Jeremy Adelman (Foreign Affairs)
Nirxandinek der barê pirtûka “Împeratoriya Pembû” de ya nivîskar Sven Beckert.
Cîhan ketiye serdemekî şirovekirinên kûr û pêşbîniyên siberojê. Li gorî gelek lêkolîner û şirovekeran, sîstema ku Amerîka piştî bidawîbûna Şerê Sar, serperestiya wê dikir, mir. Piştî rûxandeina Yekitiya Sovyetê, gelekan texmîn dikirin ku têkbirina komunustê, bê gûman wê derfetê bide ku kapîtalzm û demokrasî belav bibe û ev hemû jî bi serpereştiya Amerîkayê. Lê demokrasiya lîberalîzim, ew niha xwe di aloziyê de dibîne, di demekê de ku demokrasî li cîhanê kêm bûye û baweriya gel bi saziyên lîberalîzmê nema ye, herwiha herku diçe jî gûmana bi bazarganiya azad û bazara vekirî, zêde dibe. Di vê çarçoveyê de, siyaseta navxweyî û derve ya telîhev a Amerîkayê, ev alozî bi awayekî eşkere, derxist holê. Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney peyameke sersaxiyê ji bo rejîma bi serokatiya Amerîkayê pêşkêş kir û ji yên din jî xwest ku bêyî şîn û nostaljiyê çûna wê qebûl bikin.
Li gorî vegotina serokwezîrê Kanadayê, piştî vê qutbûnê tiştê ku were cihê nîqaşeke berfireh e. Li welatên rastgir ên rojavayî, vê qutbûnê wekî vegerandinekê dibînin û derfetekê dibînin ku careke din kapîtalîzmê gewere bikin, bi paşvekişandinê ji çend nifşan ên piştgiriya kozmopolîtî ya bazarên azad. Lê rexnegirên çepgir ditirsin ku dewlet serwerî li ser bazaran bike, ne ji bo xurtkirina torên ewlekariya civakî û parastina çînên lawaz, lê ji bo bilindkirin û mayîndekirina olîgarşiyeke nû ya elîtên teknolojî.
Di vê çarçoveyê de şîn zêde dibin. Fûndansyonelîstên bazarê ji vegera bacên gumrikê, zêdebûna deynê giştî û tiştê ku ew wekî rêziknameya zêde dibînin, şînê digirin. Ji aliyê din ve, lîberalên nerm, vê aloziyê wekî dawiya serdema ronakbîriyê bi tevahî, bi pabendbûnên wê yên ji bo aqil, nermbûn û berjewendiya hevkar a xwe, dibînin.
Di nav van vegotinên hevpar û tevlihev de, diyar dibe ku ev hemû vegotin hema hema nêzî hev in. Lîberalîzm, wekî sîstema siyasî û felsefî ya ku rojekê ji rojan wekî kevirê bingehîn ê kapîtalîzmê bû, niha hêza xwe winda kiriye.
Alîgirên lîberalîzmê bawerî bi serxwebûna kesayetî û mafê milkê bê sînor parastin. Ev raman piştgirî da vekirina bazaran û avakirina doktrînên bingehîn ên nûjen ên bazirganiya azad. Wekî mînak, fîlozofê lîberal ê sedsala 19an John Stuart Mill israr dikir ku sîstema aborî ya baş, li ser mafê milkê dabeşkirî û gihîştina azad a danûstandinê di bazarê de tê avakirin.
Lê belê, sîstemên îroyîn asteke berbiçav a newekheviyê çêdikin û bi berfirehbûna zêde ya dewlemendiyê û kombûna hêz û sermayeya kesayetî û desthilatdariya dewletê.
Niha cîhan li benda serdema piştî lîberalîzmê ye, ku tê de dibe ku kapîtalîzm bêyî taybetmendiyên xwe yên lîberal bijî. Dibe ku hevalbendiya di navbera demokrasî û kapîtalîzmê de ya ku piştî şoreşa pîşesaziyê di dawiya sedsala 18an de û bi firehbûna mafê dengdanê di sedsala 19an de çêbû, tenê beşek be ji çîrokeke mezintir.
