Tirkiya û Sûriya: Xewnên lihevhatinê

Nivîskar: Mihemed Nûredîn

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Ji tebaxa 2022yan ve dema ku wezîrê derve yê Tirkiyayê Mevlûd Çavişoglu ragihand ku pêkan e hevdîtin di navbera berpirsyarên sûriyayî û tirk de dest pê bikin bo normalîzekirina têkilyan, gelek daxuyanî li bara vê mijarê hatine dayîn.

Piştî wê, Tirkiyayê gelek daxuyanî dan ku got pêkan e asta hevdîtinan bilind bibe heta bigihêje asta istixbaratî. Wê demê hin gotegot derketin ku serokê istixbaratên Tirkiyayê yê wê demê Hakan Fîdan devdîtinan bi serokê Navenda Ewlehiya Niştimanî ya Sûriyayê Elî Memlûk re çêdike.

Di dawiya sala 2023yan de ji encamên navbeynkariya Rûsyayê civîneke sêqolî ya ku berî niha wekî wê çênebûyedi 28 kanûna pêşîn de li Moskoyê li dar ket. Ew jî di navbera wezîrê parastinê yê Rûsyayê: Sergy Şwîgo, yê Tirkiyayê Xulusî Akar û yê Sûriyayê Elî Mehmûd Ebas de.

Li gor pêşbîniyan, hêvî mezin bûn. Daxuyaniya dawî ya civînê hat ragihandin ku civîn “avaker” bû û dê careke din civîn di navbera hersê wezîran de li dar bikeve. Lê tiştekî balkêş çêbû, ew jî ew e ku Îran li civînê ne beşdar bû. Vê yekê bandor li navbeynkariya Rûsyayê kir, ku Tehranê ev yek red kir. Di civîne duyem de ya di 25ê nîsana 2023yan de wezîrê parastinê yê Îranê Mihemed Rîda Aştiyanî jî amade bû.

Lê ev civîn di çarçoveya leşkerî de ma. Moskoyê fişareke mezin li Enqera û Şamê kir da ku civînê bixin ser asta wezîrên derve û ev yek di 10ê gulana 2023yan de pêk hat. Lê tiştê ku Moskoyê hêvî dikir pêk nehat, her wiha Îranê jî hêvî dikir, ku li ser hevdîtinekê di navbera serokan de li hev bikin, di navbera Receb Teyyib Erdogna û Beşar El-Esed. Piştî wê tirk ber bi hilbijartinê xwe yên serokatî û parlementoyê ve çûn.

Hewdanên hevdîtina Erdogan û El-Esed ji ber du sedemên sereke bi bin ket. A yekem, ew e ku Erdogan dixwest ku tenê ev hevdîtin xizmeta wî bike di hilbijartinan de û tê de xuya bike ku ew li rehetiya gelê Tirkiyayê digere û dixwaze bi rêya lihevhatina bi Sûriyayê re krîzên wan çare bike, bi taybet meseleya koçberê sûriyayî li Tirkiyayê fişareke civakî û aborî li Erdogan û tîma wî ya siyasî dikir.

Sedema duyan ew e ku El-Esed hevdîtina bi Erdogan re red kir û daxwaz kir ku divê Tirkiya berî hevdîtinê amadebûna xwe ji bo xwekişandina ji axa Sûriyayê ragihîne, heta ku vekişandineke beşbeşî be jî.

Erdogan mecê sûriyayî red kir, paşê di hilbijartinan de bi ser ket. Ev yek destpêka windabûna vê mijarê bû, ne tenê wiha lê belê bû destpêka pêngaveke demdirêj ku heta niha dom dike, ku ku hewldaên lidarxisitina hevdîtinan çênebûye, çi li ser asta leşkerî, çi siyasî û çi jî wezarî.

Ji nişkan ve û di 7ê hezîranê de, rojnameya “Aydinlik” ya girêdayî Partiya Vatan a neteweperest û dijî Partiya Karkerên Kurdistanê, nûçeyek ragihand ku civînek li baregeha Himêmîn a rûsî li Sûriyayê di navbera berpirsyarên ewlehiyên yên tirk û sûriyayê de li dar katiye. Her wiha bi bîr xist ku di demeke nêz de dê civînek di navbera herdu aliyan de li Bexdadê li dar bikeve. Ev mijar hewldanên navbeynkariyê yê iraqî di navbera Enqera û Şamê de xuya dike, wekî ku berî niha serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî ragihand.

