Şingal di armanca êrîşên Tirkiyayê de ye
Nivîskar: Dr. Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Dewleta Tirkiyayê ji 23yê cotmehê ve êrîşeke hewayî ya bi balafirên şer û dronan li dij herêma Şingalê ya li Herêma Kurdistanê pêk anî. Li gorî daxuyaniya YBŞyê, ev êrîşên dewleta Tirkiyayê 16 cihên sivîlan armanc kirin û di encamê de bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha, di şeva 24ê cotmehê de, balafirên şer ên Tirkiyayê navendeke YBŞyê li herêma Xanesorê ya rojhilatê Şingalê armanc kir û di encamê de, 6 şervanan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Hevdemî êrîşên dewleta Tirkiyayê yên berdewam li dij Şingalê, dewleta Tirkiyayê binesaziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di 23yê cotmehê de armanc kir. Di vê çavçoveyê de, balafirên şer û dron û topavên dewleta Tirkiyayê bi dehan navendên xizmetguzariyê, stasyonên kehbreyê, petrol, nexweşxane, dibistan û stadên futbolê û navendên din ên xizmetguzariyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser, wêran kirin. Di encama van êrîşan de jî, bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
YBŞyê di daxuyaniya xwe de navê şervanên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin û da zanîn ku yek ji wan ji pêkhateya ereb e. Li gorî daxuyaniya YBŞyê nasnameya şervanên xwe yên ku jiyana xwe dest dane wiha ne: Heval Nemir Qasim Elî, Imran Ehmed Qasim Qolo, Ezîz Xêro Kirdo, Rayid Xalid Hisên, Selah Hesen Amir û Weed Hamid Heykel. Bi merasîmeke mezin cenazeyên şervanên YBŞyê hatin oxirkirin, rêveberiya sivîl li Şingalê jî êrîşên dewleta Tirkiyayê li dij sivîlan, YBŞ û hêzên Asayîşê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku destwerdan bike, da ku binpêkirinên dewleta Tirkiyayê derheqê sivîlan de rawestîne û rêzê ji îradeya welatiyan re bigire ku karûbarê xwe bi rê ve dibin. Her wiha, rêveberiya Şingalê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku bi hev re parastina herêmê ji komên dervayî qanûnê û komên terorîst di serî de DAIŞê, ku heta niha li çolistanên Iraq û Sûriyayê çalak in.
Dewleta Tirkiyayê bi awayekî domdarî êrîşan hewayî li dij sivîlan û hêzên leşkerî li Şingalê pêk tîne, her wiha kiryarên xerabkirin û kuştina kesayetên siyasî û civakî dike da ku Rêveberiya Xweser a sivîl a ku gelê Şingalê di 15ê çileya 2015an de bi beşdariya hemû pêkateyan (kurdên êzidî, misliman û şebek û erebên suna û şîa, aşûriyên xiristiyan) ava kiriye, têk bibe. Rêveberiya Xweser armanca wê ku xizmetê pêşkêşî xelkê bike û girîngiyê dide rêxistinkirina civakî û perwerde, tenduristî û jinê. Her wiha, parastina herêmê û xelkê wê bi rêya avakirina hêzeke leşkerî û hêzeke din a xwecihî bi hevkariya bi hikûmeta xwecihî li Nînewayê û hikûmeta navendî li Bexdadê. Di heman demê de, xelkê Şingalê beşdarî hilbijartinên xwecihî li parêzgeha Nînewayê bûn ku di 18ê kanûna 2023yan de hate lidarxistin û namzetê wan ê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî dikarîbû ku kursiyekê bi dest bixe.
Dewleta Tirkiyayê ji sala 2015an û heta niha, bi sedan êrîşên hewayî bi balafirên şer û dronan li dij binesaziya li Şingalê û YBŞ û hêzên Asayîşê û ewlekariyê, pêk anîne. Di heman demê de jî, Enqerayê toreyeke sîxurtiyê ya xwecihî ava kir da ku agahiyan li ser erdê kom bike û hişt ku îstixbaratên Tirkiyayê bi dehan kesayetên sivîl û leşkerî li Şingalê (Zekî Şingalî, Seîd Hesen, Bîr Cego, Dijwar Feqîr, Zerdeşt Şingalî, Merwan Bidil, Menal Mardîn û hwd) armanc bike. Dewleta Tirkiyayê hewl dide ku nimûneya Rêveberiya Xweser li Şingalê bi rêya armanckirina berdewam a binesazî û kesayetên siyasî û kadroyên leşkerî têk bibe û bi vî awayî tirsê bixe nava gel, da ku bi rêveberiyê nexebitin û rê nede ku bi dehhezaran ji xelkê Şingalê yên li kampên li Duhok û hwd li bajarên Herêma Kurdistanê dimînin, vegerin warê xwe. Armanca Tirkiyayê ew e ku rewşeke aramiyê li Şingalê çênebe ku bihîle koçber vegerin warê xwe û destwerdanê di biryardariyê de bikin, her wiha destwerdanê di bajarên xwe de yên ku êrîşa DAIŞê ew rûxandine.
