Sûriya.. axa çîrokên mezin ên ku divê bi dawî bibin

Nivîskar: Şoreş Derwîş

 

Made bi erebî jî heye

Diyar e alozî û şer li Sûriyayê ye, lewra divê berdewam çîrokên mezin werin afirandin. Di vê gotarê de, em ê peyva “çîrok” bi kar bînin, a ku Yuval Noah Herarî bi awayekî pisporî di çarçoveya şirovekirina wî ya girîngiya hebûna çîrokê di cîhanê de bi kar aniye. Ji ber ku cîhan heta niha jî  pêwîstiya wê bi çîrokên ku werin vegotin heye. Ji wan jî, çîrokên faşîzim, komunîzm, lîberalîzm û guhartinên li ser lîberalizmê çêbûn. Daxwaza çîrokê hêvî dide temaşvanan an jî dihêle ku dev ji pirsgirkên xwe yên rasteqîn berdin, bi gotineke din; windabûna çîrokê rejîmên siyasî çi yên demokratî çi jî yên zordar, nabin rojev.

Hebûna çîrokê li vir, ew e sedema ku dihêle kesên bêzar û ên gefê li desthilatê dixwin û ên dixwazin guhartinê bikin, bikevin rûyê pirsgirêkên xwe yên rastî. Niha, çîroka Sûriyaya îslamî serê xwe hildide, piştî ku rastî çîrokên din hat. Ji ber wê, em dikarin vê gotinê bi kar bînin bo em tiştê ku rû da û rû dide li Sûriyayê fêm bikin.

Dibe ku peyva “vegotin”ê rûyê din ê peyva çîrokê be, ji ber ku wêjeya siyasî ya Sûriyayê dema ku behsa nêrînên komên navxweyî dikirin an jî metirisyên xwe bi nav dikirin,  bi kar tanî.  Lê dibe ku ev peyv di asta sereke de îşaret bi dema borî dike, lê peyva çîrok îşaret bi xeyal an jî nêrînên derbarê siberojê de dike.

Mirov dikare bibêje ku çîroka yekemîn a Sûriyayê di hewldanên meylên siyasî de ye ji dema avakirina hebûna Sûriyayê  da ku çîrokên xwedî yek alî biafirînin. Di vê çarçoveyê de, piştî derketina hêzên Fransayê, çîrokên xeyalî yên ji bo partiyên ku ji bloka niştimanî cuda bûne çêbûn ew jî yekitiya ereban bû, çi yekitiya axê û siyasî bi haşimiyên li Iraqê re an jî çîrokên wekî wê drbarê yekitiya bi Misirê re an jî Hîcazê. Ev yekem damezrandin bû da ku ji Sûriyaya teng derkevin û derbasî qada erebî ya berfireh bibin, ku singa xwe li ber aliyên bêhtir tundtir di erbiya xwe ve vekir, mîna Partiya Beisê ya nûhatî berî hinekî ji bobelata Filistînê.

Dema ku Sûriya û Misir bûne yek, hebûna çîroka yekbûnê zêdetir bû. Herdu welat navê xwe winda kirin û navê nû wiha bû: Komara Erebî ya Yekbûyî. Eger ku navê Sûriyayê beriya sed salan ji ber yekbûna xwe bi Misirê hate bikaranîn, Misirê dev ji wateya dîrokî ya navê xwe berde, ji bo xewna utopîk a bi lez, ku neteweperestên sûriyayî bi kar anî û danîn li ser maseya Cemal Ebdulnasir.  Tevî cudabûna di sala 1961ê de, sûriyayiyan careke din çîroka yekitiya ereban çêkirin, ji dema ku derbekarên beisî piştî du salan ji cudabûnê, hatin ser desthildariyê.

Her wiha, doza Filistînê jî derbasî nava çîroka Sûriyayê kirin û ew di beşê “azadî” de bi nav kirin. Îdeolojiya fermî ya welat xwe spart propogandeyê ku tê de bêkêrî heye , di demekê de ku urdunî, libanî, sûriyayî û heta filistinî bi xwe jî ji ber tedbîrên Beisê û siyaseta wê derbarê dosyaya Filistînê de, êş û azar dîtin.