Daxuyaniya El-Sûdanî suprîz bû. Lê xuya dike ku El-Sûdanî xwest ku xwe bixe vê rolê de da ku rola xwe ya herêmî xuya bike, bi taybet piştî ku texmîn kir ku pêşwazîkirina wî ji serokê Tirkiyayê re di 22yê nîsana borî de li Bexdadê, dê bihêle ku bi teûeyê serokekî herêmî xuya bike û ew dê li ser dosyaya lihevhatinê ya Sûriya û Tirkiyayê kar bike.

Ji ber wê ev pirs tê der: Heger Rûsya ya ku herî bikarîn û bandor e, nkarîbû di navbeynkariyê de bi ser bikeve, dê çawa El-Sûdanî yê ku tu tişt di destê wî de tuneye lê belê tenê li ser xwesteke xwe vê yekê pêk bîne?

Tu aliyî civîna li Himêmîmê ne rast derxistin ne jî derew derxist ne li Sûriya û ne jî li Tirkiyayê. Dema ku tu daxuyaniyeke fermî ji Tirkiyayê li bara hevdîtina li Himêmîmê derneket, rojnameya “El-Wetenê” ya sûriyayî ragihand ku tu rastiya civîna li Himêmîmê tuneye û sûriya dest ji şertên xwe bernedaye da ku bi tirkan re rûne, ew jî ew e ku Tirkiya nêt bike artêşa xwe ji Sûriyayê bikşîne. Di vê demê de  serokê Sûriyayê şandeyê rûsî Alexander Lavrentyêv pêşwazî dikir û ragihand ku Sûriya bi awayekî “erênî û avaker” li destpêşxeriyê ku hewl dide lihevhatinê bi Tirkiyayê re çêkin dinêre, lê di bin mercê “rêzgiritina serokatiya dewletan, seqemgîriya wê û şerkirina li dij hemû teşeyên rêxistinên terorî”. Ew jî tê wê wateyê ku Tirkiya berî her tiştî ragihîne ku ew amade ye da ku ji Sûriyayê vekişe.

Ev tişt hinekî balkêş bû, ku hin hewldanên lihevhatinê yên di navbera Tirkiya û Sûriyayê de derkevin, piştî ku salek di ser paşguhkirina wê re derbas bû. Dema ku ev nûçe ji aliyên erebî belav dibûn, ên iraqî bi taybet, Tirkiya li ser helwesta xwe mabû ya lihevhatina bi Şamê re.

Di 4ê adara borî de, Erdogan bi xwe tekez kir ku Tirkiya “rijd e kembereke ewlehî di hundirê Sûriyayê de li ser dirêjahiya sînor û bi kûrahiya 30-40 km ava bike”.

Lê ya jê balkêştir helwesta wezîrê parastinê yê Tirkiyayê Yaşar Guler bû di 1ê hezîranê de piştî ku rahênanên leşkerî bi dawî bûn di bin navê “Efes 2024” de ku em dikarin bibêjin ku ew nexşerêyekê tê de bi awayekî hûrbîn nêrîna Tirkiyayê xuya dibe. Di xîtabê de wiha got: “Partiya Karkerên Kurdistanê/Partiya Yekîtiya Demokrat (a sûriyayî) gefê li Tirkiyayê dixwin. Ji ber wê Tirkiyayê operasyonên leşkerî bi dûv hev de pêk anîn. Piştî ku artêşa Tirkiyayê vê terorê bişkîne, dê wê demê li bara vekişandina artêşa Tirkiyayê bê giftûgokirin. Tevî ku Rûsyayê nerehetiya xwe derbarê vê terorê de xuya dikir lê wê piştgiriya Şamê dikir di xwestekê wê de. Lê em xwestekên xwe bi rêyên cuda her demekê ji Şamê re rê dikin.”

