Mihemed Seyid Risas
Yek ji wan diyardeyên girîng û balkêş ku şerê 28ê sibata 2026an û agirbesta ku di 8îsanê de hate ragihandin, eşkere kir rola Pakistanê ye ku di navbera Amerîka û Îranê de dilîze. Pakistan ne tenê wekî cihê danûstandinan derket holê, lê wekî navbeynkar, veguhêzerê peyam û ramanan û carinan jî wek aliyek ku pêşniyar û guherandinên nû rolekê dilîze. Di vê çarçoveyê de, gelek berpirsên pakistanî serdanên xwe ber bi Îranê ve kirin; di nav wan de fermandarê Artêşa Pakistanê jî hebû ku piştî agirbestê, piştî serdanek wî ya Washingtonê, gelek caran çû Îranê.
Ev serdanan zêdetir dişibin wan gerên dîplomatîk ên ku Henry Kissinger di sala 1974an de, piştî şerê 1973an, di navbera Îsraîl, Misir û Sûriyê de pêk anîn, da ku rê li ber peymanên cudakirina hêzan di navbera wan welatan û Îsraîlê de veke.
Ev rewş bi awayekî aşkere li dij siyaseta Washingtonê ya li hember Îslamabadê di demên piştî êrîşên 11ê îlona 2001an de, bû. Di wê demê de amerîkayan, tenê çend hefte piştî êrîşan, hevalbendê herî girîng ê Pakistanê li Afganistanê, ango Tevgera Talîbanê, ji desthilatê avêt. Talîban xwedî bingehek civakî ya fireh di nav Paştûnan de bû. Li şûna wê, hêzên ku ne nêzîkî Pakistanê bû û di “Hevbendiya Bakur” de kom bûbûn, hatin ser desthildarîyê. Ev hevbendî bi taybetî ji Tacîk, Ozbek û Hazarayên şîe pêk dihat, herçendî Hamid Karzai wek serokek Paştûn hate pêşkêşkirin. Karzai ji Amerîkayê Yekbûyî hate, da ku desthilata li Kabulê bigire.
Herwiha, gelek îşaret ji aliyê amerîkayan ve li ser têkiliya Pakistanê bi rêxistina El-Qaîde re derketin. Ev rêxistin bi awayekî pratîkî di sala 1989an de li bajarê Peşawerê Pakistanê hate damezrandin, berî ku di sala 1998an de ji aliyê Usame Bin Laden û Eymen El-Zewahirî ve ji hundirê Afganistanê bi fermî were ragihandin.
Ev îşaret paşê veguherîn sûcdariyên eşkere, bi taybetî di dema rêveberiya Barack Obama de. Hin berpirsên wê rêveberiyê vê têkiliyê bi awayekî zelal rexne dikirin. Obama jî dixwast ku Hindistanê, ku dijminê kevnar ê Pakistanê ye, di çarçoveya hevrikiya xwe ya bi Çînê re bikar bîne, dema ku Usame Bin Laden di Gulana 2011an de di operasyoneke taybet a hêzên amerîkî de hate kuştin, ku Li gor amerîkayan, ev operasyon bêyî agahdarkirin an şêwirdariya pêşîn bi desthilatdarên Pakistanî hate kirin. Bin Laden di malekê de li bajarê Abbottabadê veşartî bû, bajarê ku tenê çend sed metreyan ji akademiya leşkerî ya Pakistanê dûr e.
Lê gelo derketina vê rola nû ya Pakistanê, ku di vê şer û agirbesta wê de bi awayekî berbiçav derket holê, bêyî ku zemîna wê çêbibe?
Piştî şerê 4 rojan yê ku di navbera 7 û 10ê gulana 2025an de, di navbera Hindistan û Pakistanê de qewimî, serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ew kesê ku şer di navbera her du aliyan de rawestand, bûye. Ev gotin ji aliyê Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve bi pesn hat pêşwazîkirin; heta ku wî navê Trump ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê jî pêşniyar kir. Di aliyê din de, Wezîrê Derve yê Hindistanê li ber Parlamentoyê got ku tu rola Trump di dawîkirina şer de tune bû.
Di meha paş de, fermandarê Artêşa Pakistanê, Marşal Asim Munir, li Qesra Spî bo şîvek taybet hate vexwendin. Ev bûyerekî neasayî bû, ji ber ku kêm caran rayedarek leşkerî yê welatekî biyanî bi tena serê xwe û bêyî ku di nav şandeyek fermî ya bi rêveberiya rayedarên sivîl de be, li Washingtonê bi vî awayî tê pêşwazîkirin.