Nabe ku mirov bêje Beis pirsgirêka Filistînê çêkir ku bi wê re jî çîrokên berxwedanê, lê hemû gelê Sûriyayê  xistin krasê vê dozê , da ku wan dûrî jiyana wan a siyasî bixin. Di piratîkê de jî, Filistîn ew qada kesk ji bo xebatên siyasî yên alîgir û dijber û nuqteya gihîştina hemû sûriyayiyan û bû çîroka biharte ya hemû sûriyayiyan heta sala 2011an, dema ku tundiya rejîma Sûriyayê û rastiyên şerê Sûriyayê nêrîna Sûriyayê ya giştî derbarê aloziya Filistînê-Îsraîlê de bi awayekî ji kok ve,  guhart. Di demekê de ku rejîma Sûriyayê bi hemû cûreyên çekan alîgirên Filistînê ango sûriyayî dikuştin û îranî û endamên Hizbulahê derbasî Sûriyayê dikirin da ku sûriyayiyan bikuje û hemû çareseriyên siyasî û mirovahî yên bi navê rêya ber bi Qudisê ve ji holê radike, sûriyayiyan doza Filistînê derbas kirin, ji ber ku doza wan bi xwe li ser xelasbûna ji rejîma kuştinê û koçberkirinê ya ku alîkarî ji derve xwest da ku hundir bi bin bixe, bi tundiyeke mezin.

 

Babila çekdar

Şerê Sûriyayê yê vekirî hişt ku destwerdanên derve tê de çêbibin û Sûriya veguherî hêlîna cîhadîstên sunî û şîî. Lewra Sûriya nêzî Babila nû bû: Mirovên cuda û ji hêla çandî û zimanî şerê hev dikin û sûriyayiyan dikujin û welat bi navê çîrokên mezin wêran dikin, ev hemû jî di bin navê gotinên “cîhad” û “ewlekariya neteweyî” ya dewletên cîran, tê kirin. Di heman demê de jî, ev hemû kiryar di pîrozbahiya dewletên rikberên li ser Sûriyayê hate kirin, beriya ku ev dewlet bi navê xwe yê tazî piştre bikevin nava Sûriyayê.

Rejîma Sûriyayê û komên opozîsyonê rê li pêşiya lîstikvanên navdewletî û herêmî vekirin ji bo derbasî axa Sûriyayê bibin û bi vê yekê re jî di dilê şerê Sûriyayê de çîrokên mezintir hatin destpêkirin:

Rûsyayê di dawiya sala 2015an de, biryar da ku parastina Şamê bike û malûmilkan li Sûriyayê pir bike û peymanên girêdayî petrol û enerjiyê îmze kirin û dest danîn  ser şiyanên welat ên herî girîng li ser xeta peravê bi dirêjahiya 180 kîlometirî. Putinîstan çîroka hêza xwe li ser hizira ku Rûsya împaratoriya li ser erdê ye û Washington jî împaratoriya deryayî ye, ava kir. Ev lêkolîna li bara wekheviya sembolî di edebiyatên fermî yên putînî de hişt ku şer li Ukrayayê dest pê bike û di encamê de cih û serweriya li Sûriyayê winda kir, ku tê de rûreşî jî hebû. Mosko xewnên ji serdema Qeyasira yên mayîna heta hetayê li ser peravên ava germ winda kir, dema ku Heyet Tehrîr El-Şam dikarin ku Beşar El-Esed ji Şamê biqewitîne. Bi vê yekê re jî Mosko rolên xwe yên stratejîk yên pêşbînîkirî li Rojhilata Navîn winda kir, ku ji Sûriyayê ji dawiya sala 2016an ve ev rol hate destpêkirin, dema ku xizmetguzariyên xwe li ser dewletên kendavê û herêmî pêşkêş kir û ew bûye altirnatîfa Amerîkayê.

