de berdewam man.
Bi gelemperî, serdema Sefewiyan di bîra cihûyên îranî de wekî qonaxeke dijwar maye. Di vê serdemê de, hîn demên geşbûna aborî ya sînorkirî bi polîtîkayên cudakirinê, zordestiyê olî û veguhastina bi zorê ya olê tevlihev bûn, bi taybetî di hin qonaxên sedsala 17an de.
Di gelek deman de şertûmercên jiyana wan paşve çûn û piraniya wan di nav bajarên mezin de di herêm û taxên veqetandî de dijiyan. Ev rewş tenê piştî hilweşîna dewleta Sefewiyan, di dema dagirkirina Îsfahanê ji hêla Afganên Peştûn ve, guherî.
Piştre ev dagirkerî jî bi derketina Nadir Şah Afşar, ku di sala 1736an de karî Îran bike yek û hemleyên xwe ber bi rojhilat ve heta Hindistanê fireh bike, hêdî hêdî ji holê rabû.
Di vê heyama aloziyê de, cihûyan rêbazên berdewamiyê dîtin; wan çîrokên teşwîqkar xeyal kirin û bi sebir li benda ferecê di nav aloziyê de man. Bandorên wê heyamê di bîra civakî ya cihûyên Îranî de bi rêya metelok û çîrokên ku ji nifşê berê ve têne vegotin, hatine neqişandin, ku Şahê Sefewî wekî fîrawûnek din nîşan didin ku baweriya wan ceribandiye.
Lê dijminatiya bingehîn a Komara Îslamî ya li hember Îsraîlê di demdirêj de bûye pirsgirêkek giran, û heta rê li ber rizgarkirina rejîma Îranê di şerê heyî de jî digire. Ji ber vê yekê, rejîm nikare nêrînek xwerû ya guherînê pêşkêş bike ku bi saya wê ji şerê dirêj ku tê de ye derkeve. Îran jî bi îhtîmaleke mezin, ji ber sedemên hilbijartinî yên Amerîkayê kariye di şer de, bisekine.
Îdeolojîya mehdawî êdî tenê vê yekê nabêje ku Mehdî dê li Qudisê be û Îsayê kurê Meryemê, li pişt wî nimêj bike. Lê, niha tevahiya wê deverê bi navê Îsraîlê tê nasîn û ev ji bo fikhê şîe rewşeke nû ye li gorî tiştê ku di serdemên Sefewî û Qacar de serdest bû.
Herwiha, beşek girîng a wêneyê qehremaniyê di mîrasa şîe de, ya ku bi Îmam Elî Bin Ebî Talib re tê girêdan, bi vekirina keleha Xeyberê ya cihûyan ve peywendîdar e. Wiha xuya ye ku li derveyî “çîrokên Xeyberê” tu amadebûnek tunebû ku li ser kirinên qehreman ên Îmam bisekine, tevî pirbûna wan di hedîsên vebêjeran de, yên ku di çanda gelêrî ya şîî de ji fundamentalîstên şîî bi bandortir in.
Di demekê de ku Îran, hem wek dewlet û hem jî wek civak, îro bi gefeke hebûnî di nav şer de rûbirû ye, diyar dibe ku dem ji bo guhartineke xwerû derbas bûye. Ev guhertin, ger pêk were, tenê dikare ber bi yek encamê ve bibe: Qebûlkirin û têrbûn bi “Îrana Biçûk”, ya ku qada wê tenê li ser navçeya rasterast a Îranê bisekine, bêyî alîgir û hevpeymanên wê li Lubnan, Yemen û Xezayê.
Di demên têkçûna şaristaniyê de, rizgariya Îranê gelek caran di vegerandina ber bi “Îrana Biçûk” de bû, ev yek derbirîneke têgihî ye bêhtir ji nexşeyeke erdnîgarî. Serdema dewleta Qacar (1789 heta 1925) mînakek ji vê vegerê ber bi hundir ve di bin giraniya têkçûnên peydar de nîşan dide.