Piştî vê yekê, di meha tebaxê de gelek pêşketinên balkêş qewimîn. Yek ji wan ew bû ku Wezareta Derve ya Amerîkayê “Artêşa Rizgariya Belûçistanê”(BLA) xiste nav lîsteya rêxistinên terorîst. Ev rêxistin bi operasyonên xwe yên çekdarî li dijî hikûmeta navendî ya Pakistanê li Îslamabadê tê naskirin. Di heman demê de, Trump li ser kelûpelên Hindistanê yên ku bo bazara Amerîkayê dihatin hinartin baca gumrikê ya %50 ferz kir, di demekê de ku ev rêje bo kelûpelên Pakistanê tenê %19 bû.
Lê pêşketina herî girîng di meha îlonê de qewimî, dema ku peymanek veberhênanê ya navbera Pakistan û Amerîkayê hate îmzekirin. Armanca vê peymanê aşkerekirin û derxistina kanzayên stratejîk bû, wek lîtyûm, kobalt û tungsten (a dawî di çêkirina hesin û polatê de bingeh e) herwiha sifir û zêr. Ya ku zêdetir bala mirov dikişîne ew e ku piraniya texmînên ku li ser lêkolînên jeolojîk tên avakirin, nîşan didin ku qada sereke ya erdnîgarî ya ku ev peyman tê de bicih dibe Herêma Belûçistanê ya Pakistanê ye.
Di 17ê îlona 2025an de bûyerekî girîng qewimî: Erebistana Siûdî û Pakistanê Peymana Parastina Stratejîk a Hevbeş (MUTUAL) îmze kirin. Li gor vê peymanê, her êrîşek ku li yek ji her du welatan were kirin, wek êrîşek li ser her duyan tê hesibandin. Ev gav tenê heşt roj piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser paytexta Qeterê hate avêtin; êrîşek ku li paytextên welatên Kendavê xemgînî û tirsê zêde kir û wan ber bi lêgerîna çarçoveyeke nû ya ewlehiyê ve bir. Ev çarçove dikaribû li kêleka sîwana ewlehiyê ya amerîkî ya heyî were avakirin an jî bi wê re bibe parçeyek ji pergala parastinê.
Ev sîwana amerîkî ji dema hevkêşeya navdar a “ewlehî li hember petrolê” ve heye; hevkêşeyek ku di adara 1945an de, di civîna navbera Serokê Amerîkayê Franklin Roosevelt û Qiral Abdulazîz Al Saud de, li ser keştiyek ku di Kanala El-Siwês de rawestiyabû, hate danîn.
Ya ku zêdetir balê dikişand ew bû ku ev peyman bi awayekî neyekser yekdestiya nuklerî ya Îsraîlê li Rojhilata Navîn têk bir. Ev yekdestî ji salên 1970î ve, bi erêkirin û pejirandina rêveberiya Richard Nixon li Washingtonê, hebû. Bi vê peymanê re, yekem car hêza dewleteke nuklerî bi awayekî fermî ket nav pergala ewlehiyê ya herêmê.
Di heman demê de, baldar bû ku rojavaya amerîkî û ewropî dema Pakistan di sala 1998an de bû xwediyê çekên nuklerî, vê yekê wek têkbirina yekdestiya Îsraîlê li Rojhilata Navîn nedît. Sedem ew bû ku Pakistan di dabeşkirina erdnîgarî û siyasî de beşek ji Başûrê Asyayê tê hesibandin, ne ji Rojhilata Navîn.
Di vê çarçoveyê de, hemû hewldanên navdewletî yên Washingtonê yên ji bo astengkirina bi destxistina Îranê ya çekên nuklerî, di bingeh de ji bo parastina heman rewşa ku ji salên 1970î ve bi awayekî nefermî di navbera Washington û Tel Ebîbê de, hebûye têne kirin. Li gor van nirxandinan, ger Îran bibûya dewleteke nuklerî, ev yek dikaribû gelek welatên din ên herêmê jî ber bi hewldana bidestxistina vî cure çekan ve bibe.
Ev rewş dê ji bo pergala têkiliyên navneteweyî pirsgirêkek mezin biafiranda, ji ber ku Stalîn di sala 1949an de dualîteya nuklerî bi dest xist û ji ber organîzekirina têkiliyên navneteweyî li ser bingeha rêgirtina li hevdu ku tê de nebikaranîna çekên nuklerî piştî ku welatên taybetî xwedî wan çekan in. Hêjayî gotinê ye ku peymana nuklerî ya dualî ya di navbera New Delhî û Îslamabadê de ji sala 1998an vir ve di vê çarçoveyê de ye.
