Partiya Komarî nûnera karker û cotkaran e?!
Nivîskar: Hisên Cimo
Jiyana rojane nexşeya dengdayîna siyasî li Amerîkayê xêz dike
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di cîhana amerîkayî ya nû û dibe ya ewropî jî de, ne xeyaleke dûr e ku partiyên rastgir û muhafiziyên kevneşop bibin lîderên çîna karker û karmendan. Çîna navîn di aliyê siyasî de, bi dehan salan e ji hev dikeve û di salên dawî de jî, jihevketina wan leztir bûye.
Ev mijar ne tenê li Amerîkayê tê dîtin, lê belê li tevahiya cîhanê bûye rojev. Dibe ku hêmanê girîng û diyarker ku hişt jinûvehilberîna çîna navîn çêbibe û ya berê ji hev bikeve, pêla dawî ya şoreşa teknolojîk (serdema jîriya çêkirî) be û jinûvekombûna kapîtalizmê li derdora nûjeniyên teknîkî be. Ev serdem jî ku tê de cotkar, zarokên jîngeha çandinî û gundî bi saya rêveberên teknolojîk ên wekî Elon Musk, bibin şiyana herî zêde ya avakirina nêrînên siyasî û rexnegirî û lêpirsa desthilatdariyê û lêgerîna li kesên ku nûnertiya wan a siyasî bikin. Ji ber ku nêrîna vê çîna nûjen li ser cîhana berfireh bi rêya teknolojîk, xwe dispêre berjewendiyên yekser ku girêdayî jiyana wan a rojane ye. Lewra, dadgehkirina Trump li dagehê ku kesayete gelek kêm xîtabên xwe ji kaxezekê ku berê hatiye amadekirin dixwîne û bi zimanê kolanê yê ne fermî diaxive û êrîşî dijminên van cotkar, karmend û dîndaran dike, bandorê li wêneyê wê nake. Ev yek jî di hilbijartinên Amerîkayê de çêbûn, dema ku piraniya gelê Amerîkayê li dij tawanbarkirina Trump dengê xwe dan.
Hîna zûye ku nîşaneyên avabûnên civakî yên nû werin diyarkirin. Her wiha, tê pêbînîkirin ku bawerî tuneye di pênasekirina çîna navîn û gel de ku bi serkeftina Trump bi dawî bû û lîberalî û çepgir ku Kamala Harris nûnertiya wan dikir, têk çûn. Balkêş bû ku Partiya Komarî ku wekî partiyan sermayedar û dewlemendên ku ji bacê direvin dihate pênaskirin, veguherî partiya çîna karker. Dibe ku ev ne meyla karkeran a dawî be, dibe ku wekî bertekek li ser bêhêviyên ji Partiya Demokratîk û nêrînên wan ên lîberalî ên ku ji rastiya van çînên ku têkoşîn dikin dûr e da ku nekevin hejariya bêzar.
Dibe ku têkçûna demokratîstan veguhere derbeyeke perçiqandinê li dij “çepa lîberalî ya bê çîn”. Çepên ku di vir de têk çûne, “çepên zayendî” ne, ku êdî dozên wê yên herî girîng bûne yên exlaqê yên girêdayî azadiya zayendî. Yek ji pirsgirêkên ev çep bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin wekî mînak, ku Putin bi nêrhişmend tê tawanbarkirin.
Ev derbirînên xwevegir di serê xîtabên elît û akademiyên lîberal û çepgir yên mezin de ne, di cîhanekê de ku derdora 700 milyon kes di zixaniyeke pir de dijîn û tê de 56 şer li dar in. Ji ber wê, tawanbarkirina Trump bi xwevegiriyê ne tiştekî vala vala ye. Aliyê din jî dikare bi hêsanî bersivê bide û lîberalîst û çepgiriya cenderî tawanbar bike ku ew dûrî rastiyê ne.