Di nav kêmtir ji sedsalekê de, Îran ji pozîsyona xwe ya wek împaratoriyeke dîrokî bi qada fireh li Qefqasya, Xorasan, Herat û Asyaya Navîn, veguherî dewletek ku di nav sînorên gelek tengtir de hate girtin, sînorên ku berê wek beşek ji qada wê ya siyasî û çandî têne hesibandin.
Ev veguherîn bi rêya rêzek şer û peymanên ku ji hêla hêzên mezin ve li ser dewleta Qacar hatin ferzkirin pêk hat, di demekê de ku hevsengiya hêzê ya cîhanî bi lez ber bi berjewendiya împaratoriyên rûsî û brîtanî ve diçû.
Derbeya yekem ji aliyê Rûsyayê ve hat. Di destpêka sedsala 19an de, Îrana Qacaran di Qefqasyayê de ket nav şerekî rasterast bi Rûsyaya Tsarî re, li ser herêmên ku bi sedsalan di bin bandora Îranê de mabûn, an jî bi wê re ji aliyê siyasî û çandî ve girêdayî bûn.
Şerê yekem ê rûsî–îranî bi Peymana Gulistanê ya 1813an bi dawî bû, ku destpêka paşketinek girîng ji bo Îranê pêk anî. Li gorî şertên wê, Îran beşek berfireh ji Qefqasyayê winda kir, di nav de herêmên Dagestan, rojhilatê Gurcistanê û Azerbaycana îroyîn.
Ev pêvajo destpêka vekişîna Îranê ji Qefqasyayê û destpêka veguherîna hevsengiya hêzê li bakur ber bi berjewendiya Rûsyayê ve nîşan dide.
Lê windakirina Gulistanê tenê sînordar neman. Piştî zêdetir ji deh salan, Îran hewldanek ji bo vegerandina herêmên winda kirî dest pê kir û di navbera 1826 û 1828an de carek din bi Rûsyayê re kete nava şer.
Encamên vê şerê duyemîn hîn jî girantir bûn. Bi Peymana Turkmençayê ya 1828an, Îran neçar ma ku beşên mayî yên girîng ên Qefqasyayê ji dest bidê, bi taybetî Xanîtiyên Erîvan û Nexçivanê.
Herwiha, Çemê Aras wek sînorê fermî di navbera Îran û Rûsyayê de hate destnîşankirin.
Piştî du êrîşên Rûsyayê li bakur, êrîşa brîtanî li rojhilat pêk hat. Herat, wek deriyê Xorasanê û yek ji bajarên herî girîng ên qada dîrokî ya farisî, bû xalek nakokiyê di navbera Îran û Brîtanyayê de.
Tehran a Qacaran Herat wekî dirêjkirinek xwezayî ya bandora xwe dibînî, di heman demê de Brîtanya, ku li Hindistanê hukum dikir, her vegera Îranê bo Heratê wekî gefek li ser ewlehiya Hindistanê û vebûna rêya bandora nerasterast a Rûsyayê dinirxand.
Bi vî awayî, Herat bû xalek girîng di nav tiştê ku paşê wekî “Lîstika Mezin” di navbera Rûsyayê û Brîtanyayê de hate nasîn.
Ev şer bi Peymana Parîsê ya 1857an bi dawî bû, ku Îran neçar kir ku dev ji daxwazên xwe yên li ser Herat û Afganistanê berde.
Bi vî awayî, Îran deriyê xwe yê sereke yê rojhilat ji dest da û heman demê şiyana vegerandina beşek girîng a qada xwe ya kevn a Xorasanê jî ji dest da.
Piştî van sê peymanan, Îran êdî wek împaratoriyek ku dikare sînorên xwe biparêze nehat dîtin. Peymana Axal a 1881an çerxa tengbûna li bakur-rojhilat temam kir.
