Peymana siûdî-amerîkayî.. nîşaneyên Rojhilata Navîn diyar dikin
By Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Washington û Riyad ji bo temamkirina girîngtirîn peyman di dîroka herdu welatan de ji sala 1933yan ve, di nava liv û tevgerê de ne. Eger ku ev peyman bi ser ket, wê Amerîka çekên pêşketî di nav de jî balafirên F-35 bide Erebistana Siûdî da ku karibe, sîstema xwe ya parastinê xurt bike û bibe aliyek ku karibe rûbirûyê metirisyên jeopolîtîk ên derdora wê, her wiha xurtkirina hevkariya di warê zîrekiya çêkirî de. A herî girîng jî, Amerîka alîkariyê bide Erebistana Siûdî da ku bikaribe riyaktorên nuklerî yên sivîl ava bike û bi vî awayî jî bibe hevsenga Îranê ku bibe hêzeke nuklerî li deverê.
Amerîkayê bi vê peymanê dixwaze ku pêvajoya normalîzekirina dîplomatîk di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de were destpêkirin û blokekî leşkerî wekî “NATOya Rojhilata Navîn” were avakirin, da ku li pêşiya Îranê bisekine û sînorekî ji rolên Îranê yên herêmî re deyînin. Di nava vê atmosfêra ya li ser esasê kşandina belkîtiyan dibe ku operasyona 7ê cotmehê ya ku Hemasê pêk anî, siyasetên Amerîkayê li Rojhilata Navîn rawestandin, bi vê yekê re jî rola Erebistana Siûdî wekî hêzeke ku dikare rêveberiya herêmê bike li ser paşmayînên bilind bûna herdu hêlên herêmî Îran û Tirkiyayê û projeyên wan ên berfirehkirinê di nava herêma erebî de.
Peyman zemîna avakirina koalîsyoneke parastinê ya Rojhilata Navîn datîne
Di sala 2022yan de, axaftin li ser avakirina koalîsyoneke parastinê ya erebî an jî “NATOya ereban” hate kirin, dema ku qiralê Urdunê Ebdulah Bin El-Hisên behsa girîngiya vê koalîsyonê kir, ku cara yekem di lûtekya serokê berê yê Amerîkayê Obama bi dewletên Kendavê li Camp David di sala 2015an de derket holê. Her wiha, serokê piştî Obama, Trump jî ev hizir berdewam kir û piştgirî da vê hewldanê û di pêvajoya serokê heyî yê Amerîkayê de Biden, ev hizir zêdetir zelal bû. Diyar e ku formula NATOya ereban dikare berfireh bibe ku li kêleka Dewletên Encûmena Hevkarî ya Kendavê, Urdun û Misir û Îsraîlê jî bigire nava xwe. Ev hemû jî di bin sîwana Rojhilata Navîn de, ku armanca xwe rûbirûyê berfirehbûna Îranê li herêmên ereban û sînordarkirina komên girêdayî Îranê ye.
Di nava dewletên Kendavê bi xwe de jî, mirov dikare guhartinan bibîne ku li gorî berjewendiyên Kendavê bi rêveberiya Erebistana Siûdî, dimeşe. Eger em Kwêtê bidin kêleka Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Omanê, diyar dibe ku desthilatdariya cibcîkar a Kwêtê bê sînor ma, bi derketina biryara şêx Mişel Ehmed Cabir a jiholêrakirina encûmena neteweya Kwêtê û rawestandina hin madeyên destûrê ne kêmî 4 salan. Ev yek jî tê wateya ku hikûmeta Kwêtê ji fişarên encûmena neteweya Kwêtê û tevgerên hêzên îslamî yên di hundirê Kwêtê xelas bû û êdî hikûmet dikare projeyên nû pêk bîne. Derbarê Qeterê jî, ji ber rola wê ya piştgiriya tevgera Hemasê, rastî rexneyên tund ên Amerîkayê hatin, di encamê de jî qeteriyan siyaseta xwe ya piştgiriya Hemasê di bin perdeya rolên navbeyankariyê, careke din nirxand.
