Pozbilindiya “liberal-çepgir” derfetên serkeftinê zêde dide partiyên rastgir ên ewropayî
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Partiyên rastgir bi awayekî xurt li gelek welatên Ewropayê derketin pêş û di encûmanên wîlayet û parlamentoyên niştimanî de û di parlamentoya Ewropayê de hebûneke wan çêbû, ku ev partiyên rastgir jî di bin sîwana yek bloka parlamentoyê de, bûne yek. Her wiha, partiyên rastgir ku xîtab û mijarên wê nêzî hev in û dikin bingeha hemleyên xwe yên hilbijartinê, ketin navendên bi bandor li gelek dewletên Ewropayê. Wekî mînak li Fransayê Partiya Niştimanî encamên mezin bi dest xistin, her wiha Partiya Azadî li Holandayê û Partiya Biratî û Partiya Berdêl li Almanyayê encamên mezin bi dest xistin, herî dawî jî Partiya Azadî li Awûstûryayê ku di hilbijartinên dawî de %29,2 encam bi dest xistin, niha di nava hewldanên avakirina hevalbendiyên ji bo avakirina hikûmeteke itîlafî û destpêkirina pêkanîna bernameya xwe ya hilbijartinê û pêkanîna sozên ku ji dengdêrên xwe re dabû.
Sedemên hilbijartina partiyên rastgir vedigere guhartinên mezin li Ewropayê, ji ber zêdebûna pirsgirêkên civakî û aborî û daketina asta debara jiyanê ya welatiyan yên ji çîna navîn, her wiha li kêleka wê jî zêdebûna hejmara penaberan û pirsgirêkên ku ji ber pêşwazîkirin û tevlêkirina wan di nava civakên ewropayî de derketin. Di heman demê de jî, pirsgirêkên nasnameya niştimanî û metirsiyên ji ber paşguhkirina nasname û çandên xwecihî bi kêmneteweyên koçber. Ev hemû jî ji bilî aloziya aborî ya ku ji ber koronayê derketin û rexneyên li dij hikûmetên bi danûstandina bi koronayê re, her wiha şerê li Ukranyayê ku hikûmetên Ewropayê nikarîbûn çareseriyeke dîplomatîk jê re bidîtine. Beramberî wê jî bi milyarên dolaran dane Kiev da ku çekan bikirin. Li kêleka van jî, aloziya bi Rûsyayê re û berfirehkirina NATOyê bi tevlîkirina Siwêd û Fînlandayê û jinûveavakirin û amadekirina artêşan û zêdekirina lêçûna leşkerî.
Partiya Azadî di hilbijartinên ku 29ê îlona borî de hatin lidarxistin %29,2 bi dest xistin, ku bi hevûrkirina bi hiljbijartinên sala 2019an, 13 xalên zêde bi dest xistin. Partiya Azadî, dirûşmeyên wekî dirûşmehyên ku partiyên rastgir ên din li welatên din ên Ewropayê hildabûn, wekî têkoşîna li dij penabertiya ne rewa û dersînorkirina komî ya penaberên ne rewa û avakirina navendên pêşwazîkirina penaberan li dervayî parzemîna Ewropayê û parastina nasmaeya niştimanî ya Awûstûryayê û çanda gelê Awûstûryayê li beramberî “çand û baweriyên biyan”. Her wiha, Partiya Azadî cezayên Ewropayê yên li dij Rûsyayê qebûl nake û piştgiriyê dide vekirina rêyên dahatûya enerjiyê ji Moskoyê û daxwaza rawestandina destekdayîna leşkerî ji Ukranayê re dike û daxwaza çareseriyêna siyasî yê şerê di navbera Rûsya û Ukranyayê de dike.