Ev pêvajoyê xeyaleke afirand ku mirov divê azad be da ku civak pêşve biçin. Lê di rastiyê de, beriya qonaxa liberal, gelek civakên kapîtalîst xwe spartin xebata koleyan û yekdestdariyên kolonyalî. Ev lihevkirina tarî dibêje ku kapîtalîzm di serdema piştî lîberal de dibe ku vegere hin şêweyên xwe yên kevn. Ev nêrîn jî piştgirî dide hizira ku Çîn dikare bêyî pêdivî bi piralîzm û nîqaşên siyasî jî geş bibe.
Di pirtûka xwe ya “Kapîtalîzm: Dîroke Cîhanî”de, dîroknasê navdar ê Zanîngeha Harvard Sven Beckert çîrokeke têkildar bi vê serdemê pêşkêş dike. Beckert israr dike ku kapîtalîzm, ku niha bûye sîstema aborî ya gerdûnî ya giştî, bi lîberalîzmê ve ne girêdayî ye. Kapîtalîzm, ku li ser parastina milkê taybet û pêwîstiya bê gûman ji qezencê ava bûye, kokên xwe yên kûr di serdemên beriya lîberalîzmê de heye û dikare geş bibe dema ku ji pabendbûnên nirxî yên lîberalîzmê azad bibe.
Li gor Beckert, kapîtalîzm kêmtir li ser azadiya kesayetî û zêdetir li ser hevalbendiyên di navbera xwedan sermaye û dewletên hêzdar de, tê avakirin. Di demekê de ku nerazîbûn li hember bazirganiya azad û bazarên bêkontrol zêde dibe, dewlet dixwazin ku vegerin şêweyeke berê ya zêdetir tund, ku tê de qezencîtiya bêrehm û îstismara aborî zêde ye. Di vê çarçoveyê de, ne şok e ku li gor anketa Gallup ya sala 2025an, tenê 54% ji amerîkiyan nêrînek erênî li hember kapîtalîzmê heye. Ev jî kêmtirîn asta ji sala 2010an ve ye ku Gallup dest bi şopandina van helwestan kiriye.

Lê tevî vê yekê jî, ev pêşbîniyên tarî tiştê ku kapîtalîzmê ji pêşiyên xwe û alternatîfên din cuda dike, veşartin. Civakên kapîtalîst xwedan jêhatîbûneke berbiçav bûn ku alozî û berxwedan veguherînin nûkirin û pêşveçûnê. Ev rast bû bi taybetî di sedsalên 19 û 20an de, dema ku rêjîmên siyasî yên lîberal derfet dan nerazîbûn û nîqaşê û ev pêvajoyan bûn sedem ku guhartinên girîng çêbibin û sîstemên aborî jinûve werin avakirin.
Di her carekê de ku çavdêrên civakî pêşbînî li ser bidawîbûna kapîtalîzmê kirin, ji Karl Marx û Friedrich Engels dest pê kir, kapîtalîzm jinûve xwe ava kir û zindî ma. Hêzên wê yên cihêreng ne tenê ji bo mayîna wê bûn, lê belê rêyên nû ji bo zêdekirina hilberîn û berfirehkirina belavkirinê jî afirandin. Heta îro, di demekê de ku gelek kes bi bêhêvî li kapîtalîzmê dinêrin, dîroka wê derfeta nûkirinê û guhartina erênî di hundurê xwe de hildigre.
Bazirgan û dewlet
Sven Beckert herî zêde bi pirtûka xwe ya “Împeratoriya Pembû: Dîrokeke Cîhanî” ya sala 2014an ku xelat wergirtiye, tê naskirin. Ev pirtûk çîrokeke destanî ya pêşveçûna pîşesaziya pembû û rola wê di avakirina aboriya cîhanî de pêşkêş dike. Wê xebatê rê li ber pirtûka wî ya nûtir vekir, ku tê de nêrîna xwe bi awayekî berfirehtir û kûrtir pêşkêş dike.
