Rojhilata Navîn..Şerê jinûvedîzaynkirina herêmê
Mihemed Seyid Risas
Piştî du saetan ji bidawîbûna axaftina serokwezîrê Îsraîlê Bejnamin Netanyahu di civîna Neteweyên Yekbûyî de di 27ê îlona borî de, balafirên Îsraîlê bi êrîşeke li dij baregeheke Sekertêrê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrallah li Dahiya Başûrê Beytûrê, kuşt. Di roja din de û ji Qudisê, Netanyahu kuştina Nesrallah wekî “Jinûveavakirina hêzê di Rojhilata Navîn de” bi nav kir. Diyar e ku şirovekirina vê helwestê, rojnameya “New York Timese”ê di 16ê nîsanê de belav kir, ku dibêje teşwîqkirina Tilebîbê û Washingtonê ji bo lêdana Îranê, pêşî bi destên wê û dû re jî bi serê wê, bi eşkerekirina qelsiya êrîşa mûşekî ya balîstîk a Îranê di şeva 13-14ê nîsana 2024an de li dij Îsraîlê dest pê kiriye. Serokê Amerîkayê yê berê jî Biden nehişt ku Netanyahu şerê Xezayê ber bi Huzbellah an jî Îranê berfireh bibe, di hefteyên piştî êrîşa Tevgera Hemasê di 7ê cotmeha 2023yan de. Îhtîmala herî mezin jî ku destpêkirina êrîşa bejahî ya Îsraîlê li dij Lubnanê beriya çend rojan ji kuştina Nesrallah, diyar dibe ku Îran lawaz e û ji ber heman sedemê, Hesen Nesrallah hate kuştin, piştî ku eşkere kir Îsraîlê beriya niha nexwest wî bikuje. Îhtîmala herî mezin jî ku lawazbûna Huzbellah bi awayekî dramîtîk di wî şerî de ku di 26ê mijdarê bi dawî bû û avakirina atmosfêrekî navdewletî-herêmî, ji bo destpêkirina operasyona rûxandina Beşar El-Esed di heman rojê de, armanc jê ew bû ku serikê eksenê ew jî Îran gelekî lawaz bû, piştî ku şaxên wê li Lubnan û Xezayê pûç bûn û li Sûriyayê şaxê wê hate qutkirin, ku Sûriya pireke bejahî ya eksena îranî çêkiribû di navbera Tehran û Deryaya Navîn de. Lê serokê Amerîkayê Trump ji derbeya li dij Îranê ku bi Netanyahu re di gulanê de lihevkiribû, paşde vegeriya û li şûna wê, danûstandinên der barê dosyaya nuklerî de, hilbijart.
Niha û piştî sal û nîvekê ji êrîşa Tevgera Hemasê, mirov dikare bêje ku Îran êdî lawaz bûye û êdî ne “hêza herêmî ya gewre ye”, wekî ku general Rehîm Sefewî di sala 2013an de ev nav li Îranê kiribû, ku niha şêwirmendê Elî Xamineyî ye û berê jî fermandarê Pasdarên Îranê bû. Her çiqas ku axaftina Xamineyî di îlona 2023yan de beriya êrîşa Hemasê bi çend hefteyan rast be, ku got: “Nîşane hene li ser lawazbûn û têkçûna bloka dijberî” Îranê, lê ev axaftin di 2025an de, ne rast e piştî têkçûna Tehranê li Xeza, Lubnan û Sûriyayê û piştî ku Amerîka bû lîstikvanê herî meizn li herêmê û piştî wê bû Îsraîl.