Di salên dirêj de, bingeha siyasî ya herdu partiyan, li derdora çîna navîn çêbû û her partiyekê îdîa kir ku ew nûnertiya wan bi awayekî baş dike. Ev yek di dirêjahiya sedsala 20î de dewam kir, ku utopyaya “xewna amerîkayî” bilind bû û ev xewn di serdema serok Joe Biden de, gihaşt asta xwe ya herî nizm.
Di îlona borî de, anketa ku rojnameya “Wall Street Journal” çêkir, windabûneke mezin ji xewna amerîkayî derxist holê, di demekê de ku zehmetiyên aborî zêdetir dibin û ev yek jî li ser amerîkayiyan zehmet dike ku hêmanên sereke yên jiyanê yên soz ji wan re hatiye dayîn pêk bînin, ew jî ku bibin xwedî mal, avakirina malbatê û karbesiyeke rehet. Beşek biçûk ji wan, wiha difikirin ku dikarin bi awayekî hêsan vê xewnê pêk bînin. Lê ji sedî 89 ji kesên beşdarî anketê bûne, gotin ku bibin xwedî mal an jî sereke an jî girîng e ji bo siberojê, lê ji 10% jî gotin pêkanîna kirîna malekê mijareke hêsan e an jî pêkan e. Di heman demê de, li gorî anketê %96 û 95, gotin ku ewlekariya darayî û karbesiya rehet wekî sereke an jî girîng bi nav kirin. Lê tenê ji hêla 9% an jî 8% wekî hêsan hat nirxandin. Ev valahî xewna amerîkayî vedigerîne rewşa wê ya resen: cihê wê di rastiyê de tuneye.
Xewna amerîkayî çi ye?
Di sala 1931ê de, dîroknasê amerîkayî James Adams têgeha “xewna amerîkayî” çêkir, lê ev rastiyek bû ku hebû, wî ev têgeh xist çarçoveya hizirî ku bû xewna dehhearên milyonên kesan li dervayî Amerîkayê ku bi dûv vê xewnê dikevin, xewna ku pêşkeyina kesayetî lê azad e ne wekî “cîhana kevn”, li gor Adams, ango Ewropa, Asya û Afrîka, ku tenê li welatê nû pêşketin girêdayî ked û karînê ye, cihê ku tu kes nikare di rûyê welatiyê amerîkayî de raweste da ku bi pêş bikeve, di nav de jî pêkanîna endamên sereke yên rehetiya civakî, ew jî bidestxistina xanî, malbat, zarok, tirimbêl, karekî bi mûçeyê baş û karbesiyeke rehet di dawiya emir de, ye.
Bi vî awayî xewn bi awayekî teorîk hate sazkirin. Lê di aliyê piratîkê de, gelek kêmasiyên wê derketin, dema ku amerîkayiyên reş û rengîn heta destpêka salên 70yî xwe ji dervayî vê xewnê dîtin, dema ku hejmarek ji wan bi awayeklî sînordarkirî an jî dibe ku hatin hilbijartin, rêya xwe ber bi aborî û siyasî ve, dîtin.
Di anketa Wall Street Journalê de, 1502 kesên mezin (jin û mêr) li Amerîkayê beşdar bûn û cudahiyeke mezin di navbera daxwazên xelkê û pêşbîniyên wan de, hebûn. Lê ew di nav nifşê ciwan de zelaltir bû ku êdî ew nikarin xaniyan bikirin û li beranberî pereyên faîdê yên bilind û deynên xwendinê ne.
Beriya 12 salan, dema ku lêkolîneran ji 2500 kesan pirs kir ku “gelo heta niha xewna amerîkayî heye”, zêdetirî nîvê wan got ew heye. Lê dema ku “Wall Street Journal”ê heman pirs di tîrmeha 2024an de dubare kir, rêje daket heta ji sêyan yek.
