Siberoja fikira Lord Curzon ya ragihandina dewleta Kurdistanê di navbera ereb û tirkan de
Nivîskar: Dr.Azad Ehmed Elî
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Lord George Nathaniel Curzon (1859-1925) di çareyeka yekem a sedsala 20an de siyasetmedarekî birêtanî yê xwedî bandoreke mezin bû. Curzon di navbera salên 1899 û 1905an de, bû rêveberê gişît yê Hindistana Birêtaniyayê û di navbera salên 1919 heta 1924an de, bû Wezîrê Karê Derve yê Birêtaniyayê. Curzon her wiha di karûbarê Asya û kurdan de, pispor bû. Di heman demê de, ew xwedî fikira dewleta Kurdistana mezin bû ku wê hevsengî û erdîngariya Rojhilata Navîn di destpêka sedsala 20an de, biguherte, ku bibe dewleta di navbera Tirkiyayê û Îranê de ji aliyekî û ji aliyekî din ve jî di navbera welatên ereban de. Gelek rayedarên birêtanî destek dane hizira Curzon, nexasim Major Noel.
Lê Birêtaniyayê hêdî hêdî hîşt ku dev ji vê projeyê berde, ji ber serkeftinên Kemalîstên tirk û ji ber destekdayîan Sovyetê ji hikumeta Enqereyê ya ku nû ava bûye. Elîteyên neteweperestên tirk û Kemalîstan bi hevkariya bermahiyên Osmaniyan projeya Kurdistana serbixwe bi rêya rûbirûneke leşkerî û diplomatîk têk birin. Her wiha, civakên kurdan tevlî Tirkiyayê(nûjen a piştî Osmaniyan) kirin bi çewisandina leşkerî û rêzepeyman û lihevkirinê navdewletî û herêmî. Giringtirîn gerên diplomatîk jî kongreyên: London û Parîsê, Enqere û Qahîre û Qersê. Di encama van hemûyan de jî, li ser Peymana Lozanê di 24ê tîrmeha 1923an de îmze kirin û têde biryarên kongreya lihevkirinê li Sêverê ya derbarê serxwebûna Kurdistana Osmanî de rakirin û êdî pêvajoya Sêverê bidawî kirin, ango êdî doza kurdan di rojeva wan de nema. Lê tevî têkçûnê, Birêtaniyayê dev ji hizira serxwebûna Kurdistanê berneda, tevî ku Şêx Mehmûd Hefîd şerê vê hizirê kir û xemsariya rêveberên kurdan( ên Osmanî) yên ji hewldanên Birêtaniyayê, di dema pêvajoya lidarketina kongreya Lozanê di nîvê yekem a sala 1923an de. Lê Birêtaniyayê jî bi serpereştiya diplomasiya Curzon ku nûnertiya eniya hevalbendan derbarê bazirganiyan li ser dewleta kurdan de dikir di hizira serxwebûna Kurdistanê de berdewam kir, lê di dawiyê de dev ji vê projeyê berda û li şûna wê projeyê wîlayeta Mûsilê(Başûrê Kurdistanê) tevlî nava dewleta Iraqê kir û petrola wê bi Fransayê re, parve kir.
Gelek dîrokzan û lêkolîneran derbarê mijara projeya Kurdistana serbixwe de, nivîsandin. Di vir de, wekî mînak em dixwazin bînin ziman ku tiştê dîroknas û kurdolog Lazarev nivîsandiye û dibêje:”(Kurdistana serbixwe) heta destpêka sala 1921an de, di rojeva diplomasiya Birêtaniyayê de bû. Piştî demekê rojnameya El-Hebl El-Metîn ku nêzî derdorên îslamî yên li Hindistanê ye, got ku li paş mijarê projeya Lord Curzon heye, ya ji bo serxwebûna Kurdistana Tirkiyayê û Kurdistana Farisî ya yekbûyî, ku ew jî dikeve çarçoveya nêrîna me behsê kiriye, ango êrîşkirina Rûsyayê de… û hin kes di wê baweriyê de ne ku ew ê li şûna Kurdistanê hin herêman bidin Tirkiyayê û Farisan, da ku ku ji wan herêman rasterast li dijî Rûsyayê operasyonên leşkerî pêk bînin. Di vê rewşê de, dê yek guleyê bavêjin pir armancan:
1-Piştî ku Tirkiyayê û Faris ji Rûsyayê hatin qutkirin û ji hev hatin qutkirin, wê derfet çêbibe ku dewletek ji van herduyan(Tirkiyayê û Faris) bêne dîyarkirin û bibin dewleteke biçûk û li ser wan werê ferizkirin ku bi awayekî tam di bin rêveberiya Birêtaniyayê de, bimeşin.
2-Êrîşa li dij Rûsyayê, ji ber ku Kurdistan kurtirîn rê bû(Lazarev, Doza Kurdan 1917-1923an, werger Dr.Ebdî Hacî, Beyrût 1991, r.263)
Her wiha, mirov dikare texmîn bike ku stratejiya Birêtaniyayê û hevalbendan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ew bû ku di aliyê cewher de, rêveçûyîna siberoja rêvebirinê di cîhana îslamê de dîyar bike, bi rêya bidawîkirina împeretoriyên îslamî yên mezin, nexasim Osmanî û piştre jî ya Îranê. Di heman demê de jî, Kurdistanê bikin wekî bendekî erdîngarî û demografî di navbera wan û di navbera welatên ereban de, her wiha bikaranîna Kurdistanê wekî baregeheke di demên pêwîst de li dij Rûsyayê.
Dîyar e ku ev hizira siyasî, bû projeyeke piratîk û helwesteke stratejîk heta pêvajoya beriya îmzekirina Peymana Loznaê. Lê gelek fakoran bandor li vê hizirê kir, çi yên hundirîn bi belavbûna elite û rêveberên kurdan, çi jî yên derve wekî eniya oposîzyonê ya berfireh ku destek da hikumeta Enqere, destpêkê jî Sovyet û Almanyayê. Her wiha ji bilî vê yekê jî, mezinbûna projeya dewleta Kurdistana mezin, ku wê împeretoriyeke”îslamî”ya nû di hundirê Rojhilata Navîn de, wê demê ava bikire. Piştî derbasbûna 100 sedsalan li ser Peymana Lozanê û li ser rojeva projeya serxwebûna Kurdistanê ya mezin di qada navdewletî de, heta niha mafê çarenûsa siyasî ya civakên Kurdistanê wekî proje heye û berdewam dike. Tevî ku gelek astengî li pêşiya wê hene, lê pêşengên elîteyên kurdistanî û hevalbendên wan, ji bo rakirina van astengiyan di nava livûtevgerê de ne.