Efsaneya guhartina demografî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê!

NEWAF XELÎL-RÊVEBERÊ NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Nivîskarê Sûrî Ekrem Elbunî di 10`ê Çileya 2020`an de, di rojnameya Şerq El-Ewset de gotarek bi sernavê”Rûyên guhartina demografî li Sûriyê”, weşand. Ekrem Elbunî di gotara xwe de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokrtîk(PYD) bi pêkanîna guhartina demografî li herêmên xwe, tewanbar kirin. Elbunî bi vê yekê gelek tişt tevlihev kirin.

Balkêş e ku nivîskar, di gotara xwe de qet behsa gund û herêmên ku qaşo”Guhartina demografî” tê de çêbûye, nake. Her wiha behsa çawaniya anîna Kurdan ji parçeyên din ên Kurdistanê “Tirkiyê, Iraq û Îranê” û çawa ew hatine û tên veşartin, nayê kirin. Diviyabû ku ew bi hezaran kes bûna û li gundên naskirî û diyar bijiyana.

Hemû hêzên muxalefetê bi hemû navên xwe, PYD`ê tewanbar dikin. Lê cara yekê ye ku ez tewanên bi vî rengî dixwînim. Gihîşt astekê ku min hişt çend kes bi rêya malperên medyaya civakî bang li nivîsarî bikin û lêçûna rêwîtiya wî bigirin li ser xwe da ku serdana herêmê bike û “Guhartina Demografî” eşkere bike. Ya herî balkêştir û seyrtir, ENKS ku bi xwe endamê “Itîlafê”ye, PYD û Rêveberya Xweser bi pêkanîna guhartina demografî li gor berjewendiyên pêkhateya Ereb tewanbar dike. Ji ber ku PYD û Rêveberiya Xweser zêdetirî milyonek kes ji pêkhateya Ereb ku ji ber şerên li herêmên din ên Sûriyê rû dane, pêşwaz kirin. Taybet tewanbarî li ser “Erebkirina”Efrînê bû ku beriya ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve were dagirkirin, derdora 500 hezar koçberên Sûrî yên ji pêkhateya Ereb pêşwaz kiribû.

Rastiyên ku li ser erdê piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu guhartinên demografîk derheqê pêkhateya Ereb an jî pêkhateyên din de, pêk neanîne. Nûnerên van pêkhateyan hemûyan di nav desteyên Rêveberiya Xweser de hene, ne tenê kurd bi tenê ne ku nivîsar hewl dide vê yekê bide nîşandan. Belê Rêvebriya Xweser ligor rêgezên jiyana hevbeş xwe ava dike ku dûrî çareserya neteweyî ya teng e. Her wiha xwe dispêre çarçoveya demokratîk ku li ser bingehê pirrengiya etnîkî, olî û mezhebî ya ku di naveroka “Neteweya demokratîk” heye. Di heman demê de li gor hevpeymana civakî li hev kiriye ku têkiliyê di navbera pêkhateyên cuda de çêdike.

Pêkhateyê Ereb bi awayekî baş di nava Rêveberiya Xweser de, cih digire. Di nava çend salên derbasbûyî de jî, bi rêya tevlêbûna di nava meclisên herêmî, komîn û rêxistinên cuda de, beşdarbûneke mezin nîşan da. Her wiha pêkhateya Ereb bi awayekî xurt parastina herêmên Rêveberiya Xweser kir. Êdî nîvê hejmara Hêzên Sûriyê Demokratîk ji  xort û keçên pêkhateya ereb pêk tê, her wiha bi hezaran ji wan jî di şerê li dijî terora DAIŞ`ê li parêzgehên Reqa û Dêrazorê û di şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de, jiyana xwe ji dest dan. Baş e, gelo wê çawa ev ciwanên Ereb ên di nava QSD`ê de, “Guhartina demografî” derheqê xwediyên xwe de bipejirînin? Her wiha çawa parastina projeyekê dikin û jiyana xwe di oxira vê projeyê de didin ku ew proje “Guhartina demografî”derheqê wan de pêk tîne?

Di dema dagirkeriya dewleta Tirk ji Girê Spî û Serêkaniyê re û piştî wê jî, bi rêya parastina bi dehhezaran ji Ereban li kêleka Kurd, Suryan, Aşûrî û pêkhateyên din, hevpeymana stratejîk a di navbera Kurd û Ereban de, di asta civakî û leşkerî de kûrtir bû. Eger ev hevpeyman û hevgirtin pêk nehata, dê pergala leşkerî bi tevahî bihata rûxandin û dê hêzên Tirkiyê û komên wê yên çete, hemû herêmên rizgarî yên ku bi piranî Ereb in wekî Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê, dagir bikirina.

Erebên ku Rejîma Sûriyê di destpêka salên 70`î ew derbasî herêmên Hesekî yên jorîn kiribûn û gundên wan di bin ava Firatê de mabûn ku piştre bi navê “Erebên Xemir” hatibûn nasîn û rejîmê ji wan re bi sedan gund ava kiribûn piştî ku ew erd ji cotkarîn kurd standin. Ew ereb piştî sala 2011an jî li gundên xwe man û kes bi ser wan de neçû. Ji ber hesasiyeta vê mijarê, Rêveberiya Xweser a Demokratîk qet ev mijar nexisterojevê û li benda çareseriyeke domdar ma ku wê bi rêya hevpeymana civakî ya pêşerojê di çarçoveya çaresriyeke giştî ya aloziya Sûriyê de pêk were.