Beckert kapîtalîzmê wekî “pêvajoyeke gerdûnî” bi nav dike ku tê de jiyana aborî, di bingeh de, ji hêla kombûna domdar a sermayeya bi kontrola taybet ve tê rêvebirin, ku ji hêla dewletê ve tê avakirin û her ku diçe berfireh dibe, ber bi bazirganîkirina têketin û derketinê ve dibe,” pêvajoyek ku şûna gelek awayên din ên rêxistinkirina hilberîn, ked û têkiliyên civakî girtiye. Ev pênase dihêle ku ew di çarçoveya berfireh a vê destkeftiya mezin de, ji Bengalê bigire heya Buenos Airesê û ji Marco Polo di salên 1380yî de bigire heya grevên madenan li Midlands a Keyaniya Yekbûyî heft sedsalan şûnda, derbas bibe.
Berî kapîtalîzmê jî kapîtalîst hebûn. Çîroka kevneşop a derketina kapîtalîzmê li ser bajarbûna Ewropaya serdema navîn û derketina çînên bazirganî disekine, yên ku di encamê de pergalên feodal hilweşandin.
Lê Sven Beckert, berovajî vê çîrokê ye ku destpêkê ne ji Ewropayê ye , lê ji bazirganên Yemanê di sedsala 12an de destpê dike li bendera Aden beşek bû ji toreke berfireh a benderên Okyanûsa Hindî ku tê de bazirgan û deyndar gelek hebûn.
Van bazirganan amûrên darayî yên wek biletên bazirganî (kambiyalêt) pêşxistin, ku rengekî pêşketî yê krediyê bû, herwiha şerîketên bazirganî yên dûr û dirêj afirandin. Ev pêvajoyê bû sedem ku sermaye berhev bibe, ku dikare were deyînkirin, veberhênankirin an jî xerckirin.
Di demekê de ku van pêvajoyan li cihên din jî xuya dibûn, di nav de beşên ji Ewropayê, di vê qonaxa destpêkê de kapîtalîst li gelek kombûnên cîhanê hebûn, lê hêz û şiyana wan ne têrê nedikir ku karûbarên padîşahiyên mezin yên ku li ser aboriya çandiniyê ava bûne kontrol bikin.
Piştî sala 1500an, tiştekî taybet di navbera dewletên rikber ên Ewropaya rojavayî de pêk hat. Sermaye ji amûrekî taybet ji bo pêkanîna bazirganî û nîşandana statûyê, bû çavkaniyek ku wek deyn ji dewletan re dihate dayîn, da ku karibin artêş û hêzên deryayî ava bikin. Ev hevalbendiya dîrokî ya di navbera sermaye û navendên bazirganî de, rê li ber veguherîna wan ber bi împeratoriyan ve, vekir.
Di vê çarçoveyê de, bazirgan xwe dispart hêza dewletan ji bo parastina milk û sermayeya xwe, lê dewletan di bazirganan de tiştek dîtin ku nikaribûn ji xwediyên erdên çandiniyê yên kevn werbigirin: Rezervên pereyê yên kûr û nûkirî ku dikarin ji bo paqijkirina erdan û avakirina binesaziyên berfireh bên bikaranîn, ji benderên parastî, hêzên deryayî bigire, heta artêşên şerîketên bazirganî yên yekdestgirî ku li Asya û Amerîkayê cih girtin.
Pereyê ku bazirgan bi dewletan ve girê dida, berî her tiştî, ji bazirganîkirina kedê dihat. Ev ji bo pêşkeftina pergalên kapîtalîst bû bingehîn. Di sedsalên paşîn de, kapîtalîst dê kedê bêtir bazirganî bikin, mînakî bi dorpêçkirina erdên berê vekirî, bi vî rengî jiyana komunal a xweser a cotkaran, koçeran û gundiyên serbixwe hilweşînin, wan neçar bikin ku keda xwe bi mûçeyan bifroşin û pêdiviyên xwe ji bazarê bikirin. Kapîtalîstan ev yek bi wergirtina piştgiriya monarş, şervanan, qanûndanêran û hêzên ewlehiyê bi dest xistin.
Sven Beckert îdîa dike ku pevguhertina di navbera bazirgan û padîşahan de, piştî sala 1492yan di cîhana Atlantîkê de yekem cihê kapîtalîzmê ava kir, ku ew bi “kapîtalîzma şer” tê binavkirin.
