Teknolojî û siyaset li Rojhilata Navîn… Derfetên hevseng bo geşepêdan û qirkirinê
Nivîskar: Hisên Cimo
Mihemed Bin Zayid ji Washingtonê: Kesên xwedî jîriya çêkirî (AI) bin, ew dibin xwedî dewlemendî û hêz.
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di şerê ku ji 7ê cotmehê ve dewam dike de, ku ne wekî hemû şerên beriya wê ye, vê carê jî teknolojî bi awayekî mezin li ser dîrokê û baweriya giyanî bi serkeftinê, bi ser ket.
Eger ku em ji van şeran sûd û dersekê wergirin, wê ev veguherîna ku bi salan e em li ser dixwînin û herî dawî jî me bi çavê xwe di nava Îsraîlê de ev yek dît, ku bêhna dijberê xwe diçikîne ji derbeyên bidûvhev û teknolojiyeke pêşketî.
Beriya xeleka dawî ji gurbûna şer û kuştina Hesen Nesrallah, Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid li New Yorkê bû. Bin Zayid ku ji komeke akademisyen û şagirtên îmaratî yên li Washingtonê re diaxivî, ji şerê giran ê li Rojhilata Navîn zêdetir, bi gotinên cuda xîtaba wan kir, ku ne wekî serokên ereb yên din di xîtaba wî de dîrok û xwedîtin di gotinên wî de tunebûn. Zayid bi awayekî eşkere û cidî û bi hinek baldarî got “Kesên xwedî teknolojî, nexasim jîriya çêkirî (AI), ew dibin xwedî dewlemendî û hêzê bi hev re. Zanebûn ew dewlemendiya siberojê ye”. Her wiha Şêx Mihemed şirove kir ku çawa hêz li pey nûkirinê diçe ne berovajî wê, ji wan xwest ku branşên ku xizmeta meylên nû yên welat dikin hilbijêrin û got “Îmarat pêvajoyeke nû ya bi lez derbas dike, pêwîstiya wê bi kadroyên niştimanî yên bi kalîte heye.”
Bi awayekî zelal û eşkere, Îmaratê beriya destpêkirina serdana Mihemed Bin Zayid û hevdîtina bi Jeo Biden û berpirsên payebilind ên amerîkayî re, ragihand ku rojeva sereke ya serdanê teknolojî ye û tenê bi awayekî seransere behsa dosyayên siyasî kir. Ji 7 salan ve, ev yekem rêwîtiya fermî ya Şêx Mihemed Bin Zayid li Amerîkayê ye. Bin Zayid bi israr e ku garantiya destekdayîna Koşka Spî dabîne bike, di çarçoveya hewldanên wî ku dewleta Îmaratê di qada jîriya çêkirî (AI) de bike pêşeng. Di heman demê de, Bin Zayid hewl dide ku welatê xwe ji qedexekirina amerîkayî ya hinardekirina teknolojiya çîpsan ji bo dewletên Kendavê yên nêzî Çînê, dûr bixe.
Şêwirmendê Dîplomatîk ê Serokê Îmaratê Enwer Qerqaş, hefteya borî di çarçoveya serdana Bin Zayid li Amerîkayê de li Dubayê got: “Teknolojiya jîriya çêkirî wê rêbazê cîhanê biguherîne û em jî nahêlin ku ev curiyê nûkirina teknolojî me derbas bike.”
Ji aliyekî din ve jî, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îmaratê Şêx Tehnûn bi milyarderê amerîkayî, Elon Musk re û Jeff Bezos re, civiya û gelek peymanên taybet ên teknolojiyê, nîqaş kirin. Her wiha, Serokê Îmaratê bi gelek pêşengên teknolojiyê li Washingtonê re civiya, da ku hevkariyan di qada teknolojî de, çêbikin. Di vê çarçoveyê de, Îmaratê gelek şerîketên peywendîdar yên ji bo rêxistinkirina teknolojiya jîriya çêkir (AI), ava kirin. Her wiha, Dubeyê biryar da ku bergiriyan bigirin da ku karibin pêşketina teknolojî ya ku dê bê bihundirînin, ku jîriya çêkirî bûye beşek ji jiyana rêvebirina rojane ya welat û bi awayekî lez ku bi tu dewletên din ên Kendavê re yan jî dewletên din ên herêmî re nayê hevûrkirin. Lê pêwîstiya Îmaratê bi teknolojiyeke temamker û bingehîn heye da ku derbasî serdema jîriya çêkirî bibe wekî hilberîner, ne tenê wekî bikaranîner. Lê ev teknolojî jî heta niha tenê di destê Amerîkayê de heye.
