Partiya El-Dewa… Siya Erdogan li Almanyayê ye
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Televizyona “ZDF”yê ya almanî di nîvê meha cotmeha borî de, raporek li ser Partiya El-Dewa (Kurtenavê fermî: Koalîsyona Demokratîk ji bo pirrengî û ronesansê) belav kir, ku ev partî ji aliyê kesên nêzî serokkomarê Tirkiyayê Receb Tayyip Erdogan û AKPyê ve d çileya 2024an de, hate avakirin. Di raporê de, bal li ser têkiliyên veşartî yên di navbera partiya nû û Erdogan û rayedarên hikûmeta Tirkiyayê, hate kirin. Ku xwe spart pisporê parastina destûrê (istixbaratên hundirîn) û pisporên ku bi eslê xwe tirk di dozê îslama siyasî, lêkolînên civakî û rewşa diyaspora tirk li Almanyayê.
Tiliyên lobiya tirkî
Di raporê de, jînenîgariya jiyana namzedên Partiya El-Dewa ji bo hilbijartinên parlamentoya Ewropyayê ku di 9ê hezîrana 2024an de pêk hatin û li ser asta Almanyayê tenê ji sedî 0,4 bi dest xistin, hate nîşandan. Her wiha, ev partî di hilbijartinên parlamentoya Almanyayê de, tu kursî bi dest nexistin. Di heman demê de, di raporê de behsa yekem navê lîsteya Partiya El-Dewa kir ku ew jî Fatih Cengal e, ku berdevkê berê yê bi navê “Yekitiya Demokratîk a Navdewletî” ya tirkî bû. Ev sazî jî sîwaneke di bin serpereştiya hikûmeta Tirkiyayê de ye û beşek mezin ji komele û rêxistinên tirkî li tevahiya parzemîna Ewropayê de, di nava xwe de dihewîne, ku beriya sala 2018an jî navê wê “Yekitiya Demokratîkên Tirkan û Ewropiyan” bû. Ev yekitî jî ji sala 2017an ve, di bin çavdêriya daîreya parastina destûrê de ye, ku dibêje çalakiyên vê yekîtiyê li Almanyayê ne li gorî sîstema demokratîk a azad in, ji ber ku ew kombûnek in biryara xwe ji hikûmeta Tirkiyayê digirin û karê wê yê sereke propagandaya Erdogan û partiya wî ye da ku dengan jê re kom bikin di hilbijartinên serokatî yên Tirkiyayê de li nav diyaspora tirkî.
Her wiha, di rapora televizyona almanî de, peywendiyên di navbera Serokê Partiya El-Dewa Tewfîq Ozcan û Serokê “Yekitiya Demokratîk a Navdewletî” ya tirkî Kenan Aslan hatin eşkerekirin. Li gorî raporê, Ozcan perspektîfan ji Aslan derbarê çawaniya xebatên rêxistinî û propogandeyê di nava herêmên ku tirk tê de zêde ne, digire. Her wiha, Ozcan ji Aslan gazincên derbarê nebeşdarbûna welatiyên bi eslê xwe tirk dike ku tev li rêklam û mihrecanên xîtabî yên partiyê nabin bo amadekariya hilbijartinên palementoyê. Di civîna li bajarê Hannoverê de, yek ji rayedarên yekîtiyê, ji kesên beşdar xwestin ku di nava tirkên li kantona Saksonya jêrîn de kar bikin, da ku dengê xwe bidin Partiya El-Dewa , her wiha dibêje ku Erdogan silavên xwe ji wan re dişîne û Erdogan soz daye ku ew ê bi namzedên partiyê yên ji bo parlamentoya Ewropayê re, bicive. Di heman demê de, di raporê de yek ji şêwirmendên Erdogan Zafer Sirakaya tê keşifkirin ku ew niha parlamenterekî di parlamentoya Tirkiyayê de ye. Li gorî raporê, Zafer li bajarê Herne yê almanî ji dayîk bûye û ew têkiliyên Erdogan bi Partiya El-Dewa re çêdike, di heman demê de, ew serpereştê çalakî û rêvebirina Partiya El-Dewa li pişt perdeyê ye. Her wiha, berpirsê fînasekirina Partiya El-Dewa ye bi rêya “Yekitiya Demokratîk a Navdewletî” ya tirkî.
