Piştî êrîşa Urdunê wê çi çêbibe?

By Şoreş Derwîş

Gotar bi zimanê erebî jî heye  

Êrîşa bi balafireke dron a li dij bargeha lojîstîkî ya amerîkayî li Urdunê ku bi navê Bircê 22yan tê naskirin, di 28ê çileya borî de, derfeta pêşketina rûbirûna Îran û Amerîkayê ji Iraq û Sûriyayê wêdetir, eşkere kir. Bargeha ku hatiye armanckirin a nêzî bargeha Tenef a aliyê Sûriyayê, ne dihate texmînkirin ku bikeve armanca êrîşên dualî, ev yek jî tê wateya ku hêzên Amerîkayê li tevahiya herêma Rojhilata Navîn wê bibin armancên êrîşên Îranê.

Siyaseta Amerîkayê di navbera hewandina Îranê de ye heta ku rewşa şerê li Xezayê zelal dibe û di navbera gurkirina şer de ye. Lê di herdu rewşan de, Amerîka hewl dide ku bi êrîşên Îranê re diguncîne, bi awayekî ku lêçûna wê li herêmê kêm bike, ku êdî destê Îranê li vê herêmê bi saya dronan û pirbûna milîsan û berfirehbûna serweriya Îranê ji hevalbendên wê ji Yemenê bigire heta Iraq, Sûriya û Libnanê, dirêj bûye.

Tevî nameyên Amerîkayê yên eşkere ku ew Îranê armanc nake û îdîayên Tehranê ku ew ne pi pişt van êrîşên ku wekîlên wê li herêmê pêk tînin  û nameyên wê ku eger welatê wê an jî hêza wê hate armanckirin wê bi xurtî bersivê bide, lê aramiya vê “stasîko”yê dê bimîne girêdayî pêşketina çalakiyên komikên girêdayî Îranê yên li dij Amerîkayê.

 Rûbirûbûna li erd, esman û deryayê

Dirêjbûna şerê Îsraîlê li Xezayê, derfeta xelaskirina tevgera Hemasê, zêdetir kir. Piştî ku Tehranê hewl dida hebûna xwe li Libnan, Sûriya û Iraqê û hêza xwe  ya li Yemenê (Tevgera Ensar Allah Hûsî) biparêze, careke din vegeriya ser dikê û ji hewldanên Amerîkayê yên hêdî ji bo rawestandina şerê Îsraîlê, sûd wergirt. Ji ber vê yekê, armanca êrîşan dibe ku nameyên Îranê ji rêveberiya serok Biden re be, ku fişarê li hikumeta Benjamin Netanyahu bike da ku şerê li Xezayê rawestîne, an jî şerê wekîlan çalak be ku ev yek jî li ser hebûna Amerîkayê li herêmê, giran e.

Beşdarbûna Hûsiyan asta  şer bilind kir û rengekî xwe yê cîhanî girt, bi rêya gefên li dij keştiyên bazirganî yên navdewletî. Her wiha, êrîşên tabûrên Hizbullah û “Berxwedana Îslamî li Iraqê” rûyê herêmî yê şer wergirt, lê ev pêşketina şer dibe ku encamên berovajî bi xwe re bîne ku Îran naxwaze pêk werin, tevî ku êrîşên li erd, esman û deryayê pêk tîne û di heman demê de, alavên êşandina Washingtonê biceribîne. Dibe ku ev şerê li Xezayê veguheze çavkaniya şerekî herêmî yê ku Netanyahu hewl dide pêk bîne, da ku hebûna Amerîkayê neçar bike ku şer derbasî astekê bike ku Îran yekser bikeve nava şer, li şûna wekîlên xwe. Dibe ku beşdarbûna Birîtanyayê li kêleka Amerîkayê bi armanca cezakirina Hûsiyên Yemenê, derfeta avakirina hevpeymaneke amerîkayî-birîtanî-rojavayî û dibe ku erebî jî, ji bo rawestandina li hemberî gefên Îranê, xurt kir.

Zêdebûna êrîşan û pirbûna aliyên ku pêk tînin, ne tê wateyê ku wê Washigton sînorê bersivdayînê derbas bike, ku ev bersivdayîn di navbera tunekirina hin wekîlên Îranê ye an jî bersiveke asayî ku Washingtonê beriya bûyerên Birc 22 bi kar tanî, lê ev yek dê metirsiya şaştiyên hejmartinê yên wekîlan zêde bike ku di encama wê  de leşkerê amerîkayî bi hejmarên mezin bên kuştin. Wê demê, wê Washington neçar bimîne ku bi awayekî xurt bersivê bide, dibe ku bersiva di 3ê sibatê de li Bûkemal, Meyadîn û Dêra Zorê yên Sûriyayê û bajarên Qayim û herêmên din ên sînorî yên Iraqê, derbas bike. Nexasim ku îhtîmalên vekişandina Amerîkayê zehmet e, eger ku em li pêwîstiya rêveberiya Amerîkayê ya parastina hebûna xwe û pêkanîna erkên xwe yên parastina Îsraîlê binêrin, da ku derfetê ji hêzên navdewletî û herêmî re veneke yên ku hewl didin valahiya Amerîkayê dagirin. Vê yekê jî daxuyaniyên Amerîkayê yên fermî piştrast kirin ku tu niyetên Washingtonê yên vekişandina ji Sûriyayê tunene.