Tu binpêkirin derheqê pêkhateya Ereb û pêkhateyên din ên Suryan, Ermen û Çeçen de, pêk nehatine. Her wiha pêkhateya Ereb nûneriya piraniya meclis, rêveberî û hêzên ewlekarî yên herêmên ku piraniya wan Ereb in dike, wekî herêmên parêzgeha Reqa û Dêrazorê û hin herêmên Hesekê. Eger binpêkirin jî hebin, bê guman ew binpêkirinên kesayetî ne û yekser ew binpêkirin têne derbaskirin û yên ku pêk anîne jî têne cezakirin. Ji aliyekî din ve jî, rêxistinên mafên mirovan ên navndewletî ji bo hewldanên Rêveberiya Xweserên dûrketina ji nijadperestî û mezhebperestî şahidiyê dikin. Lewra li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her welatiyekî sûrî ku ji kîjan pêkhate an jî netewe yan jî olê be, dikare bijî û kar bike. Berevajî herêmên muxalefeta Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ku kuştin û koçberkirina bi darê zorê li ser nasnameya neteweyî û mezhebî dikin.

Di dema operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ`ê de, sivîl ji cihê xwe derdiketin û di rizgarkirina herêmên cuda ji rêxistina DAIŞ`ê jî bê guman hin binpêkirin dihatin kirin. Lê ne wekî ku nivîskar Ekrem Elbunî dibêje ku”Guhartina demografî” çêbûye. Divê her kes bizane ku heman tişt li herêmên ku bi piranî Kurd in jî, çêbûye. Bo nimûne, bajarê Kobanê û gundewarê wê di şerê li dijî DAIŞ`ê de, ji sivîlan hate valakirin. Piştî rizgarkirinê û garantiya herêmê, welatî hêdî hêdî vegeriyan cihê xwe û dest bi jiyana xwe ya xwezayî kirin. Tevî vê yekê jî hemû welatî venegeriyan.

Piştî bidawîbûna operasyonên leşkerî, Rêveberiya Xweser, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û QSD`ê, vegera sivîlên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Turkmen ya ji bo herêmên wan qedexe nekir. Her wiha tu Kurdek jî di maleke welatiyekî Ereb an jî Turkmen de nehatiye bicihkirin. Lê li herêmên dagirkeriya Tirkiyê û komên Sûriyê yên ji Enqereyê re bûne çete, rewş berovajî ye. Hêzên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên sûrî, piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018`an de, li Efrînê koçberkirina bi darê zorê û bi zanebûn pêk anîn. Her wiha bi hezaran malbatên Turkmen û Ereb li malên sivîlanên efrînî li Efrînê bicih kirin û rê nedan ku xelkê Efrînê vegere warê xwe. Di heman demê de, sûcên bi zanebûn dikin da ku şêniyên Efrînê yên resen ku bi piranî Kurd in, derxînin. Ev yek li gorî siyaseteke bi zanebûn û eşkere hate kirin û heta roja îro jî dewam dike. Di encama vê yekê de, hebûna Kurdên resen ên li Efrînê ji sedî 98 daket ji sedî 25 dibe ku hîn kêmtir be jî. Ev e guhartina demografî. Em dibînin ku divê nivîskar Ekrem Elbunî navên gund an jî bajar an herêmên ku Kurd li cihê Ereban hatine bicihkirin, eşkere bike. Bawer bikin, nikare mînakeke tenê jî bide!

Nivîskar Ekrem Elbunî, tewanbariyên der barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê de, hema wisa bê sedem xistine nav mijarê. Elbunî, behsa guhartinên demografî yên ku Rejîma Sûriyê û milîsên Îranê pêk anîne, dike. Her wiha behsa guhertinê ku opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê pêk anîne, dike.  Wisa kiriye ku ji bo hevsengiyê çêke, navê Rêvberiya Xweser û PYD`ê jî xiste nav mijarê bê ku xwe bispêre belgeyan û daneyan. Ev yek zulim e, bêedaletî ye, berovajîkirina rastiyê ye û tewaneke derewîn e.

Em li vir bang li nivîskar Ekrem Elbunî yê ku berê di zindanê de bû û êş û azara bêdadî û bêmafiyê kêşaye, dikin ku di vê mijarê de hîn kûrtir lêkolîn bike û serdana herêmên Rêveberiya Xweser  bike. Her wiha bi pêkhateya Ereb re peywendiyan dane da ku rastiyan nas bike û bê belge divê tu biryaran dernexe. Elbunî behsa bi milyonan xelk dike û hinekan bi pêkanîna sûcên qirkirina etînkî li dij hinekên din bê belge, tewanbar dike. Gotin berpirsyarî ye, divê tewanên bê bingeh wisa neyên avêtin.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî