Tirkiya û cîrantî.. Wê kî bibe berpirsê Sûriyayê?
Mihemed Seyid Risas
Ji dema zayîna komara Mustefa Kemal di sala 1923yan de, tu cîranên wê yên dost tune bûn. Diyar e ku serokê şanda birîtanî di kongreya Lozanê de û wezîrê karê derve Lord Curzon, bi zanebûn derfet da (ku ew pîrika Tikiyayê bû) ku dewleta nû çêbûye ne wekî dewleta di dema peymana Sêverê de ya beriya sê salan be. Bi îhtîmaleke mezin, mesele ji dûrxistina tirkan ji fransiyên li Sûriyê û ji bolşevîkan li Rûsyayê wêdetir bû, piştî ku London ji peymanên Mustafa Kemal ên berî du salan bi fransiz û rûsan re dilgiran bû. Îngîlîz, di serî de, xwest ku teqemeniyeke din li herêmê bi cîh bikin, mîna ya ku şeş sal berê bi Daxuyaniya Balfourê li Londonê hatibû plankirin.
Mustefa Kemal xwedî mîraseke tirkî yê ji xwînê bi ermen û yûnaniyan re, bû. Lê Bulgaristan di dema şoreşa li dij osmaniyan, herwiha zayîna dewleta Farisî ya Sefewerî, wekî destpêkirina şer bi Dewleta Osmanî di Şerê Çaldîranê de sala 1514an de, ku ev şer du sedsalan berdewam kir. Lê kurdan jî hest bi xiyanetê ji aliyê damezîrînerê dewleta Tirkiyayê kir, dema ku damezrîner (Mustefa Kemal) dewlet kir tenê xwedî taybetiyeke neteweyî ya tirkî û hevkariya kurdan-tirkan qebûl nedikir, tevî ku Mustefa Kemal di şoreşa xwe ya li dij gelek hêzên dagîrkeran di navbera salên 1919 û 1922yan de îşaret bi hevkariya kurdan û tirkan kiribû. Ereb jî ji Mustefa Kemal tirsiyan, ji ber ku tirkan digot “ereban di pişta tirkan de xistiye” bi rêya Şoreşa Şerîf Hisên Bin Elî sala 1916an. Di heman demê de, Mustefa Kemal “Mîsaqa Milî” di sala 1920î de, pêşkêş kir, ku îdîa dikir erdîngariya Mîsaqa Milî ji Deryaya Navîn heta sînorê Mezepotmayayê û heta Îranê ye. Di peymana Lozanê de jî, doza Mûsilê hîna rojev bû. Di peymanê de, tirkan daxwaza rêveberiyeke çandî ya taybet ji bo Lîwa Iskenderonê kir, ku ev yek bû pêşgotin ji bo cudakirina Lîwa Iskenderon ji Sûriyayê sala 1939an de, piştî ku Parîs û Londonê hiştin Enqera di şerê bi Almanyayê re, bêalî bimîne. Piştre tirkan hewl da ku bi bazarekê herêmên Helebê û Cizîrê di gulana 1941ê de ji Sûriyayê qut bikin wekî Lîwa Iskenderon, dema ku alîgirên komara Vichy ya fransî ya alîgirên alman rabûn serhildanê û serwerî li ser Sûriya û Lubnanê dikirin. Lewra ji ber nerazbûna alîgirên Vichy, hiştin ku destekayîna fransî û almanî bi rêya axa Tirkiyayê ji bo Vichy were kirin, di demekê de ku Birîtaniyayê di aliyê deryayî de, dorpêç feriz kiribû. Ev yek jî Mareşal Pétain ew red kir. (المسألة السورية المزدوجة: سورية في ظل الحرب العالمية الثانية»، دار طلاس، دمشق 1984، ص247)
Di demekê de ku Tirkiya tev li NATOyê bû, projeya amerîkî-birîtanî-fransî-tirkî di 13ê cotmeha 1951ê de bû, bi navê “Rêvebirina Rojhilata Navîn”, ew jî projeyeke girêdana herêmên bi NATOyê re di aliyê leşkerî-ewlekarî de ye, lê ev yek ji aliyê paşdîşahê Misirê Faruq û serokwezîrê El-Wafidî Mustefa El-Nuhas Paşa ve, hate red kirin. Herwiha, avakirina wezaretê ya Sûriyayê bi serokatiya Merûf El-Dolaibî wî jî ev proje red kir, lewra ev yek hişt ku derbeya Edîb Şîşiklî di dawiya mijdara heman salê de pêk were, ku Washington beriya derbeyê bi çend rojan piştgirî da projeyê (Douglas Little: “The Cold War and Covert Action: Vol18, The Middle, the United States and Covert Action: 58, The Middle, 49-1-1. 44, Hejmar 1, Zivistan 1990, r. 51-75, r. 60). Piştre, projeyeke wekî wê sala 1955an hate pêşkêşkirin, lê bi formêleke nû, ew jî “Hevalbendiya Bexdadê”, ku Tirkiya wekî pira NATOyê ya navbera Ewropa û Rojhlata Navîn hate dîtin da ku li beramberî herêmên Yekitiya Sovyetê di lûtkeya Şerê Sar de, bisekine. Lê ev yek ji aiyê serokê Misirê Cemal Ebdulaskir ve hate redkirin û hişt ku Sûriya jî red bike. Îhtîmala mezin jî, ew e ku sedema têkçûna sîstema padîşahî li Iraqê, hevsengiya hêzê li herêmê kete berjewenidyên rojava amerîkî-ewropî, piştî hevalbendiya Ebdulnasir bi Moskoyê re di payîza 1955an de. Herwiha, serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Seîd û serokê Tirkiyayê Ednan Mindirîs yên ku dixwastin “Hevalbendiya Bexdadê” ava bikin, bi derbeyên li pey hev di sala 1958 û 1960î de, têk çûn.
Pevçûn tirkî-misirî bû û Qahîra ji aliyê Şam û Riyadê ve hat piştgirîkirin, lê ev rûbirbûn encama bandora Şerê Sar ê di navbera NATO û Warsoyê de bû. Tiştê balkêş, Tirkiya bû pêşengê êrîşa rojavayî ji bo serweriya li ser herêmê û rûbirûna wê ya herî mezin bi ereban re, di şerê “Hevalbendiya Bexdadê” de bû, ku jiyana siyasî ya Sûriyayê, Iraq, Urdun û Lubnanê dabeşî du beşan kir û ev yek jî hişt ku Tirkiya di payîza 1957an de, hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Sûriyayê kom bike. Diyar e ku rola Enqerayê ya sereke di Şerê Sar de, hişt ku serokê Sovyetê Nikita Khrushchev di payîza 1962yan de, vekişandina moşekên Sovyetê ji Kopiya, bi vekişandian Washingotonê ji baregehên moşekan xwe re yên ser sînorê Tirkiya-Sovyetê, girê bide. Ev jî bû sedem ku rûbirbûna yekser ya di navbera hêzên sereke yên Şerê Sar de (Amerîka û Yekitiya Sovyetê) ji holê rabe, ku berê Şerê Sar di navbera wekîlên Washington û Moskoyê de, dimeşiya. Li vir em dibînin ku rola Tirkiyayê ya herêmî paş de çû, bi îdamkirina Mindiris ku xwedî meylên îslamî yên alîgirên rojava bû, ku ev yek jî dewam kir heta jihevxistina Yekitiya Sovyetê sala 1991ê. Herwiha, tu rola Tirkiyayê ya herêmî çênebû, tenê di sala 1974an de bi dagîrkeriya Tirkiyayê ya li dij girava Qubirsê û dagîrkeriya bakurê wê, rola wê derket holê. Ev paşvekişîna Tirkiyayê bi aloziyên navxweyî yên di navbera rastgir û çepên neteweperest de û destpêka bilindbûna îslamiyan bû, ku deshilata leşkerî bû sedem ku bi du derbeyan di salên 1971 û 1980yî de destwerdanê bike. Paşê şoreşa 15ê Tebaxa 1984an hat, ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hat pêxistin, ku Tirkiya daniye ser sêleke germ.