Di vê demê de, piştî ku çîroka Rûsyayê têk çû, tiştê ku ji Moskoyê re mayî tenê şiyanên wê ku bikaribe parastina mayîna baregehên xwe yên leşkerî li ser Deryaya Spî, bike. Rewşa baregehan di metirsiyê de, tevî ku Ehmed El-Şeri hinek dilrihetî pêşkêş kirin û daxwaza wî ya nermbûnê li beramberî Mosko, lê ev yek Rûsyayê dil rihet nake. Ji ber ku tiştê herî nêz yê ku pêk were, têkçûna têkiliyên Rûsya û Sûriyayê ku di nîvê salên 50î de ya sedsala borî de destpêkiribû, ev yek jî dê xwezaya hişmendiya çekdarî ya artêşa Sûriyayê ya nû bide xuyakirin. Dibe ku vê carê çekkirina artêşa Sûriyayê ne rojhilatî be. Her wiha, nefikirîn ku li Sûriyayê herêm çêbibin, ku bi vê yekê re jî perava Sûriyayê bibe herêmeke serbixwe ku erka parastina hêzên Rûsyayê pêk bîne. Lê piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam herdu parêzgehên peravê kontrol kirin, êdî Rûsya nikare bi rûbirûyê deryayê de bimîne û pişta wê ji dijminên muhtemil re vekirî be.

Hevdemî Rûsyaya xwedî xwen, tecrubeya xîlafeta DAIŞê û tundiya wê, hişt ku amerîkayî tev bigerin da ku bi dûv çîroka çîhadîstan bikevin ya ku ji ber bûyerên 11 îlona 2001ê dest pê kir, ku piştî vê ev bidûketinê bi 13 salan kurd kifş kirin, bi rêyeke cuda ne mîna Henrry Kissinger û Richard Nixon, di dawiya salên 60î de.

Amerîka bi hevkariya bi HSDyê re di Sûriyayê de, gihaşt lûtkeya serkeftinên xwe yên li dij terorê. Bi daxwaza Trump a parastina bîranîna serkeftina li dij “DAIŞ”ê bêyî ku xurt bike, biryar da ku dev ji Sûriyaya tevlîhev berde û hêzên xwe derxe, lê stratejîstên li Washingtonê nehiştin ku ev yek pêk were. Di encamê de, di quncikekî de çîroka Amerîkayê derket holê ew jî şopandina Îranê û sînordarkirina cihê wê li Sûriyayê, nexasim piştî nêrîna stratejîstên li Washingtonê pêk hat, ku mezinbûna serweriya Îranê li Sûriyayê dibe ku zirarê bide berjewendiyên Tilebîbê. Ev yek jî bi rastî di roja 7ê cotmeha 2023yan de pêk hat. Ev yek jî beşek din li ser çîroka Amerîkayê zêdetir kir ku ewlekariya hevalbendê xwe Îsraîlê divê çalakbûna îraniyan di rêya Sûriyayê heta Lubnanê, were şopandin.  Di vê navberê de, nêrînên Trumpê duyem derbarê hebûna Amerîkayê li Sûriyayê were piştrastkirin, di demekê de ku rêxistina El-Qaîdayê bi navê xwe yê nermkirî (Heyet Tehrîr El-Şam) bû hakimê Şamê.

Bi baweriyeke mezin mirov dikare bibêje ku Îran têk çû û bernameya wê ya emperyalîst li herêmê têk çû û împratoriya Pasdarên Şoreşê bi dawî bû û gotina “çêkerên berikan” ên jêhatî xwediyên sebira stratejî ya kûr li pêşiya derbeyên Îsraîlê li Lubnan û Sûriyayê ji hev çû, ku xuya dike îroj Îran dewleteke duyem e ku nêzîk wê derî li xwe bigire piştî ku hêzeke herêmî bû û xwedînirx û desthilat bû li Beyrût, Şam, Bexdad, Senaa û li ser dirêjahiya kendava farisî.

Tehranê bi dehan milyar li Sûriyayê xerc kirin ji bo serweriya xwe bi dehan milîsên mezhebî ji Îran, Iraq, Lubnan, Pakistan û Efganistanê tevî al û sembolên wan bi kar anî, her wiha bi dehan gor ava kirin li ser esasê ku ew gorên îmamên şîî ne. jê bi wir de jî, Îranê bi baweriyê sûriyayiyan jî lîst, ku serek û rûspiyên eşîran girêdan û xizmatiya xwe bi Al El-Beyt re dan xuyakirin p tev li keda Îranê bûn ji bo pere û desthilatê.

Di nava 14 salan de, Îranê waneyek xwedîtinê de da, ji ber tu caran banga çareseriya aloziya Sûriyayê bi rêyên siyasî nekir. Lê belê çîroka Îranê sifir bû, an jî em dikarin bibêjin ku xwekujî bû, li derdora lehenegekî yekane kom dibû, ku divê di dawiya de bi ser bikeve, wekî ku kopiya bêkêr a Şahnameyê (pirtûka şahan) dibêje, ya ku Ayatulah vê carê ew xêz kiriye.