Piştî îmzekirina peymana navbera Erebistana Siûdî û Pakistanê, gelek şîrove û analîz derketin holê. Lê gelek ji van analîzan bêtir li ser daxwaz û hêviyên siyasî hatibûn avakirin, ne li ser rastiyên erdnîgarî û jeopolîtîk. Li gor van nêrînan, peyman nîşana wê bû ku Riyad dixwaze ji sîwana ewlehî û leşkerî ya ku bi dehsalan girêdayî Washingtonê, dûr bikeve û li şûna wê li pey parastineke nû bigere.
Li gorî analîzvanan, ev gavê wek veguheztinek ber bi “eksena Çînê” ve şîrove dikirin. Li gor wan, sedemekî sereke jî dilgiraniya siûdiyan bû ku Îsraîl karîbû paytexta welatekî Kendavê hedef bigire, di demeke ku baregeha Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) tenê çend kîlometreyan dûrî wê cihê bû.
Ev analîz li ser wê baweriyê bûn ku Pakistan di nava eksena çînî de ye. Ev jî dubarekirina heman wan şîroveyan bû ku piştî Peymana Pekînê ya 10ê adara 2023an, ya ku ji bo asayîkirina têkiliyên navbera Riyad û Tehranê hate îmzekirin, hatibûn belavkirin. Di wê demê de jî hatibû gotin ku “Çîn di asta cîhanî de pêş dikeve, lê Amerîka ber bi paşve diçe”.
Divê mirov qebûl bike ku peymana siûdî–pakistanî ne tenê diyardeyek balkêş bû ku şîrovekirina wê ne hêsan bû; lê belê dikare were gotin ku ew nêzîkî razekê bû ku hewceyê ravekirin û vekolînê ye(Dibe ku rola Pakistanê di vî şerî de, agirbesta wê û danûstandinên wan de jî nêzîkî razekê be).
Lê gelo ne pêkan e ku razîbûna amerîkî ji rola Pakistanê di şer û agirbestê de, nîşana razîbûneke bêdeng a Washingtonê be ku di dema îmzekirina wê peymana siûdî–pakistanî de jî hebû? Bi taybetî ku ev nêzîkbûn, ku aliyekî stratejîk di têkiliyên Amerîka û Pakistanê de nîşan dide, ku ji havîna 2025an ve dest pê kiribû, ji ber vê yekê, Pakistan dê bi gavekê ku guherînek kalîteyî di têkdana hevkêşeyên herêmî de ku nîv sedsal e bi pejirandina Amerîkayê hene temsîl dike, hêrsa Washingtonê dernexe holê?
Bêdengiya amerîkî li hember wê peymana ku di 17ê îlona borî de di navbera Riyad û Îslamabadê de hate îmzekirin, gelek balkêş bû. Ev bêdengî nîşana razîbûna Washingtonê bû, lê di heman demê de berovajî helwesta dijber û dijminane ya Îsraîlê li hember wê peymanê bû.
Piştî wê peymanê, li Îsraîlê dest bi axaftina li ser “eksena sunî ku tê avakirin”hate kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di yekşema ku berî destpêka şerê li dijî Îranê de got, heman tişt gotibû.
Di wî şerî de, ev ahengbûna pakistanî–amerîkî bi eşkereyî dîyar bû. Ev yek piştrastkirinek bû ku Amerîka li ser wê peymanê razî bû. Wê peymanê xwestina avakirina sîwaneke nuklerî ya Pakistanê, ligel çekên kevneşopî, ji bo Erebistana Siûdî û dibe ku ji bo hin welatên din ên Kendavê di rojên pêş de di nav xwe de dihewand.
Ev yek nêrînek nû ji bo herêmê nîşan dide; nêrînek ku ji têkiliyên Erebistana Siûdî bi Tel Ebîbê û Tehranê re derbas dibe û îşaretê li tiştekî dûrtir dike.