Mentiqekî nû
Ev mentiqekî nû ye û cîhaneke nû ye, ku herêm neketiye nava wê, tenê ji bilî takekesî, ku ji nava wan Îsraîl e, ji ber şiyanên xwe yên leşkerî yên li ser esasê hêza teknolojî di nava salekê giran de ji şerê li ser 7 eniyên cuda, dijminên xwe matmayî hişt. Lê diyar e ku Îsraîl ji demên borî xurtir bûye, tevî ku dijminên xwe jî xurt bûne, bi hevûrkirina bi şerê mezin di sala 2006an de bi Huzbellahê re. Lê di demekê de ku dijminên Îsraîlê hîna li ser xapandina taktîkî man, wekî êrîşa 7ê cotmehê li dij Îsraîlê an jî şiyanên avêtina moşekan wekî Huzbellahê, lê dijminên Îsraîlê di van salên dawî de gelekî paş da man, gihaşt astekê ku şerê heyî raber kir ku herdu alî di du serdemên cuda de ne. Di vê çarçoveyê de, Îsraîlê hemû telefonên Huzbellahê di heman wextê de teqandin. Her wiha li pey rêveberên Huzbellahê ket û piraniya wan kuştin, herî dawî jî kuştina Hesen Nesrallah wekî xeyal bû.
Dijberê Îsraîlê dereng gihaştin teknolojiyayê. Ev jî yek ji encamên demdirêj ên cezayên Amerîkayê û tembeliya zanînê li gel Îran û hevalbendên wê li Rojhilata Navîn e ku ji çanda komkirina TNTyê û xistina wê di boriyeke hesinî de û avêtina wê, hê rizgar nebûne, wekî çawa ku hûsî vê yekê dikin. Her wiha ji bo nimûneya Tirkiyayê jî, ku di nava destê wê de beşek ji teknolojiya pêşketî ya leşkerî heye, bikaranîna Enqerayê ne wekî ya Îsraîlê ji teknolojî re ye. Di vê çarçoveyê de, Enqera teknolojiyê tenê di balafirên dron de û ji bo propogandeyên bazirganî yên kirîn û qezencê bi kar tîne. Her wiha ji bo armanckirina rêveberên kurdan li her derê bi kar tîne, lê ev yek ji aliyê PKKyê ve ji sala 2018an ve hate keşifkirin, ku wê demê yek ji lîderên PKKyê Murad Karayilan ragihand ku guhartineke bi giştî di taktîkên operasyonan de çêbûye di bin dirûşmeya “Pêvajoya teknolojî di şerê gerîla de”. Di heman demê de jî, teknolojiya Tirkiyayê ne wekî hewldanên Îmaratê yên ku dixwaze bi dest bixe, ji ber ku Ebû Zebî bi awayekî lezgîn dixwaze ku jîriya çêkirî derbasî jiyana rojane, rêvebirin û aboriyê bike û piştre jî hilberîna zanebûnê û bike pêşengê pêşxistina aborî, lê pêşketinên teknîkî li Tirkiyayê bandorê di van qadên borî de (yên îmaratî) û li ser jiyana rojane ya civakê, nake.
Balkêş e ku alozî û tevlîheviyên ewlekarî armancên teknolojiyê dike xizmeta tundiyê li herêmên şer û aloziyan. Di vê çarçoveyê de, kesên xwedî teknolojî ne tenê xwedî hêz û dewlemendî ne, lê belê –di rewşa şer û gefê de- rêya rizgariya ji jînosîdê ye, û dihêle ku –mixabin- dijmin û civaka wî qir bike, di devera ku Netanyahu ew wiha wesif kir de: “devera ku herî tundî lê heye, li ser rûyê cîhanê”. Tekez jî ew jî kesekî tund e û tundî jî fêm kiriye, ku teknolojiya pir pêşketî xist xizmeta tundî û dijtundiyê û pê li gor wî êrîşî “tundiya veşartî ya li gel dijminên wê kir.”
Dibe ku Îsraîl bi saya Netanyahu, di pêşketina teknolojiya jîriya çêkirî de, bi lez bi pêş ve biçe. Wekî mînak, Netanyahu radigihîne ku di sala 2011an de, professor Ishaq Ben-Îsrael ku leşkerekî berê ye, ji wî re şîretan derbarê dozên zanistanî de pêşkêş dike û dibêje: “Ez dixwazim ku tu vê pirtûkê bixwinî”. Netanyahu jê pirs dike: “Cureya vê pirtûkê çi ye?”, professor bersivê dide û dibêje “Roman e”.
Lê Netanyahu bersivê dide û dibêje: “Ez romanan naxwînim. Ez pirtûkên dîrok, jînenîgarî, felsefeya siyasî, arkeolojî, teknolojî û aborî dixwînim.”
Lê professor Ishaq bi israr dibêje: “Tu yê bixwazîbî vê bixwîne”.
Naveroka pirtûkê jî, şerekî sîberanî yê xeyalkirî yê siberojê yê di navbera Amerîka û Çînê de.
Netanyahu roja din peywendiyê bi Ishaq re çêdike û dibêje: “Ez di dirêjahiya şevê de şiyar bûm û min pirtûk bi dawî kir. Di demeke herî nêz de were”. Ev yek di sala 2011an de bû.