Di vê çarçoveyê de, Spanya û Portekîz û piştî wan Fransa, Holanda û Îngilîstan, bi karanîna zordariyê pîvanên nû ferz dikirin, di demekê de ku şerên li dij hevrikên xwe li deryayên vekirî û erdên dûr dimeşandin.
Di vê sîstema aborî de, dewletên êrîşkar û berfirehkar derfet ji bo bazirganan peyda dikirin ku sermaye kom bikin û paşê ew sermaye di projeyên taybetkirina erdan de bi kar dianîn, ku karkeran ji xweserî û serbixweyî dûr dixist. Lê çarçoveya kapîtalîzmê hîn jî sînordar ma.
Heta sala 1800an, Sven Beckert dinivîsî ku “Beşek mezin ji kapîtalîzmê bi çend giravên di nav deryayeke fireh a jiyana aborî de ku li dora prensîbên din hatibû organîzekirin, ve sînordar bû: Hilberîna debara jiyanê, rêveberiya li ser bingeha bacê û nebûna hema bêje bi tevahî ya mezinbûna aborî.”
Lê di demeke kurt de, beşên din ên cîhanê heman rêbaz şopandin. kapîtalîzma pîşesazî di dawiya sedsala 18an de li bakurê Atlantîkê derket holê. Di encamê de, hilberîna makîneyî civak guhartartin, her wiha pêwîstiya wê bi madeyên xam jî ew guhart. Hêza hilmê û karxaneyan bû sedem ku daxwaz li ser pembû û komir zêde bibe û meyla Ewropayê ber bi hundurê welatan ve zêde kir, ji bo peydakirina fîber, xwarin û sotemeniyê. Piştî 200 salan, berfirehbûna sînorê kelûpelan hîn jî berdewam e, di demekê de ku gelek aboriyên rojavayî ji pîşesaziyê veguherîne xizmetguzariyê, lê welatên din berê xwe dane pîşesaziyê.
Tiştê ku Beckert di nîv sedsala dawî de jê re dibêje “kapîtalîzma neolîberal” şahidiya ji nû ve avakirina dabeşkirina navneteweyî ya kar kiriye û pîşesazî ji Ewropa û Amerîkaya Bakur ber bi Asya û Amerîkaya Latînî ve çûye. Peyva “neolîberalîzm” behsa paşvekişîna dewletê ji parastina karkeran û vekirina bazarên neteweyî dike. Torên darayî yên navneteweyî û fîloyên barkirina konteyneran bûne sedema zêdebûnek mezin di bazirganiya cîhanî de, lê bêpîşesazîkirina kemerên pîşesaziyê li Dewletên Yekbûyî û Ewropayê bûye sedema berteka populîst û neteweperest a heyî û vegera pêşbaziya bi zorê di navbera hêzên reqabetê de. Mirov dikare vê yekê wekî “kapîtalîzma şer 2.0” bi nav bike, bi tekezî li ser derxistina bi zorê, nakokiyên çavkaniyan û şerên bazirganiyê yên ku bi navê ewlehiya neteweyî têne kirin.
Dozeke binkeftî
Bê guman kapîtalîzmê dewlemendiyeke pir mezin hilberandiye, her çend gelek caran tundûtûjiyeke awarte çêkiribe jî. Ji Şerên Napolyonî bigire heta şerên bazirganî yên Trump, GDPya cîhanî ya serê kesî deh qat zêde bûye û temenê jiyanê sê qat zêde bûye. Lê dîsa jî tundûtûjî têleke domdar e ku di nav kapîtalîzmê de derbas dibe. Wekî ku Beckert dinivîse, “Şoreşa kapîtalîst asteke ecêb a zor û tundûtûjiyê dihewîne: desteserkirinên di asta mezin de, seferberiyên girseyî yên keda bi zorê, hovîtiya li kargeh û zeviyan, hilweşandina bêrehm a aboriyên nekapîtalîst û derxistina mezin a çavkaniyan ji bo qezenca taybet.”