Hevdemî projeya îranî, tirkan çîrokên xwe afirandin li bara cîhana osamanî ya nû ku di bin ala wê de rêxistinên îslama siyasî û cîhadî kar dikin. Tirkan opozîsyona sûriyayî ya xwedî pêwîstiyên taybet ber bi xwe ve kişand, ji ber ku dihatin fînanserkirin. Ji ber wê. Tirkiyayê garantiya ifîlafeke opozîsyon kir ku di bin gotina Tirkiyayê de be û komikên çekdar ên ku hikûmeta Tirkiyayê ew xistin programekî geştiyariya çekdar li deveyî Sûriyayê li Lîbya, Azerbîcan û Nîcerê. Gelo ev yek tîne bîra mirov ku ev komik mîna karîkatorê tirkî ji “Feyleq El-Qudus” ê îranî re ye? An jî kompaniyê ewlehî yên ko nandoz dan hev û ew avêtin cengên taybet? Bi her halî, Enqerayê garantiya hemo komikên li dij El-Esed kir, hin ji wan erka wan şerê li dij kurdan bû û koçberkirina wan, hinên din jî bo hevsengiya bi rûs û îraniyan re bû.

Roja 8ê kanûna pêşîn, Tirkiyayê da xuyakirina ku ew e ya ku rêjîma El-Esed xist, bi çakûçê Heyet Tehrîr El-Şam, bi lez istixbarat û wezîrê xwe yê derve du caran rê kir da ku daxuyaniya serkeftinê bixwîne bi awayê dewletên raspêr û banga bidawîbûna tecrubeya Rêveberiya Xweser kir. Lezkirina Enqerayê gelek tiştan ji me re dibêje, ji wan, ew dixwaze hîlala şîî bi ya sunî biguhêre û peymanên ku îraniyan bi El-Esed re îmze kirin, dê bi peymanên tirkî bên guhartin ku dê tê de xêzkirinên sînorî yê bejahî û deryayî hebin, her wiha avakirina baregehên leşkerî û lojîstî. Her wiha kompaniyên bi ser hikûmeta Tirkiyayê ve dê erka jinûveavakirinê bigirin ser xwe. Dibe ku ev germbûna Tirkiyayê ya li bara îmzekirina peymanên hebûna leşkerî bide ku bibe mîna tiştî ku li Lîbyayê kir bi hikûmeta Fair El-Sîrac û Ebdulhemîd Dîbê.

Jê bi wir de, çîroka serokatiya cîhana sunî ji çaxa bidawîbûna hukumê komika Ixwan El-Mislimîn li Misir û Tûnisê bi dawî nebûye, ku Tirkiya niha dixwaze Şam bibe dergehê fireh ê serdestiya herêmî, wekî çawa ku Îranê di 14 salên borî de kir. Ev tê wateya ku ew dixwaze bibe cîrana Îsraîlê ya nû. Di rojên borî de, alîgirên serokê Tirkiyayê Receb Teyyib Erdogan ban kirin: “Me bibe Qudsê”, wî bi zimanê erebî bi devokeke sultanan bersiva wan da “ê ku sebirê bikşîne wê bigihêje”. Di demekê de ku sembolkirina tirkî gihaşt lûtkeya xwe bi siloganên xwepêşanderên tirk û trendên li ser medyaya civakî yên ku dibêjin: Duh Aya Sofya, Îroj Mizgefta Imewî, Sibe Mescid El-Eqsa.

Erdogan dixwaze têkçûna El-Esed, ê ku bi hesret bû wî bibîne û silavê lê bike, bi siyaseta xwe ya hundir bi kar bîne. Di hilbijartinên şaredariyan ên dawiyê de, cemawerê hilbijêrên AKPyê ew ceza kirin, ji ber tiştê ku di nêrîna wan de serok erka xwe derbarê Xezayê de pêk neanî, lê niha derfet li pêş Erdogan heye da ku çavan ji ser qelsiya hikûmeta xwe li pêşberî Îsraîlê bigire, ji ber wê Sûriya dê bibe yekem rêya qaşo ber bi Qudsê ve di edebiyat û xîtabên gelêrî yên AKPyê de, eynî mîna rewşa Îranê. Ne tiştekî derveyî rê ye heger rêya Qudsê di Qamişlo, Dêra Zorê, Humus û Şamê re derbas bibe.