Iraq: Erka nepêkan a hikûmeta Sûdanî

“Berxwedana Îslamî li Iraqê” ji dema destpêkirina şerê li Xezayê, zêdetirî 165 êrîşan li dij baregehên Amerîkayê yên li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û baregeha Tenifê pêk anîn. Tevî hewldanên hikûmeta Mihemed Şiya El-Sûdanî yên rawestandina êrîşên dualî û gihandina formeke  lezgîn ku erka Hevpeymana Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê li Iraqê bileztir bike, lê gurbûna şer û berfirehbûna çarçoveya wê û pêşketina rola milîsên girêdayî Îranê û ji nû ve kordîneya wan di bin navê “Berxwedana Islamê li Iraqê” de, kedên Sûdanî yên nêzikbûna dema erka Amerîkayê, têk dibe.

Dê wêrekî be heger em bibêjin ku êrîşên bi moşekan ên li dij Hewlêrê di nîvê çileyê de, erkên nû yên mayîna hêzên Amerîkayê û parastina hevalbendên xwe yên herêmî derxistin pêş. Lewra vê yekê hişt ku hikûmeta Sûdanî li ser aşitiya Başûrê Kurdistanê ji êrîşên Îranê berovajî êrîşên berê yên li dij Başûrê Kurdistanê, hişyar be. Her wiha sûcdarkirina Washingtonê ji komikên Hizbulaha iraqî re (ku li gel wê di lîsteya terorê de ye) ku Washington wan bi êrîşa Bircê 22 sûcdar dike, hişt ku Sûdanî hewldanên xwe leztir bike da ku ew komik êrîşên xwe yên li dij hêzên Amerîkayê rawstînin.

Sûdanî ku endamekî girîng di Partiya El-Deiwe El-Îslamiye de bû û bi Îranê re li dij Sedam Hisên di dema şerê Kendavê yê yekem (1980-1988)  de şer kir, erka wî ya eşkere ku Iraqê ji şerekî amerîkayî-îranî biparêze û bi rola navbeyankar di navbera herdu welatan de bilîze, lê ev yek dibe ku ne pêkan be, eger ku em vegerin lêvegera îdeolojî û siyasî û lojîstîkî ya komên di bin sîwana rejîma Îranê de. Ji aliyekî din ve jî, armancên ragihandinî yên hikûmeta Iraqê yên berê û niha ku çek tenê di destê dewletê de be û ji bêserûberbûna çekan xelas bibin, êdî wekî silogan ma ku serokên wezîrên nû herdem vê yekê dubare dikin lê bê encam e, ji ber ku çeka dervayî saziyên dewletê ew di rastiya xwe de çekeke dispilînkirî di bin daxwaza Îranê de ye.

 Rojhilatê Sûriyayê: Axa rûbirûbûnê ya guncav

Baregehên Amerîkayê li Sûriyayê yek armancên herî baş ên Pasdarên Îranê û komên Iraq û Sûriyayê yên girêdayî Pasdarên Îranê ne. Berovajî hikûmeta Sûdanî, êrîşên Îranê rejîma Sûriyayê tengav nake, her wiha ev êrîş ji aliyê Rûsyayê ve têne destekkirin. Her wiha fişara leşkerî ya îranî Tirkiyayê razî dike, Tirkiyaya ku li hêviya derketina hêzên Amerîkayê ye û hewl dide hevalbendiya li ser bingehê şerê li dij DAIŞê ya di navbera Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Washingtonê de, ji hev bixe.

Tehran bi sûdwergirtina ji rêya vekirî li ser Iraqê û xwespartina endamên herêmî, hebûna xwe li Rojhilatê Sûriyayê xurt kir. Di vê çarçoveyê de, tenê li parêzgeha Dêra Zorê, di bin serweriya Îranê de 12 hezar endamên ji gelek mezhebên cihêreng ku piraniya wan ji qebîleyên ereban in, hene. Her wiha, 35 navendên leşkerkirinê hene. Milîsên Îranê êrîşên wê li dij baregehên Amerîkayê cihêreng in, carinan moşekan carinan jî balafirên dron bi kar tînin. Di vê çarçoveyê de, li baregehên Konîko û Zeviyê Umerê, ji ber tevngbûna rûberê, milîsên îranî moşekan bi kar tînin, lê li dij baragehên dûr mîna yên li Hesekê dronên xwekuj bi kar tînin. Lê ev pirkirina cureyên êrîşan li geê milîsên îranî ne tiştekî sabit e, ji ber ku di 5ê vê mehê de, di encama êrîşa dronekê de ya li ser navendeke perwerdekirinê li zeviyê Umerê, 6 şervanên HSDyê jiyana xwe ji dest da.