Ji bilî aliyê leşkerî û îstixbaratî di armanckirina binesaziya rêveberî û leşkerî ya Şingalê de, dewleta Tirkiyayê di aliyê siyasî de çalak e û hewl dide ku hemû têkiliyên xwe bi hikûmeta navendî li Bexdadê û bi blok û kesayetên sivîl û siyasî re li ser esasê tunekirina rêveberiya Şingalê be çi ya sivîl çi jî ya leşkerî û rewşa heyî ya li Şingalê bi dawî bike û vegerîne wekî berê, da ku xelkê bê rêxistinbûn û hêza leşkerî bihêle ku karibe parastina xwe bike. Tirkiya dixwaze Şingalê vegerîne beriya pêvajoya êrîşa DAIŞê (tebaxa 2014), da ku hikûmeta xwecihî li Nînewa û PDK rêveberiya sivîl û leşkerî li Şingalê bixin destê xwe.
Hikûmeta navendî li Bexdadê û hikûmeta Herêma Kurdistanê di 10ê cotmeha 2020î de, peymanek bi navê “Peymana Bexdadê” îmze kirin ku armanca wê ew e rewşê li parêzgeha Şingalê rewa bikin û serperiştiya hêla rêveberî û leşkerî bikin, bi rêya avakirina komîteyeke hevbeş ji nûnerên rêveberî û leşkerî yên Bexdad û Hewlêrl û pê re dûrxistina tam a xweseriya Şingalê û Hêzên Berxwedana Şingalê ji wê.
Her wiha, Tirkiyayê piştî serdana Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan li Bexdadê di nîsana 2024an de, dikarîbû ku bihêle Iraq gelek biryarên zordar derheqê Şingalê de derxe. Ji wan biryaran, qutkirina peywendiyan di navbera Rêveberiya Xweser û rêxistinên civakî de, her wiha hikûmeta Iraqê êdî red kir ku bi nûnerên Şingalê re derbarê pêşxistina projeyan û bernameya jinûveavakirina herêmê, bide û bistîne. Di heman demê de, hikûmeta Iraqê di 6ê tebaxa 2024an de, biryara qedexekirina Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî û Eniya Têkoşîna Êzidî da, bi bihaneya girêdana wan bi PKKyê re.
Wezareta Penaberî û Penaberan di 24ê çileya 2024an de ragihand ku 30ê tîrmeha 2024an dema dawî ya vegera koçberên êzidî ji kampên Herêma Kurdistanê ku vegerin herêmên xwe yên resen li Şingalê. Ji bo teşwîqkirina vegerê, wezaretê gelek alîkarî pêşkêş kirin bo kesên ku vegerin, ji wan bo carekê 4 milyon dînarên iraqê bo kesê vegeriyayî tê dayîn (derdora 3 hezar dolar) bo her malbatekê, her wiha hin peywirên hikûmetê û garantiya civakî û qerzên bo saziyên bazirganî yên piçûk bêyî fêde. Lê vegera koçberan li gorî rêklama ku jê re çêbû ne li gorî wê bû.
Niha û piştî derbasbûna sê mehan li ser dema dawî ya vegera koçberên êzidî, mirov dikare bibêje ku rewş wekî xwe ma û heta niha jî zêdetirî 24 hezar malbatên êzidî di 24 kampên koçberan (15 ji wan li Duhokê ne) dijîn, her wiha derdora 38 hezar malbatên êzidî jî li dervayî kampan li gelek bajar û gundên Herêma Kurdistanê dûrî cih û warê xwe Şingalê dijîn. Ji bilî êrîşên Tirkiyayê yên berdewam li dij Şingalê ku ew jî sedemeke sereke ya ku koçberên êzidî venagerin, lê gelek sedemên din jî hene ew jî nebaweriya bi sozên hikûmeta Iraqê ku alîkariyên darayî pêşkêşî wan bikin û bernameya jinûveavakirina Şingalê pêk bînin û jêderên pereyan berdest bikin û sîstemên perwerde, tenduristî, û civakî peyda bikin. Her wiha xelkê Şingalê ji wê yekê bitirs in ku kêferat di navbera komên çekdar de rû bidin yên ku her komek li devereke parêzgehê ne.
Siyaseta dewleta Tirkiyayê ya derbarê Şingalê ya ku kurdên êzidî lê niştecih in, li ser wê yekê ava dibe ku xweseriyê birûxîne û Hêzên Berxwedana Şingalê(YBŞ) têk bibe, her wiha tevahiya diyardeyên sivîl û leşkerî yên di destên êzdî û pêkhateyên din ên deverê de birûxîne. Enqera hewl dide nenavendîbûnê xirab bike û Şingalê radestî hikûmeta xwecihî ya Nînewayê (ya ku neteweperestên ereb ên sune wê desteser dikin) û hevalbenda xwe PDKyê bike. Ji bo ku vê armancê pêk bîne, Tirkiya bombebarankirina Şingalê berdewam dike, ku binesazî, kadroyên siyasî û leşkerî yên ku serperiştiya saziyên xweseriyê dikin, armanc dike. Tirkiya, ji armanckirina berdewam a bi rêya balafirên şer, dron û kiryarên xirabiyê ji reşkujî, bombekirin û teqînê, bi hêvî ye ku xweseriyê bi dawî bike û rê li ber koçberên êzidî bigire ku ji kampên Başûrê Kurdistanê derkevin û vegerin Şingalê, lê belê dihêle ku xelkê mayî koçber bibe û ji bombebaran û soqasên dewleta tirk birevin.