Bi giştî, kaxeza Îranê hat tewandin. Dibe ku ya Rûsyayê jî, xuya dike ku Tirkiya li ser wê rêyê ye ku Sûriyayê bike mijara tirkî ya bê. Ev erkeke giran e di çiravekê de ku guhartin, tundî û suprîz tê de hene. Dibe ku, divê Tirkiya nas bike ku ew dê bibe cîrana nû ya Îsraîlê, li gorî ku di ragihandina îsraîlî de tê gotin. Dê Tilebîb alavên danûstandinê qut neke bi mêvanê giran re, ku ne kêmî îraniyan e. bi ser de jî, Tirkiya ket cihê rikberê jiyosiyasî bi cîhana erebî ya ku Siûdiyê û Îmarat serektiya wê dikin, ev rikberî dibe ku wan bixe rikberiyeke herêmî, wekî tecrubeya Îranê.

 

Asoyên girtî an “kesê rizgar dike biryarê dide”

Piştî ketina rêjîmê, silogana “kesê rizgar dike, biryarê dide” derket. Ev vajeke nezelal e ji nêrîna kesê ku bi şûr bi ser ket divê bi a wî bl kirin û nabe li dij wî bê derketin. Mîna vê nêrînê, Ehmed El-Şeri, bi navê xwe yê di nifûsa sûriyayî de qeydkirî, wekî hakimekî derket ku biryara teşeya diyaloga niştimanî, pêvgava veguhastinê, dema wê, nêrîna wî ji rêjîma bê re, teşeyê rêvebirina dewletê û çawaniya danûstandina bi civaka pirreng di dest wî de be, her wiha nêrîna wî û komika ji destûr, parelmento û qanûnan re.

Çîrokeke El-Şeri heye nikare dûrî wê bikeve, ew jî ew e ku ev mêr ji metineke cîhadîst hatiye, bi taybet ji hundirê rêxistina El-Qaîdayê. Hukimê wî xwe dispêrê toreyên nêzîkatî û xelekên taybet. Tevahiya endamên hikûmeta wî ya niha pê re hatine ji tecrubeya Idlibê. Mebest jê ew e ku wezareta ku li Idlibê hatiye ceribandin, navoka hukumê li Sûriyayê ye û hê dema rengkirina hikûmetê nehatiye.

Tecrubeya serek El-Şeri li Koşka Gel, gotina serek li vir bilêvkirineke kutaker û hemwateya cihê serok e, tekez dike ku ew xwe di ser gotinên avaker ên Sûriyaya nû re diqevêze, mîna demokrasî, parlemento, wekheviya zayendî û hemwelatîbûna wekhev. Lê gotinên wekî şûra, encumana şûrayê û peymana civakî berdêla wan tê gotin. Di daxuyaniyên El-Colanî de xwesteka wî xuya dike ku çîrokekê mîna tecrubeya Xumeynî ava bike, ku komar bibe hebûneke tiyokrat, tê de kêmneteweyên olî xwedî qanûnên taybet bin ku di çarçoveya deverên teng de ne û ne rikberê suna bin.

Çavê me ne şaş in dema ku çîroka ku El-Şeri dixwaze li Sûriyayê ava bike dibînin: Dewleteke şerîetê û komareke îslamî ya navendî di her tiştî de, di serî de navendbûna wê li derdora serokekî nêr ê sunî yê erebî û ne di dawî de desthilat di destê komikekê de û ketina samanê di destê hin kesên xwedî şens û dilsozî.

Di dewleta tiyokrat de, meseleya edebkirina olî û etnîkî derdikeve, en jî yên ku bi muhertiq û murecifan tên wesfkirin. Ev tê wateya ku gengaz e Sûriya bikeve şerên navxweyî û çewisandina nasnameyên mezin ji nasnameyên piçûk re. Me ev çîroka yekem li gundên xiristiyan û dirzî li Idlibê dît. Em olana wê di tirsandina elewiyan li beravê dibînin, her wiha dest ji diriziyan berdane heta ku keysa xwe lidesthilatê bînin, bi ser de jî sunî bixwe jî di navbera kesên bajarî û kesên gundî de û çînên civakî û çandî yên cur bi cur de parçebûyî ye, ku gelek hêlên olî tê de hene dûrî hev in, dibe ku gelek ji wan neçar bimînin ku cilê ku desthilata nû ferz bike li xwe bikin.