Serokê Partiya Azadî Berbet Kickl herdu nimûneyên Macarî û Slovakî di mijara danûstandina bi penaberên ne rewa de û şerê Ukranyayê, di aliyê redkirina pêşwazîkirina penaberan û pêşkêşkirina alîkariyan ji wan re û rawestandina destekdayîna Kievê di aliyê çek û pereyaan de, ji bo berdewamkirina berxwedana êrîşa Rûsyayê, dinirxîne. Her wiha, Kickl soz dide ku hevalbendiyekê di navbera Awûstûryayê, Macaristan û Slovakyayê de derbarê qedexekirina derbasbûna penaberan li Yekitiya Ewropayê, ava bike û hemû biryarên Ewropayê yên dewamkirina destekdayîna leşkerî û darayî ji bo hikûmeta Ukranyayê re asteng bike, her wiha pêkanîna fişareke zêde ji bo lêgerîna li çareseriyeke siyasî û jinûvestandina gaza rûsî ya erzan ji bo çareserkirina aloziya enerjiyê li Awûstûryayê û Ewropayê û xelaskirina sektoreke mezin ji pîşesaziyê.
Partiya Azadî ku li derfetên avakirina hikûmeta itîlafî bi Partiya Gel a Muhafezekar re (di van hilbijartinan %26,3 bi dest xist, bi hevrûkirina bi hilbijartinên sala 2019an ji sedî 11,2 winda kiriye) digere. Lê Serokê Partiya Gel a Muhafezekar red dike ku bi Pariya Azadî re hevalbendiyekê ava bike, ji ber ku Kickl serokê wê ye û berbijarê wê yê ji bo şêwirmendiyê ye. Lê Partiya Azadî naxwaze dev ji serokê xwe Kickl berde û red dike ku dev ji semboliya wî ya ji bo partiyê berde, bi tirsa ku gelêriya partiyê kêm bibe, ku bûyera destjêberdana serokê partiyê yê dîrokî Jorg Haider bi bîr tînin, çaxa ku dest ji payeya şêwirdar berda piştî hilbijartinên sala 1999an ku tê de partî bi ser ket, vê yekê jî hişt ku navûdengiya partiyê bi paş de bikeve û gelek hilbijêr li ser vegerin.
Analîzên ku behsa sedemên pêşketina Pariya Azadî ji %13 bi hevûrkirina hilbijartinên sala 2019an û daketina asta Partiya Gel a Muhafezekar %11,2 dikin, balê dikişînin ku sedema vê yekê jî ew e ku Partiya Gel sozên xwe yên başkirina rewşa aborî û qedexekirina derbasbûna penaberên ne rewa yên têketina welat û girêdana bi xîtaba xwe ya muhafiz û partiyên sosyalîst re yên ku bi wê re beşdarî itîlafa hikûmetê bûn ji wan re tawîz pêşkêş nekir, pêk neanî. Lê Partiya Azadî ya rastgir pabendî bernameya xwe ma bi rêbazên tevna civakî, bi rêya balkişandina herdem ji rewşa aborî ya xerab û daketina asta debara jiyanê ya hemwelatiyê Awûstûryayê. Di heman demê de, Partiya Azadî bal kişand ser nasnameya çandî ya gelê Awûstûryayê û pêwîstiya parastina wê û pabendbûna bi kevneşopî û cejn, mîhrecanên niştimanî û redkirina civaka pirrengî û cihêreng a ku partiyên sosyalîst û kesk û çepgir propogandaya wê dikin, ji ber ku li gorî Partiya Azadî dibêje ev yek “Projeyeke metirsîdar e, armanc dike ku çandên biyan xurt bike û çand û nasnameya niştimanî ya awûsturiyayî bipişêve.” Her wiha, şerê li Ukranyayê roleke mezin di daketina asta partiya desthilatdar de lîst, beramberî wê jî Partiya Azadî derket ser dikê, ku bi domdarî red kir ku çek û pereyan bide hikûmeta Ukranyayê û daxwaza çareserkirina siyasî ya aloziyê dike û jinûvedestpêkirina têkiliyan bi Rûsyayê re daxwaz dike û bi destxistina enerjiyeke erzan ji Moskoyê.