Beckert kapîtalîzmê wekî bêaram û her ku diçe berfireh dibe fam dike, ji ber ku ew bi berdewamî mirovan ji kontrola li ser amûr û armancên hilberînê vediqetîne, da ku em termînolojiya marksîst deyn bikin. Zextên kapîtalîst cotkaran ji erdê derxistine û bûne sedema koletiya bi mîlyonan. Di dema Şoreşa Pîşesaziyê de, hejmara koledarên ku qehwe, pembû, şekir û tiştên din li Brezîlya, Kuba û Dewletên Yekbûyî hildiberandin ji milyonek di sala 1770yî de gihaşt şeş milyon heta sala 1860yî – hejmareke pir mezintir ji proletaryaya karker a li kargehên ewropayî yên wê demê. Wekî ku Beckert dibêje, “Ji ber vê yekê, serdema zêrîn a Şoreşa Pîşesaziyê di heman demê de serdemeke zêrîn a koletiyê bû.”
Di heman serdemê de, îdeolojiyeke modern a diyarker derket holê. Lîberalîzm, wekî ku di sedsala 19an de derket holê, bi dualîteya kapîtalîzmê ve girêdayî ye: Tundûtûjiya endemîk û pêşketina bêguman. Di sedsala 19an de, dema ku hêzên rojavayî kapîtalîzm li çaraliyê cîhanê ferz kirin, wan mekanîzmayên ji bo rewakirina zorê wekî rizgariyê pêşxistin. Li Çîn, Hindistan û hin deverên Afrîkayê, hêzên ewropayî kampanyayên fermî û nefermî meşandin da ku civakan teşwîq bikin ku hêzên bazarê yên bê rêkûpêk qebûl bikin. Pir caran, ev yek wekî perdeyek ji bo tevgerên tirsnak, wekî dabeşkirina Afrîkayê di navbera xwe de û ferzkirina peymanên neheq li ser Çînê, xizmet kir. Teorîsyenên lîberal vê tevgerê bi “normalîzekirina” kapîtalîzmê parastin, ku bi vê yekê Beckert mebesta xwe ew bû ku ew israr dikin ku kapîtalîzm pergalek e ku ji hêla prensîbên abstrakt û destên nedîtî ve tê rêvebirin, her çend ew bi baldarî ji hêla çînek profesyonel a karmend û rêvebiran ve tê rêvebirin.
Di sedsala 20î de, ew yek bi berfirehî hatibû qebûlkirin ku lîberalîzm û kapîtalîzm ji hev nayên veqetandin. Bi zêdebûna xerckirina girseyî û kûrbûna bazarên kelûpelên wekî otomobîl û kelûpelên domdar ên xerîdar ve, lîberalên Şerê Sar di têkoşîna îdeolojîk a li dijî komunîzm û radîkalên Cîhana Sêyemîn de, avahiyeke rojavayî ku azadiya kirînê û azadiya dengdanê bi hev re dikir yek, pêş xistin. Hilweşîna Dîwarê Berlînê û hembêzkirina lîberalîzma bazarê li gelek welatan, ku niha pir caran jê re Başûrê Cîhanî tê gotin, gelek lîberalan qane kir ku ew bi ser ketine.
Lê belê ewforiya piştî Şerê Sar zû winda bû. Rêzeşok, ku bi krîza darayî ya cîhanî ya 2008an dest pê kir û aloziya li dora rizgarkirina bankayên mezin dema ku bi mîlyonan kesan kar û malên xwe winda kirin, baweriya lîberalîzmê têk bir. Pêlên koçberiyê ji Afrîka û Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê û ji Amerîkaya Latîn ber bi Amerîkaya Bakur, ne tenê pergalên koçberiyê dijwar kirin, lê di heman demê de nirxên lîberal ên bi pirçandîbûn û kozmopolîtîzmê ve girêdayî jî xistin ber pirsyarê. Bilindbûna Çînê, li ser hesabê karkerên pîşesaziyê li aboriyên pêşkeftî, navekî xirab da globalîzasyonê jî. Hikûmetên neteweperest û gelêrî li çaraliyê cîhanê bi berdewamî destkeftiyên demokratîk ên berê ji holê rakirine. Lîberalîzm, ku berê îdeolojiya serkeftî ya sedsala 20î bû, niha xuya dike ku bi bin dikeve.