Banga Netanyahu di axaftina xwe ya li New Yorkê de, li ser “Lihevkirina di navbera Meka û Orşelîmê de” balkêş bû, piştî ku fermana kuştina Nesrallah da, ev yek jî tê fêmkirin ku çima bang li Qum û Necefê nekiriye, ji bo lihevkirinê. Lê ne bibîrxistina Ezher an jî Stenbolê, diyar e ku xwedî nîşane ne. Herwiha, beriya gotina “Lihevkirina di navbera Meka û Orşelîmê de”, gotina “Lihevkirina di navbera îslam û cihûyan de” hebû, lê beriya vê gotinê jî, gotina “Lihevkirina di navbera cîhana erebî û Îsraîlê de” hebû. Îhtîmala mezin jî, Netanyahu fêm kir ku Washignton xwedî meylekê ye ku Siûdiya Mihemed Bin Selman bike sembola îslamê, ne Misir an jî Tirkiya û Erebistana Suidî bike rêveberê ereban. Herwiha, tê wateya ku Washington rûpela pêvajoya Iraqê radestî Îranê û hêzên şêî yên xwecihî bike, bi dawî kir. Di heman demê de, tê wateya guhartina helwesta ji rola Îranê ya herêmî, ku temena wê îmzekirina peymana 2015an a nuklerî bi Amerîkayê re bû, ev yek jî rastî redkirinê ji aliyê hevalbendên Amerîkayê “Tilebîb û Riyadê” wê demê di serdema serokê Amerîkayê Obama de, hat. Li vir, divê were bibîranîn ku gava ku Washingtonê di havîn û payîza 2023yan de ji bo normalîzekirina têkiliyên di navbera Riyad û Tilebîbê de teşwîq kir, bi projeya Korîdora Hindistanê, reaktoreke nuklerî ya Siûdî ku ji hêla Washingtonê ve tê çêkirin û peymaneke parastinê ya Amerîka-Siûdî re pêk hat. Li gorî nêrîna Biden di gotara xwe ya Washington Postê ya 20ê mijdara 2023yan de, êrîşa Hamasê armanc dikir ku van hemûyan têk bibe.
Heger em li tabloya Rojhilata Navîn binêrin, em ê lawazbûna Huzbellah di nexşeya siyasî ya Lubnanê de û lawazbûna Hemasê di qada Filistînê de û lawazbûna Hûsiyan di Yemenê de bibînin û ev yek jî êdî li Iraqê diyar dibe. Eger em van hemûyan bikin ser hev û li ser wê têkçûna El-Esed lê zêde bikin, diyar dibe ku Xamineyî êdî lawaz bûye û êdî ne xwediyê “hêza herêmî ya gewre ye”. Diyar e ku ev kêliya Trump bijartibû, berovajî nêrîna Netanyahu, ji bo danûstandina bi Îrana lawaz re, bê ku dev ji bijarteya leşkerî berde. Tê texmînkirn ku nûçeya êrîşa hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ya meha bê, di hefteya destpêkirina danûstandinan li Mesqetê de bi qestî hatibû belavkirin, bi awayekî ku dişibihe nêzîkatiya Henry Kissinger a “danûstandin di bin agir de”. Bê guman, ev nûçeya ku hatiye weşandin, ne îsraîlî ye, lê belê amerîkayî ye.
Ev lawaziya Îranê, nêzîkbûna Tehranê ya vê dawiyê bi Riyadê re rave dike. Rewşa nû ya Rojhilata Navîn di heman demê de tevliheviya danûstandinên Amerîka-Rûsyayê yên li ser Ukraynayê û danûstandinên Rûsya-Ukraynayê yên li Erebistana Siûdî jî rave dike. Agahî hene ku Trump dê li wir bi hevtayê xwe yê rûsî Vladimir Putin re bicive û dibe ku ew der bibe cihê danûstandinên nuklerî yên Îranê yên pêşerojê. Ev hêza nû ya Erebistana Siûdî dikare bibe alîkar ku rewşa Sûriyayê ya siberojê teşe bide, ku Riyad dê bi razîbûna Amerîka, Misirê û bê guman Îsraîlê, rê nede ku Serokê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan li Şamê tiştê ku Xameneyî piştî hilweşîna Sedam Husên li Bexdadê kir, bike. Hêza Riyadê di heman demê de dibe destberdana Îmaratê ji piştgiriya Ehmed El-Ode re û nêzîkbûnên Putin bi desthilata Sûriyayê ya nû re, şirove dike. Der barê pirsgirêka Filistînê de, hêza nû ya herêmî ya Erebistana Siûdî dikare bi şertê Riyadê ya avakirina dewleteke filistînî wekî şertek ji bo normalîzekirina bi Tilebîbê re were girêdan, şertek ku di sala 2023yan de ji Erebistana Siûdî re tune bû. Herwiha balkêş bû ku di dawiyê de lihevkirinek amerîkayî-siûdî li ser avakirina reaktoreke nuklerî ya siûdî hate çêkirin, bêyî ku ew bi normalîzekirina bi Îsraîlê re were girêdan.