Partiya Berdêl li Almanyayê
Di hilbijartinên xwecihî yên li wîlayeta Brandburgê ya almanî de ku di 22yê îlona borî de pêk hatin, encam wiha bûn:
Partiya Berdêl (AfD): 29,2%
Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU): 12,1%
Partiya Sosyal Demokrat (SPD): 30,9%
Partiya Çep (Die Linke): 3%
Partiya Kesk (Die Grünen): 4,1%
Hevalbendiya Sarah Wagenknecht (BSW): 13,5%
Bi vê encamê, Partiya Berdêl a rastgir destê xwe danî ser piraniê li herpênc wîlayetên Almanyayê yên rojhilatî. Partiya Berdêl di hilbijartinên di 9ê hezîrana borî de ev encam bi dest xistibûn: Li wîlayeta Mecklenburg-Vorpoume %25,6, li wîlayeta Sachsene jî %28,1. Her wiha, di hilbijartinên ku di 1ê îlonê de li wîlayeta Sachsene hatin lidarxistin de, %30,6 û li wîlayeta Thuringia jî %32,8 bi dest xistin. Niha jî Partiya Berdêl amadekariyên hilbijartinên giştî yên parlamentoya Almanyayê dike ku wê di dawiya îlona 2025an de werin lidarxisitn. Di vê çarçoveyê de Berdêl, bi awayekî domdar xwe spartiye malperên tevna civakî û tê de xîtaba xwe ya kevneşop dibêje, ya nepêşwazîkirina penaberên ne rewa û dersînorkirina penaberên ku daxwazên wan ên penabertiyê hatin redkirin û parastina nasnameya almanî û rizgarkirina ji bendên Ewropayê, an jî wekî ku ew bi nav dikin “dîktatoriya Brukselê”, ji bilî vê yekê jî rakirina cezayên yên li ser Rûsyayê û rawestandina hinardekirina çekan ji bo Ukranyayê. Her wiha hin daxwazên din jî ku partiya rastgir pê deng dan hev û bi taybet ê ciwanan , ji wan (binêre: Partiya Berdêl û guhartina rêzikên demokratiyê li rojhilatê Almanyayê. Navenda Kurdî ya Lêkolînan 20ê îlona 2024an).
Tevî ku Partiya Berdêl li 5 wîlayetên Almanyayê encamên baş bi dest xistin jî, lê ji ber ku partiyên kevneşop li dij wê hevalbendiyek ava kirin, wê nehêle ku beşdarî hikûmeteke xwecihî bibe û erka hakimê wîlayetê bi dest bixe. Her wiha, Partiya Berdêl hewl dide ku ji vê siyaseta dijberî wê, veguherîne xalekê ji bo berjewendiyên xwe û xwe wekî “qurbanî” nîşan bide, bi rêya amajekirina bi “dijminatiya partiyê kevneşop” ji demokratiyê re û kêmdîtina hilbijêrê ku dengên xwe dane wan, her wiha partiyên kevneşop dest ji program û sozên xwe berdan û çûn bi hev re bûn hevalbend, tevî ku cudahiyên di navbera wan de pir kûr e, ew jî da ku rê li ber Partiya Berdêl bigirin û negihêje desthilatê. Her wiha da ku bo hiştina desthilatî di destê xwe de, heta ku ev yek li ser hesabê berjewendiyên hilbijêr be jî ku ew xapandin û sozên xwe yên guhartin û bidawîkirina hevalbendiya bi rikberên xwe yên siyasî re (bi taybet Partiya Xiristiyan a Demokrat).