Guler lê zêde kir: “Heta niha, mecên Tirkiyayê yên ku di sala 2021ê da hatin ragihandin, nehatine guhartin, ew jî bi vî rengî ne:

  • Tevahiya sûriyayiyan li ser destûreke nû li hev bikin ku tê de mafê her kesî bê parastin.
  • Sîstemeke hilbijartinê bê çêkirin ku bihêle hemû sûriyayî karibin beşdar bibin.
  • Piştî hilbijartin bên lidarxistin, hikûmeteke rewa bê avakirin.
  • Têkbirina terorê li ser sînorê Tirkiya-Sûriyayê ku yekîtiya axa Tirkiyayê dikin armanc.
  • Piştî ku ev merc bên pêkanîn û garantiya ewlehiya tevahiya sînor bê kirin, wê çaxê heger pêwîst be em dikarin vekişin.”

Pir zelal e ji xîtaba Guler ku helwesta Tirkiyayê ne nû ye û ne ji destpêka lihevhatinê ya sala 2022yan de ye lê belê ji sala 2021ê de ye. Ji ber wê tu destpêşxerî nekir ku pê guhartineke erênî ji rewşa Sûriyayê re çêbibe û di hundirê axa Sûriyayê ya dagîrkirî de. Piştî ev qas dengdan li bara destpêşxeriya iraqî û hevdîtinên ewlehî di navbera Enqera û Şamê de, gotinên wezîrê derve yê Tirkiyayê hatin ku pê tekez kir ku tu guhartin di helwesta Tirkiyayê de çênebûye. Gotina Fîdan ya ku di hevdîtineke televîzyonî li ser kanala “Xeber Turk” de di 24ê hezîranê de hat gotin, girîng e, ji ber yekser piştî vegera wî ji Rûsyayê ku hevdîtin bi serokê Rûsyayê re kir, got.

Fîdan got: “Li bara Sûriyayê, tiştê herî girîng ku em tê de bi ser ketin bi rûsan re ew e ku şer di navbera rêjîm û opozîsyonê de rawestiyaye. Civînên Astanayê rê li ber platformên din vekir ku beşdar bibin. Heger rêjîma Sûriyayê bi awayekî awilane ev dema aramiyê keysbaz bikira, diviyabû bi milyonan koçberên ku reviyane vegerîne û derfetekê bide wan da ku welat ava bikin. Di hevdîtinên me yên bi rûsan re de me ev xal bingeh didît. Divê Sûriya vê yekê ji bo xwe bike. Vegera koçberan girîng e. Em dibînin ku Sûriyaya ku rêjîm û opozîsyon lê bibin yek dê tiştekî girîng be di şerê li dij terora Partiya Karkerên Kurdistanê de. Operasyonên Îsraîlê li Sûriyayê û komikên cuda cuda yên milîsan rewşê bêhtir tevlihev dikin. Siyaseta me ya dînamîkî girîng e.”

Li bara Hêzên Parastina Gel û Hêzên Sûriyaya Demokratîk Fîda got ku ew “pirsgirêkek e” girêdayî du dewletan in w jî Amerîka û Brîtanya ye û Fransa jî. Got: “Em her dem nerehetiya xwe ji Washingtonê re diya dikin, ji ber ku ev yek tersî hevalbendiya me û Amerîkayê ye.”

Tiştê ku em ji helwestên Erdogan, Guler û Fîdan derencam dikin ku Tirkiya berî lihevhatinê van tiştan dixwaze:

  • Çalakkirina siyasetê li Sûriyayê di navbera rêjîm û opozîsyonê de. Ango çêkirina hilbijartinên parlementoyê û avakirina hikûmeteke nû ya rewa.
  • Hevkariya bi artêşa Sûriyayê re li dij Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Li vir daxuyaniya serokê tevgera neteweperest û şirîkê Erdogan di desthilatê de Devlet Bahçelî ya di dawiya gulana borî de tîne bîra mirov, dema ku gor ew dixwaze ku hikûmeta Tirkiyayê têkiliyên bi Şamê re deyne da ku operasyonên leşkerî yên hevbeş li dij Hêzên Parastina Gel pêk bînin.
  • Piştî van tevan, Tirkiya êdî dikare li rewşa artêşa xwe ya li Sûriyayê “binêre” bêyî ku tekez bike ew dê ji wê derê vekişe.