Netayahu wiha dewam dike: “Her çiqas ku şiyanên Îsraîlê yên sîberanî hebin jî, pirtûkê ez iqna kirim ku divê pir lez em bi pêş ve biçin. Di vê çarçoveyê de, min komîteyeke rênîşander bi Ishaq û serkertêrê xwe yê leşkerî Yohanan Locker re ava kir, da ku sazî, fînanse û tedbîran pêş bixin, ji bo ku Îsraîl bi hêz bikeve qada serdema sîberanî de. Sedema yekê ya vê tevgerbûnê ewlekarî bû. Em nikarin dûrî vê teknolojiya nû ya bi hêz bin, ku dibe wekî mînak toreya kehrbeyê li welatê me qut bike. Di axaftineke li Zanîngeha Tilebîbê ya sala 2011an de, min got di nava salekê de divê Îsraîl ji nava hêzên sîberanî yên yekem di cîhanê de bin.”
Derbasbûna hêza sîberanî di nava qadên hêzê de, wekî derbasbûna hêza hewayî di Şerê Cîhanê yê Yekem de bû. Pêwîst bû ku bi temamî hêzeke nû ya xwedî baweriyeke nû were avakirin. Lewra, di nava artêş, Mossad û Şabak de veberhênanên mezin çêbûn, li kêleka wê jî bernameyên leşkerkirina xwendekarên herî zêde jêhatî ji temenê piçûk ve û avakirina beşên nû yên zanîngehê. Her wiha pêwîst bû ku navendeke niştimanî ya parastina sîberanî ji bo parastina şerîketên Îsraîlê, were avakirin. Ji bo çareserkirina nakokiyên serweriya bîrokratîk di navbera saziyên ewlekariyê de, navenda niştimanî ya sîberanî di 7ê tebaxê de hate avakirin û berpirsyarî û erk jê re hatin terxankirn her wiha kes ji bo wê hatin erkdarkirin. Veberhênananên hikûmetê yên mezin di ewlekariya sîberanî de, hişt ku bi sedan şerîketên sîberanî yên nû werin avakirin. Wekî ku Netanyahu dibêje ew şerîket di navbera hev de, ketin hevrikiyê. Ev mijar ku wekî kêfrateke ewlekarî dest pê kir, pêş ket û bû derfteke aborî ya gewre. Di cîhana dîtîjtal de, pêwîstî bi parastina sîberanî li her derê heye. Di vê çarçoveyê de, di sala 2017an de Îsraîlê dest danî li ser duyemîn mezintirîn peymanên ewlekariya sîberanî li ser asta cîhanê, piştî Amerîkayê.
Serkeftinên Îsraîlê yên dawî di şer de, encama yekser a biryara welat ku çavkanî û fînansiyeên zêde dane îstixbaratan da ku Huzbellah piştî şerê sala 2006an de, armanc bikin, ji bo îstixbaratên Îsraîlê kêliyeke girîng bû. Artêşa Îsraîlê û saziyên îstixbaratê nikarîbûn ku serkeftineke girîng di wî şerî de (şerê Tîrmehê) ku 34 rojan dewam kir, qezenc bikin.
Îsraîl ji wê demê ve, dema xwe da xurtkirina ku yek ji serkeftîtirîn komkirina agahiyê îstixbaratî di cîhanê de. Her wiha, veberhênanên mezin di Mossad û îstixbaratên leşkerî yên Îsraîlê de çêbûn, ku piştî şerê sala 2006an bêzar bû ji ber kêmasiyên komkirina agahiyên girîng derbarê rêveberiya Huzbellah û stratejiya wê de. Ji ber vê yekê jî, yekîneya 8200 ku ew jî saziyeke îstixbaratî ya nîşaneyan a Îsraîlê ye, avalên sîberanî yên pêşketî ava kirin, da ku telefon û alavên din ên peywendiyên yên taybet bi Huzbellahê bi awayekî baştir qut bikin. Her wiha, tîmên nû di nava şer de ava kirin, da ku agahiyan bi awayekî lez bigihînin leşkeran û hêzên deryayî. Di heman demê de jî, gelek balafirên dron û satelaytên xwe yên herî pêşketî rêkirin ser Lubnanê da ku baregehên Huzbellahê bi awayekî domdar qeyd bike û piçûktirîn guhartinan jî belge bike, dibe ku ev yek wekî mînak cihê depoyên çekan eşkere bike.
Di çarçoveya vê mezinbûna teknolojiya Îsraîlê de û bêbandorbûna Netanyahu bi taktîkên “Eksena Berxwedanê”yên ragihandinê ku tenê aliyê qirkirin yê îsraîlî didin pêş, Îmarat ew dewleta erebî ya ku amade ye vê valahiya teknolojî dagire. Tirkiya jî bi rêveçûyîna xwe ya taybet de ya sînodar de dewam dike ku tirsa komployên “parçekirina Tirkiyayê” di mejiyê wê de ye, ev yek jî li ber rêveçûyîna wê ya teknolojî ya giştî dibe kelem.
Îsraîl pir di ser xwe re çûye -li gorî axaftinên Eksena Berxwedanê-tevî vê yekê jî, cesaret nakin ku bi awayekî yekser û giştî bersivê bidin. Dibe ku xwediyê biryara yekem di vê eksenê de, herçiqas ku dereng bê jî ku ev ne dema “serdema rêlibergitinê” ye.