Her wiha, di raporê de tê destnîşankirin ku hemû nîşane piştrast dikin ku hikûmeta Tirkiyaytê serpereştiya karûxebata Partiya El-Dewa dikin û berpirsên partiyê bi awayekî baldar ji aliyê AKPyê ve piştî erêkirina Erdogan ya kesayetî, têne hilbijartin. Bi vî awayî jî, PARTIYA EL-DEWA wê bibe yek ji şaxên sereke yên toreya Erdogan û AKPyê li Almanyayê. Ji bilî wê jî toreyên din ên Erdogan û AKPyê li Almanyayê ev in; Yekîtiya Demokratîk a Navdewletî ya tirkî (UID), Yekîtiya Îslamî ya tirkî ya karûbarê olî (DITIB) û kombûna Gurên Boz (Ülkücü).
Têkiliya bi Gurên Boz re
Her wiha, di rapora almanî de, behsa têkiliya endamî ya navbera Partiya El-Dewa û “Gurên Boz” an jî komele û rêxistinên netewperestî li Almanyayê yên girêdayî MHPyê ya tundraw û avakirina şaxên wê yên derve, hate kirin. Di vê çarçoveyê de, rapor behsa navê Ihsan Kilîç dike, ku endamê damezrînerê Partiya El-Dewa ye, ku di heman demê de berpirsekî çalak di “Gurên Boz”de ye. Rapor lixwemukurhatina Kulîç eşkere dike ku wî di nav Partiya El-Dewa de kar kiriye û destwerdan kiriye ku dengên girseya teneweperestên tirk ji bo partiya nû bîne, her wiha wî amaje bi wê yekê kir ku ew berdewam di nav “Gurên Boz” de kar kiriye û destwerdan di rêxistinkirina xwepêşandanên tirkî yên li dij kurd û ermenan de kiriye.
Partiya El-Dewa hewl dide ku têkiliyên xwe bi “Gurên Boz” re û koma bi navê “Osmaniyên Germanyayê” dûr bixe. Ev kom jî bi hezaran kesan di nava xwe de dihewîne û ji aliyê Daîreya Parastina Destûrê ve wekî komeke tundraw a tirkî tê naskirin ku itîrafê bi qanûnên almanî nake û armanc dike ku sîstema demokratîk a azad, têk bibe. Her wiha, endamên wê beşdarî sûcên wekî hewldanên kuştinê, gef, rêbirîn, neçarkirina li ser fihûşê, êrîşên li dij welatiyênh kurd û gefa li dij berjewendiyên kurdan li gelek bajarên Almanyayê, bûne. Di vê çarçoveyê de, çavkaniyên almanî behsa têkiliyeke eşkere di navbera “Osmaniyên Germanyayê” ya ku sala 2015 hate avakirin û Partiya El-Dewa dikin, her wiha behsa toreyeke bi hev ve dikin di navbera wan û aliyên sêyem de, ew jî “Yekîtiya Demokratî ya Navdewletî” ya tirkî ye, ku bi awayekî zelal û nîvfermî girêdayî AKPyê ye û di bin garantiya kesayetî ya Erdogan de ye. Polîsên almanî jî di adara 2018an de operasoneke berfireh li gelek wîlayetên Almanyayê li dar xistin û gelek mal û navendên vê komê armac kirin. Her wiha, bi dehan endamên wê girtin û milk, balge û koputer di çarçoveya lêpirsîneke berfireh de desteser kirin, li bara tawanên ku komikê pêk anîne li gelek bajar û deverên Almanyayê. Operasyonê bi dawî bû û piştî wê komik hat qedexekirin.