Di salên dawî de, gelek rexnegir, hem çep û hem jî rast, li ser yek encamî li hev kirine: Ew dibêjin ku lîberalîzm dozek winda ye. Beckert israr dike ku kapîtalîzm hewl dide ku bêtir û bêtir cîhan û ezmûna mirovan bike bazirganî, taybetmendiyek diyarker a pergalê ku piştrast dike ku kevana dîroka kapîtalîst her gav ber bi hilweşîna rûmetê û piçûkkirina azadiyê ve çûye. Çiqasî awayên ku mirov li hember belavbûna hêza kapîtalîst li ber xwe didin cuda bin jî, serketinên wan her gav demkî bûn û çîrokên wan bi dubare bi têkçûn û radestbûnê bi dawî bûn. Her çend cotkaran li dijî dorpêçkirina erdê derketin, koleyan li Karayîban zeviyên şekir şewitandin û madenvanên brîtanî bi polîsan re pevçûn, mantiqa qezencê her gav di dawiyê de serdest bû. Tewra dekolonîzasyon, ku dibe ku diyardeya herî girîng a sedsala 20î be, gumanên Beckert zêde dike. Ew dinivîse: “Civakên piştî kolonyalîzmê, bê îstîsna, berdewam kirin ku taybetmendiyên bingehîn ên projeya kolonyal pêşve bibin.” Ji berhevkirina şekir bigire heya berhevkirina daneyan, vegotina Beckert ji bo rêyên alternatîf ji bilî berhevkirina bênavber a cîhanê û niştecihên wê di xizmeta çêkirina qezencê ji bo çend kesan de cîh hindik dihêle.
Demên berê yên bikêrhatî
Di vê vegotinê de, lîberalîzmê ji bo pergaleke keysbazkar valvek ewlehiyê afirand. Wê xeyala tevlêbûnê pêşkêş kir di heman demê de ku kapîtalîzm hêz û dewlemendî di nav elîtek pir piçûk de kom kir. Qeyda dijberkirinê dijwar e. Gelek kapîtalîst bi pabendbûnek dudil a nirxên lîberal re bûn. Korporasyonên mezin ên alman ji bo hilweşandina Komara Weimar ji hêla naziyan ve şîn negirtin. Dewlemendên super ên Arjantînê di dema dîktatoriya welatê xwe de di salên 1970yî de kêfxweş bûn ku xwe bi generalan re biguherînin.
Nêrîna Beckert bi vegotina kevneşopî, ku bi taybetî li welatên Rojavayî nas e, ya girêdana hundurîn a di navbera kapîtalîzm û azadiyê de, re nakok e. Ev raman dibêje ku lîberalîzmê kapîtalîzm veguherand. Baweriya bi mafên takekesî, xweseriya kesane û mafê milkê mirovan ji hikûmetên berê yên zordar û elîtên îmtiyazdar rizgar kir. Vê îdeolojiyê kiryarên dewletê sînordar kir. Bi vê yekê, lîberalîzmê kapîtalîzm ram kir, her çend hêdî hêdî û neyeksan be jî. Parêzerê herî berbiçav ê vê helwesta aborî ya optimîst Milton Friedman bû, ku argûman dikir ku azadî û refah bi hev ve girêdayî ne; Hilbijartina kesane şertek pêşîn bû ji bo geşbûna kapîtalîzmê û geşbûna kapîtalîzmê jî, mirovan azad kir. Friedman û şagirtên wî israr kirin ku sazî û siyasetên ku hilbijartina takekesî sînordar dikirin, ruhê kapîtalîzmê difetisînin. Bê guman, Friedman bi awayekî navdar wehşetên nelîberal ên eşkere, wekî yên ku piştî sala 1973yan li Şîliyê bi navê lîberalîzasyona bazarê hatin kirin, paşguh kir. Hilweşîna dawî ya Yekîtiya Sovyetê xuya bû ku nêrîna Friedman piştrast dike. Gelek lîberal bi kêfxweşî îlan kirin ku kapîtalîzm tenê lîstika li bajêr e, tenê forma rêxistina aborî ye ku dikare azadiya kesane biparêze.