Piştî berfirehbûna Rûsyayê li Asyaya Navîn, Îran neçar ma ku rastiya nû qebûl bike û têkiliyên xwe yên siyasî yên mayî bi herêmên Tirkmen û Xorasaniyê yên li derveyî sînorên xwe ji dest bidê.
Li gorî vê peymanê, herêmên wek Merv, Ebîward û Nîsa ji bandora Îranê derketin û hêza biryardar li Asyaya Navîn derbasî Rûsyaya Tsarî bû.
Axal di vê wateyê de dawiya serdemeke dirêj a hilweşîna peravên Îranê nîşan da: Qefqasya li bakur, Herat li rojhilat, û Asyaya Navîn li bakur-rojhilat.
Bi vî awayî, di navbera salên 1813 û 1881an de, di nav kêmtir 70 salan de, Îrana Qacar ji dewletek bi bîreke împaratorî ya berfireh, ku di serdema Nadir Şah de heta Hindistanê dirêj dibû, veguherî hebûneke siyasî ya pir tengtir ku di nav sînorên ku ji hêla têkçûn û peymanan ve hatine ferzkirin de, hatibû girtin.
Ev guherîn wêneyek ji “Îraneke Mezin” ber bi “Îraneke Biçûk” ve nîşan dide, ku di hişmendiya dîrokî de ber bi Qefqasya, Herat, Xorasana Mezin û Asyaya Navîn ve dirêj dibû, lê di bin zexta Rûsyayê li bakur û Brîtanyayê li rojhilat û başûr de, dest bi rengdayîna nav sînorên parastinê kir.
Tevî encamên dijwar, kepeza Îranê wekî “navenda desthilatdariyê” ma. Dema ku Siltanê Osmanî Selîmê Yekem rikberê xwe yê Sefewî, Şah Îsmaîl, li Tebrîzê têk bir, dewlet hilneweşiya, her çend paytexta Sefewî û navenda hêza wê ya leşkerî hilweşiya jî. “Îrana Biçûk” peywireke xwerû pêk anî: Parastina civak û dewletê ji gefên hebûnî, li şûna rêça heyî ya ber bi “Komara Sêyemîn a berfireh” di bin alên nakok de: Îdeolojiyek mesîhî-Xeybarî li dijî Îsraîlê, û yek împaratorî-Kirûs li gorî nêrîna wê ya cîranên Kendavê.
Ev pêla Mijdewî-Axemenî çarenûsa civaka berfireh a Îranî dixe xetereyê. Rêyên jeopolîtîk garantiya rola Îranê ya berdewam wekî lîstikvanek herêmî ya sereke, an jî di nav sê blokên sereke yên hêzê de nakin (wekî ku ji hêla Ehmed Davutoglu ve hatine pênasekirin: Îran, Tirkiya û Misir). Pirsgirêkek nû li ser asoyê siyaseta Rojhilata Navîn xuya dike: “Pirsgirêka Îranê”. Wekî ku dîroka nûjen nîşan dide, her “doz” an “mesele” pêkan e bibe mijara rêzeçareseriyên ceribandinî – û çareseriyên dijber – wekî ku di sedsala 19an de bi “Pirsgirêka Rojhilat” re bû. Di rewşa Îranê de, ew dikare bi dabeşkirina erdnîgarî an hilweşîna di nav hilweşînê de biqede û tê payîn ku du vîzyonên sunî ji bo ji nûveavakirina Îranê pêşbaziyê bikin. Di her du senaryoyan de, Îran wekî “doz” an “mesele” dimîne. Ji ber vê yekê, bêyî ku dewleta Îranê ji îstismara siyasî ya vîzyona Mihdewî ya şîî û ji kombînasyona Axemenî-Şahname ya zêde dibe rizgar bibe, rêça heyî û şerên pêşerojê dikarin wê veguherînin “xelata mezin” di pevçûnên meydanên herêmî yên li derdora wê de, heya ku ew li ser razîbûna bi “Îrana Biçûk” serhişk bimîne.