HSD naxwaze bi milîsên Îranê re bikeve nava şerekî vekirî, tevî ku gelek caran bersiva milîsan dide ku hewl didan derbasî herêmê HSDyê bibin. HSD dixwaze bala xwe bikişîne ser şerê li dij şaneyên rêxistina DAIŞê û ji bilî parastina rewa, naxwaze bi Îranê re bikeve nava şer. Ji aliyekî din ve jî, HSD her dem bi awayekî fermî radigihîne ku ew red dike rojhilatê Sûriyayê bibe qada şerê di navbera hêzên li Sûriyayê de.

Li beramberî vê yekê jî, baregehên Îranê li Dêra Zorê, Bûkemal û Meyadînê ji bo armanckirinê guncav in, ku Amerîkayê êrîşên tolhildanê li dij wan pêk bîne û di vê çarçoveyê de roja îna borî Amerîkayê êrîşên esmanî li dij 85 ermancan li 7 cihan li Iraq û Sûriyayê pêk anî, ku para Sûriyayê ji êrîşan zêdetir bû. Êrîşên Amerîkayê rastî rexneyên Iraqê yên fermî hatin, dibe ku bandorê li rêveçûyîna têkiliyên Amerîka-Iraqê bikin, lê şermezarkirina Wezareta Parastinê ya Sûriyayê ji êrîşên Amerîkayê re nabe rikberî bo siyaseta Amerîkayê ya li deverê. Bi vê wateyê, Sûriya ji bo cezakirina milîsên Îranê ji nava wan jî tabûrên Huzbellaha Iraqê cihê herî guncav e, lê ev yek dibe ku êrîşên Îranê li dij baregehên Amerîkayê û baregehên HSDyê, zêde bibe.

Ezmûnkirina hedara Amerîkayê

Diyar e ku daxuyaniya berdevkê Encûmena Ewlekariyê di Koşka Spî de John Kirby ku got “derbeyên ku bi baldarî hatin hilbijartin, bi ser ketin”, cardin cudabûna nêrînan dinavbera kesên dermokat û komarî de çêkir. Kesên komarî li bara bersiva êrîşa Burcê 22yan got ku pir kêm e û pir dereng e.

Beriya demeke kurt ji êrîşa Urdunê, Koşka Spî ragihand ku tu niyeta Washingtonê ya vekişandina ji Sûriyayê tuneye, ew jî bo pêşbînî û raporên ku xwe spartibûn daxuyaniyên nefermî yên li bara xwekişandineke nêz, li derewê biqelibîne. Dibe ku êrîşa dawî, careke din nirxê piratîkî yê hizira hebûna li ser erdê li kêleka belavbûna Feyleq El-Qudis û Pasdarên Îranê li Sûriyayê û vekirina çavên Amerîkayê ji bo çavdêriya xebatên Îranê, vegerand. Her wiha, diyar e ku sebira Washingtonê li ser binpêkirinê Îranê hîna bi dawî nebûye û dikare Îran û wekîlên wê li tevahiya Rojhilata Navîn bişopîne, di nav de jî Sûriya û Iraqê, her du welatên ku berdewam pêkan e ku Amerîka ji wan vekişe.

Îran dizane ku amadekariyên hilbijartinên serokatî yên Amerîkayê, dê keleman li ber bersivdayînên Washingtonê yê dervayî Sûriya û Iraqê deyne, ango di hundirê Îranê bi xwe de. Dibe ku keysbazkirina Îranê ji hilbijartinên Amerîkayê, bo pêkanîna êrîşan da ku fişarê li Tilebîbê bike ku şerê li dij Xezayê rawestîne, dê bihêle ku pêkan be Washington paşê vê statîkoya heyî biguherîne, ya derbe li hember derbeyê ku heta niha li dar e û dê êrîşên mezintir li dij Îranê pêk bîne, ew jî di pêvajoya piştî hilbijartinan de.

Dibe ku  kesên geşbîn ku êrîşên xwînrêj ên li dij baregehên Amerîkayê zêde bibin, wê derfeta şerekî yekser di navbera Washington û Tehranê de çêbike, li bendê nemînin ku tiştekî wisa di vê demê de çêbibe. Lê beramberî vê jî, divê ku kesên geşbîn ên ku dibînin dê êrîşên Îranê guhartineke kûr di siyaseta Washingtonê ya li bara Tilebîbê çêke û dê bihêle ku dê ji Sûriya û Iraqê vekişe, nas bikin ku ev yek jî nepêkan e. Ji ber wê, bilindbûna asta şer û bersivdayînên wê dê awayê şerê di navbera Amerîka û Îranê de neguhêre, çi jî di bûyerên xwînrêj jî re derbas bibe, mîna êrîşa Burcê 22.