Tevî ku hin partiyên kevneşop ku piraniya kursiyên xwe li rojhilatê Almanyayê winda kirine, dest bi lêvegera siyaseta xwe kirin. Di serî de jî Partiya Kesk ku rêveberên wê û komîteya wê ya rêvebirinê îstîfa xwe dan (her wiha komîteya ciwanên partiyê jî îstîfa dan û ji partiyê derketin), lê partiyên kevneşop hîna bi siyaseta xwe ya derbarê dosyayên girîng de girêdayî ye ku kolan girîng û çarenûsî dibîne wekî zêdebûna hejmara penaberan û kiryarên terorê û kuştinê û xerabbûna derbara jiyanê û bandorên şerê Ukranyayê. Her wiha, siyasetmedar û ragihandina fermî tê tawanbarkirin ku vê yekê vedişêrin û mijarên negirîng derdixin mîna guhartina avhewayê, cenderî û civaka pirreng. Alîgirên Partiya Berdêl û beşek mezin ji alîgirên partiyên muhafiz dibînin ku siyaset û ragihandin ku balê dikişînin ser mijarên ne girîng û ketine bin îradeya sosyalîstan û Kesk û Çep, bû sedem ku rewşa aborî xerab bibe û hejmara penaberan zêde bibe û Partiya Berdêl a rastgir jî pêş bikeve. Ev kasana bihaneyên partiyê kevneşop û revîna wê ji berpirsyariyê red dikin, ku amajeyê bi wê yekê dikin ku hilbijêrên Partiya Berdêl ên nû, tenê girseyeke tengezar in ku ber dengê xwe didan partiyê kevneşop û biryar dan ku dest jê berdin û dengê xwe bidin rikberê wê wekî cezayekî jê ji ber ku sozên xwe pêk neanî.
Şêwirdar Olaf Scholz di boneya Cejna Yekîtiya Almanyayê de ya di 3yê cotmehê de, hilbijêrên rojhilatê Almanyayê tawanbar kir ku li gel wan hestê rastigirê xurt dibe bêyî sedem. Ev şiroveya serserkî ji rastiyê re di bihêle ki bêhtir bêzarî çêbibe û dê bihêle Berdêl hîn dengan bi dest bixe û Partiya Komunîst a Demokrat bêhtir dengan ji dest bide. Di dema ku 37 parlementeran ji partiyên cuda daxwazeke hevbeş bo dadgehê pêşkêş kirin da ku Partiya Berdêl qedexe bikin, hin kes amaje bi wê yekê dikin ku hevalbendiya desthilatdar (ku hersl partiyên wê niha 27% derbas nakin) saziyê dewletê bi kar tîne, mîna Saziya Parastina Destûrê ango istixbaratên hundirîn, da ku çavdêriya Partiya Berdêl bikin da ku biryara qedexekirina wê bidin. Partiya Berdêl amajeyê bi van bûyeran dike û dixe çarçoveya “komploya partiyên kevneşop” li dij wê û bikaranîna hemû hêza dewletê li dij wê, ku hê jî siyaseta wê ew e ya ku hişt rewşa aborî, civakî û siyasî li welat bi paş bikeve.
Lê nêrîna ku dibêje ji bo rawestîna li benber Partiya Berdêl bi çarekirina dosyayê ku ew xwe dispêre wan, dest pê dike, mîna kêmikirn hejmara koçber û pernaberên ne rewa, dûrxistina derdor 300 hezar koçber ên ku daxwaza penaberiya wan hatiye redkirin, pêkanîna siyaseta nerm bi Rûsyayê re, redkirina gurbûna bi wê re, parastina çand û nasnameya niştimanî, derketina li beranber tundiya îslamî û diyardeyên wê û dîtina wê wekî “gef” ne “cudabûn”, rawestandina dîtina rêxistinên îslama siyasî “wekî hevbeşên dewletê di karê tevlîkirina mislimanan bo civakê”, vekirina qadê li ber ragihandinê bo mijarên ku ji xelkê re girîng in ku êdî tenê li medyaya civakî behsa wê tê kirin, ji ber ku partiyê kevneşop desthilatê li ragihandina fermî dikin û çavan li ser hin dozan digirin mînya “tawanên tundrewan” û tawanbarkirina çi kesê ku li bara “çand û nasnameya niştimanî” diaxive bi alîgiriya rastgiriya tund!