Dibe ku rewşa Dewletên Encûmena Hevkariya Kendavê di rewşa xwe ya herî temamker de be, tevî nerazîbûna Qeterê ya neîlankirî, da ku beşdarî projeyên parastinê bibe ku parastina Amerîkayê ya sabit, derbas dike. Nêrînên destpêkê yên derbarê avakirina koalîsyoneke parastinê ya Rojhilata Navîn, bê beşdarbûna Urdun û Misirê temam nabe û dibe ku ev yek pêk were, ji ber ku Misir û Urdun jî dixwazin di nava lîstoka guhartinên mezin ên di herêmê de bin. Di heman demê de, rolên Misirê yên herêmî paş de vegeriyaye û naxwaze ku bibe aliyek mîna Tirkiya û Îranê ku ev tişt metisiyên wê yên bêkêr hene.
Veguhastina ji formula “NATOya ereban” ber bi “NATOya Rojhilata Navîn”, divê komek ji dewletên ereban bi Amerîka û Îsraîlê re bikevin nava vê koalîsyona parastinê. Ev yek jî tê wateya avakirina blokeke wekî NATOyê ku ji dema damezrandinê di sala 1949an de, rawestandina berfirehbûna Sovyetê ber bi rojava ve û piştre jî rûbirûna bloka leşkerî ya rojhilat a bi navê Varşovayê ku sala 1955an de hate avakirin. Di rewşa heyî de, dibe ku rewşa Îranê wekî ya Yekitiya Sovyetê be. Lewra, ji bo pêkanîna hevsengiyeke zêdetir, dûrxistina Sûriyayê ji Îranê, dikeve nava armancên nêz ên Erebistana Siûdî, ku êdî bi Şamê re vekiriye û baylozê xwe vegerandin Şamê. Di vê çarçoveyê de, heta niha hin îşaretên lawaz hene ku derfet heye Şam girêdanbûna xwe ya siyasî û leşkerî bi Îranê re sivik bike, beramberî sûdên siyasî û aborî yên ereban bi serpereştiya Erebistana Siûdî. Her wiha, di nava vê atmosêrê de, rewşa Iraqê ya navxweyî jî rê nade ku beşdarî tu koalîsyoneke derve bibe, tevî hebûna xurt a Îranê di Iraqê de.
Normalîzekirin û “erebîkirina” doza Filistînê
Di nava vê rewşê de, Erebistana Siûdî cihê xwe wekî yekem rêveberî girtiye da ku di damezrandina koalîsyoneke parastinê berdewam bike, ji ber ku dikare projeya rêya Hindistan-Ewropayê bi rêya bendera Heyfa bi ser bixe û şiyana wê ya heyî ku dikare rêvebirina normalîzekirina ereban bi Îsraîlê re ku ji xwe dest pê bike, nû bike. Tevî ku normalîzekirin êdî li ser gihandina agirbestê li Xezayê maye û pêwîstiya wê bi “rêveçûyîneke bibawer ji bo avakirina dewleta Filistîne” heye, wekî ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Blinken di rûniştina de li pêşiya komîteya darayî ya encûmena nûneran de, anî ziman. Lê dibe ku pasworda vê peymana parastinê, ku “çend hefte jê re mane” wekî ku Blinken gotî, êdî li ser normalîzekirinê maye. Di vê çarçoveyê de, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jack Sullivan ev hizir red kir, eger ku normalîzekirina dîplomatîk bi Îsraîlê re, pêk neyê.
Di aliyê teorîk de, normalîzekirin wê rewşa herêmê ji nû ve saz bike, eger ku girêdayî avakirina dewleta Filistînê be, bi awayekî ku doza Filistînê vegere nava asoyên ereban piştî ku Îran û Tirkiyayê ev doz xistin nava çarçoveya bazarên xwe yên siyasî bi rojavayî re û di aliyê herêmê de ev doz bi kar anîn. Dibe ku erebîkirina doza Filistînê sînorekî ji reklama ku rejîma Îran û Tirkiyayê li ser kar dikin, deyne, ku milîs û hêzên siyasî li ser pişta siloganên berxwedanê ava dikin û halê hazir li Tirkiyayê “boykot” rojev e. Lewra, pêvajoya normalîzekirinê bê ku girêdayî dewleta Filistînê, wê li ser pişta normalîzekirinê bimîne, ji bo vê yekê jî Erebistana Siûdî ku ji dijminatiya Îranê re vekiriye, ev mijar rêveberiya Amerîkayê ya heyî dizane û di vê çarçoveyê de, hewl dide ku xîtaba rastgiriya îsraîlî û û siyasetên serokwezîr Benyamîn Netenyahû haqlane bike, xîtabên ku keleman li ber normalîzekirinê û projeyên li paş wê yên mîna korîdora hindî-ewropayî çêdike û dibe ku hizira NATOya Rojhilata Navîn têk dibe.