Dengê tirk û mislimanan
Hilbijartinên parlamentoya Ewropayê di çileya 2024an de, yekem beşdariya Partiya El-Dewa bû. Di nava tirkên li diyasporê de, partiyê encamên balkêş bi des xistin. Li gorî çavkaniyên fermî yên almanî, Partiya El-Dewa ya nûjen, ji sedî 0,4 bi dest xistin, ango 149 hezar deng li ser asta Almanyayê bi dest xistin. Bi vî awayî nikarîbû tu kursiyan li Brukselê bi dest bixe. Her wiha li bajarê Dusiburgê jî partiya baştirên encam bi dest xistin ew jî bi rêjeya ji sedî 2,5, lê li wîlayeta bakurê Rheinê ku gelek tirk û misliman tê de hene, tenê ji sedî 0,7 bi dest xistin. Heger em bi dengên partiya berî wê re hevrû bikin, ango “Koalîsyona ji bo Afirandin û Edaletê” di hilbijartinên parlementoya Ewropayê de yên sala 2019, ew 68 hezar deng bûn, xuya ye ku PARTIYA EL-DEWA dengên xwe bi du qas û nîvê zêde kiriye. Hejmarên fermî yên ku encama dengdana mislimanan li wîlayetên rojvayayê Almanyayê xuya dike ku 36% ji wan dengên xwe dan partiyên ne kevneşop ên naskirî, ev jî tê tercîhkirin ku dengên xwe dane Partiya El-Dewa .
Fatih Sîngal, berbijêrê yekem li ser lîsteya Partiya El-Dewa yê hilbijartinên parlementoya Ewropayê, li ser malpera xwe ya Facebookê encamên ku partiyê li devera hilbijartinê ya xwedî hejmara 1001 li bajarê Duisbugê yê wîlayeta Westfalenê belav kir, ku re devereke xwedî niştecihên tirk in û tê de PARTIYA EL-DEWA 41,10% bi dest xist, ew encameke mezin e.
PARTIYA EL-DEWA ne tenê qezencê ji “cudakirin û dorpêçkirin”a mislimanan li Almanyayê digire, lê belê veberhênanê di kêferat û pêşketinên li Xezayê di nabera Îsraîl û Hemasê de dike, da ku propogandayê ji xwe re çêke û di van dîyaspora misliman de berfireh bibe, bi taybet ya erebî. Ji vir, Daîreya Parastina Destûrê û lêkolînerên îslama siyasî û karûbarên tundrewiyê têbînî kir ku PARTIYA EL-DEWA sembolên filistînî yên mîna kofî û ala Filistînê bi kar tîne, her wiha daxuyaniyên alîgirên Hemasê û li dij artêşa Îsraîlê belav dike û jêgirtinên xîtabêb Erdogan yên alîgirên tevgerê û dij êrîşên Îsraîlê belav dike.
Xuya ye ku armanca Partiya El-Dewa te tenê bidestxistina dengê diyaspora tirkî ye, lê belê di hilbijartinên bê de dengê 2.5 dengên misliman bi dest bixe, ku başek mezin ji wan nasnameya almanî di dema hilûmeta îtîlafê ya nijha de bi dest xistine. Hejmara mezin ji van kesan ji Sûriya, Iraq, Efganistan û Tirkiyayê hatine. Ji vir, PARTIYA EL-DEWA li ser wê yekê kar bike ku xîtaba xwe bi îslama giştî reng bike û balê li ser taybetiya wê ya tirkî dûr bixe, ku doz û pêşketinên derveyî Almanyayê bi kar tîne, di serî e rewşa Rojhilata Navîn û Filistînê û şerê di navber Îsraîlê de ji hêlekê û Hemas, Îran û Hizbulah ji hêla din ve, ku jêdera xwe belî dike, ew jî helwest, xîtab û daxuyaniyên Erdogan û siyaseta AKPyê ye.