Di navbera salên 1923-1960î de, rola Tirkiyayê ya herêmî ya bêalîbûna di Şerê Cîhanê yê Duyem de û ne hevalbendiya bi Almanyayê re wekî di Şerê Cîhanê yê Yekem de û rawestandina li dij Sovyetê di Şerê Sar, sedemek bû ku rojavaya ewropayî-amerîkayî qelsiya avabûna hundirîn ya ku Mistefa Kemal ew ava kiriye binuximînin û okîjena aborî jê re pêşkêş bikin. Lê tevlîheviya hundirîn a navbera 1960-1991ê de, hişt ku Tirkiya bikeve rewşa bê aktivbûnê ya herêmî. Piştre jî, bi hilweşandina Yekitiya Sovyetê, Tirkiya erka xwe ya ji bo rojava, winda kir. Ji sala 1991ê ve jî, Enqera bi awayekî mezin li vê rolê digere. Ev yek jî yan ji ber hesabê wê yê taybet wekî ku rêveberê Partiya Refah Necimedîn Erbekan di dem serokatiya hikûmeta xwe ya navbera salên 1996 û 1997an pêk anî, dema ku xwestin hevalbendiyeke çaralî di navbera Enqera, Tehran, Bexdad û Şamê de çêbike, beriya ku di derbeya leşkerî ya kemalîstan bi destekdayîna Amerîkayê di sibata 2016an de, têk biçe. An jî wekî ku Erdogan ji dema lûtkeya xwe ya li Kremilinê di 2016an de li ser du aliyan dilîze di navbera Krmelin û Koşka Spî de, heta hilweşandina Beşar El-Esed di dawiya sala 2024an de. Carinan, ev lêgerîna ji bo rolekê ji bo Washingtonê, wek ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji hatina xwe ya ser desthilatê di sala 2002yan de heta destpêka hevahengiya Amerîka û Rûsiyayê li ser pirsa Sûriyayê, bi rêkeftina gulana 2013an, kir. Ev peyman bû sedem ku Washington dev ji bikaranîna şagirtên Hesen El-Benna li dij El-Qaîdayê berde û li şûna wê giraniyê bide şerê li dij îslamîastan bi hevkariya rûsan û rejîmên ku li şûna wan ketine, mîna desthilatdariya leşkerî ya Misirê piştî tîrmeha 2013an.
Xewna Erdogan di pêvajoya hevalbendiya bi serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama di navbera havîna 2011 û 2013an de li Sûriyayê, ew bû ku hikmekî îslamî yê girêdayî xwe li Şamê çêbike, wekî ku Xumeynî li Bexdadê çêkir, bi razîbûna Washingtonê. Lê Obama dev ji hevalbendiya kurt a bi îslamîstan re berda ( ku di encama de îslamiyan li Tûnis û Qahîrayê desthilatdarî bi dest xistin), lewra ji ber biryara Obama Erdogan destvala ji Sûriyayê derket. Lê piştre, Kremlin di tebaxa 2016 û 2017an, Cerablus, Bab û Ezaz û sala piştre jî Efrîn da Tirkiyayê. Piştre jî, Girê Spî û Serê Kaniyê di sala 2019an de, bi erêkirina hevbeş a Mosko û Washingtonê dane Tirkiyayê, ku piştre nehiştin Tirkiya ber bi Minbicê ve biçe.
Tirkan, bi rêya îslamîstan ku piştî rûxandina El-Esed li Sûriyayê bûn desthilatdar, amaje bi wê yekê kir ku ew di rewşeke mîna desthilata Îranê ya li ser Iraqê de ne. Dibe ku ev nêrîn bi gotinên serokê Amerîkayê Donald Trump ji serokwezîrê îsraîlî Benjamin Netanyahu re di meha nîsanê de li Koşka Spî xurtir bû, dema ku wî kêfxweşiya xwe ji Erdogan re diyar kir ku ji bo Washingtonê “lênihêrîna Sûriyayê” dike. Bi îhtimaleke mezin, wî behsa operasyona “Paşxistina Êrîşan” dikir ku tê de El-Esed ji aliyê komên îslamî yên nêzîkî Enqerayê yan jî alîgirên wê ve hat xwarê. Mebesta wî ne Şamê piştî rûxandina El-Esed, di operasiyoneke mîna ya ku Ednan Menderes li Sûriyayê ji London û Washingtonê xwestibû bike, ji bo ku di serdema “Peymana Bexdadê” de serpereştiya wê bike, da ku hevpeymaniyeke NATO ya Rojhilata Navîn li dij Mosko ava bike. Wer xuya dike ku Erdogan û îslamiyên sûriyayî rê li ber vê hevpeymaniyê vedikin, lê niha li dij Çînê, piştî ku hêzên Îran û Rûsyayê piştî têkçûna hevalbendê wan ê Sûriyayê berî danûstandinên Amerîka li gel wan kêm bûn. Lê bi îhtîmaleke mezin, mebest ne hikumkirina Şamê bû, ji ber ku Menderes dê nikarîba wê îdare bike jî, eger hikûmeta Faris El-Xurî di sala 1955an de tevlî Peymana Bexdadê bibûya. Wek ku nivîskarê birîtanî Patrick Seale gotibû: “Ê ku rêveberiya Rojhilata Navîn dike, divê Sûriyayê kontrol bike” (“Kêferata ji bo Sûriyayê”, Wşanxaneya El-Enwar, Betrût 1968, r 14.). Çi ji Washingtonê çi ji Riyad, Qahîra û Tilebîbê, li herêmê ji tirkan re destûr nayê dayîn.