Encam
Sûdên siyasî yên peymana Amerîka û Erebistana Siûdî ji tiştên di navbera wan de beriya peymanê, derbas dike. Di vê çarçoveyê de, tê wateya ku êdî Siûdî wekî cemserekî herêmî li beramberî Îranê ye, piştî ku rolên Misirê yên derve paşde vegeriyan û Tirkiyayê bi xerab tevger kir û di encamê de zirar da siyasetên Amerîkayê li Rojhilata Navîn. Her wiha gelek sûdên vê peymanê hene, ji wan: Êdî herêma ereban li beramberî siyasetên berfirehbûnê yên Îranê xwe bispêrin xwe, peydakirina altirnatîfê herêmî (Rojhilata Navîn) li şûna ku Îsraîl, Urdun û Dewletên Encûmena Hevkariya Kendavê bi serê xwe kar dikin. Ev yek jî tê wateya kêmkirina fişarê li ser Amerîkayê, ku wê êdî giraniya xwe bide mijarên girîngtir wekî sînordarkirina belavbûna Rûsyayê ber bi rojava ve û şopandina Çînê, ji ber ku rewşa Washingtonê ya ne şer û ne jî aşitî bi Tehranê re, hêza wê qels dike di cengeke berdewam û girîng de lê ne kutaker e bo Amerîkayê.
Her çiqas ku her tişt li pêşiya pêkanîna peymanê vekiriye, di nava Washingtonê bi xwe de, hişyarî hene ku îhtîmal heye beşdarî pêşbirka çekkirina nuklerî li herêmê bibe. Eger ku rast be, tîpên destpêkê yên peymanê ku divê ev riyaktorên nuklerî sivîlî bin. Lê ji ber dawaza Erebistana Siûdî a xwedî çekên nuklerî be wekî Îranê, ev yek tê wateya dibe ku projeya nuklerî ya Erebistana Siûdî dûrî armancên xwe yên esasî be. Di vê çarçoveyê de, Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman berê jî eşkere kir û got “Wê welatê wî bombeya nuklerî bi pêş bixe, eger ku Îran bi heman gavê rabe”. Ev mijar jî di nava hin aliyên bibandor ên Washington de bûye rojev û êdî li garantiyan digerin da ku rê li pêşiya belavbûna çekên nuklerî bigire. Ji aliyekî din ve jî, pêkaniyeke qels heye ku lihevkirina li ser projeya normalîzekirinê raneweste, ku dibe ku Washington hevkariya xwe bi Erebistana Siûdî re xurttir bike heger ku serhişkiya siyasî ya Tilebîbê berdewam bike û guh nedin şîretên rêveberiya Biden, bi taybet ew ên ku dibêjin pêwîst e dawiya şerê Xezayê bê zanîn û bi awayekî zelaltir di roja bê de bê hizirîn da ku şer bê rawestandin û hizira avakirina dewleteke filistînî careke din bê vejandin.
Di encamê de, êdî nîşaneyên Rojhilata Navîn derdikevin holê, ne wekî nîşaneyên ku Îran û Tirkiyayê hewl dan pêk bînin ji ber ku herdu wekî “polîsên herêmê ne” têne dîtin û her tim xwe dispartin doza Filistînê. Lê hevalbendên Washingtonê ku vê carê xwe spartin xwe, êdî dikeve çarçoveya siyaseta nû de ku hersê rêveberiyên Amerîkayê yên dawî jî kedeke mezin da, da ku bi ser bixin û dibe ku ev yek di pêvajoya piştre de pêk were, eger ku sedemên nû wekî êrîşa 7ê cotmehê, pêk neyên.