Rûberek di hundirê vê çîroka xeyalkirî ya li bara siberoja Sûriyayê de heye, ya ku dişibe tecrubeya îranî, ku welat bikeve şerên navxweyî dê piçekî dûrî nimûneya îranî bikeve yan jî bigihêje şerên tunekirinê ya ku bi armanckirina komekê dest pê dike ku ew kom ji yên din re bibe ibret, her wiha pêkan e şerekî komikan çalak bibe mîna tecrubeya lîbî yan jî ya sûdanî, ku ew jî rengekî din e ji şerê navxweyî.

Di van deman de, brovayên rûniştinên diyaloga niştimanî tên kirin; ew rûniştinên giştî ne ji kesayetên ji civaka gelêrî ya ku şerê sûriyayî yê dirêj ew şkandibû. Lê mîna van rûniştinan nûnertiya tu berdleke diyalogê nakin ya ku tê de kesayetên jin, rewşenbîr, opozîsyon, partîyî, nûnerên deveran ên rastî hevpar bin. Mîna van diyalogan wêneyekî nû ji nimûneya “dilsoziyê” didin ya ku Heyet Tehrîr El-Şam wê di ser her tiştî re dibîne, ku tijî derewên bi navê niştimaniyê ne, ku bi piranî encamên wê giştî ne û tu wateya wan a siyasî tunene tê de kesên beşdar her tiştî dibêjin û tu tiştî nabêjin, nîna parastina yekîtiya niştimanî û yekbûna axa Sûriyayê.

Di asyonê El-Şeri de tu nêrîn tunene bo pêşkêşkirina çareyeke adil bi doza kurdên Sûriyayê, derveyî çîroka: “Kurd beşek in ji teşeya Sûriyayê”. Ev gotin bixwe li Îranê ji sala 1979an de tê gotin, ku rewabûna bilêvkî derveyî destûrê ya ku wêneyê welat xêz dike, di demekê de ku haleta rêjîma îranî hebûna siyasî û çandî ya kurdî bi hêza qanûnê diçewisîne û bi mehkemeyên şerîetê û bidarvekirinên wê.

Bi her halî, Sûriya niha rastî mercên nivîsandina çîrokeke mezin ya nû tê li bara siberoja xwe, vê carê bi pênûsa Heyet Tehrîr El-Şam, ji dîroka imewî û îslamî xweîdtina xeyalkirî tîne. Piştî ku Sûryaya El-Beis eşkêleke erebî ya demkî bû û welatekî pêkan bû ji alîgirên tevgerê neteweya erebî, Şam ber bi wê yekê ve diçe ku bibe weqfek bo tevahiya mislimanên cîhanê û kesên ku bo dadgehên ewropayî û erebî tên xwestin, ku bi navê îslamê bên parastin. Veguhastina Şamê bo metropoleke îslamî yek ji beşên çîrokê ye ya ku pêkan e bê xwendin. Engo girêdana tevlîbûna nav neteweya îslamî ya xeyalkirî bo cîhadiyên biyan ên ku ji Efganistan, Hindistan û Çînê hatine dê ji girêdana niştimanî girîngtir be.

A ku pêwîst e berdewam parastina wê bê kirin ew e ku Sûriyayê bibe ji sûriyayiyan tevan re, neku bibe dîla dewletan bi çîrokên xwe yên mezin û xwesteka wan a kirina Sûriyayê bo hêla wê ya jiyangîr an jî ewlehiya wê ya neteweyî. Her wiha ne ku bibe dîla komeke hewesdara desthilatê û çîrokên wê yên taybet û nêrîna wê ji cîhanê re. xwesteka piraniya sûriyayiyan niha ew e ku welat bêhtir aram bibe tê de jin û mêr rêya xwe nas bikin a ber bi karên xwe ve, napêjê û sindoqa hilbijartinê, dûrî çîrokên mezin ên ku ev welat rûxandin.

Kesê ku rizgar bike ne pêwîst e bi kêmanî bi tena xwe biryarê bide, nexwe dê her aso bê girtin li pêşiya dadwerî, wekhevî û welatîbûnê.