Ev “mercên jêneger” yên Tirkiyayê bê guman gelek pirsan tînin der:

  • Rêya siyasî di giyalogê de, danîna destûreke nû, lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikûmeteke nû, karekî hundirîn ê Sûriyayê ye û tu dewleteke din nikare nikare helwest, xwestek û îradeya xwe li ser sûriyayiyan ferz bike.
  • Mercên wiha, di rewşeke wiha de alozkirin e ne tiştekî din. Heger em bibiêjin em ê niha dest pê bikin jî dê pêkanîna wê bi sala bikeve.
  • Mercê ku Enqera navê “gef”a kurdî li bakurê Sûriyayê lê dike, dûrî aqilan e. Ji ber ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk ên li wê derê tu carî gef li Tirkiyayê nexwarine. Hemû operasyonên Tirkiyayê yên bi navê “Mertalê Firatê” sala 2016an, “Çiqilê Zeytûnê” sala 2018an û “Kaniya Aştiyê” sala 2019, hemû “pêşekî” bûn û xwe disparst gengaziyên xeyalî.
  • Her wiha hevkariya artêşa Sûriyayê bi artêşeke biyan û dagîrker re bo şerê li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk ku ew bi xwe sûriyayî ne, tiştekî ku nabe bikeve mejiyê rêjîma Sûriyayê. Her wiha diyaloga di navbera Şam û Partiya Yekîtiya Demokrat de qut nebûye û hê jî berdewam e, tevî ku fişarê derveyî lê tê kirin.
  • Xuya dike ku tu fişar li Tirkiyayê nayê kirin da ku ji Sûriyayê vekişe. Rûsya ya ku herî dikare fişarê li Tirkiyayê bike ji berî du sal û nûvê de bi Ukranyayê mijûl e û pêwîstiya wê bi piştgiriya Tirkiyayê heye. Îran jî bi rewşa Xezayê mijûl e, vekişandina hêzên tirkî ji Sûriyayê jê re ne tiştekî sereke ye di reşekê de ku dever pir tevlihev bûye.
  • Destpêkirina gavan di navbera Enqera û Şamê de ne tiştekî nerênî ye, lê pir kelem û alozî li pêş wê derdikevin, ji ber ku gelek lîstikvanên bandorker di qada Sûriyayê de hene, her wiha çareya dosyaya sûriyayî bi dosyayên germ ên li deverêve tê girêdan mîna doza Filistînê, rewşa başûrê Libnanê, kêferata di navber rojava û Rûsyayê de li Ukranyayê. Her wiha firehbûna rûbera nearamiyê ji devera Qewqazê heta Iraq û deryaya sor û hilbijartinên serokatî li Amerîkayê, korîdorên enerjî û bazirganiyê (yên herî dawî Rêya Hevrîşm a çînî û Rêya Geşepêdanê li Iraqê û Korîdora Hindî heta Îsraîl û paşê Ewropayê). Ev tiştên borî tev de dihêlin ku axaftina li bara lihevhatina Enqera û Şamê ne di cihê xwe de be.
  • Divê em di nêrîn û analîzê xwe de ji bîr nekin ku girîngtirîn sedema ku reftarê Tirkiyayê desthilat dike li Sûriya û Iraqê, paşxaneya wê ya dîrokî ye ku Enqera dixwaze nexşeyên sînorê “Mîsaqa Milî” ya sala 1920î vejîn bike, ku di wê nexşeyê de bakurê Sûriya û bakurê Iraqê tev li wê ye. Tevî ku piştî sala 2011an derfet jê re çêbû ku hin beşên vê “xewnê” li Sûriyayê pêk bîne, bi taybet piştî sala 2016an, dê Tirkiya ji ser wê yekê veneger û dê hewl bide tiştê ku ji axa Sûriyayê meye dagîr bike, her wiha dê Başûrê Kurdistanê bike devereke dagîrkirî piştî ku ji xwe re kiriye devereke desthilatê. Ev tev de di sînorê Mîsaqa Milî de ye.. û dibe ku jê mezintir be.