Ev yek pêkan e nîşan dide ku Amerîka li ser roleke pakistanî şansê xwe dide ku Washington dixwaze ewlehiya Başûrê Asyayê bi Rojhilata Navîn ve girê bide, da ku li dijî Çînê (û dibe ku li dijî Îranê di serdema piştî şer û agirbesta wê de) were bikaranîn, mîna ku Washington ji sala 2021ê vir ve dike dema ku dest bi karanîna peyva “herêma Hind-Pasîfîk” kir. Herwiha li dijî Çînê, rêveberiya Biden wê salê xwest ku di bin serokatiya Washingtonê de pergaleke ewlehiyê ava bike, ku Hindistan, Vîetnam, Endonezya, Filîpîn, Japonya û Awisturalya di nav xwe de bigire. Danasîna vê peyva ewlehiyê ya nû, dişibihe “herêma Atlantîk Rim” ku bi damezrandina NATOyê di sala 1949an de hate bikaranîn, balkêş bû, di dema îmzekirina “Hevkariya Ewlehiyê ya Sêalî – OCOS” de di 15ê îlona 2021ê de, di navbera Amerîka, Brîtanya û Awisturalya de, pêk hat. Planên amerîkayî, ku bi destpêkirina şerê Ukraynayê pênc meh piştî wê îmzekirinê û bi piştgiriya Çînê ji bo Putin, lez bi dest xistin, Pakistan derxistin û Hindistan di pêşengiya plana Amerîkî ya ji bo sînordarkirina Çînê de danîn, wekî ku di plana George Kennan a sala 1946an de ji bo sînordarkirina gefa Sovyetê de bû.
Ji ber vê yekê, dê xeternak be ku meriv bibêje nêzîkbûna niha ya Amerîkayê bi Pakistanê re ku dişibihe heyamek hingivînê, terikandina Amerîkayê ya Hindistanê û razîbûna bi kişandina New Delhiyê ber bi orbîta Rûsyayê ve nîşan dide. Ev dibe ku piştî çareserkirina nakokiyên sînorê Çîn-Hindistanê ku vedigerin şerê 1962yan, bibe sedema guherînek wiha ber bi Çînê ve. Bi eşkere, Washington nêzîkbûna xwe ya bi Pakistanê re bi kar tîne da ku zextê li Hindistanê bike ku xwe ji Rûsyayê dûr bixe. Ji sala 2022yan vir ve, tevî hişyariyên Amerîkayê, Hindistan kiryarê herî mezin ê petrola Rûsyayê ye ku bi bihayên kêmtir ji yên li bazara cîhanî tê firotin. Ev nêzîkbûn herwiha armanc dike ku nîşanên ku New Delhiyê di sala 2025an de dest bi şandina wan kir derbarê çareserkirina nakokiyên xwe yên bi Çînê re, têk bibe. Ev yek bi derbasbûna xeta sor a sereke ya Amerêkayê re hevdem bû dema ku Hindistanê piştgiriya xwe ji bo planên banka pêşkeftinê ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya ji bo kirina bazirganiya navneteweyî bi pereyên ji bilî dolar ragihand.
Ev nêzîkbûna Amerîka û Pakistanê ya ku her ku diçe zêde dibe, ji bo Çînê jî pir xemgîn e, ku 65 milyar dolar di korîdora aborî ya ku wê bi peravên Pakistanê ve girê dide de veberhênan kiriye. Ev korîdor ji bo derbaskirina lawaziya sereke ya Çînê girîng e, ji ber ku piraniya petrol, gaza xwezayî û hawirdekirinên din û herwiha hinardekirina wê, di Tengava Malaqayê re derbas dibin, ku Okyanûsên Hind û Pasîfîk bi hev ve girê dide û baregeheke leşkerî ya amerîkayî lê ye. Dûrketina Pakistanê ji Çînê û ber bi orbita Amerîkayê ve bi îhtîmaleke mezin dê derbeyek stratejîk a mezin li Pekînê bike, ku di salên dawî de plan kiribû ku Pakistanê wekî rêyek bejayî ji bo boriyek gazê bi kar bîne da ku gazê ji zeviya Parsa Başûr a Îranê veguhezîne Çînê. Ev proje ji ber nexwestina şîrketên navneteweyî yên ku bi projeyê re eleqedar in û herwiha tirsa hikûmeta Pakistanê ji cezayên amerîkayî, asteng bûye.
Bi kurtasî: Dema ku hikûmeta Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan di 10ê nîsana 2022yan de bi dengdana bêbaweriyê ji kar hate avêtin, wî Amerîkayê bi organîzekirina wê tawanbar kir. Şehbaz Şerîf paşê bû Serokwezîr. Di payîza wê demê de, Asim Munîr wek Serfermandarê Artêşê hate erkdarkirin, ku posta leşkerî ya herî bilind a welêt bû. Hêjayî gotinê ye ku Îmran Xan di dema serokwezîriya xwe de, ku di sala 2018an de dest pê kir, di nav demek nêzîkbûna girîng a di navbera Washington û New Delhiyê de, siyasetek dûrketina ji Washingtonê û avakirina têkiliyên nêzîktir bi Pekîn û Moskowê re dimeşand. Mixabin ji bo Xan, serdana wî ya Moskowê tenê çend demjimêran piştî destpêkirina dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê di sibeha 24ê Sibata 2022yan de pêk hat.