Aborînas Emerson Sprick di “Naenda siyasetên El-Hizbî” li Washingtonê got: “Diyar e ku aliyên bingehîn ên xewna amerîkayî dûr e, bi rêbazekî ku ne wekî nifşên berê ye”. Her wiha, Sprick balê dikişîne ser kêmbûna domdar a muçeyên karbesiyê yên di saktorên taybet de, ku ev mûçe kêm bûne hema hema mirov dikare bibêje nema ye. Di heman demê de jî, lêçûna kirîna malan jî zêde bûye, ku ev du mezintirîn guhartinên aborî ne li ser dirêjahiya dehsala borî.
Lê li gorî lêkolîneke mamosteyê aborî di Peymangeha Massachusetts a Teknolojîk de Nathaniel Hendren û pisporê aborî di Zanîngeha Harvardê Raj Chetty, derdora %90 ji zarokên ku di sala 1940î de ji dayîk bûne, rewşa wan ji ya bav û dayîkên wan baştir e. Lê derdora nîv kesên ku di salên 80yî de hatine dunyayê, dikarîbûn ku heman tiştî bibêjin. Hendren dibêje ku temenên biçûktir jî di heman rewşê re derbas dibin ji ber geşbûna mûçeyên navîn, lê dibe ku dehfeke biçûk dabe xwe piştî Covid-19ê, ku mûçeyên amerîkayiyên xwedî mûçeyên hindik, ji yên din bilindtir bûn.
Chetty ji hêlekê li xewna amerîkayî dinêre ku pir zehmet e ji kesekî ku di nav malbateke xizan de mezin bûye ku xwe bigihîne çîna navîn. Her wiha dibêje ku bo amerîkayiyên spî bi taybet, em armanc zehmettir bûye da 15 salên borî de. Her wiha dibîne ku xelk rast dibêjin çaxa ku hest dikin ku xewna amerîkayî zehmettir bûye ji hêla derfetên xwe yên pêkanîna tiştekî baştir ji bavê xwe, an jî ji xizaniyê xelas bibin.
Çima Trump?
Lewra, li hemberî têgehên wekî çîna navîn, çîna karker û xewna amerîkayî, hemwelatiyê amerîkayî yê ku ji xewna amerîkayî bêhêvî maye û baweiya wî bi “guncawiyê” nayê li welatekî ku hikûmet bi dûv hev de bi qerzan xerckirinê zêde dike, li kê digere? Reqem û nexşeyên dengdayîna pîşeyî û çandî, aliyekî ji bersivê eşkere dike, tevî ku bersiv Donald Trump e.
Li gorî rapora ku Aaron Zinter di “Wall Street Journale”ê de belav kiriye, Trump Partiya Komarî ji nû ve saz kir da ku bibe nûnerê siyasî yê amerîkayiyên spî yên ji çîna karkeran.
Hejmarên destpêkê nîşan didin ku Trump di vê salê de dikarîbû yek ji girîngtirîn armancên Partiya Komarî ji wê demê ve pêk bîne: Veguherî partiyekê ku hemû dengdêrên ji çîna karker yên ji hemû çand û olan, li derdora partiyê kom kir.
Ji aliyekî din ve jî, hejmareke zêde ji dengdêrên yên neçûne zanîngehan, bû sedemek ku helwesta Trump di Koşka Spî de, xurt bibe. Ev guhartin, bandoreke xwe ya girîng li ser rojeva siyaseta herdu partiyan dike; ji ber ku Trump careke din bû namzed li ser esasê bernameyekê ku xwe dispêre ferizkirina pênaseyên nû yên gumirikê yên bilindtir û hişkirina tedbîrên ewlekarî li ser sînor û pêkanîna hewlestên civakî yên muhafiz. Di rastiyê de, dengdêrên spî yên yên bawernameyên zanîngehê bi wan re tunene û piraniya caran binavê çîna karker têne pênasekirin, bûne xwedî hêzeke paşketî pitşê û pirbûna pirrengiya civakî û zanîna wê. Îro jî li şûna bi destxistina dengên zêde ji komeke kêm, komarîstan diyar kir ku ew dikarin dengên hilbijêrên spî bi dengên kêmneteweyan temam bikin.