Ji bo ku mirov bizanibe kapîtalîzm û lîberalîzm bi hev ve girêdayî ne, ne hewce ye ku mirov vê nêrîna optimîst a saf qebûl bike. Kapîtalîzm bi awayên nerm pêşketiye, nemaze di civakên lîberal de ku ji bo kesên kêm bextyar derfet afirandine ku parek mezintir ji pîtê bixwazin û ji bo welatiyan jî ku desthilatdariya siyasî ya mezintir bixwazin. Lîberalîzma siyasî bi vekirina qadan ji bo nîqaş û gengeşiyê alîkariya pergalên kapîtalîst kiriye ku berxwedêrtir bibin. Mînakî, di pergalên lîberal ên li Kanada û Ewropayê de, karkerên rêxistinkirî bandora herî mezin bi dest xistin û civakên kapîtalîst bi leza herî zû ji şer rizgar bûn. Di sê dehsalên piştî 1945an de, Ewropaya Rojava ji wêrankirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn başbûnek pir zû dît, ku mezinbûnek xurt a tevlêker çêkir. Civakên cotkaran ên ku reformên çandiniyê yên kûr pêk anîn jî rêjeyên mezinbûnê yên bilind bi dest xistin: li Japonya û Koreya Başûr, hilweşandina milkên mezin ên erdê bi rêya reformên erdê ji bo mezinbûna piştî şer wekî bereket derket holê. Berevajî vê, li Amerîkaya Latînî di salên 1970yî de, vekişîna rejîmên otorîter ji reformên çandiniyê yên salên 1950 û 1960yî bû ku mezinbûnê hêdî kir û bû sedema tengasiyê.
Herwiha di bin rejîmên lîberal ên piştî şer de li Ewropayê bû ku împaratorî dest bi hilweşînê kirin û dekolonîzasyon lez girt. Hilweşandina împaratoriyan û belavbûna xwerêvebirinê, di encamê de, şert û mercên ku dabeşkirina navneteweyî ya kar piştî 1945an ji nû ve şekil dan, çêkirin. Veguherîna jiyana rojane û bilindbûna navendên kirînê û şêwazên jiyana xerîdaran li bajarên geşbûyî yên wekî Bangkok û Nairobiyê wêneyê karîkaturî yê kapîtalîzmê wekî sedemek têkçûn û bextreşiya bêdawî dixe ber pirsan, her çend bi mîlyonan Taylandî û Kenyayî hîn jî ji bo dabînkirina debara xwe têdikoşin. Di sala 1990î de, zêdetirî du mîlyar mirov di xizaniyek giran de dijiyan. Heta sala 2025-an, ev hejmar daket dora 800 mîlyonî. Kêmkirina xizaniya giran di civakên piştî kolonyalîzmê de, nemaze li Asyayê, çêbû, ku rêjeya hilberîna pîşesaziyê ya gerdûnî di navbera 1970 û 2016an de ji dora 4% zêde bû û gihaşt 40%. Veguhestina dewlemendiyê ji Atlantîka Bakur dûr, ji ber ku bêtir civak di bazara gerdûnî de têne entegre kirin, nikare wekî “têkçûn” were şîrove kirin heya ku şikandina destê kolonyalîzma kevin wekî trajediyek neyê hesibandin. Kapasîteya adapteyî ya kapîtalîzma lîberal aboriya cîhanî ji nû ve saz kiriye û ev guhartin gengaz kiriye.
Aloziyên xwerû yên di nav kapîtalîzmê de wê gur kirine, gelek guhertoyên wê çêkirine û cîhanê anîne rewşeke girêdayîbûna hevdu. Du sedsalên dawî şahidiya kapasîteya kapîtalîzmê dikin ku ahengekê bi pevçûnê re tevlihev bike da ku xwe ji nû ve biafirîne. Ne vîzyona tarî ya Beckert û ne jî ya pembe ya Friedman edaletê li tevliheviya vê tomarê nakin. Her du jî ji bîr dikin ka çi bi rastî cihêreng e li ser kapîtalîzmê, nemaze di serdemên wê yên qaşo lîberal de. Ger Carney rast be ku kêliya niha qutbûnek bi rabirdûyê re temsîl dike, wê hingê ew rabirdû, di tevliheviya paradoksal a lîberalîzm û kapîtalîzmê, azadî û hiyerarşiyê de, ew der e ku civak dikarin çavkaniyên nûjenkirina xwe bibînin.