Dengdêrên reş û latinî, nexasim mêr, bi hevûrkirina sala 2020î, zêdetir meyla wan ber bi Trump ve bû, di vê çarçoveyê de destekdayîna reşan derdora %15 zêdetir bû û destekdayîna latîniyan jî %6 zêde bû û gihaşt %41.
Ji nava kesên ku beşdarî ankêtê bûne, Trump ji dengdêrên ku neçûne zanîngehan yên ji hemû nîjadan bi rêjeya %12 li dij dijberê xwe demokrat bi serket, ango bihevûrkirina bi sala 2020î, 4 xal zêdetir bi dest xistin. Ev jî guhartineke girîng e ji bo Partiya Komarî 60% ji tevahiya dengan bi dest xist. Berovajî wê, Kamala Harris bi xalekê di nava dengdêrên ku li fakulteyan xwendine paş de vegeriya, bi hevrûkirina bi sala 2020î ku di wir de, 15 xal zêdetir bi ser ket.
Li gorî Aaron Zinter, meyla ber bi Trump ve di nava dengên ji kêmnetewe û dengên neçûne zanîngehan ji gelek komên nîjadî, nîşan dide ku guhartineke girîng di parçebûna siyasî di Amerîkayê de çêbûye û dibêje: “Di demekê de ku li ser esasê nijad û etnîkî parçebûna me kêmtir bibe, dûrketina di navbera çîna pîşeyî ya bajarî (karmend) û çîna karker li welat zêdetir dibe.”
Pisporê ankêtên komarîstan Micah Roberts got: “Tiştê em dibînin, jinûverêxistinkirina civakî ye di tevahiya welat de ye û çûyîna ber bi rastgiriyê ve ye di nav hilbijêrên zanîngehan de.” Her wiha bi berdewamî dibêje: “ev guhartin berê heta asteke mezin ji mêrên spî yên karker bû, lê niha bi xwe re mêrên reş û latinî jî yên ku bawernameyên zanîngehê bi wan re tuneye, tînin.”
Piştî ku Trump di hilbjiartinên 2020î de têk çû, hin komarîstan aliyekî erênî di vê mijarê de dîtin. Lewra bi rêya bidestxistina 11 milyon dengên din bi hevûrkirina bi sala 2016an re, gelek dengdêrên ji çîna karker hatin nava Partiya Komarî. Di bîrnivîska bi sernavê “Bicihkirina Partiya Komarî wekî partiyeke çîna karkeran”, nûnerê wê demê Jim Banks ji Indianayê eşkere kir ku %79 ji mekanîkan û %59 ji karkerên paqijiyê dengê xwe dan Trump, lê %94 ji mamosteyên zanîngehan û %73 ji xurdekaran dengên xwe dan Biden ku wê demê namzed bû. Banks dibîne ku ev parçebûn di navbera “çîna çandî ya saziyan” û yên din li welat wekî “diyariyeke siyasî” ji Trump re ye, ku partiya wî dikare li ser vê yekê ava bibe.
Dengên latîniyan dev ji kevneşopiyên xwe berdidin
Banks bi bîr xist ku dengdêrên bi eslê xwe Ispanî, wê zêdetir siyasetên Trump ên tund ên girêdayî rawestandina penaberiya ne rewa hilbijêrên, her wiha dengdêrên reş û latînî jî li dij siyasetên ku destekê didin kesên zayenda xwe diguherin ên girêdayî demokratîstan. Di heman demê de, Banks anî ziman ku rojeva Trump derbarê van dozan de û siyaseta bazirganiyê, ku armanc dike kar û erkên Amerîkayê biparêze, wê zêdetir dengdêran bikişîne aliyê Trump.
Di roja sêşemê de, Banks di hilbijartinên Senatoyê de ji wîlayeta Indianayê bi ser ket. Di xîtaba serkeftinê de, ji alîgirên xwe re got bavê wî karkerekî kargehê yê karbes bû û dayîka wî jî xwerinpêj bû di mala xwedîkirina temenmezinan de û wî salên destpêkê yên jiyana xwe di baxçeyekî de derbas kir. Her wiha, Banks got, ew ê ji bo xelkê ku di wî baxçeyî de dijîn têkoşînê bike, bi rêya dehfdana li dij “elît û demokratîstan” ên ku “peywirên me bo derve rê dikin.. rê dikin Meksîk û Çînê”.
Aaron Zinter dibîne ku eger ev veguhartin were mayîndekirin, wê bandorên xwe yên girîng li ser rojeva herdu partiyan hebe. Divê demokratîst biryarê bidin ka baştirîn rê ji bo wan veguhestina ber bi navenda siyasî ve derbarê hin dozên pêşketî, da ku hînek ji dengdêrên ku cuda bûne vegerîne, an jî eger ku rêya herî baş hewldana çalakirina baskê lîberalî yê aloz e. Her wiha, divê demokratîst bi baldarî nas bikin çima partiyê tu sûd ji sê biryarên mezin negirt ku di demeke nêzîk de di wîlayeta Biden de pêk hatin, ew jî rê li ber veberhênanên zemîn û kargehên çûnûhatinê û hin karên din ên avakirinê.
Ji aliyekî din ve jî, komarîst divê nakokiyên di nava xwe de di berçavan re derbas bikin, ku ev nakokî di navbera baskê kevneşop ê ku destekê dide karûxebatê bazirganî di partiyê de û ji pêşniyazê Trump baldar e wekî gumkrikên bilind û komeke mezin ji serekên Partiya Komarî yên ku dibêjin gumrika bilind parastina peywiran li Amerîkayê dikin û pêwîst e kompanî pêhtir kar bikin da ku piştgiriya karker û malbatan bikin.
Guhartinek mezin di nava dengdêrên ciwan ên ku temenê wan kêmî 30 salî hebû. Di demekê de jinên ciwan ên demokrat bi hêz man tevî ku asteke biçûktir bihevûrkirina sala 2020î re, lê belê ciwanên xort bi awayekî mezin ber bi rastgiriyê ve çûn. Tê texmînkirin ku, ev meyla ciwanan, bibe destekdayîna hin siyasetên Trump. Di heman demê de jî, ciwan destekê didin hizira dirêjkirina kêmkirina bacê ku Trump li ser îmze kir, da ku bibe qanûn û wê di sala 2025an de bi dawî bibe. Li gor ankêtan, jinên ciwan piştgiriya hin siyasetên girêdayî kesên ku zayenda xwe guhatin kirin, lê tersî wê mêrên ciwan ên ku piştgirî kirin, kêmtirî wan bûn.
Lê mêrên spî yên ji çîna karker bûne bingeha destekdayîna Trump, ku %68 ji wan piştgiriya Trump kir.
Guhartina meyla dengdêrên reş û latînî bû sedema guhartinên bi kok di meylên siyasî li tevahiya Amerîkayê. Li wîlayeta Pennsylvaniayê, diyar bû ku Trump sûdê ji zêdebûna destekdayîna latîniyan digere. Li Floridayê kantona Miami-Dade ku piraniya wê latîniyên demokrat, di sala 2016an de bi 30 xalan destek dane Hillary Clinton û di sala 2020î de bi 7 xalan destek dane Biden. Di roja sêşemê de, guhartineke dramatîk ber bi Trump ve çêbû ku tê de bi 12 xalan bi ser ket. Her wiha, Trump di kantona Osceolayê ya latînî ya li nêzî Orlandoyê de serkeftineke teng bi dest xist, ku Biden berê bi 14 xalan tê de bi ser ket.
Zinter rapora xwe bi gotineke Michael Roberts, pisoprê ankêtên komarî bi dawî dike: “Ev guhartineke mezin e çaxa ku mesele girêdayî pêkhatina etnîkî ya Partiya Komarî be. Ev e serdema Trump”.